|
Jiyan-Board
|
|||||||
| Kayıt ol | Cezalilar | Tüm Albümler | Roj Tv Zindi | Üye Listesi | Ajanda | Arama | Bugünki Mesajlar | Forumları Okundu Kabul Et |
| İllerimiz & Yörelerimiz Burda herkes kendi memleketini kendi yöresini tanitabilir, yörelerimiz ile ilgili her paylasimi sunabilir... |
|
||
![]() |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) | ||||||||
|
Banned
![]() Üyelik tarihi: Sep 2008
Üye No: 69
Mesajlar: 1,570
Konular: 1767
Referanslari: 6
Arkadaslari: (3)
Nerden: De Loo
Meslek: HTML
Interests: Boş Geç
Biyografi: Eşkiya
Kullandigi Tesekkür: 182 Aldigi Tesekkürler: 74
REP Gücü Puanı: 0
Aldigi REP Puani: 910 ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]()
Ruh Hali:
Son Aktivitesi: 07-27-2009 :
20:56
Toplam Online Süresi: 6 Gün 3 Saat 19 Dakika 5 Saniye
|
Culemêrg (Hakkari)
Culemêrg bajarekî Botanê ye. Culemêrg di nav sînorên Komara Tirkiyêyê de ye. Navê wî yê tirkî "Hakkari" ye. Erdnîgarî û Sînorên Bajêr Bajar di nav parelelên 36° 57´ û 37° 48´ bakûr û merîdyenên 42° 10´ û 44° 50´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Wanê, li rojava bi Şirnex û Sêrtê ve, li başûr bi Dihokê ve û li rojhilat jî bi Ûrmiyeyê ve tê girêdan. Taybetiyên Erda Bajêr Pîvana erda herêmê 9521 km² ye . Piraniya erda herêmê ji çiyayan pêk tê. (87,6%), deşt (2,1%), plato jî (10,3%) ne. Ji ber çiyabûna herêmê çandinî kêm tê çandin. Tene û gûz ên herî pir in ku li herêmê tên çandin. Li geliyên herêmê, birinc, kuncî û fêkî jî tê çandin. Avhewa Li herêmê du cureyên avhewayê hene. Ber bi aliyê çiya ve avhewayeke sar, reşahî û li deverên geliyan jî avhewayeke Behra Spî serdest e. Herêm zivistanan pir sar û dirêj , havînan jî hênik derbas dibe. Nifus (1997) û Navçeyên Bajêr Nifûsa navendê 73221 Çelê (Çukurca) 15778 Şemzînan (Şemdinli) 38816 Gever (Yüksekova) 91530 Tevahiya nifûsa herêmê tevî gundan 212486 e. Çiyayên Herêmê Reşko (Geliyê şîn 4135m), Durek (4060m), Maunsel (3850m), Gelyano (3650m), Garê (3460m9, Geverokê (3356m), Termo (3275m), Barêdalo (3250m) û Çiyayê Reş (3630). Deşt û zozan Deşta Gewerê (li dora Çemê Nihêlê ye ( 175km²), deşt 1900 m ji behrê bilind e. Geliyê Xabûr (di navbera çiyayê Termo û Tanîn de ye.), Geliyê Avarobaşîn (di navbera çiyayê Cîlo û Sat de ye). Geliyê Zapê li dora çemê Zapê ye. Geliya Şemzînan jî li rojhilata bajêrê Çolemergê ye. Çem û Gol Li ser çiyayên Cîlo, Sat û Reşko, golên krater hene. Gola Gelyana li çiyayê Reşko, di 2950 m bilindbûnê de ye. Dirêjbûn û firehbûna golê 300m û 250 m ye. Gola Şîn, Seyidxan û Golan jî li ser çiyayê reş in. Hinek gol jî li ser çiyayên Satê ne. Ji çemên Avarobaşîn, Şemizdînan û Hacibegê Çemê Zapa mezin pêk tê. Çemê Xabûrê jî şaxek Çemê Dîcleyê ye. Serwetên bin erdê Li heremê madenên bin erdê heta nuha jî peyde nebûne. Tene asbest li hinek deweran hatiye dîtên lê hîn ne hatine bikar anîn. |
||||||||
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| culemêrg |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd. |
![]() |