|
Jiyan-Board
|
|
#1 (permalink) |
|
Üye
|
Hebû tunebû, carekê ji caran, sofiyek hebû. Rojekê sofî sewîlê xwe girt çû serê kaniyê, da ku destmêj bigire. Sewîlê xwe danî bin latekê û çû ko destê xwe biso. Vegeriya cem sewîlê xwe, dît ku lat bi ser sewîlê wî de ketiye, sewîl sikestiye.
Sofîyî gote latê: - Çima te sewîlê min sikand? Latê got: - Nexwe çima giya di bin min de sîn dibe? Sofiyî gote giyê: - Ji bo çi tu di bin latê de sîn dibî? Giyê got: - Nexwe ji bo çi pez min dixwin? Sofiyî gote pezan: - Ji bo çi hûn giyê dixwin? Pezan got: - Nexwe ji bo çi gur têne me? Sofiyî gote guran: - Çima hûn têne pezan? Guran got: - Nexwe çima se têne me? Sofiyî gote seyan: - Çima hûn têne guran? Seyan got: -Nexwe çima kebanî me têr nan nakin? Sofiyî gote kebaniyan: - Çima hûn seyan têr nan nakin? Kebaniyan got: - Nexwe çima misk hebanên me qul dikin? Sofiyî gote miskan: - Çima hûn hebanên kebaniyan qul dikin? Miskan got: - Nexwe çima kitik me dikujin? Sofiyî gote kitikan: - Çima hûn miskan dikujin? Kitikan gotin: - Em birçî ne, em miskan dikujin û li dora mala xwe çivan didin xwe. Sofî dîna xwe dayê ku dawiya van pirs û bersîvên bi bahane nayên. Her kes li hev li bahanan digere. Dev ji wan berda û perçeyên sewîlê xwe dan hev û vegeriya mala xwe. Çîroka min li diyaran, rehme li dê û bavê guhdaran, ji bilî fesadên ber dîwaran. |
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| sewîlê, sofî |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
|
![]() |