|
Jiyan-Board
|
|||||||
| Kayıt ol | Cezalilar | Tüm Albümler | Roj Tv Zindi | Üye Listesi | Ajanda | Arama | Bugünki Mesajlar | Forumlarý Okundu Kabul Et |
|
||
![]() |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) | ||||||||
|
Vip Uye
![]() Üyelik tarihi: Oct 2008
Üye No: 1579
Mesajlar: 104
Konular: 54
Referanslari: 0
Arkadaslari: (0)
Meslek: lise öðrencisi
Yaş: 22
Kullandigi Tesekkür: 49 Aldigi Tesekkürler: 17
REP Gücü Puaný: 41
Aldigi REP Puani: 1 ![]()
Ruh Hali:
Son Aktivitesi: 02-04-2010 :
13:31
Toplam Online Süresi: 10 Saat 29 Dakika 24 Saniye
|
![]() DILGIRTINA KORA Kor bû Mihemed Heso Dil ket Helîma Reso Dema dighane cem hev Roj li cem wan dibû shev Dest dibir ser miwê wê Diçû çav û riwê wê Hevdî dikirne hembêz Dev û rû tev dibûn mêz Lashê wan tev dihejî Dil ji evînê tijî Pêjinker bûn bi guhê xwe Zû diguhaztin cihê xwe Mihemed qalûnkêsh bû Herdem qalûn li pêsh bû Wî xwesh dikshand bi kush-kush Dixan li ser dibû mij Med go: Mihemed Heso Dil ket Helîma Reso ... Wî nasnedkir navê me Dijûn didan bavê me Dar tavête nigê me Carna diket zikê me Xort û qîz bûn lê ciwan Em zaro bûn, pir nezan Med go: çima roj û shev Ev herdû kor dighên hev ? Evîna wan xwesh û rind Bûbû çîrok li nav gund Herkes bi wan dikenî Lê, ne raste, ez benî, Kor jî weke me mirov Heta weke hirç û hov Xwedî dil û tijî vîn Ew jî dilbijên evîn Evîn timî wek are Lê ya koran dijware Kor bi koran tim kedî Bê fehêt û bê fedî Hevdî digrin, bernadin Kes nabênin, azadin Ne sherm heye, ne fedî Karê wan zû naqedî Hevdî digrin, digvêshin Weke mêsh û derwêshin Li nav bexçe dimênin Korin, kesî nabênin Dixwaz in bibne yek lash Zû xwe ji hev nadin pash Bi dil herdû dibin yek Meger di kincan de tek Ewin di wan de xurte Na, ez shashim, pir sirte Dil bi ronî wek rojin Rojê bi dil disojin Ne bi mal û can û zêr Herdû ji hev nabin têr Ew jî wek me mirovin Bi dilgirtin wek hovin Wek dibêjî Cigerxwîn : Cihan mishte ji evîn SERXWESHIM Li meyxanê bila Xanî bî meyger Bi yek camê dilê Camî bikî ter Cizîrî û Herîrî bên semayê Ko dilxweshbin bi dengê rist û nayê Bi destê Ermenê bigrî Feqî xwesh Di dilda gur bibin sed pêt a atesh Bila Batî bidî lotan li hawîr Birîvkanî li her alî bikî qîr Bila Nalî ji reshbiskan binalî Ji maçên lêv û çavên resh xezalî Bila Hacî û Macin wek Siyahposh Li wê navê binalin gêj û serxosh Ku serxweshbin bi wan resh - xewne -xavan Shikestî per di nav reshbisk û davan Ku çîm sîmê li ser çoka mi rûnî Bi min xweshbin ji dil jîn û hebûnî Ji baxê paxilê bigrim du sêvan Meyê firkim bi lêvan ez j ji lêvan Beranê kel li ber sîngê belendîr Cigerxwînim dibim îro cihangîr. ![]() KEKO EZ BILÛRVANIM Keko ez bilûrvanim Bi her tishtî dizanim Çîyan tênim govendê Berxê mîjo di bendê Hirç û hov û dar û ber Lotan didin tev li ber Ev masîyên Derya Resh Bi bilûra mi serxwesh Welat tijî bûn li deng Tên dîlanê shox û sheng Keko ez bilûrvanim Ez shivan û gavanim Rûnistîme bin darê Didim pesnê biharê Dengê saza min zîze Darblûra min gwîze Ez pif dikim bilûrê Dil agire dikûrê Shiyarbûne rast û çep Turk û Taçîk û Ereb Vexwariye me ev durd Ji bo shiyar bikim kurd Lê ez çibkim ranabî ? Nizanim wê çawabî ? Nizam kere jan jî ker ? Ez bi gurzan tême ser Serî hishke wek kevir Divê bishkê bi bivir Divê gurzan deynim ser Yan jî jêre bêjim her Dijmin dêwê xwînvexwar Welat kirye tar û mar Hirç ketîye nava rez Li min bûye lez û bez Dikim hewar û gazî Bi vî dengî, vî sazî Kes guh nadî saza min Qîr-qîr û gaz-gaza min Kurdno hemî bibne yek Dest bavêjin gurz û çek Werin sherê hirç û dêw Biparêzin mal û mêw Ji vî bextê minê resh Ez nexwesh û ew nexwesh Bê xwedîne rez û mal Ezê çibkim pîr û kal Rezê mine ji kerkûsh Dijmin xwar û maye pûsh Dikim qêrîn û gazî Dilê min wer dixwazî Ez pêwanim bilûrvan Ne mêrkujim, dilovan Bi guv-guv û bi nalîn Kurd ranabî Ceger-xwîn ! CIGERXWÎN / DIWANA YEKAN |
||||||||
|
"Ben büyük tutkularýn ve arayýþlarýn militanýyým " " Baþarý için yürekli çýkýþlar gereklidir " " kürdistan devrimi Ortadoðu`da bir rönesanstýr " " Özlenen yaþam mucizelerle deðil, devrimle olur " " Özgürlük kendini yönetmekle baþlar " " pkk bir düþündürme hareketidir " " Yüreði ateþ ve zafer tutkusuyla yananlar, ancak bizimle yürüyebilirler " " Elde olmayan nedenler dýþýnda baþarý kesindir diyeceksiniz " serok apo
|
|||||||||
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| cigerxwin, helbeste |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
|
![]() |