Jiyan-Board


FORUM Portal Albümlerim Sosyal Gruplar Kimler Online Bugünki Mesajlar
Geri git   Jiyan-Board.NET > FORUMA KURDÝ -KÜRTÇE FORUM > Foruma Kurdi > Çirokên Kurdî
Kayıt ol CezalilarTüm Albümler Roj Tv Zindi Üye Listesi Ajanda Arama Bugünki Mesajlar Forumlarý Okundu Kabul Et

Konu Bilgileri
Konu Baþlýðý
Evîna Min Welatê Min E, Bîna Welêt Ji Te Tê.
Konudaki Cevap Sayýsý
0
Þuan Bu Konuyu Görüntüleyenler
 
Görüntülenme Sayýsý
28

Yeni Konu aç Cevapla
 
LinkBack Seçenekler Stil
Alt 04-17-2009, 07:56   #1 (permalink)
Üye
 
B0RAN - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
 
Üyelik tarihi: Sep 2008
Activity Longevity
0/20 1/20
Today Mesajlar
0/5 sssss4392
Üye No: 8853
Mesajlar: 4,392
Konular: 2
Referanslari: 0
Arkadaslari: (0)
Cinsiyet:
Kullandigi Tesekkür: 0
Aldigi Tesekkürler: 120
REP Gücü Puaný: 900
Aldigi REP Puani: 3
B0RAN is an unknown quantity at this point
Son Aktivitesi: 09-11-2009 :   08:47 
Toplam Online Süresi: 2 Saat 59 Dakika 32 Saniye
Submit to Clesto Submit to Digg Submit to Reddit Submit to Furl Submit to Del.icio.us Submit to Jeqq Submit to Spurl
Standart Evîna Min Welatê Min E, Bîna Welêt Ji Te Tê.

EVÎNA MIN WELATÊ MIN E, BÎNA WELÊT JI TE TÊ.

Þeqîna brûskên ewran ku jiyana te tarîkirine, dilê min ji xewa giran xist nava bihiþta evîna te. Xem û kulên kurdistanî li gel agirê dilê te qelihan li ser mêlaka min a xwîna welatê bin dest ketiyê. Zanebûna ji Xanî û Platon û Russoyan brûska agirîn û bi ronahî berda ye mejê min ê azad, ew zanebun dibe qûwetekî îlahî û bi hezkirina min a ji bo te, hêzekî bê dawî dide min, di nav tarîtiya gerdûnê de. Gava baranekî bi dilopên þil û nermik ji ser rûyê te herikî ser lêvên te ên têr xwîn û bo min xewn û vîn, bawer bike nameya tama eþqa min radigihine xemla riha te, ew þilahî. Þexsiyet û bedewiya te bû “passworda” dilê min.

Tû bi xêr hatê ey gula baxçê îrema melayê Cizîrî. Tu bi xêr hatê ey hevalkarê tesewira Xaniyê Bazidî, tu bi xêr hatê ey keça kurdî a hest û helbestên Cegerxwînê evîndar de hatiye þêkirandin, tu bi xêr hatê ey fêkiya bîr û baweriya Þêrkoyên Bêkes. Tu bi xêr hatê ser textê dilê min ê bi rengên welatê te hatiye xemilandin. Tu bi xêr hatê hêvênê vejîn û nûjeniya riha min. Tu bi xêr hatê bexçê dilê min, delala min.

Her gav û her kutê –katê- de rûken dibim bi bejn û bala te a xeyalî. Bîranînên te hêz dide viyan û gumêna vî dilî. Baweriya min, ya serekaniya wê tu, sivik dike barên li ser vî milî. Bi eþqa te dilî vî dilkulî her di qelit û dinalit. Jîn û þahiya min tuwê þîn û êþa min tuwê… “Bo to þêt û þeyda me bo to dill û riswa.”

Gava keserên te bi kirêna dilê te tu xemgîn kirê yara bedew, roja ku te himbêz bikim li bira xwe bîne û hêvîdarê jiyanekî pozîtîf be. Li steran bimeyze ka çawa heta roj derdikeve tarîtiyê vediçirînîn. Divêt her kurdek peywira xwe bi cih bînit û bibe stêrek li dora heyvê, û heta roj derdikevit. Gava tu bê taqet mayê þebçiraxa min, van peyvên helbestavaniya bi aheng li ser dilê xwe bigêre;


Gava tu westiyayê.

Bêhêz û bê piþt mayê

Xwe bernede li ber bayê

Serê xwe bilind bike

Xwe rûken û rind bike

Mejê xwe azad bike



Qet neke þerê jînê

Her dost be li gel dinê

Da tu xweþiyê bibînê



Bo derbasbunê ye asteng

Bo serfiraziyê ye ceng

Bo feydeyekê ye her reng



Eger dilê te xweþ be

Û rûyê te her geþ be

Dinya dê li ber te baþ be



Rêka me dûr û dirêj, barê me giran e. Çareseriya me ne bi serjokirinê ne ji bi girînê ye. Em rêwiyê bêdawîbûnê ne. Tu keça kurdayê, gelek rêber û serokan bawerî bi te anîn xwe avêtin nav agirê mayîn û nemayînê , tu ji ji xwe bawer be, welatê te serbilindiyê dixaze, da ku çehv li te bikin serbilind be û rê nîþanî wan bide. Ji bo Kurdistaniyên hêj nehatinê dinê, dinyayek azad û paqij pêwîst e, were were em dest bavêjîn avakirin û paqijyê.

Tu neviya zerdeþtê bi agir, ji binemala Medanê. Tu ji çanda ronahiya Prometheusê fedakar, ji quweta Mîthridatesê Zîlanî, ji fêkiyên edalet û gernasiya Selehedinê Eyûbî, ji çanda xweþmirovahiya Kerîmxanê Dimeyliyê (Dimilî), xwe nas bike delala min, xwe bi hîmet û gernas bike. Mezin bifikire, bilind bifire. Tu ji û**** Mihemmed Mistefayê. Wî pêxemberî bê tirs û sehm bi bawerî singê xwe da nezan û xîzanan. Ne got ya Xwedayê mezin ev mirov hovin qencî kêrî wan nayê… Bawer kir û kir.

Dîsa bi peyvsaziya bi aheng dibêjim te;


Keça kurda, xwîþka merda

Te xwe berda nava derda



Ev çend dem e ev çi xem e

Hingî heme ma ne þerm e



Serbilind be baþ û rind be

Wek piling be pêþ û find be



Xelet nebe xwiþkê rabe

Bi xîret be li ber bara be



Xweþ ziman be wek derman be

Wek gulan be li ber dilan be



Neviya meda xwiþka merda

Xwe bes berde nava derda



……..

Evro yara min, evro ye jiyan, dûh derbas bû sibê jî ne beyane ka emê jîn an na. Wesxwe ev bêhna em têde heye û divêt li gel niha bijîn. Raburdî bîr e, dahatû baweriye, niha jî em bixwe ne û li gel xwe ne. Her kat her kut zêrîn û watedar e ji bo xêr û xweþiya me. Evîn û hezkirina xwe dilop dilop berdide ser riha min a li meyla bêdawîbûnê. Tu rojê ez ronahiyê te me. Tu stêrika bi ronahiya evîna min, taritîyê diqeliþînitê. Êdî bes e roj hat. Wek aveke zelal xwe berde ser bedenê min yê þewat. Hevjînîya xwe li min bike xelat. Kat bi kat dilê min bo te dike kut, kut, kut...



Evîna te di dilê min de veþartiye

Neyîna te ji riha min re jartî ye

Rindika min dil bide min

Hebûna te ji canê min re pêkhatiye

…….

Çawa berfa spî û nermik û þilîn xwe davêje ser singa axa germ û têr jin; tû ji bê dûdilî xwe berde sersingê min ê niþana mêranî û gernasiya Kurdewarî. Tû Zînê ez Mem im, tu Leylê ez Mecnun, tu Julietê ez Romeo... Ya kurt, tu Kurdisatnê ez Kurd…



Ronî Botanî

(Bedelê Goyî)
B0RAN isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
Cevapla

Bookmarks
Etiketler
bîna, evîna, min, welaté, welêt



Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir)
 
Seçenekler
Stil

Yetkileriniz
Konu Acma Yetkiniz Yok
Cevap Yazma Yetkiniz Yok
Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
Mesajýnýzý Deðiþtirme Yetkiniz Yok

BB code is Açık
Smileler Açık
[IMG] Kodları Açık
HTML-Kodu Kapalı
Trackbacks are Açık
Pingbacks are Açık
Refbacks are Açık



WEZ Format +2. Þuan Saat: 08:43.

Bu sitede yayinlanan program ve içerikler tamamen tanýtým amaçlý olup yayýncý yada hak sahibi isteði doðrultusunda paylasimdan kaldýrýlýr.Lütfen info@jiyan-board.com mail adresinden bizimle irtibata geçiniz.Dosyalar alýntý olup sunucumuzda barýndýrýlmaz.Lütfen Kullanýcý sözleþmesini tekrar gözden geçiriniz.Sitemiz dýþýndaki linklerden sitemiz sorumlu deðildir.
Site Öz Geçmiþimiz : jiyanboard.com jiyanboard.net jiyanboard.org jiyanboard.de jiyanname.de jiyan-board.com jiyan-board.org jiyan-board.net
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
Kurd Top List Submit website

ROJACIWAN | HPG-ONLINE | CMG-TEAM | EVINDARIM.ORG | CAVEN JIYAN | BIZEKALAN.NET | KURD WEBMASTER | TAK |