|
Jiyan-Board
|
|
#1 (permalink) | ||||||||
|
Vip Uye
![]() Üyelik tarihi: Oct 2008
Üye No: 1579
Mesajlar: 104
Konular: 54
Referanslari: 0
Arkadaslari: (0)
Meslek: lise öğrencisi
Yaş: 23
Kullandigi Tesekkür: 49 Aldigi Tesekkürler: 17
REP Gücü Puanı: 41
Aldigi REP Puani: 1 ![]()
Ruh Hali:
Son Aktivitesi: 02-04-2010 :
13:31
Toplam Online Süresi: 10 Saat 29 Dakika 24 Saniye
|
PORT Û SHÎRET
Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere. Em bûn çera hirç û gura Bûn alifê ga û kera Heval bibin tev Markisî Bawer mebin bi hîç kesî Bi pêshde gernas û shiyar Êrish bikin sênca neyar Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere. Win kom bikin zêr û pera Zû çêbikin serleshkera Kurd perçe-perçe çend kerî Doza xwe nabin ta serî Kole di bin destê neyar Çawa bibim jê hêvîdar ? Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere Divêm shiyarbin hey heval ! Bidin di vê rê can û mal Li ser çîyan shepal û shêr Êrîsh bikin li jor û jêr Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere. Eger wesan çend perçebin, Dê tim di bin zorêdebin Ger em nebin yek perçe ar Guh nadî dengê min neyar Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere. Lê Markisî nabî dubin Gernas di binde radibin Destan bidin hev bibne yek Êrîsh bikin dijmin bi çek Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere. Bibin fidakarên welêt Ji xwe bikin sherm û fehêt Êrish bikin dijmin bi sher Gava shikest win bidne ser Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere. Herwek Viyetnam sher bikin Dijmin ji hev ker-ker bikin Dostên mene tev Markisî Turk û Ereb û Farisî Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere. Hewsar medin dest borcewaz Mebin çera hirç û beraz Cotar û herçî dest qirêj Em tev birane hê ji mêj Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere. Welat bixwazin rast û çep Turk û Ecem, Kurd û Ereb Destan hemî em bidne hev Lê nebtenê bêjin bi dev Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere. Her yek di nav qada xweda Dest bidne hev jar û geda Herçî hevelên koledar Ji bo me ew herdem neyar Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere Çend sale ev gîr û hewar Carek ji xew nabin shîyar ? Îro shîyarbûne ji xew Dîsa dibin wek çêlekew Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere Shah û beg û axa neyar Dost û hevalên koledar Shêx û melayên sexteçî Em kirne "sofi" û "heci" Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere Dest bidne hev tev mêr û jin Xort û keç û biçûk, mezin Em tev ji vê berpirsiyar Besin ji xew rabin - shîyar Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere Cihan hêjî bûn dubend Wan dane mil gurz û kemend Bendek li jor û yek li jêr Bendek bi xwîn û yek bi zêr Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere Shêr shêre, jinbî yan jî mêr Navê tevan danine shêr Gava ku tê dengê piling Destê me naçî ser tiving Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere Xûshkê tu jî hînbe shera Zû nasbike derb û bera Wek mêr tu karî sher bikî Dijmin ji hev ker-ker bikî Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere Benda me gernas, xurtemêr Lê tev nezan û tev nekêr Bê zêr dibin destê neyar Ta kengî em nabin shîyar ? Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere Heval shîyar be, rê bizan Dûrkev ji destên van dizan Cotar û karkar, xwendewar Tev bibne yek em dost û yar Gernasî karî sher bikî Dijmin ji hew ker-ker bikî Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere Ev perçebûn nejber xwe tê Gayê zexel naçî xetê Barê giran, ker naçî ber Seyda ji ber xûn bû ciger Kurdên ji Zagros û Keper Çawa bitirsin ew ji sher ? Guh medne van shêx û bega Çavsor dibin wek conega Hela were, hela were ! Ji bo te bêjim eshkere Hawîr biborin wek beran Pîkol bikin li her deran Tirsê bixin cergê neyar Hem xûnvexar û koledar Hela were, hela were ! Seyda ciger xwîn bû bira ! Cegerxwîn |
||||||||
|
"Ben büyük tutkuların ve arayışların militanıyım " " Başarı için yürekli çıkışlar gereklidir " " kürdistan devrimi Ortadoğu`da bir rönesanstır " " Özlenen yaşam mucizelerle değil, devrimle olur " " Özgürlük kendini yönetmekle başlar " " pkk bir düşündürme hareketidir " " Yüreği ateş ve zafer tutkusuyla yananlar, ancak bizimle yürüyebilirler " " Elde olmayan nedenler dışında başarı kesindir diyeceksiniz " serok apo
|
|||||||||
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| port, shîret |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
|
![]() |