|
Jiyan-Board
|
|
#1 (permalink) |
|
Üye
|
Roviyek rojek rastî xefikek tê û dibîne ku hinek goşt tê de ye, lê dizane ku dema devê xwe nêzîkê goşt bike, dê xefik pê de biçelpe. Ji ber vê yekê xwe nêzîkî wê xefikê nake û bi rêya xwe de diçe. Rast li şêrekî tê û dibêje:
-Hinek goşt li dera hanê heye, eger tu bixwazî, ji xwe re bixwe. Şêr lê vedigerîne: - Çima tu naxwî? - Weleh ez bi rojî me. Lê rovî di dilê xwe de dibêje: Eger şêr here û devê xwe dirêjî goşt bike û xefik pê de biçelpe, dû re ezê herim ji xwe re goşt bixwim. Şêr ji rovî re dibêje: - De bimeşe em herin wê derê. Bi rê dikevin û diçin ciyê ku goşt lê ye. Dema çavên şêr bi goştê sor dikeve, xwe nagire û xwe dirêjî goşt dike, lê xefik pê de diçerpe û sosreteke giran tîne serê şêr. Ji zorê, tirek ji ber şêr diçe. Dû re rovî dikeve ser goşt û dest bi xwarinê dike. Şêr bi wî halî jê pirs dike: - Ma te negot ez îro bi rojî me? Rovî: - Wisa ye, rast e, lê te nedît demek berê top teqiya?! |
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| teqiya, top |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd. |
![]() |