|
Jiyan-Board
|
|||||||
| Cezalilar | Tüm Albümler | Roj Tv Zindi | Üye Listesi | Ajanda | Arama | Bugünki Mesajlar | Forumlarý Okundu Kabul Et |
| Ýllerimiz & Yörelerimiz Burda herkes kendi memleketini kendi yöresini tanitabilir, yörelerimiz ile ilgili her paylasimi sunabilir... |
|
||
![]() |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) | ||||||||
|
Banned
![]() Üyelik tarihi: Sep 2008
Üye No: 69
Mesajlar: 1,570
Konular: 1767
Referanslari: 6
Arkadaslari: (3)
Nerden: De Loo
Meslek: HTML
Interests: Boþ Geç
Biyografi: Eþkiya
Kullandigi Tesekkür: 182 Aldigi Tesekkürler: 74
REP Gücü Puaný: 0
Aldigi REP Puani: 910 ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]()
Ruh Hali:
Son Aktivitesi: 07-27-2009 :
20:56
Toplam Online Süresi: 6 Gün 3 Saat 19 Dakika 5 Saniye
|
Çavên min ev car tijî bêrî û hizkirin li rêya Dêrsîm ê ye. Fikr û remanên min dibin þirînekeke hurik û ji serê çîyayê Munzûrê diherikin tevlî Çemê Munzûr dibin. Dibê qey dilê min piþtî hezar salan xwe gihandiyê dayika xwe û serê xwe daniye ser sînga gewr û hêþîn. Rewþa hewayê wer nexweþ bu, ji esmên herî û duman dibariya. Lê dîsa jî delaliya Dêrsîm zelal xuya dikir. ?eva yekemîn em, weke li ser sînga dayika xwe bin, wer xweþ di hemêza Dêrsîm de raketin.
Serê sibê zu em bi dengê Fêrhad Tunç hiþyar bun. Strana “Diyarbekir mala min e’’ digot. Dengê Fêrhad û Mikaîl, ji serê sûke heya binê sûkê bi me re bu. Piþtî ew hewaya do nexweþ, heya sibê baran bariya bu û hê jî dibariya. Dinya zelal bu bu. Hinekan digot ev dûman ya çola Iraqê ye bi me de bariya. Pêwîst bu em bigihîþtina bavê xwe Munzûr. Serê sibê zu em ketin rêya Pilûr (Ovacik) ê. Çemê Munzûr heya rêya Pilûr ê ge li vî alî û ge li wî alî rêhevaltiya me kir. Wer bi hêrs û bi dengek neþmî þîlo þîlo diherikî. ![]() ![]() Mêvanên Munzûr yên bextreþ û rureþ di wan quntarên bêhempa de cîh girti bun û yek bi yek ziyaretiyan qedexe dikirin. Heya pilûrê sê caran me oxilme kirin û kaxizan dagirtin, ku heya min xwe negirt û ez berizîm leþker. Ewçax hinek me zu berdan. Heya em ji destên wan filitîn çi çêrên ku me zanîbu û hatin bîra me me bi wan kir. Pilûr 60 km ji bajêr dure. Lê rê wusa nexweþe ku siyare encex dikare di du seat û tiþtek de bigihîje Pilûrê. Di newale kê de piþtî fetlanokekê ji niþkave taburek leþker derketin pêþiya me. Gîþ li ser asfaltê bi cîh bubun. Hinek dirêkkirî, hinêk jî çok dayî kemîn girtibun. Me got ka vêga wê þer dest pê bike. Em di nava wan de weke ralî ye xwaro maro derbasî bun. Dibin baranê de weke keviran bêlibat disekinîn. Di destpêka Pilûrê de li milê rastê çend gêxîkên weke axurkan bi ber çavên me ket. Di destpêkê de me got ka bizin an jî sewalên din tê de dijîn. Carek malikek bi ber çavê min ket ku li ber derî cil raxistî bun. Em tevizî man. Di van de mirov dijîn!!! Baran wer dijwar dibariya heya êvarê dilop ji dilopê veneqetiya. Em piþtî ewqas qedexeyan, baran û geliyan gihîþtibûn deþteke pîçûk û wer þêrîn pilûr ê. Em gelek cemidî û birçî bun. Daketin nava sûkê ya Pilûr ê. Ez pir kêfxweþ bum ku min jinê sergirtî li Dêrsîm û li Pilûrê ne dî. Jin jî weke mêra li sûkê digeriyan. Wer warekî rehet û xweþ bu Pilûr. Çayxane kî biberçavên me ket. Me xwe avête hindir. Cihek zêde ne fireh, lê germ bu. Xortek li piþt dezge sekinî bu. Rugerm û çeleng bu. Di stuyê wî de þûrê Hz. Elî yê zîv hebû. Bi çavên xwe yî kesk wer bi ronahî dinihêrî. Em runiþtin, nanê ku me bi rê de kirî bu me bi hevre gepo gepo da ber geza. Hinekan çay hinekan jî qehwe xwast. Bîstek din sê xortên din jî hatin. Me dest bi yarî kir. Qala pîlûr û gundên der dor yên vala kirî û þewitî kirin. Em fêrbun ku ew beraqayên di destpêka pîlûrê de me dîtin, kesên ku gundên wan hatine þewitandin tê de dijîn. Hema hew çay di qirika me de çû xwarê. Dema çune hatibu. Me xatir ji wan xwast û me kir û ne kir perê çay û qehwê ji destên me negirtin. Em ketin rêya cihê zayîna Çemê Munzûr. 15 km ji Pilûrê dûr bu.Em tev weke di xewnekê de bin, wer matmayî bun. Ji aliyekîde bêhempaya Dêrsîm ji aliyekî de kûl û keserên wê li me ragirtibun. ![]() ![]() Dema ku me cihê zayîna çemê Munzûr dî, me bawerî çavên xwe nekir. Hema ji quntarê ji her alîyê çiyê weke þîr sipî av dipijiqî, diherikî digihîþte hev û pêlên Munzûr ava dibu. Dîmenek wer xweþ ku mirov tu caran nazwaze ji wê xûþexûþe dûr bikeve. Bêhnek wer xweþ mirov serxweþ dikir. Dema min xwast kû ez firingîyek biþom, ji ber tevaza destên dilê min ji min çû. Ava Munzûr hema li ber qeþadanê bu. Ew dengê bêhempa mirov di xew re radikir. Li ber çem li ser lewhayek mezin Valîyê Dêrsîm ê li ser efsaneya Munzûr çirokek amade kirî bu. Ne hewceye ku ez qala çîrokê bikim, ji ber ku ewjî wek çîrokên dîrokê yê din bi xafilî hatibu nivîsandin. Destên me û çavên me ji Munzûr nedibun. Lê ne baþ bu ku em di tariyê de têkevin rê ji ber ku leþkeran di tariyê de tiþtên dilibitî agirê xwe didane ser. Em bêyî dilê xwe bi rê ketin. Pêþiya em ji pilûrê veqetin, em derbasî wan bereqeyan bun. Li ber deriyê yekê sekinîn û min derî kuta. Ji berê de kêfa min gelek ji pîrên Dêrsîm ê re di hat. Ew jî pîreke Dêrsîmî bu derî li me vekir.Kofîyeke herî mezin di serê wê de bu. Biskên wê yî sor hinekirî xwe berda bun ser enîya wê. Di bin desmala kum de her du kezîyên wê di îsiyan û xwe berda bun ser geremilên wê. Di bîbukên çavên wê de keskesorek di reqisî. Pêþmalek li ser zikê wê girêdayî bu. Weke ku bîst sal naskirî yê me be xwe avête stuyên me. Me bire hindir. Hindir cihek ku bi sacan weke maltenûrê avakirî bu. Di navbera mirov u derve de sac hebun. Jinek din li quncik nan di pêja. Wer bêhneke xweþ bi ser serê me ket. Pîrê ecele Her yek ji me tasek dewê bizina xiste kefa destên me, û çû odekê û nên yê sêle di dest de vegeriya. Nava nên tijê runê niviþk yê bizinan bu. Dirêjî min kir. Min nexwest ku ez ji destê wê bigirim. Bîstek li nava çavên min nihêrî: -Bigire keça min ne pîs e. Min wer fedî kir ku nikarî bum bigota ma; ez ne ji pîsîtîyê, lê ji feqîrîyê naxwazim bigirim. Gotinên min weke hîmekî di qirika min de man. Pîrê bêpirs dest bi çîroka xwe yî dilþewat kir: -Pezên me, malên me erdû bistanên me hebun. Îro yek jî tûne, tev bi bimba hilweþandin. Em ajotin vê derê. Zivistana em bi pênc lihêfan germ nabin. Berf bi ser serên me de diavêje. Dema baranê an jî helandina berfê hindirê me tijî av dibe. Xort bêkar, bêxwendin û bêderfetin . Em birçî ne. Ji 1994 an ve em di van koxikan de dijîn. Gelek sîyasî hatin û çûn. Kesek li me nabe xwedî. Neha jî cendirmeyên taburê her roj digirine sere me, di bejîn ji vir jî barkin. Em nikarin vegerin gundên xwe û nikarin bi devereke din jî herin. Mal û halê me beredayî bilasebeb agir berdanê. Dizwazin ku em bibin qoricî. Em weke cahþan jî nikarin vegerin gundê xwe ji ber ku ti tiþtek ji me re nehiþtine. Di gund de tenê mala mixtêr neþewitandin ji ber ku cahþ bu. Mala mixtêr ji piçek ji koxê me yê mirîþkan çêtir bu. ![]() Pîrê bi destên me girt bire odekê. Li hindirê odê sê xort her yek bi salek ji yê din mestir xwe da bun dora sobekê. Giþ dumana sobê di hindir da digeriya. Pîrê ava ku bi dîwêr de diherikî nîþanî me da. Min destê xwe da dîwêr, dîwêr ne dîwêr bu, lê betonek wek du tilîyan stur û wek perçekî qeþem bu. Çîroka pîrê û yên din, ji me re çîrokên wer gelek nas bun ku me dikarî em dawiyê bînin. Dema bi rê ketinê hatibu. Nîvê dilê me li pilûrê ma. Dîsa em gihîþtin Dêrsîm; Buka Kurdistanê... |
||||||||
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| dersim |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
Benzer Konular
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Cvpl | Son Mesaj |
| Dersim | Bahoz | Helbest (Þiir) | 1 | 02-05-2009 02:22 |
| Dersim Halaylarý | Free Kurd | Kürtçe Oyun Havalarý | 0 | 10-11-2008 03:46 |
| Dersim Tarihi | Free Kurd | Ýllerimiz & Yörelerimiz | 0 | 10-02-2008 15:11 |
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
|
![]() |