|
Jiyan-Board
|
|||||||
| Kayıt ol | Cezalilar | Tüm Albümler | Roj Tv Zindi | Üye Listesi | Ajanda | Arama | Bugünki Mesajlar | Forumlarý Okundu Kabul Et |
| Ýllerimiz & Yörelerimiz Burda herkes kendi memleketini kendi yöresini tanitabilir, yörelerimiz ile ilgili her paylasimi sunabilir... |
|
||
![]() |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) | ||||||||
|
Banned
![]() Üyelik tarihi: Sep 2008
Üye No: 69
Mesajlar: 1,570
Konular: 1767
Referanslari: 6
Arkadaslari: (3)
Nerden: De Loo
Meslek: HTML
Interests: Boþ Geç
Biyografi: Eþkiya
Kullandigi Tesekkür: 182 Aldigi Tesekkürler: 74
REP Gücü Puaný: 0
Aldigi REP Puani: 910 ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]()
Ruh Hali:
Son Aktivitesi: 07-27-2009 :
20:56
Toplam Online Süresi: 6 Gün 3 Saat 19 Dakika 5 Saniye
|
Dêrik bi ser sînorê Þermix, Qosar, Serê Kaniyê û Wêranþarê ve ye.Qasî ku tê zanin ew, di navbera salên 1390 û 1400î de, ji terefê du qebîlên eþîra Têrrikan ku bi navên Mala Dawidê Kalo û Mala Qeya ye, hatiye ava kirin. Ji ber wê, heta niha jî ew cihên ku di dest pêkê de bûne cîhê avahiyê, bi navê Rezê Mala Dawidê Kalo û bi navê Mêrga Qeya tên bilêv kirin. Li ser kuþtina mîrekî zilimkar ku li mintîqeya Amedê bi navê Rût Heso(Hesoyê Rût) dihat bi nav kirin, ev herdu qebîlan mecbûr manin koçî cîhê ku îro navenda Dêrikê ye, bikin.
........Rûpîvana Dêrikê 1397 km2 ye û li gora serjimara di sala 1998an de hatiye tesbît kirin ku nifûsa navenda (merkeza) navçeyê 19 hezar û 750 kes in. Nufûsa navçê di serjimara di sala 2000an de jî bûye 20.700 kes. Di sala 1874an de teþkîlata belediyê li Dêrikê hatiye damezirandin û ji destpêkê heta sala 1923an bi Amedê ve giridayî bû. Ji sala 1923an û pê ve bi Mêrdînê ve hatiye girêdan. Li gora serjimara îniya di Cotmeha sala 1927an de, li navenda navçeyê 528 mal, 38 dikan, camiyek û dêrek hebû ye. Dîsa li gora vê serjimarê, nifûsa bajêr li ser hev 6930 kes in û ji vana 1370 mêr û 1278 jî jin in. Tevî jimara gundan li ser hev nifûsa bajêr 15 111 kes in û ji vana jî 8181 kes pîrek û 6930 kes jî mêr in. ........Dêrik, sê aliyên wê bi çiyayên asê ve girtiye, piþta wê li Çiyayê Mazî û berê wê li Wêranþar û li berriya Serê Kaniyê ye. Berriya Dêrikê ji quntêna Çiyayê Mazî dest pê dike û her ku ber bi deþtê ve dadikeve bilindayiya erdê wê nizim dibe. Li ser milê çepê sînorê erdê wê dighêje deþta Qosarê û îklima wê, zivistan û havînan bi dijwarî derbas dibin. ........Pal û berwarên Çiyay Mazî bi piranî dar û deviyên berrî û mazî nin. Di van salên dawî de, her ku diçe dar û devî zêdetir dibin. Li berriya Dêrikê her çiqas cihên qeraç hebin jî erdên bi bereket pirtir in û li van erdan weke genim, ceh, nîsk û nokan tên çandin. Piþtî ku di van salên dawiyê de hin bendav û pengavên li mintîqeyê çêbûn û gelek bîr hatin kolan, çandiniyên weke penbo, garis, kuncî û bîstanên avî jî zêdetir bûn. Li erdên þehar û heta bi palên Qerejdaxê jî çiltûkeke bi xêr û bereket tê çandin. Ji xêndî van tiþtan jî bi dehan perçeyên zeytûnan, rezên tirî û baxçeyên ji darên hinar, hijîr, miþmiþ, gwîzan û ji her cûreyî fêkî pêk tên, henin. ........Raqima Dêrikê 780 metre ye û bilindahiya çiyayên wê 1500 metreyê derbas nakin. Çiyayên wê bi navê Çiyayên Mazî tê bi nav kirin. Dêrik bi berriya xwe jî, li ser sînorên deþta Herana ku heta dighê erdên Nisêbînê ye. Berriya Dêrikê, bi kevirên þehar (volkanîk) yên ji girqîjotên ji beriya dîrokê de teqiyane û li wan derdoran belav bûne ve dagirtiye. Vê gavê jî ji wan girqîjotan, madeya ku bi navê "kilinker" e û di çêkirina çîmento de wek havên tê bikaranîn, derdikeve. ,,,,,,,,Debara kesên ku li nava bajêr rûdinên, li ser deman û cenaniya rez, zeytûn û baxçeyan e û beþekî piçûk jî bi dikandarî û bazirganiyê re mijûl dibin. Debara gundiyên ku li hêla çiyê rûdinên, li ser xwedîkirina pez û hejik û êzingan e. Yên berriyê ji li ser çandinî û zîraetê ye. Ji xêndî zîraetê, tu tiþtekî ku zêde bê kirin tune ye. ........Di tarîxa Mêrdînê de, kîjan dewletê û kîjan þaristaniyê li ser Mêrdînê hikum kiribe, Dêrik jî bi awayekî otomatîk ketiya bin hikumdariya wan. ........Heta demeke nêzîk jî qismekî mezin ji rûniþtvanên Dêrikê, Ermenî bûn. Di van salên dawî de, ji ber sedemên aborî, civakî û siyasî, Ermeniyên Dêrikê ber bi Stenbol, Sûrî, Ewrûpa û Emerîkayê koç kirin. Vê gavê jî bi qandî du-sê malbatên wan li Dêrikê manin. Di dema xwe de, qismekî mezin yê pîþesaziyê (seneetkarî) di destê ermeniyan de bûn. Yek ji wan avahiyên dîrokî, Dêra Sor e ku li ser navê ermeniyan maye. Li gora rîwayetê tê texmîn kirin ku Dêrikê navê xwe ji vê dêrê wergirtiye. .....Dêrik ji hêla av, kanî û çeman ve dewlemendiyeke herêmê ye. Piraniya çeman ziviztanan der dibin û biharan heta bi serê havînan diherikin. Lê piraniya wan, havînan dimiçiqin. Çemê Xabê, Çemê Þêbê, Çemê Zorava û Çemê Circibê hin ji wan çeman in. Ji xêndî van çeman jî, hin gol û barajên (bendav) ji bo avdanê û bi navê Kunreþ, Sûbetan, Qurixî û Sêpnatê ku ji terefê dewletê ve hatinên çêkirin, henin. Dewletên ku li Dêrikê hikimdarî kirine Berîya Zayînê |
||||||||
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| derik |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
Benzer Konular
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Cvpl | Son Mesaj |
| dêrik | H£WiDAR | Helbest (Þiir) | 1 | 10-22-2008 02:26 |
| Derik Dérýka Çiyayé Mazi | Rojava | Ýllerimiz & Yörelerimiz | 0 | 09-29-2008 21:16 |
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
|
![]() |