|
Jiyan-Board
|
|||||||
| Kayıt ol | Cezalilar | Tüm Albümler | Roj Tv Zindi | Üye Listesi | Ajanda | Arama | Bugünki Mesajlar | Forumları Okundu Kabul Et |
| Gotar & Şîrove (Makale & Yorum) Derheqê çand & huner û wêjeya Kurdî de... |
|
||
![]() |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) |
|
Yönetici
![]() |
ARJEN ARÎ
Roj baş, Seyda. Bi hêviya siheteke baş û temenekî dirêj… Min ji nûçeyan bihîst; Xelata Wêjeyê ya ku Serokkomarî dide îsal layiqî cenabê te dîtine. Ez bi navê te, mixabin nikarim xoşhalî û dilşadiya xwe diyarî cenabê te bikim. Tu vê xelatê bistînî, sed heyf e ku ez ê nebêjim pîroz be! Ne ku cenabê te vê xelatê heq nake; te pir xelat heq kirine, te xelat wergirtine, û xelata herî mezin jî gihaye te: Dilê mirovan. Dilê milyon milyon meriv… Ji dilê mirovan wirvetir xelateke hêjatir, bihatir, bi nîrxtir..? Bivê nevê, xelat nîşaneya hêjayiyê ye, ya payebilindiyê! Ê jixwe tu merivekî hêja, pênûsekî xurt î xur, nivîskarê ku mirovahî pê bi rûmet û serbilind e yî. Tu Yaşar Kemal î, ezbenî! Hay ji xwe hebe: tu bi saxî nemir î, tu bimrî jî tu nemir î. Hay ji xwe hebe, û xwe bi destê xwe nemirîne. Jahra ku pê ‘bimrî’ ye ev xelat, û didine te! Di dawiya temenê te de bi xelatekê te jî ‘kedî’ bikin, te jî bikin ‘kurê dewletê’! Bi xelatekê tu yê bixapî, ezbenî? Qey tu bi qasî xelateke Serokomariyê erzan î? Tu Yaşar Kemal î, ezbenî: Yek ji zarokên Homeros, merivê herî nêzî Evdal!* Tu Yaşar Kemal î,ezbenî: Xwediyê romanên stûr stûr; ji pirtûkên pîroz jî stûrtir… Yê pêximberan yek e, yê te deh in, panzdeh in! De were, mêrxasiyekê bike, wernegire vê xelatê ji destê Serokomar! Wernegire, red bike bi navê 50 hezar kuştî! Wernegire, red bike bi navê 5 milyon kesên ji cih û warên bûyî! Wernegire, red bike bi navê 4 hezar gundên şewitî, rondikên herikî, xwîna rijiyayî û têt rijandin… û êşa ku hatiye kêşan û hê jî têt kişandin! Tu ne yê qewîtiyê yî, rêzdar. Û haşa; ez û şîretan li te bikim, rê bidim ber te? Lê dîsa jî, weke merivekî ji merivên Evdalê Zeynikê, weke şairekî evdalê zimanê xwe; û bi qasî ku cenabê te bi ser wêjeya kurd ve bernadim jî; min xwest gewretiya te, dilêriya te, kurdîtiya te bi bîra te bînim, ezbenî! Li gel rêzgirtinê, silavên ji milkê dil. |
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| evdalê, homerosê, kal, kemal, merivê, nameyak, yaşar, zeynikê |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
Benzer Konular
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Cvpl | Son Mesaj |
| Yaşar Kemal’den Avrupa’ya ‘AKP’ eleştirisi | Ceren | Güncel - Haberler (Nûçeyên Rojane) | 0 | 10-14-2008 13:47 |
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
|
![]() |