|
Jiyan-Board
|
|||||||
| Kayıt ol | Cezalilar | Tüm Albümler | Roj Tv Zindi | Üye Listesi | Ajanda | Arama | Bugünki Mesajlar | Forumlarý Okundu Kabul Et |
|
||
![]() |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) | ||||||||
|
Üye
Üyelik tarihi: Sep 2008
Üye No: 71
Mesajlar: 1,752
Konular: 1341
Referanslari: 0
Arkadaslari: (9)
Nerden: SoKaKLaRDaN .
Meslek: öqRenCi ..
Interests: aSi , HiRCin ...
Biyografi: aCiYi PaYLa$aN KüRT KiZi
Yaş: 19
Kullandigi Tesekkür: 168 Aldigi Tesekkürler: 145
REP Gücü Puaný: 541
Aldigi REP Puani: 4226 ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() ![]()
Ruh Hali:
Son Aktivitesi: 02-28-2010 :
16:54
Toplam Online Süresi: 4 Gün 47 Dakika 5 Saniye
|
XWEÞIKBÛNA RAZA ÇIYA!
azadiyê ku beþdarî karwana þehîdan dibin re, stêrkek jî di þaneyên dilê me de dixurice û çîkên bêtarîf diafrîne. Her çîkek di dil de, girêdana bi wan re zexmtir dike û meþa me ya azadiyê, meþa me ya jiyaneke bi rûmet û di meþa me ya ji nû ve nirxên mirovantiyê vejînkirinê de riya me ronî û zelal dike. Hele hele ku van hevalan tu nas bikî, bi wan re parvekirinên te çêbûbin û berî ku dest bi meþa azadiyê bikin, bi hêviya hevdîtinekê tu wan bi peyva “serkeftin” rê bikî! Gerîlatî; jiyaneke nû ye, tarz e, cudabûn e, li hemberî sazûmanên serdest pêkanîna vîna azad û bi rastiya mirov û xwezayê re yekbûn e. Berî ku beþdarî gerîla bibim, mirov gelek hevalan meraq dike û her dem bi hêviya ku wan bibîne, berdewar dibe. Vaye yek ji van hevalan hevalê Xelîl bû. Di sivîltiyê de, bi bername, fîlm û gotaran min navê hevalê Xelîl bihîstibû. Dîtina hevalê Xelîl gelek ji min re nepenî û razber dihat. Ne þaþbim havîna 2005’an bû. Þeveke sayîbû, ji werzan havîn bû. Taveheyv û stêrk di nava reqsekê de, ji mirovan re biþirînan belav dikirin. Di þeveke wisa de, bi gurmegurme dengê çek û doçkayan ez warqilîbûm. Wê demê min ji hevalên cem xwe pirs kiribû, gotin ku heval fîlm dikþînin. Di nava hestên ecêbmayînê de, min pirsa “ma yên ku fîlm çêdikin heval in?” kiribû. Di nava hestên bextewariyê de, ez bixwe dibûm þahidê þoreþa vejînê ya ku bi her awayî li çiyayê azadiyê, li warên azadiyê diseridî. Ev bo min coþek mezin bû. Rojeke ji wan rojên havînî de, di çûyîna peywirekê de, li yekîneyeke belavkirinê ya gerîlayan, ez bûm þahidê sohbeta hevalên li wir. Hevalan di sohbeta xwe de, bahsa hevalê Xelîl kirin. Digotin ku, digel ew qas kar û barê wî, di nava kiþandina fîlm de, hatiye bi piþtê erzak ji hevalan biriye. Ez matmayî mam. Baþ tê hiþê min, min pirsa, “Ma qey hevalê Xelîl li vê qadê ye” kir. Wê demê ji min re bû meraqeke mezin, da ku ez hevalê Xelîl nas bikim. Ji ber ku em li heman qadê bûn û min pir dixwest li ser çandê, li ser wêjeya kurd, li þanoyê, li ser sînemayê bi hevalê Xelîl re biaxivin. Heta eyb çênebûna, minê jê wêneyek bi îmze xwestibûna. Di vê navberê de salek derbas bû. Piþtî zivistaneke dijwar, li qada Zapê, li yekîneyeke leþkerî, hat gotin ku wî îro hevalê Xelîl bê cem me û ji bona demekê xebatên xwe li vir bike. Sosretiya jiyanê ev bû, wê hevalê Xelîl bihatana cem me û emê bi hev re li yekîneyekê bimana. Berî ku were, min di hiþê xwe de, gelek nîgarên ecêb çêkiribûna. Min wisa hêvî dikir ku wê hevalekî bi bejn û bala xwe û bi kincên xwe cuda be. Wê rojê danê esirî me bi hevalan re goga lingan dilîstin. Hevalek hat, li piþt çente, qilêþa wî ya yekmil li milê rastê, porekî zerî gangolikî, bi berçavk, çekbendek reþ ku li ber tavê spîçolkî bûye û ji milê çepê de qetiyayî li ser hat. Me navber da û hemû hevalan xêrhatina vî hevalî kirin. Digel ku nîv saet derbas bûye, min hê jî hevalê Xelîl nasnekiribû û hê jî li bendê bûm, wê hevalê Xelîl were. Di nava axaftinan de, navê hevalê Xelîl derbas bû û ew hevalê ku qasek berê me destê hev girtibû, navê wî jî Xelîl bû. Min bi þermokî ji hevalek pirsî, ev heval kî ye? Wê demê bi bersiva, “Ma tu nas nakî, ev hevalê Xelîl yanî bi navê din Halîl Uysal e” Min tu carî bawer nedikir ku, hevalek wisa mûtewazî, bi moral û wisa kincên gerîlayan ku ev bi salan e li xwe dike, ez hevalê Xelîl nas bikim. Diyaloga me ya destpêkê de, ez bi kurdî axivîm û li gorî min jî wê hevalê Xelîl bi kurdiyek gelek stardart bersiva min bide. Dema ku bi kurdiya xwe ya melûl, bi kurdiya xwe ya netewî ku ji her herêmê peyv tê de hene min bersiv girt, min wê demê pirs kir û ez hîn bûm ku, hevalê Xelîl ji Ewropayê beþdar bûye û li çiya hînî kurdî bûye. Berî ku here bakurê Kurdistanê her dem bahsa rêwîtiya ku bike dikir. Di konferansa dawîn a HPG’ê de pêþniyara wî ya ji Botanê ber bi çiyayê Agirî hate pejirandin. Dilê hemû hevalan li ser bû, bes hevalê Xelîk wisa bi coþ û biryarîbûnekê israr kir ku, êdî tu kes nikaribû bêje na. Ev gelek heyecaneke mezin didayê. Mehên dawîn parêznameya serokatî ji nû ve xwend. Hema hemû kasetên hunermendê nemir Ehmed Kaya guhdar kiribû. Her dem digot, wênekêþî û kameravaniya min wekî raza veþartî li çiyê pêþ ket û vê wekî raza çiyê bi nav dikir. Bi salan vê raza xwe bi gelek hevalan re par ve kir û gelek hevalan perwerde kir. Ji bona hevalê Xelîl teyisandina xweþikbûna rêhevalên xwe, asta hezkirina wî ya jiyanê bû. Dîtina xweþikbûna Kurdistanê û berhevkirina van xweþikayan, bi coþa dewrêþekê dikir. Dema hevalê Xelîl li Botanê bû, di berxwedaniya Zapê de me her dem navê hevalê Xelîl zikr dikir. “Ax, xwezî li virbûna, wê gelek dîmenan hêja bikiþandina” Lê hevalê Xelîl xem neke, ew hevalên ku te raza xwe bi wan re par ve kir, te ew perwerde kirin, ciyê te vala nehiþtin. Belê hevalê Xelîl tu nebûyî temaþevan, tu di nav de bûyî, tu derhênêrê vê jiyana xweþikbûyî û te meyl da vê romana ku hê neqediyaye. Ji bona te jiyan ev bû û di oxira vê jiyanê de te xatir ji me xwest û bi dilekî rihet te dest bi jîneke nû kir. Em soz didin wê ev rêwîtiya te nîvco nemîne. Ew hevalê ku te raza çiya, raza masîvanê gewr bi wan re parve kiriye, wê vê razê biparêzin û wê vê razê li ava Zapê, li Botanê, li Araratê, li Þikefta Býrîndaran, li Cudî, li Cîlo û Çarçela bidin jiyandin. Rûbar Andok
|
||||||||
![]() |
|||||||||
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| bîranîna, bona, daghalîl, gerilladan, rêheval, uysal, xelîl, yazýlar |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
Benzer Konular
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Cvpl | Son Mesaj |
| GeriLLaDan ... | ßêrîvan | Gerilladan yazýlar ve Anilari | 3 | 10-16-2008 13:33 |
| Msn için yazýlar | хέzάℓ | Msn, Icq, Yahoo, Paltalk, Mirc | 3 | 10-04-2008 19:47 |
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
|
![]() |