|
Jiyan-Board
|
|
#1 (permalink) |
|
Üye
|
Qeþmer
Di nav bera roj û ?evekê de, ew bû yek ji nî?anên wê deverê. Mîna her ti?tên vî welatî ku, ji ni?kê ve serî hildidin, wî jî heyîna xwe standibû. Te digot belkî ew ji berî holê jî li virbû. Di çend rojên pê?în de hin kesan xwestin wî nas bikin; dikirin ku ê?a wan bi ser miriyên wan de bêtirî ya kesên bajarê “EFR?N” ê ye; ew her roj dadiketin ser gorên kal- bavan û çavên xwe yên bi ?elmot, di rawestandina wî ya di nav goran de, diçikandin. Tevî gi?î jî wî nedihi?t ku kes nêzîkî wî bibe. Ger çiqas civakeke fireh jî nêzîkî wî biçûya, bê silav li wan dinêrî û eger ku te bixwesta silavekê li wî bike riwê wî yê sar me?a te ji xwe dûrdixist, dest li te sar vedigerîn û lîstika kurkê, ku li xwe pêçayî û di nav bera her çendekî de li goreke ziwa tê alandin, diki?and. Di roja ku, ez gihî?tim mal, ev bû çêroka pê?în ku bala min ki?and. Hîn di kêlîka ku ji min re salixdan, min xwest ez wî kesî nas bikim. Lê çûn û hatina mervên min û xêrxwestina vegerîna min, hi?tin ez hinekî vê dilxweziya xwe bi ?ûn bixînim. Lê “Parêzî bi Ereban nabe, çimkî ji kevin de wan em dizîne”. Belê yek caran min çîroka wî ji bîrdikir lê mêvanên min ew bi rihetî ne dihi?tin; çêrok di devên xwe de kiribûn benî?t. ? ji lîskên gerdûnê, di roja ku ew ne di bala minde bû, min ew nas kir. Sibeyeke Tîrmehê bû, di riwê rokê de çilpikên xwêdanê dibirûsîn. Li ser dengê bavê xwe û gotina “mir” min çavên xwe mis didan. Pi?tî ku hinekî min hi?ê xwe birefkir, min çêrok nas kir. Bi lez min çavên xwe ?û?tin, cil li xwe dûzkirin û der ketim mala cîranê ku dengê girî jê dihat. - “?awa çêbû”. Pi?tî min silav li civatê kir, min ji kesê ku di rex min de rûni?tî bû pirsî. - “Ti kes nizane”. Bi xwîn - sarî bersiv da. - “?awa kesî ne dît ?!”. Min hinekî bi xeyd û deng bilindî, lê vegerand. Kela min bêtir ji bersiva wî ya kurt hatibû. Min hê?t kesên nêzîkî me, bi çavin beloq, li me bimeyzînin. Wî jî xwest vê yekê bin cil bike, lewre bi dostaniyeke bêdil, seriyê xwe xiste ber guhê min. - “Wek min ji te re gotibû, tukesî ew nedît. bavê lêwik, ji ber- banga sibehê de derketibû, dê jî çûbû mala apê xwe; malên wan nêzîkî hev in, du gav in. çûn û hatina wê pir dirêj nekir. Lê gava dikeve deriyê malê, dinêre ku zaro xwe li ser çemento dirêjkirî. Di bala wê de ku lîstikeke zarokî ye. Di ser wî re disekine, lê ew ?iyar nabe, bi destên wî digre, lê di cih de qîjînek jê tê, dihêle cîran lê bicivin. Hatina bijî?k jî bê sûdbû; kesî ti ti?t jê fêm nekir. Ev e çêrok”. Wî hinekî bihna xwe biderxist, lê bihna min tengbû. “çawa kesî ti ti?t jê fêm nekir”. Min xwest ez wî hîn bicivilînim, lê gotina mele ez ji rê vegerandim. Em tev rabûn ku bi zaro re derkevin mezela bajêr. Bi rêv e, di me?îna li pey termê zaro de, min hinekî xwe nêzîkî pîrekan kir. Kurte- pistek di navbera wan de hebû. - “Na yadê, ji ku bi nên...”. Lê min pevok gi? ne bihîst. Di wê kêlîkê de, mele xwendina destpêka pirtûka xweda xwestibû. Gotina pîrekê anî bîra min ku dema mele zaro di?u?t çavên min bi pariyeke nan, ku di devê zaro de bû, ket. - “Eger ne ji pariyê nên be, wê ji çibe?”.Pirsa pîreka din, kela min careke din bilindkir. Zaroyekî çar salî, rojekê ne gotibû seriyê min tê?e, çawa bê deng, bê ferman bimre ? ! - “Nizanim. Bes wek min bihîstî, û xweda ?ahide, dibêjin ku ( Dê ) ew fetisandî”. Pîrek a lê guhdarî dikir ku bi qîrîn dêng derîne, lê ha ji xwe hebû; di cih de dest danî ser devê xwe. Bihîstina salixa çûyî tû li min qijkir. - “?awa ?!”. Pirsa min û pîrekê bû yek, hi?t ku pîreka salix dida li çavên me herdiwan binêre, lê min kir ku ez ne li ba wan im. Ew jî ?êt man ku dengekî din, ji bilî yê pîrekê, hebû û dema dîtin ku der dora wan kere careke din vegerîn çêrokê. - “Dibêjin, û dîsa xweda di nav bera me û gotinê de be, ku gava ew derketibû mala apê da ku li zarê xwe yê din bipirse ku çima ew dereng mayî, evê ku çûye dilovaniya xweda xwestibû pêre here. Lê kir qêrîn ku li ber malê bimîne. Lê, ji ber ku qêrîna wê bê sûde bû, teka gorê ji lingên xwe ki?and, kire qulp, xiste stûyê wî û ew bi pencerê ve girêda. Mala min bi?ewite hingî belengazî xwe ki?and qulp li stû hat hev, hê?t lawik bifetise”. Her ku pîrek ber dawiya çêrokê diçû, min xwe nêzîkî wê dikir; min xwe nedît ku di nik wan de dime?im û haya min ji mele û bilêvekirina navê xweda, bi yek carî, tine bû. Têra ku mirov ji xweda bireve, navê wî anîbû ser zimên. Di kuncekî goristanê de sekinî bû. Te digot ew pareke jê ye. Belkî ya rastir ew be ku yek bêje goristan pareke ji wî ye. Riwekî sar, di geliyên rûdêmê wî de qe?a girtî; du rok di çavên wî de hatine vemirandin, qe?a wan dihêlin dilê mirov vemire. Li gor gotina gundiyên min wî nêzîkî li hey?tê salî kiriye, lê di baweriya min de wî pêncî sal jî neqedandî, bes carna dîrok ji mentiqê xwe yê sirû?tî der dikeve. Min xwest ez wî ji nêzîkî ve bibînim, min xwe ber bi deriyê goristanê ve ki?and, lê ew winda bûbû, heya dema ku mele dest di ser riwê xwe re ki?and û ji mervên ê mirî xwest “rêz bigrin ku xelk seriyê we sax bike”. ew bi ber çavên me neket. Di kêlîka ku me dikir em ji goristanê derkevin, çavên min bi wî ketin. Ew di ber kêlika tirba pûç de ketibû. Min nêzîkî li wî kir, çend caran ez kuxîm, lê min nikarî bala wî biki?anda. Bihna mirinê tehl e û dûr diçe. Ez di jorî wî re rawistîm, min dît ku lingê qe?merekî nav zeviyan “feza’e” ?ikestî û gêrbûye ser tirba pûç û tihî. lê dîtina zanaveke osmaniyan di nik qe?mer de, kesîtiyek dida wî. Bê ku fermana ti kesî bistînim, min ew xiste berîka xwe, kesî jî ne got çima û çi bû ewê te xistî berîkê xwe. Lê ti ti?tî hêja jê ne hat standin. Ji bilî ku navê wî Gerebit e; di sala 1886 an de, li ser dengê giriyê xwe, ken û lîlandina yên dorê, cara pê?în çavên xwe vedike, lê kesê nizanibe kengî cara dawiyê çav dane hev. Hemî agahên mayî hatibûn sîr kirin. Bi qasî ?ûna cixareyekê, zanava di dest min de, di nîviyê de, hatibû ?ewitandin. |
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| qesmer, qeþmer |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd. |
![]() |