|
Jiyan-Board
|
|
#1 (permalink) |
|
Üye
|
Çîroka Dîk
Em ji kiþwera Þamaþê por rojîn tên. Bêdengiya me di hundirê me de bû rûbar.Em veke þeytanokên ber behrê di avê de dixeniqîn.Ne xaniyekî min û ne jî bajarekî min ê ez lê êþ û azarên xwe binivisînim tu caran çênebû. Ax!Mezopotamya ax! Kaniya derd û kula. Emrê min bi bêrîkirina te bihurî. Janên min ê qeþa girtî li hêviya helandinê ne. Wa ye! Osis, ji rojê wê de çavê xwe dikirpîne.Dem herikîna þêrîn a di hundirê min de,ez ji çûkên Îsîs nuçeyan dipêm.Me di zarokatiya xwe de çîqolat nexwar.Di þûna wê de me ji xaniyê malê (kiler) þekirê çayê didizîn.Rojên dîtina girtî û hepsiyaran ji me re ji rojên cejnan çêtir bûn. Me tirsên xwe ji xalxalokan re dipispisand. "Kêzê bazde leþker hat!" piþt re me fêm kir ku em reþikên welatên xwe ne. Min berdin! ez dixwazim bi peyvim,bi peyvim...çiya û bani teyr û tilûr çêtir bi min dizanin, ji min fêmdikin. Dema ku perdeya êþê ber çavên min digirt, hûn li ku bûn heyveronikiyên heyvê(!) Hûn dibêjin em bajarên mirinê dinasin;lê birastî hûn nizanin! Hûn nezaniya xwe jî nizanin.Gava ku em digiriyan û me reþ girêdida ,we av li agirê dilê me dikir û dû jêderdixist.Dixwazim bibim rûbarik û biherikim behrekê.Divê ez bibim ez.Dixwazim biþewitim, bila dûxan ji min neçe.Waye rojê Osis li qeydê xistiye:Osis wê bi nêrînên xwe yê rûsipî bi helma xwe ya agirîn wan qeydan bihelîne.Gelo þerê ku bidawî nebiye heye? Wek agirê tim pêketî. Ah Mezopotamya ...rêya berbi Xwedê;Lê Xwedê me nabîne ku... Keleha min diþibe masîkartuxkê.Çar deriyên min mor nekin.Dildarî ke mezin dibe. Ew hût ên hov dixwazin birêþên(filiz) ku her carê ji nû ve þîn dibin dapejinînin. Dema ku em xumîniya fîr'ewnên ku kujyarên zarokan xwedî dikin dibihîzin xwedê dizane em çiqas dibizdin. Ez ên ku fîtika mirinê ji min re lê dixin, her þev dibînim. Rû û rûçikê wan naxwiyin ! dengê wan jî... Zerî esmeriya diya min a ku di sorgeweziyê de diheliya û dikir miremir û; "di pey her tengasiyekê re firehîkek he ye" digot. Ey delala dilê min a li dûr! piþta xwe nede min. We re dema ku roj li ber avabûnê ye em rûyên xwe di dîwarên bedenan bidin.Ku boranxane nemabin jî; siwarên ku li ser milê wan kevok û behna çiyê ji wan tê, wê dîsa ji geliyê Tigrîs derkevin û winda bibin.Piþt re ew ê li xaniyên li bin sûr a destmalê libakin, em ê jî dîlanê bigirin.Heyv weke her car bi serfirazî li me mêzedike hiþþ be! Bila bizûzê (sûs,güve) yezdanên depîn zêde nebin...gelo gelê Helen ji ava me ya pîroz vexwarin? û ROJ nedîtin...Ku em dereng jî mabin qe nebe me roj dît. Ax! Mezopotamya ax ! kaniya derd û kula, tu di singa xwe de ronahîyê û taca bûkan vediþêrî... Çi hewu ye çi tune wu ye.Dîkik hewu ye.Dem zivistan bu ye .Roke dîk li ser cemedé (buz) xwe xîj dike.Li ser cemedé,li erde dikeve. Dîk ji cemedé ra: -Cemed ! Tu pir bi quwatî,te ez li erdé xistim.Cemedé: -Ez pir bi quwat bim ro min nahelîné.Dîk lý ser wé dihere ba ro û jera : -Ro ,tû pir bi quwatî ku cemedé dihelînî.Ro: -Ez pir bi quwet bim duman nakeve ber min.Dîk dihere ba duman .Jé ra: -Duman ,tu pir bi quweti ku dikevî ber royé.Duman jé ra: -Ez pir bi quwet bim baran min qûl naké.Dîk dihere ba barane.Jé ra: -Baran,tu pir bi quwetî ku dumén qûl dýkî.Baran jî: -Ez pir bi quwet bim erd min nekþîne.Dîk dihere ba erdé.Jé ra: -Erdo,tû pîr bi quwetî ku baran e dîkþînî.Erd: - Ez pir bi quwet bim çére li ser min narize.Dîk dihere ba çéré.Jé ra : -Çére ,tu pir bi quwatî,ser erdé dirizî.Çere: - Ez pir bi quwet bim mange min naxwe. -Dîk dihere ba mangé .Jé ra: -Mange,tû pir bi quwetî ku çére dixwî.Mange: -Ez pir bi quwet bim gûr min naxwe.Dîk dihere ba gûr.jé ra: -Gûro,tu pir bi quwetî ku mangé dixwî.Gûr: -Ez pir bi quwet bim ji kuçiknatirsim.Dîk dihere ba kuçik.Je ra: -Kuçik,tu pir bi quwetî ku gûr ji te ditirse.Kuçýk: - Ez pir bi quwet bim xudané min détéra min,min yal ke. Dîk berî xwe dide xudan.Pir dihere hendik dihere .Li re kelemik di lingî wî ra tere.Dîk ji durva da xanîkî dibîne.Di bacé xéni ra dumanik derdikeve.Dîk dikeve hundir.Ji jineka bi porî xwe nén lé dixe,dîk ji wé ra: -Vî kelemî jî lingé min derxe pé nané xwe léxe.Bi vî kelemî nan le dikevin.Dîk jé ra: -Ya ka keleme min,yan jî ka heft nanan.Jýnýk béçare,heft nana dide dîk.Dîk jî wé deré dihere.Li ser rîya xwe rasté þivanekî té.Þivan véqas birçî bûye,véqas birçî buye kuji birçîbuna biþqula dixwe.Dîk heft nanén xwe dide þivén.Þivan bi van heft nana ziké xwe tér dike.Dîk icar ji þivén ra: -Ya ka heft nanén min,yan jî ka heft beranan.Þivan ,bihérs û bédil mecbur heft beranen dide dîk.Dîk heft beranén xwe dide ber xwe û ji wé deré dihere.Dîk te gûndekî,ku li gund dawatik heye.Li dawaté þuna berx û mîya pisika û kûçika serjé dikin.Dîk ji wan dipirse: -Çima hun pisik ûkuçika serjé didkin?Gundî: -Tu qurban tunene,ji bo we! Dîk beranén xwe dide wan.Ew beranan dikin qurban.Paþé dawet diqede.Dîk ji wan ra: -Ya beranén min bidin yan ji bûké! Gundî bûké dide dîk .Dîk ,bi bûké va ji wé deré diherin.Li ser rîya xwe xortekî dýbîne ,ku xort li pîpiké(tutýk) dixe.Ji wî ra: -Heyne vé bûké,ka we pîpke!Dîk pîpké heytine(hýldýgre) dihere nav gûnd û pîpké dixe. Pîpîîp!Kelemýk bi heft nanan! Heft nan bi heft berenan, Heft beran bi bûkeké, Bûkek bi pîpîkekeé Pîîpîîp! Herem:Anatoliya navin,Cihanbeyli |
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| Çîroka, dik |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
|
![]() |