|
Jiyan-Board
|
|
#1 (permalink) |
|
Üye
|
Rovî û Þêr
Rojek ji rojan serokê daristanê, kekê þêr nexweþ dikeve. Heywanatên daristanê hemû diçine zîyareta wî. Gur jî dikeve rê hêdî hêdî dimeþe ber bi qesra þêr diçe. Rê de rastî rovî tê. Gur dibêjî: -Birayê rovî tu nayê em herin serêdana kekê þêr. Çawa ku tu jî zanî kekê þêr nexweþ e? Rovî got: -Ma lawo þêr kurê bavê xwe. Ez jî kurê bavê xwe. Ezê çima biçime ser wî? Di navbera rovî û gur de ev axaftina derbas bû. Dûv re ji hevûdu qetîyan. Gur çu qesra þêr. Rovî jî di aliyekî din ve meþîya. Dema gur çû nav civata þêr, civak silav kir çû destê þêr ramûsî û got: - Serokê me; çawa me bihîst ku tu nexweþ î em hemû hatin ziyareta te, lêbelê dema ez dihatim vira, bi rê de ez rastê rovî hatim. Min wezîyet jê re got, ku em bi hevdu re bên cem te. Lêbelê ewî ji te re da çêra û got:" Ew kurê bavê xwe, ez jî kurê bavê xwe. Ezê çira herim ziyareta wî?" Hêrsa þêr hat. Bi hiddet got: - Dema ku ez rehet bibim, ezê hestîyê wî biþkênim.Ewê ji min re bê vira! Di navberê de mehek û çend roj derbas bûn, rovî derket hat. Rê de çend mirovan jê re gotin ku gur çûye fesadîya wî li cem þêr kiriye. Þêr jî sond xwarîye ku rovî vegere, wê "hestîyê wî biþkêne. Nav civakê de wî rezîl û ruswa bike." Dema ku rovî ev bûyer û ew gotin bihîst, hêdî hêdî ber bi qesra þêr çû. Dêrî kuta û kete hundir. Civak silav kir, þêr bi sere poz silava wî vegerand û got: - Ji xwe re li wê jêrê rûne.Ka heya niha tu li kûderê bûyî? Rovî li ser çokê xwe rûnist, bi melûlî dest bi axaftina xwe kir û got: - Kekê þêr! Serokê min! Ruhê min! Ez Qurban! Ka qe tu li halê min napirsî? Hingî tu nexweþî ez çûme ji te re li doxtora û hekîma û Loqmanan geriyam. Ji bo dermanekî ji te re bibînim. Ji ber vê gerê dezîyên pêyên min qetîyan, ez mirim, pêrîþan bûm. Þêr bi hêrs got: -Ger wusan e ka dermanê te? Te çima derman nedît? Rovî got: - Ez heyran! Doxtor û hekîmên vî welatî neman ez lê gerîyam. Lê ez li hekîmekî pirr bas rast hatim. Nexweþîya te min jê re got. Min xwe avête dest û pêyê wî, ji bo ku dermanekî ji nexweþîya te ra çê bike. Þêr bi hêrse hêrs qîr kir: - Lawo tu çima virra dikî? Madem wusan e ka dermanê te? Rovî: - Ez xulam! Hêrs mebe ku ez ji te re bûyerê þîrove bikim. Ewî hekîmî got; ku hûn kapê gur saxe sax derxînin û laçikê derbas kin, bidne nexweþ hema wê demê wê rehet be. Wexta gur ev gotin bihîst hêz da xwe ku rabe. Mîrata hirçê wek qesabekî bêînsaf lekmek li nav çavê gur xist anî nav erasa meydanê. Çîpa gur bi xwînê girt pêda sor kir. Bû tîrqe tîrqa rovî kenîya û got: - Gîzmesor! Kurê kerê tu îxbara min dikî? Dawîya muxbîra û fesadan ev e, ha ha!.. Gur jî kûre kûr dinaliya û digiriya. Hirçê û heywanên din kapê gur hûr hûr kirin û laçikê re derbas kirin, dane þêr. Ku þêr ew dermana vexwar pê re rehet bû. Li ser vê yekê þêr û heywanatên din ji rovî re digotin:"Apê rovî." Jê re hurmet dikirin. Çend roj þûn de, þêr li seyrangehê ji xwe re digeriya. Mêze kir ku "Apê rovî" ji wê de ber bi wî ve tê. Rovî hat þêr silav kir. Þêr silava wî bi dilsadî vegerand û jê pirs kir: - Apê min î delal, wuha xêr e, tu bi kû de dimeþî? Rovî: - Welleh birazî! Ezê herime gundê han. Hinek deynê min ser mirovekî ye, ku ez jê bistînim, dibe ku ji zarokên xwe re bidim kel pel. Þêr: - Ger destûra te hebe ezê jî bi te re bêm. Hem bêhna min jî derdikeve, tu jî tenê namînî... Rovî: - Birazî bi te nebe zehmet, ez dikarim bi tenê herim. Þêr lavayê apê rovî kir ewî ji daxwazya biraziyê xwe neþkênand. Bi hev re meþîyan ber bi wî gundî çûn. Xêleke rê de çûn. Rêya wan kete çiyakî. Derketin ser çiyê. Rovî çû ser çavkanîyekê lekmê xwe sil kir û li ser çavê xwe bir û anî. Wek ku hêstira dirêjîne. Xiste pirme pirm û giriya. Þêr bala xwe dayê ku Apê rovî digrî, meraq kir, got: - Apê minê delal! Xwedê xêr ke tu ji bo çi wer digrî? Rovî pirme pirm xwe bêhtir zêde kir û got: - Aaaxx kurê min aaaxx! Qe nepirse? Kula min vegere! Þêr lava kir, rica kir ka ji bo çi digrî, ku jê re bêje. Rovî dîsa axe ax kir û got: - Kurê min î delal! Ez û bavê te yî rehmetî em di xortaniya xwe de dihatin vira digeriyan. Bavê te yî rehmetî ser van birrekên han re çindik çindik dileyîst, ser re baz dida. Ew roj hatin bîra min. Li ser vê dilê min þewitî, ez giriyam. Þêr got: - Apê hêja! Tu xeman neke, sayîsa neksîne. Ma bavê min ê rehmetî îro tune va dewsa wî de ez heme. Qey ez nikarim wek wî bileyzim û di ser birrekan re baz dim. Ku þêr wuha got û çû di ser birrekan re baz da û vegerîya hat got: -Apê delal! Çawa ye? Qe disibihime bavê xwe yî rehmetî yan na? Rovî got: - Na kurê min na! Kes naghêje rehmetî. Ew tewrek din bû. Dîsa þêr bi hêrs çû ser qeya û di ser birreka re baz da û leyîst, meydan avêt hat û got: Apo vê carê çawa ye? Wek bavê min î rehmetî ya ne wilo? Rovî: - Êhh, kurê min hinek disibihe rehmetî. Lê ne wek wî ye! "Þûna þêra nagre kundê dêra!" Þêr bêhtir hêrs bî î çû. Vî alî, wî alî baz da ser birrekan re xwe avêt û leyîst. Lê navbera du heb birrekan gellek fireh bû. Dema ku þêr ser wan re baz da, pêyê wî semitî û newala kûr de firiya heya ku hat erdê ket. Pista wî li kevirekî ket û bi heft ciha þikest. Rovî dît ku þêr ket û nikare rabe. Hate cem û li pist vî sekinî. Þêr fehm kir ku rovî ew xiste dafikê. Xiste nale nal û got: - Apê min ê þêrîn! Ez dizanim ku xêra min tune. Ezê bimrim. Lê qencîyên te pirr gihîstine min. Ez wan qencîyan nikarim bîrve bikim. Ji bo wan qencîyên te ka hela tu qasekî pês de were, ez herdu çavên te yên resbelek ramûsim. Bila ew kesera te jî di dilê min de nemîne. Paþê ezê bi dilekî rihetî bimrim. Bila gostê min jî ji apê min re xwes helal be. Rovî dizanîbû ku here pêþîya þêr wê lêxe bikuje. Bi dilekî þewat got: - Na kurê min na! Min bavê te yê rehmetî jî ji dawiyê ve xwar. Paþê pist ve sekinî û bi dilekî rehet hêdî hêdî dest bi xwarina xwe kir... |
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| rovî, rovi-u-ser, þer |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
|
![]() |