Jiyan-Board


FORUM Portal Albümlerim Sosyal Gruplar Kimler Online Bugünki Mesajlar
Geri git   Jiyan-Board.NET > FORUMA KURDÝ -KÜRTÇE FORUM > Foruma Kurdi > Çirokên Kurdî
CezalilarTüm Albümler Roj Tv Zindi Üye Listesi Ajanda Arama Bugünki Mesajlar Forumlarý Okundu Kabul Et

Konu Bilgileri
Konu Baþlýðý
Çîrok - Omer Dewran
Konudaki Cevap Sayýsý
0
Þuan Bu Konuyu Görüntüleyenler
 
Görüntülenme Sayýsý
40

Yeni Konu aç Cevapla
 
LinkBack Seçenekler Stil
Alt 04-17-2009, 07:56   #1 (permalink)
Üye
 
B0RAN - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
 
Üyelik tarihi: Sep 2008
Activity Longevity
0/20 1/20
Today Mesajlar
0/5 sssss4392
Üye No: 8853
Mesajlar: 4,392
Konular: 2
Referanslari: 0
Arkadaslari: (0)
Cinsiyet:
Kullandigi Tesekkür: 0
Aldigi Tesekkürler: 120
REP Gücü Puaný: 900
Aldigi REP Puani: 3
B0RAN is an unknown quantity at this point
Son Aktivitesi: 09-11-2009 :   08:47 
Toplam Online Süresi: 2 Saat 59 Dakika 32 Saniye
Submit to Clesto Submit to Digg Submit to Reddit Submit to Furl Submit to Del.icio.us Submit to Jeqq Submit to Spurl
Standart Çîrok - Omer Dewran

Omer Dewran[/b]



Xortê bejinzirav her du destên wî di bêrîka sakoyê wî de, berê xwe da dergehê kafeyê. Bi gavên lez piyê xwe avête ser pêlekanên avahiyê û ber bi jor ve çû. Yekser xwe gihande pêþ mêzê û bilêta xwe birî, çû piþt kompîtorekê rûniþt. Bi dilekî asûde msn xwe vekir.

- Slav!

- Slav!

- Çawayî?

- Spas, baþim...

Ev pirsiyarên rotînî, wek her carê heta cihekî berdewam kir. Erê li gel hev diaxivin, lê çi carî hev nedîtibûn. Bi rêka entirnetê bibûne nasyar, lê wan navên hev nedizanî, ne jî rengê hev. Eve bûye çend roj, bi rojane demjimêr 14:00 heta 16:00 li ser entirnetê diaxivin. Axavtina rojane dirêjtir dibû û ber bi dil ve diçû. Her dem, heman pirs û heman axaftinê, êdî têra hest û nestên herdukan nedikir. Lê, wan di destpêka nasyariya xwe de, li ser hindek mercan rêk keftibûn. Ev peywendî di navbera wan de bibû diyardeyek seyr û raz.

Rojek hat û Xorto xwe negirt û zêdegaviyek kir, bêhemdî xwe pirsek kir, piçek mebû hemû girêbestê têk bide û anî ser ziman:

- Ma mirov bê nav û nîþan dibe?!...

- Ango çi?...

- Navê te çiye?...

Keçik li beramberî vê pirsê ture bû û yekser bersiveka tund da kurik.

- Ma me negot, pirsên wesa nîne û em dê kamîrayê jî venekin. Ma me wesa soz nedabû hev?...

Kurik ji ber vê gotina xwe þerm kir, dizanibû dê tûþî bersiveka tund be, lê nikaribû bi xwe û xwe negirt. Xorto nedixwest hinde zû xwe ji ber vê bersiva tund vekþîne û da pey pirsa xwe:

- Min bibore, ma wesa jî nabe, divê em bi tiþtekî, bi navekî gazî hev du bikin.

Keçik hindekî rawestiya, hizra xwe kir û heq da kurik û got:

- Belê, bila bi ya te be, tu navekî li min bike. Çi navekî hêjayî min dibînî, bi wî navî gazî min bike.

Kurik mat ma, lê hinde jî kêfxweþ bû. Di serê xwe de bir û anî û paþan nivîsî.

- Evîn

Li ser vî navî kêfa keçikê hat, çunke wê jî dixwest ku kurik navekî wesa lê bike. Ji ber vê çendê jî rêka wî xweþ kir. Lê arezuya xwe neda der û bi nazdarî da pey pirsê:

- Ji bo çi Evîn?

- Ma te negote min, te çi divê wesa bibêje, min jî, ji bo te ev nave yê hêja dît

- Belê min got, lê wateyeka vî navî heye. Ma ez ya þaþim?!...

Kurik li beramber vê pirsê hîç xwe negirt û tiliyên wî dest bi nivîsandinê kir û got:

- Ji bo çi veþêrim û xwe bixapînim. Ez dildarê te me.

Nivîsî û rawestiya. Keçik li beramber vê axaftina rasterast, ket nav heyecanekê. Dilê wê teng bû, hênaseka kûr kiþande hinava xwe û destê xwe danî ser keybordê û nivisî.

- Ma ev gotin ne zûye?

Xorto, ne dixwast vê babetê nîvco bihêle û pirsa wê rê da berdewamiya axavtinê:

- Zû yan jî dereng, ya giring ne deme. Heger ez evro nebêjim, ez dê rojtireka din bibêjim. Baþtir ewe, min ev hestê ku naxê min dikoje, ragehande te. Divê tu li beramberî vê çendê tiþtekî bibêjî min.

Rewþa keçikê ji ya kurik xerabtir bû. Lê wek kurik ne wêrek bû. Ditirsiya, heger ev tiþte biçe ber guhê malbatê, dê bibe egera rûdanên metirsîdar. Çênabe li vê deverê keçek evîndarê kurekî be, eve li ser vê axê dibû hokarê namusê. Keçik hem ditirse, hem jî di nav arezuyeka zor tund de ye. Nikare xwe bigre. Di nav dilnîgeraniyê de hewl da xwe da bersivekê bide kurik, lê tiliyên wê dilerizî, nikaribû binivîse. Serê wê gelek têkil bibû û wek girara gavanan lê hatibû. Nikaribû binivîse û ji ser kompîtorê rabe. Bêyî ku bersiv bide kurik û xatir jê bixwaze yekser msn û kompîtora xwe girt û çû.

Hate malê, çû jûra xwe, ew leþê xwe yê wek hevîrê lê hatiye, bi kêfxweþiyekê avête ser textê xwe û serê xwe danî ser balîfê. Çavên xwe girt, gelek tiþt anî ber çavên xwe û kûr kûr hizira wan kir. Ji layekî din ve jî, çavên wê tijî bû, rondikên zirav rûmetên hinarok dialast û diçûn gerdana sipî ter dikirin û xwe berdidan xwerê.

Çend tiþteka nakoke, nazenînek nikare li ser rêka dilê xwe bibeze. Ji bo çi jiyan jane? Çima hindek kes bi asanî dikarin jiyana hidekan bikine nava girfanê xwe û wê çendê wek destmalekê ji bo difna xwe bi kar dihînin?.

Heger gul dê nehê bêhinkirin, ma ji bo çi navê wê gule!?...

Jiyana ku hatiye kodkirin, nahê vekirin.

Çawa çêdibe du mirovên hîç hev û du nedîtine û ne jî di derbarê yek û du de tiþtek nebihîstine, dibine du evîndarên bê hevta.

Bi rêka peyvê dil dikine kovan, ma çav û dilê peyvan heye?!... Peyv, dikarin dilpakî û rostgoya mirovan rabigehîne û kevaleka evînî wêne bike? Ka digotin; “dîtina çavan, qinyata dilan?”...

Tava heyvê

Hêza peyvê

Tariyê ron dike.



Roj, wek her carê ji xewa þevê þiyar bibû û mirovên deverê careka din dest bi karê rotînî dikirin. Dengê firoþyaran û tirêmbêlan li her derê kûçe û kolanan bilind dibû. Ji layekî ve parsekên bajêr, yek bi yek li ber dergehên malan parsa xwe dikirin. Ji layekî din ve karkirên bajêrvaniyê gilêjên li ser rêkan kom dikirin. Rûsipiyên deverê li ber dergehên mizgeftan kom bibûn, destmêja xwe digirtin û nimêja xwe dikirin...

Ew roj hetavê tîjkên xwe diþande ser bajêr û mizginiya biharê dida mirovên wê xakê. Werzê bajêr kirasê xwe diguhert û her malekê tevr û bêrên xwe danibûn pi‏‏þt dergehê hewþê da baxçê xwe bikolin.

Keçika dilrevîn jî wek her carê amadekariya xwe kir, ji malê derket, eniya xwe da hetavê, berê xwe da fermangehê. Li ser rûyê wê gul vebibûn, gelek geþ bibû. Dergehê jûra xwe vekir û rojbaþa hevalên xwe yên dewamê kir û çû ser kursiya mêza xwe rûniþt, kompitora xwe vekir. Car caran demjimêra li diwar hilawistî dinêrî, hêj gelek mabû ji bo demjimêr bibe 14:00. Di wê demê de demjimêr ketibû ser rêka hevraziyekî, giran û giran dikire çirke çirk.



- Silav!

- Silav evîna min!

- Wesa nebêje þerm dikim!...

- Ji bo çi, ma çi þerm heye di vê gotinê de? Aya ji hezjêkirinê mezintir, giringtir û hêjatir tiþteka din heye? Evînî di cîhanê de mezintir hêze. Te ev hêza da min, spas ji bo vê alîkariya te.

Keçikê careka din xwe vekiþand, hest û nestên wê di nav þerekî dijwar de bûn. Ji layekî ve dab û nêrît, ji layekî din ve derdê dil, di navbera du çeman de tîhnî mabû.

- Alo alo xweþtiviya min, çi bû, ji bo çi bersiv nadî?

- Çi nîne, ez li vê derê me

- Ka bibêje min, ez hêjayî êvîna te me yan ne?

Zeriya þengebî zor tengav bibû, nizanibû çi bersivekî bide. Dixwest naveroka babetê biguhere, lê nizanibû çawa biguhere. Pirsiyar kir.

- Tu ji kîjan bajêrêyî?

- Eve ne bersiva pirsa mine. Min tiþteka din pirsiyar kir. Yek jî, ma te negotibû pirsiyarên taybet nînin?...

Keçikê baþ dizanibû ku êdî rêka revê nemaye. Awirên xwe li ser goþeya jûra teng tûj kir, her du çavên xwe bi tundî girt û givaþtin, enîþka xwe danî ser mêzê û destê xwe kir stûnek ji bo çena xwe. Di nav hizirên xwedankûj de neynûka tiliyên xwe dikot û caran jî li dora xwe temaþe dikir da kes wê rewþê nebîne. Çunke keçik di dezgeheka fermî de fermanber bû, li jûrê bi tenê bû, lê dîsan jî ditirsiya, heger yek bibîne, ev çende dê bibe egera karesatekî.

Serê xwe bilind kir, keserek kiþand û got:

- Belê

- Belê, çi!?...

- Ma te pirsek ji min nekir?

- Belê, min kir!...

- Ez jî, ji bo wê pirsê dibêjim belê.

- Ka binivîse, ji bo çi dibêjî erê?...

Xorto dixwest van peyvan bixwîne û pê agirê dilê xwe hênik bike. Keçikê bi destê xwe ve tuncika ku hatibû ser eniya wê avête piþt guhê xwe û bi þermekî destê xwe danî ser mêzê û tiliyên xwe bir ser keybordê:

- Belê, tu hêjayî êvina minî

Demê kurik çav bi vê hevokê ket, bêyî hemdê xwe di nav hinde mirovên kafê de qêrînek kir. Hemûyan bi awirên matmayî berê xwe dane wî, lê ne xema wî bû. Li wê derê bû, lê ew di wê biskê de li cîhaneka din digeriya.

- Te çi xelateka mezin da min evîna min

- Te jî heman tiþt daye min.

- Min ji xwedê gulek xwest, gulistanek da min

Min ji xwedê darek xwest, daristanek da min

Min ji xwedê mamizek xwest, adrêsa msn te da min

Keçik li beramberî van hevokên Xorto hem keniya, hem jî pir xweþhal bû. Gel xwe axivî û gote xwe: “oooo, çend þarezaye, dizane çawa reftarê li gel keçikan bike”.

Roj wesa diçû, viyana ser msn heta demekê berdewam kir. Vê carê Xorto daxweziya hevdîtinê kir. Lê keçik dudilî bû, got “na”. Kurik li beramberî vê bersivê, pîvera daxwaziya hevdîtinê hêj zêdetir û tundtir kir. Keçik di nav hestê tirs û mendehoþiyê de diçû û dihat. Ditirsiya, ji ber ku di vê jiyanê de dildarî guneh bû, mirin zêrevanê wê bû. Pir kêfxweþ bû, ji ber ku di bin sînga wê de, ji layê çepê ve hesta êþekê dikir, êþeka zirav û xweþ. Nikaribû li hember vê heza bêhedar xwe ragire, bi xwe û hestê xwe nikaribû. Tiliyên wê bêhemdî wê peyvên dil dinivîsî. Li vî welatî tirs û evîn destebirakin.

Kurik gelekî li ber wê geriya û di dawiyê de got:

- Te agir berda dilê min, niha jî li ser wî agirî qelînekan diqelînî.

- Te got çi!?... Ma tu dizanî ez niha di çi rewþekê de me. Diyare te hay jê nîne, li vê deverê keç ne azane?!... dana biryarê ne karekî asane ji bo me keçan.

Xorto hewl dida da tirsa keçikê bifirîne û wê ji nav dudiliyê azad bike. Kurik guh da dengê dilê xwe û nivîsî.

- Ma ji evînê azadtir çi heye?

- Agehdar be, azadî bêyî qurbanî jî nabe. Tu destûrê bide min, da bikaribim hindekî hizra xwe bikim.

Kurik bêyî ku wê tengav bike bi aramî got “bila” û heta hevdîtineka din ji hev xatir xwestin.

Ev evîn, wek evîna pinpinîk û agire. Pinpinîk, dibe evîndarê agir, li dor agir digere, baskê xwe li tîna agir dide û pê sermest dibe, difire. Pinpinîk dilketiyê agire, her ku diçe bazinê li dora agir teng dike. Xwe nêzîkî agir dike. Agir, bi bayê baskê pînpinîkê ve geþ dibe û direqise. Pinpinîk baskê xwe tîna agir dide, agir êþê dide leþê wê, lê ew ji ber vê eþê kêfxweþe. Heza wê êþê zor xweþe. Hinde ji agir hez dike ku bi germa wê diþewite. Êþ û xweþî du tiþtên ciwazin, lê tehmeka zor xweþ dide pinpinîkê. Pinpinîk ji ber evîna xwe diþewite.



Keçik çû mal, wek gêjan lê hatibû. Ji layekî ve rûyê wê digirnijî, ji layê din ve jî ditengijî. Heta nîva þevê hizra xwe kir. Wêrekiya xwe kom kir û berawirda her tiþtî kir, hemû tiþt da ber çavên xwe û biryar da, dê perdê bidirîne.



Demjimêr 14:00

Ew roj hat, rojeka bêhinvedanê bû, di destê kurikî de qewdek gul û hate cêjvanê. Keçik berî wî hatibû, piþta wê li wî bû. Yekser hizra lawik çû ser, ji ber ku çawa di msn-ê de li hev kiribûn, wiha jî wê cil û berg xistibûn ber xwe. Wek di msn-ê de gotibû, porê xwe bi rengê zer boyax kiribû, fîstaneka binevþî li xwe kiribû û di destê wê de çantekî sor hebû. Kurik bi gavên hêdî hêdî ber bi ‏‏‏‏þeydaya xwe ve çû. Kute kuta dilê wî bû, di serê xwe de bi peyvên xweþ, hevok dirust dikirin da bibêje keçikê. Ji piþt ve nêzîkî keçikê bû, li hawirdor kes nebû. Dema destê xwe hingivande milê keçikê, giyan di leþê keçikê de nema, piçek mabû bikeve erdê. Ji ber heyecan û þerma xwe serê xwe kiribû ber xwe, bi hêdîka ber bi kurik ve zivirî, berçavkeka reþ li ber çavên wê bû. Keçik dema zivirî, berçavka xwe jî bi wan destên narînî ve anî xwerê.

Demê kurik, ew li ber çavên xwe dît, xwîna nav leþê wî miçiqî, cîhan ber çavên wî tarî bû. Yekser piþta xwe da wê, serê xwe kire ber xwe û ji cêjvanê reviya. Di wê bistikê de nizanibû çi bike, ji ber vê rewþa xwe ya bê pênase têk çûbû. Wesa hizir dikir ku wî hetka xwe biriye û çi caran nikare ji bin vê rûreþiyê rabe.



Robarê jiyanê, bi yasa û helbijartinên nepenî, ber bi peraveka nehînî ve diherike.



Piþtî ku kurik ji cem wê çû, ew jî li wê derê çik bibû û rawestiyabû. Hemû endamê leþê wê dilerizîn, weke ku bi sikratê ketibe, di wê seqaya sar de dilopên xwedanê ji cesteyê wê dihatine xwerê. Wê jî serê xwe kire ber xwe û ket ser rêka lingên xwe. Nizanibû diçe kê derê, haya wê ji hawirdorê nebû. Ew keça ku hinde xwe xemilandibû, xwe sorav û gulav kiribû, yekcarî reng dorand û çilmisî. Tiþt li wê nema, evîna ku ew hêzdar kiribû, vê carê ew birîndar dikir.



Keçik, bi gavên giran bi rê ve diçû, wek li pey darbesta termê xwe de biçe, wesa, diçû. Gelo ev çûn, çûneka bêveger bû!?...

Keçika ku xêr ji keçaniya xwe nedîtiye, wek tu bibêjî hemû barê cîhanê li ser milê wê ye, ling ber xwero maro dibû û ji bin giraniya xema xwe êdî westiyabû, bi bêzarî gavên xwe diavêt. Hate mal û çû jûra xwe, bi tundî dergeh kilîl kir.



Bêyî ku bibîne, bawer kir, hez kir, paþan dît û xelata xwe wergirt.



Bi hawar û qêrînê ve rengê asîmanê þîn, reþ û tenî bû. Hemû cîran li hewþa malê kom bibû, di nava hewþê de agirek bilind dibû û dukela agir lý asîmanan direqisî û bêhna jiyanê tel dikir. Agir li ser leþê keçikê dihejiya, xwe ba dikir û ber bi jor ve bilind dibû.

Berî her kesî Xorto gehiþtibû cihê bûyerê, bi çavên miþt pirs, lê dinêrî. Dayika Xorto digiriya, bêyî ku bizanibe keça wê ji bo çi xwe þewitandiye.
B0RAN isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
Cevapla

Bookmarks
Etiketler
Çîrok, dewran, omer, omer-dewran



Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir)
 
Seçenekler
Stil

Yetkileriniz
Konu Acma Yetkiniz Yok
Cevap Yazma Yetkiniz Yok
Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
Mesajýnýzý Deðiþtirme Yetkiniz Yok

BB code is Açık
Smileler Açık
[IMG] Kodları Açık
HTML-Kodu Kapalı
Trackbacks are Açık
Pingbacks are Açık
Refbacks are Açık



WEZ Format +2. Þuan Saat: 05:05.

Bu sitede yayinlanan program ve içerikler tamamen tanýtým amaçlý olup yayýncý yada hak sahibi isteði doðrultusunda paylasimdan kaldýrýlýr.Lütfen info@jiyan-board.com mail adresinden bizimle irtibata geçiniz.Dosyalar alýntý olup sunucumuzda barýndýrýlmaz.Lütfen Kullanýcý sözleþmesini tekrar gözden geçiriniz.Sitemiz dýþýndaki linklerden sitemiz sorumlu deðildir.
Site Öz Geçmiþimiz : jiyanboard.com jiyanboard.net jiyanboard.org jiyanboard.de jiyanname.de jiyan-board.com jiyan-board.org jiyan-board.net
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
Kurd Top List Submit website

ROJACIWAN | HPG-ONLINE | CMG-TEAM | EVINDARIM.ORG | CAVEN JIYAN | BIZEKALAN.NET | KURD WEBMASTER | TAK |