|
Jiyan-Board
|
|
#1 (permalink) |
|
Üye
|
Agir
Hêz û tirs û pîroziya destê xudanan, saw û tirs û evîna li dilê mirovan, ne bi te û ne jî bêy te; ne bi dûriya te û ne jî bi nêziya te; her divê bi sînor bî, agir Carna li nav dilê min î, carna li nav welatê min, carna li bin sêla min, carna hevpar û serdarê jîyana min î û diqijilînî. Her tişt dikare bibe tu, lê tu her wek xweyî, agir Carna Newroza min, carna ola min û carna jî mirina li destên dijminên min Di nava laşê min de yî. Di nava xwîna min de. Dema tu diçî der, ez dimrim; bê jîyan dibim. Dibim mîna kevirek. Gelo gîyanî tu? An jî gîyan tu? Keser û evîna li dilê perperokê, agir. Ew e evîndarê te yê mezin û bi evîna te diqijile. Ji xwe dema bikaribûya xwe bigihîne te, wê evîna wê jî ew qas mezin nebûya. Keser sira evînê ye. Dema keser namîne, sir jî wenda dibe. Û evîn pê re. ..................... Carna bûy malê diziyê û dîyarî ji mirovahiyê re. Bi destê Promethe. Û hêrsa xudanan!.. Û tirsa xudanan!.. Gelo çima ew qas hêrs bûn bi dizîkirina te? Çima ewqas tirs? Mirovan dema tu nas kirin û te bi kar anîn, şareza bûn. Tu bingeha zanyariyê bûy. Nasîn û bikaranîna te bû destpêka şaristaniya mirovahiyê. Gelo xudan ji ber vê yekê ew qas hêrs bûn. Belê! Ji ber nezanî, Xudayê xudanan bû. Û zanebûn dê bibûna tunebûna wan. Û Promethe bû berdela şarezayiya mirovahiyê. Ji bo her pêşketinek berdêlek divê. Mezinahî ew e ku mirov bizanibe û bikaribe bibe berdêl. ......................... Mîna gogeke dêwîn, daleqandiyî li asîmanên şîngerok. Û her tişt bi te rohnî dibe. Her tişt bi te şîn. Tune ji te paqijtir tu tiştek û ji te meztir paqijkerek. Gelo loma ew qas pîroz bû Melekê Tawis? Loma ew qas poz bilind?! Gelo ne mafdar bû?! Çawa dibe? Ew ji te û Adem ji axê! Gelo ax ji te paqijtir bû? Lê ne tu bêy axê û ne jî ax bêy te. Her tişt bi serê xwe ne tu tişt e! ...................................... Çi yî tu? Kî yî? Ji ku têy û bi ku ve diçî? Heyî, lê tuneyî Ha ha ha haaa… Bu mîna çîrok!.. Hebû tunebû!.. Lê ku bi rastî jî çîrok bî?! Ku çîrok bî çawa ewqas jîyan î?! Çawa ewqas mirin?! Lê gelo jîyan û mirin?!… Û hemû gerdûn?! Gelo ew jî?!… ........................................... Dilê min, agir Evîna min, agir Welatê min, agir Jîyana min, agir Felat ARDA |
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| agir |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
|
![]() |