Jiyan-Board


FORUM Portal Albümlerim Sosyal Gruplar Kimler Online Bugünki Mesajlar
Geri git   Jiyan-Board.NET > FORUMA KURDİ -KÜRTÇE FORUM > Foruma Kurdi > Çirokên Kurdî
CezalilarTüm Albümler Roj Tv Zindi Üye Listesi Ajanda Arama Bugünki Mesajlar Forumları Okundu Kabul Et

Konu Bilgileri
Konu Başlığı
Darvanî û Mar!
Konudaki Cevap Sayısı
0
Şuan Bu Konuyu Görüntüleyenler
 
Görüntülenme Sayısı
35

Yeni Konu aç Cevapla
 
LinkBack Seçenekler Stil
Alt 04-17-2009, 07:55   #1 (permalink)
Üye
 
B0RAN - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
 
Üyelik tarihi: Sep 2008
Activity Longevity
0/20 1/20
Today Mesajlar
0/5 sssss4392
Üye No: 8853
Mesajlar: 4,392
Konular: 2
Referanslari: 0
Arkadaslari: (0)
Cinsiyet:
Kullandigi Tesekkür: 0
Aldigi Tesekkürler: 120
REP Gücü Puanı: 900
Aldigi REP Puani: 3
B0RAN is an unknown quantity at this point
Son Aktivitesi: 09-11-2009 :   08:47 
Toplam Online Süresi: 2 Saat 59 Dakika 32 Saniye
Submit to Clesto Submit to Digg Submit to Reddit Submit to Furl Submit to Del.icio.us Submit to Jeqq Submit to Spurl
Standart Darvanî û Mar!

Darvanî û Mar!



Vê çîroka ku ez ê niha ji we re binivîsim, çîrokeke gelêrî ye. Ji ber ku rewşa me kurdan a îro hinekî dişibe vê çîrokê, min çîrok hêjayê nivîsandinê dît.





Li gor ku di nav gel de tê gotin, Darvanî her roj diçe nav daristanê dar û êzingan dide hev, dar û êzingên xwe dibe çarşiyê difroşe û kufletê malê pê xwedî dike.





Rojekê ji rojan Darvanî dîsa li nav daristanê ye, dar û êzingan dide ser hev. Ji nişkê ve marek di ber wî re derdikeve! Darvanî jî hema ji cihê xwe çeng dibe û bêyî ku li tiştekî bifikire, li mar dide. Mar dipeyive:

”Eman eman min nekuje! Heger tu min nekujî, ez ê rojê zêrekî zer bidim te.”

Darvanî lê nade, di cihê xwe de disekine û li ser gotina mar diponije.





Darvanî piştî ku di dilê xwe de dibêje, ”ma ji xwe tiştekî ku ez winda bikim tuneye, îcar a baş ez şensekî bidim vî marî belkî bi rastî rojê zêrekî ji min re bîne” û bi mar re bazarê dike. Du gotin ji mar çar gotin ji Darvanî, mafir li hevdu dikin. Li gora bazara wan, Darvanî wê her roj bihata ser qula mar û zêrê xwe ji ser qulê bibira.





Mar xwediyê soza xwe derdikeve, her roj zêrek datîne ser qula xwe û Darvanî jî bêgotin radihêje zêrê xwe û dibe. Bi wî hawayî çendek diçe û dawî li zêran nayê. Darvanî timadar dibe û ji xwe re dibêje, ”ji sedî sed di qula mar de xizneyek heye, ya herî baş ku ez mar bikujim û xizneyê bi xwe bihêlim”. Darvanî bi vê niyetê radihije balteyê xwe, berê xwe dide ser qula mar û dibêje:





”Birakê mar, de ka were derve em ji xwe re hinekî biwênisin!”

Marê ku ji Darvanî bi bexttir e rasterast dipeyive:

”Heyra baweriya min bi insên nayê, zêrê xwe bibe û here.”

Darvanî ji ser ya xwe nayê xwarê û li ber dide. Di dawiyê de mar qaneh dike û ji qulê derdixîne. Îcar çawa ku mar ji qulê derdikeve, ew jî hema balteyê xwe tê werdike. Balte teriya mar zeft dike û teriyê difirîne. Li himberî wê yekê mar jî ji desthilanîn nakeve, lê vedigere, devê xwe diavêje qirikê û pê vedide…



Îcar çîroke û çîvanokê, diçe û hey diçe, lê ez ê bi kurtî dawiyê lê bînim.

Lawê Darvaniyê ku bi pêvedana mar dimre, piştî demeke dirêj tê ba mar û jê re dibêje:

”Bavê min bi te re xayin derket û giha ya xwe. Te qenc û xweş kir ku te pê veda. Lê ez bi xwe li wî neçûme. Ez mirovekî bi şeref û namûs im, ez dixwazim ez û tu em bibin heval û dostê hev.”

Mar bi zarekî kubar bersiva wî dide:

”Heyran bawerî bi we insanan nabe, bela xwe ji min veke!..”

Lawê Darvanî vê carê jî wiha dibêje:

”Bi sonda mezin, bi sed û pêncî hezar, Zebûr, Tewrat, Incîl û Quranî ez ê bêbextiyê bi te re nekim!...”

Mar dinêre ku mêrik ji ya xwe danakeve, fîlozofkî dipeyive:

”Ezbenî, hetanî ku tu li Tirba bavê xwe binerî û ez jî li teriya xwe ya qutkirî

binerim, em ê tu carî nikaribin bibin dost û brayê hev, de bi rêya xwe de here!”
B0RAN isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
Cevapla

Bookmarks
Etiketler
darvanî, darvani-u-mar, mar



Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir)
 
Seçenekler
Stil

Yetkileriniz
Konu Acma Yetkiniz Yok
Cevap Yazma Yetkiniz Yok
Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
Mesajınızı Değiştirme Yetkiniz Yok

BB code is Açık
Smileler Açık
[IMG] Kodları Açık
HTML-Kodu Kapalı
Trackbacks are Açık
Pingbacks are Açık
Refbacks are Açık



WEZ Format +2. Şuan Saat: 22:30.

Bu sitede yayinlanan program ve içerikler tamamen tanıtım amaçlı olup yayıncı yada hak sahibi isteği doğrultusunda paylasimdan kaldırılır.Lütfen info@jiyan-board.com mail adresinden bizimle irtibata geçiniz.Dosyalar alıntı olup sunucumuzda barındırılmaz.Lütfen Kullanıcı sözleşmesini tekrar gözden geçiriniz.Sitemiz dışındaki linklerden sitemiz sorumlu değildir.
Site Öz Geçmişimiz : jiyanboard.com jiyanboard.net jiyanboard.org jiyanboard.de jiyanname.de jiyan-board.com jiyan-board.org jiyan-board.net
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
Kurd Top List Submit website

ROJACIWAN | HPG-ONLINE | CMG-TEAM | EVINDARIM.ORG | CAVEN JIYAN | BIZEKALAN.NET | KURD WEBMASTER | TAK |