Çîroka 5000 Salî: Çîroka Etana
Çîroka 5000 Salî: Çîroka Etana
Ev çîroka Etana ku ez ê li jêr pêþkêþ bikim, berî
zayînê(bz) di dawiya salên 3000 î de bi nivîsarên mîxî li ser tehta sêyem hatiye kolan an jî nivîsandin. Sê teht li gel hev hatine dîtin lê nivîs li ser ya herî dawî hatiye nivîsandin. Dawiya çîrokê nehatiye, dibe ku li ser teht an jî kevirekî din dom bike. Wek tê zanîn Etana þahê Akadan bû. Mirov dikare bêje ku li cîhanê ev çîroka yekem e ku hatiye nivîsandin. Dîroka vê çîrokê 5000 sal e. Min vê çîrokê ji pirtûka Andrew Collins a bi navê Meleklerin kullerinden, Gunahkar bir irkin yasaklanmiþ mîrasi, rûpel 279 – 280 ji tirkî wergerand kurdî. - Amed Tîgrîs
”… Di zemanê berê de ku hîn Xwedê di nav mirovên fanî de dijiya; li ser darekê
mar û qertelek bê þer û pevçûn di nav aþtiyê de dijiyan. Li ser guliyên darê yên jêrîn, li çêlikên hev xwedî derdiketin. Rojekê dema mar derket û çû neçîrê, qertêl biryara xwe da ku çêlikên hevalê xwe bixwe. Mar dema bi paþ ve vegeriya qula xwe, çêlikên xwe di qulê de nedît û gelek xemgîn bû. Ket erdê û dest bi giriyê kir. Þamaþ (ku Xwedê ye) rewþa mar dît, jê re got bê çi bike. Dê biçûna biketa nav termê gayekî û rawestana heta ku qertêl bihata.Mar bi gotina Xwedê kir û dema teyrê mezin hat tola xwe jê girt. Pêþî qertêl girt. Piþtre ”pençên” qertêl þikand. Pûrt û perên qertêl kiþand û ew avête bin bîrê. Di wê demê de, li beriya jêrî padîþahê zivistanê Etana gelek xemgîn bû. Þahbanû jê re qet zarok ne anîbû, padîþa ne dixwest bê waris bimire. Lê bihîstibû ku ji vî derdê wî re çareyek
heye: Li çiyê li ciyekî ji bo jinên ku zarok ji wan re çênedibûn, giyayek hebû. Dema jinan ew giya bixwara ji wan re zarok çêdibû. Heger rêyek bidîta û bikaribûya ji Xwedayê bihuþtê bipirsiya, wê demê dikarîbû vî dermanê girîng bibîne û bidest bixe. Dema ew bi xemgînî giriya, Þaman ew dît û çareseriyê jê re got. Lê diviya bû ku Etana pêþî qertêl rizgar bikira, piþtre dê teyr jê re giyayê bergirtinê peyda bikira. Etana hemû tiþtî kir û teyr dema gehiþt azadiya xwe, ji bo dîtina giyayê zarokçêkirinê bi ser çiyan re firî û çeng bû. Mixabin bi ser neket, teyr pêþniyaz kir ku li gel hev herin serlêdana xatûna Îþtar. Qertêl ji Etana re got:”dostê min ê delal bextiyar be! Were ez te bibim bihuþta herî bilind. Singa xwe bide singa min, destên xwe bavêje baskên min, bihêle bila govdeyê min bibe
yê te. Etana vê pêþniyazê qebûl kir û herdu li gel hev ber bi bihuþta Anû ve firiyan. Bi hewa ketin û her ku bilind dibûn, li bin xwe mêze dikirin û didîtîn ku dinya biçûk dibe. Di dawiyê de gehiþtin ber dergehê bihuþtê, xwe xûz kirin û ketin hundir…”
|