|
Jiyan-Board
|
|||||||
| Kayıt ol | Cezalilar | Tüm Albümler | Roj Tv Zindi | Üye Listesi | Ajanda | Arama | Bugünki Mesajlar | Forumlarý Okundu Kabul Et |
| Ýllerimiz & Yörelerimiz Burda herkes kendi memleketini kendi yöresini tanitabilir, yörelerimiz ile ilgili her paylasimi sunabilir... |
|
||
![]() |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) |
|
Heval
|
BAJARÊ PÊXEMBERAN:RUHA
Êvar bû êdî, roj diçû ava. Tîrêjan, di piþt çiyan de, asîman bi rengê sor dixemilandin. Siya çiyan bi lez û bez hawirdorê dikir bin hukmê xwe. Di demeke wisa de em ketin ser rêya bajarê Ruhayê ku di dîroka xwe de, ji gelek milet û þaristaniyan re malovanî kiriye. Rêya kevin a diçe bajêr guheriye, hin herêm ji ber ku di çarçoveya Projeya GAPê de, di bin avê de mane, em mecbûr man bi qasî nîv saetê bi tevî wesayîta xwe li Ferîbotê siwar bin, piþtre rêwitiya xwe berdewam bikin. Piþtî demeke din em li deþta Heranê ne. Me herêmên çiyayî yên Semsûrê li piþt xwe hîþtin û em di deþteke rast de bi pêþ ve diçûn. Wê gavê di bin tava hîvê de, ne serê deþtê û ne dawiya wê xuya dikir. Em her ku bi pêþ diketin, deþta Heranê li pêþiya me ewqas berfireh dibû. Piþtî demekê em gihîþtine wê qenaetê ku ev rê bê dawî ye. Di gerdûna bêdawî de, xemla hîvê, ronahiya kadiz û ya sitêrkan diçûrisîn. Tirîncên þevê ronahiyeke zîvîn dida ser axa bi bereket a deþta Heranê. Axê belkî jî herî zêde li vê derê xweþ bêhn dida. Deþt ewqas sereraste bu li ti aliyê ût û bûta çiyayan xuya nedikir. Ji dûr ve lambeyên hin gundên nas û nenas diçurisîn, ji bilî hin dengên seyan, bêdengiyeke bi xof hebû. Em di hin gund û bajarokên piçûk re derbas bûn. Piþtî rêwîtiyeke þeþ saetan em bi þev gihîþtin nava bajêr. Berê ku em bêhna xwe bidin, me xwest em gola efsaneyî ya bi masî bi çavên þevê jî bibînin. Li devereke rast û fireh turbe û goristan hatine ava kirin û hawîrdorê wan jî bi avê hatiye girtin. Li hundur jî gola bi masî bi hostayiyeke mezin a mîmarî hatiye saz kirin. Mekan xwedî atmosfereke mîstik û bi efsûn e. Kafeterya û hewzeyên li wê derê heta derengê þevê ji ziyaretvanan re xizmetê dikin. Hin Xwaringehên li baxçeyê mezin, xwarinên bi nav û deng ên Ruhayê pêþkesî muþteriyên xwe dikin. Li baxçe mirov dibîne ku hin ziyaretvanên herêmî û biyanî derketine gerê, hin kes berê xwe dane turbeyan dua dikin, hin kes jî ji bo tevger û dansa masiyan bibînin xwarinê davêjin nava golê. “Kesên van masiyan bixwin dimirin”. Li gorî efsaneyekê, ev masî pîroz in û nayêne xwarin. Tê gotin ku kesên van masiyan bixwin dimirin. Li ser zinarên li hemberî golê, Keleha Ruhayê heye ku di salên 240an de (piþtî Îsa) hatiye ava kirin. Ev keleh ji aliyê xwe yê dîrokî ve rengeke watedar û cuda dide vê mekana pîroz. Keleha Ruhayê li baþûrê bajêr li ser zinarê zaxor hatiye ava kirin. Aliyê wê yê bajêr kendal e. Li her sê aliyên din jî xendeq hatine vekirin û di sedsalên borî de av lê tijî bûye. Bedena Kelehê ji kevirên þehkirî hatiye çêkirin û xwedî 25 bircan e. Bilindahiya wê di nava 7 û 10 metreyan e û dirêjahiya wê jî bi qasî 1500 metreyan e. Li navenda kelehê 2 sitûn hene ku di heman demê de kîtabe (nivîstek) ne jî. Bilindahiya wan bi qasî 17 metreyî ye. Li gorî rîwayetan, li Ruhayê gelek pêxember jiyane, lê ji wan Hz. Îbrahîm bûye weke sembola bajêr. Þikefta ku tê gotin Hz. Îbrahîm lê ji dayik bûye û camiya ku li kêlaka þikeftê hatiye ava kirin, li navenda bajêr in. Ziyaretvan di dema serdana wê mekanê de, bi dengê bilind û nizim dua dikin û hêviyên xwe tînin ziman. Efsaneya Hz. Ibrahîm ji bo her sê olên semawî xwedî girîngiyeke mezin e. Hz. Îbrahim, ji ber ku li hemberî Nemrûd, baweriya yekbûna yezdan parast, îro hem ola Musevî, hem ya Xiristiyanan û hem jî ola Îslamê xwedî li wî û baweriya wî derdikevin. Lêkolînên Teolojîk û olî jî qebûl dikin ku Hezretî Îbrahîm bingeha van hersê olên mezin e ku hersê jî ji Rojhilata navîn derketine. Ev der û gelek deverên din ên dîrokî, li gel ewqas aliyên xwe yên mîtolojîk û pîroz, mixabin li cihanê baþ nehatine nasandin. Lê dîsa jî salê ji sedhezarî zêdetir, ziyaretvanên herêmî û yên biyanî tên serdana Ruhayê û ev jî ji bo bajêr dibe hatiniyeke girîng. ![]() Efsaneya gola bi masî Di derheqê pîroziya gola bi masî de, di nav gel de pir gotin hene. Li gorî Rîwayetekî, rojekî munecimên Nemrûd jê re dibêjin ku di pêþerojê de wê lawikek were dinê û wê textê wî ji dest bigire. Li ser vê yekê, Nemrûd biryar digire ku hemû zarokên di wan rojan de bêne dinyê werine kuþtin. Ji gel re jî tê gotin ku her kes divê zarokên xwe bîne teslîm bike. Dema ku tê bihîstin zarokên hatine teslîm kirin tev hatine kuþtin, hin kes weke berê zarokên xwe nabin teslîm nakin. Ji ber vê yekê jî, leþkerên Nemrûd davêjin ser malan û zarokên nûhatî dibin û bi xwînxwarî dikujin. Di dema van bûyeran de, dayika Hz. Îbrahîm Nuna jî bi zaro ye. Di sala 2100an de (beriya Îsa) bi dizî diçe xwe davêje þikefta ku îro di Camiya Dergah de ye û Hz. Îbrahim li wê derê bi dizî tîne dinyê. Dûre, tim bi bahaneya ku biçe dotina pez, diçe kurê xwe Îbrahîm dimijîne. Li gor hin gotinan, Îbrahîm ji aliyê xezalan ve jî hatiye mijandin. Bavê Îbrahîm, Azerê Mozopotamî jî hostayê pûtên Nemrûd e. Kurê wî Îbrahîm dema mezin dibe, li hemberî Qiralê zalim ê pûtperest Nemrut derdikeve û fikra yekxwedayî diparêze. Ev serhildana Îbrahîm bi salan dajo û fikra wî ya ji bo yekxwedayî di nava gel de belav dibe. Rojekê dema Îbrahîm pûtan hildiweþîne, Nemrûd gelek aciz dibe û dixwaze Hz. Îbrahîm bigire û ceza bike. Piþtî têkoþîneke dûr û dirêj Îbrahîm tê girtin û li gor cezayê wî jî, divê bê þewitandin. Êdî pêþî li serhildana Îbrahîm hatibû girtin. Kesên li hember Nemrûd, hinek ji wan xwe dispêrin çiyayan hinek ji wan ji hêrsan xwe dikujin. Ji bo bibe êbret, Nemrûd dixwaze þewitandina Îbrahîm ji aliyê gelê herêmê ve were temaþe kirin. Li ser vê yekê hem kesên alîgirên Îbrahîm di nava þînê de, hem kesên alîgirên Nemrûd di nava þahiyê de tev li meydanê kom dibin. Ji ber ku ji berê ve hatiye îlan kirin ku Hz. Îbrahîm wê were þewitandin, heyecaneke ewqas mezin derdikeve ku dengên girî û qêrînên kêfxweþiyê tevlihev dibin. Nemrûd, ji bo li merasîma þewitandinê baþ temaþe bike, li ser kelehê ji bo xwe texteke taybet dide çêkirin. Piþtre bi fermana Nemrûd hemû dar û berên li herêma Ruhayê têne berhev kirin û li cihê gola îro weke girekî mezin kom dikin. Ji bo Hz. Îbrahîm bavêjin nava agir li bakurê kelê 2 stûnên mezin tên çêkirin. Werîsên qalind ku bi van stûnan ve têne girêdan weke Mancinîq têne bikaranîn. Dema leþkerên Nemrûd, Hz. Îbrahîm bi alikariya van mancinîqan davêjin nava agir baranek xurt a nedîtî dibare û hem agir vedimire, hem jî herêm dibe gol. Êzingên lodkirî jî tev dibin masî. Di dema þewitandina Îbrahîm de, Zelixa ku zirkeça Nemrûd e û aþiqê Îbrahîm e, bi qêrin û feryadê, dike nake nikare pêþî li bûyerê bigire, loma bi þev û bi roj digirî. Li gorî efsaneyê hêsirên çavên wê weke lehiyê diherikin û dibe goleke piçûk. Lewma îro li kêleka gola Xelîl Îbrahîm goleke din a piçûk heye. Li gor hin çavkaniyan koka Hz.Îbrahim digihêje Medan, lê li aliyê din di serî de Cihû, Ereb û Faris jî xwedî li Hz. Îbrahîm derdikevin. ![]() Þaristaniya Ruhayê Li gorî lêkolînên arkeolojik Ruha yek ji bajarên herî kevn e û koka wî digihêje 9 hezar sal beriya Îsa. Þaristaniya li Heranê bi fikra yekbûna xweda dest pê dike. Çawa ku hukumdariya Nemrûd li vê derê ajotiye, têkoþîna li hemberî wî ya di pêþengiya Hz. Îbrahîm de jî dîsa li ser vê xakê dewam kiriye. Ruha, berê û piþtî van efsaneyan jî bûye navenda gelek têkoþînan. Di salên 744an de di dema Merwaniyan de, Ruha ji Mezopotamyayê re paytextî kiriye. Dîsa di dîrokê de zanîngeha yekem, li nêzîkê Ruhayê li Heranê hatiye saz kirin. Mîr Cebîr cara yekem li vê derê keþif kiriyê ku dikare germahiyê wergerîne enerjiyê. Herwiha gelek alim û zanyar li vê derê hatine dinê û perwerde bûne. Nemrûd vegeriya Dîrok bi xerîbî û ecêban dagirtiye. Desthilatdarên Tirk li vî bajarî ku bûye dergûþa þaristaniyê, hebûna gelên Kurd, Asûrî û Keldaniyan ku ji vê þaristaniyê re rêberî kirine, înkar kiriye. Ziman û çanda wan qedexe kiriye, ji bo koka van gelan qir bike, gelek komkujî pêkanîne, navên gund û bajaran, navên çiya û deþtan guherandine û danîna navên zarokan bi zimanê zikmakî jî qedexe kiriye. Ev Sîstema herî nijadperest ku bi kirinên xwe Nemrûd li piþt xwe hîþtiye, di roja me de hê jî sûcên dijmirovahî dike. Herwiha têkoþîna ji bo hebûnê ya li hember vê zalimiyê jî nesekiniye û ev bûye sedema xurtbûna hestên neteweyî û pêþketina axaftina bi zimanê kurdî, ya di jiyana rojane de. Rengên Mezopotamyayê Yek ji gelên ku ji zalimiya li herêmê para xwe girtine jî Asûrî-Suryanî ne. Ew niha bi giranî li herêma di navbera Ruha û Mêrdînê de dijîn. Di komkujiya li hemberî Ermeniyan a sala 1915an de herçend zêde behsa Asûrî û Suryaniyan neyê kirin jî, ew jî bûn hedefa hovîtiyê û bi darê zorê ji herêmê hatin sirgûn kirin. Ev sirgûn ji bo wan destpêka pêvajoya komkujiya sipî bû. Îro ji vî gelê qedîm tenê çend hezar kes li Mezopotamyayê mane, lê bi sedhezaran kesên wan jî, îro li cihanê belav bûne. Hêvî ew e ku ev millet rojekê li xaka xwe vegere û hebûna xwe bi ziman û çanda xwe ve, li warê bav û kalên xwe bidomîne. |
|
"Ýnsanlarýn varlýðýný belirleyen þey,
onlarýn bilinçleri deðildir; tam tersine, onlarýn bilincini belirleyen, toplumsal varlýklarýdýr." |
|
|
|
|
|
|
#2 (permalink) | ||||||||
|
Heval
Üyelik tarihi: Sep 2008
Üye No: 92
Mesajlar: 6,459
Konular: 1341
Referanslari: 4
Arkadaslari: (6)
Cinsiyet:
Kullandigi Tesekkür: 226 Aldigi Tesekkürler: 527
REP Gücü Puaný: 1336
Aldigi REP Puani: 584 ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]()
Ruh Hali:
Son Aktivitesi: 03-13-2010 :
20:42
Toplam Online Süresi: 2 Ay 3 Gün 13 Saat 10 Dakika 40 Saniye
|
Li Riha'ye yanji bi tirki Li $anliurfaye $ex'en sehte U Nemrud Qet kem nebun hetta iro.. ji bo wi Deng U avazen Riha'yi kem te...
|
||||||||
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| bajarê, pêxemberanruha |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
Benzer Konular
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Cvpl | Son Mesaj |
| Vé Bajaré | H£WiDAR | Helbest (Þiir) | 2 | 02-08-2009 01:32 |
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
|
![]() |