Jiyan-Board


FORUM Portal Albümlerim Sosyal Gruplar Kimler Online Bugünki Mesajlar
Geri git   Jiyan-Board.NET > FORUMA KURDÝ -KÜRTÇE FORUM > Foruma Kurdi > Çirokên Kurdî
CezalilarTüm Albümler Roj Tv Zindi Üye Listesi Ajanda Arama Bugünki Mesajlar Forumlarý Okundu Kabul Et

Konu Bilgileri
Konu Baþlýðý
Çîroka Keçel
Konudaki Cevap Sayýsý
0
Þuan Bu Konuyu Görüntüleyenler
 
Görüntülenme Sayýsý
32

Yeni Konu aç Cevapla
 
LinkBack Seçenekler Stil
Alt 04-17-2009, 07:55   #1 (permalink)
Üye
 
B0RAN - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
 
Üyelik tarihi: Sep 2008
Activity Longevity
0/20 1/20
Today Mesajlar
0/5 sssss4392
Üye No: 8853
Mesajlar: 4,392
Konular: 2
Referanslari: 0
Arkadaslari: (0)
Cinsiyet:
Kullandigi Tesekkür: 0
Aldigi Tesekkürler: 120
REP Gücü Puaný: 900
Aldigi REP Puani: 3
B0RAN is an unknown quantity at this point
Son Aktivitesi: 09-11-2009 :   08:47 
Toplam Online Süresi: 2 Saat 59 Dakika 32 Saniye
Submit to Clesto Submit to Digg Submit to Reddit Submit to Furl Submit to Del.icio.us Submit to Jeqq Submit to Spurl
Standart Çîroka Keçel

Çîroka Keçel



Çi hewû yê, çi tûne wû yê. Li hundekî, lavikekî keçel û hewû yê. Apê wî, bi nanezikê ew bi xwedî dikiri yê. Keçel, yekî ku gu yên xwe rehet nake, dîn û xeyalz wû yê. Rokê keçel, apê wî û palî yên apê zevi ya aþpê diþinî ne. Nîvro bûyê, apê wî hoti Keçel dihere gund. Vi jina apê xwe ra (Amoj) dibê; "Apê min got . "Jina apê bi keçel bawerî ya xwe nake. Keçel dibê: "tu hîna nakî? Apê min kêra xwe ji tera þand ku tu bawer bikî. A ha wa kêra apê mîne." Û kêra apê dide wê. Ew jî hîna dike û ga yê sur dide herdê û serjêdike. Goþt dikelîne, dide keçel. Keçel nanêpalîya heydine diwe ji wana ra.



Le ser zevi yê apê di dest keçel da wî goþt û nanî diwîne dibe "keçel va goþta giþtik þi vê? Te ji ku anî?"



Keçel "apoê mala êwe ga yekî xwe miri yê. Va goþta ji paliyên te ra îandi yê" dibê. Apê keçel, bi wê goinê hîna dike û rûdinin nanê xwe dixwin.



Êvarê vedigerin gund Jina apê, dibê: "kalo, te çima gayê sur bi serjêkirin da?" Kal "Gayê çi yê?"



Jina wî "lê keçel kêra te anî ji min ra, got min ji serjêkri"



Ap nizane çi xweli yê bi serê xwe ke. Radibe ra sere keçel dide. Lê keçel direve xwe xilas dike. Jê ra dibe: "tu yê li min xî. Ezê herim zevi yê bîþevitînin." Ap bi ser xê da dêv jê berdide.



Dora dine ro yê dîsa diherin zeviyê diçinin. Bi nîvro keçel tê nên bihere. Ji jina apê ra dibe: " apê min go" bi gaye ku kar nabîn. Bra gaye din jî serjêkin." Apê wî mêzdike keçel le zevî yê tune. Dizane keçelê tiþtekî din wûne serê vî, dikeve rê tê gundê lê ku gayê din jî dest çû yê. Xwe berdide keçel, keçel dîreve dihere ser zevi yê. Ji palî ya ra dibê: "Apê min got; gayê me her du jî mirin. Emê bê ga zevi yê çi bikini? Ma palî zevi yê biþþevitînin werin gund." Keçel zevi ya kalê jî biþevitandin dide. Dikeve rê û ji gind bi derdikeve.



Pir kihere hendik dihere, raste erebeke hespa tê. Sê jinê li ser erebe wûne. Ji wana ra dibe: "Ezî bê kesim. Li karekî digerime. Huroê yek ji we min bi mîvankin." jinek ji wana dibê: "gunê, xerîbeke, ma huro li mala min rakeve." û keçel dibe mala xwe.



Wê jinkê dostekî xwe hewû ye. Her ro ku þev reþ bû bidizikî dihat û diçûyê mala wê. Ji bo ku keçel bi wê elm newe, jinik vi keçel ra goti yê tu qe kor nawî? Keçel goti ye: "Te manga belek ji min ra serjêkir goþtê wê da min ezê kor bibim. Jinikê jî manga belek serjêkiriye. Goþt jî her ro dide keçel, wî jî xwe bi derva wek kora kiri ye. Dostê jinikê her þevekê dihat û diçûye Þevekê jinike ji dostê xwe ra çuçikekê di rûnda sûr kiri ye. Dostê jinikê her þevekeê qijilî bi gu û qirika dostê wê da vello kiriyê. Û dostê jinikê kûþtiyê. Jinik tê ku dostê xwe miriyê ditirse. Dihere ji keçel ra dibê çavê te qe rind nabin. Meyîtek di mala minda heye eza çi bikim? Keçel dibê: "Çuçikekê di rûnda sur bike, ez goþtê wê bixwim çave minê biwîninç" Jinik a ku keçel dibê dike. Û goþtê çuçikê xwar bi þuva dibê çavê minê diwînine.



Keçel dibê: "Tu ji min ra du kera biwîne." Jinik jê ra du kera dîne. Keçel meyîtê mêrik diavê ser kerê, qoziyekî bi rûn. Serê wî gezkirî dide dest meyît. Kerê diajo nava zevîyeke gundekî cîran. Xwe di nav zevi yêda vediþþêre xwedi yê zevi yê tê, kerê ço kike ku ji nav zevi ya biderxe. Keçel wê wextê radibe ser xwe û ji mêrik ra dike qîre qîr. Û li jinî ye wxe dixe.



Dibê: "Te çi kir lê te bavê minî kuþt."



Mêrik dibê: "bavê te berî miri wû."



Keçel: "Na bavê minî xwaþ wû, a ha qoziyê xwe didesta ew dixwar" dibê.



Keçel "Ezê herim hukimtê, gilî yê te bikim û ê te bavên hepisê."



Mêrik ditirse þaþ dibe çi bike. Keçel dibe: "ku te çel barî qanri ya genim û cê da min. Ez narim hukimatê."



Mêrik ji tirse xwe ra dibê erê. Keçel çel qanri ku barê wana ce û genim. Heydine û dihere ber mala apê xwe dibê: "Ez ji kar tê me." Wana ji qezenca minin. Ew giþtik min ji te ya anin. Dilê apê xwe dike. Ap bi bê yekê xenê dibe. Û keçel ef dike.



Çêroka min çû qatê, rehmet li vê civatê.



Lawê hespê

M. Þirin Dað

Çi hebu yê çi tunebu yê. Li gundeki mêr û jinek hebuyê. Tu kurikê wan nebune. Toxtor bi toxter digerîne û li ber xwedê digerîne ma kurekî bide wana. Piþtî sala bûn xwedî yê kurekî.

Rokê jin di xevna xwe da kalekî rispî dibîne.

Kal jê re dibê:

– Sibê here kêleka behrê, hespekê ji nav behrê stûyê xwe biderxe. Di devê wî de sêvek heyê. Sêvê jê bixwaze û bi mêre xwe re parke. Her yêk ji nîvî sêvê bixwin. Daviyê de xwedê dê lavekekî termi zêrinî bide we:

–Sibê jin radibe û xevna xwe ji mêrê xwe ra kat dike û bi mêrê xwe ve tev diherin behrê. Wek kalê gotî, ji nav behrê hespek stûyê xwe derdixe û di devê wî da sêvek hebû.

Hesp:

– Ezê sêvê bidim we. Hunê bibin xwedî yê lavêkekî termi zêrînî. Lê lavik heft salî bu, hunê ji min ra bînin. Jin û mêr ji bêcarî xwastina hespê qebul dikin. Sêva xwe par dikin û dixwin. Ro diherin û ten. Lavekî wana tê dinê. Lavik mezin dibê heft salên xwe tiji dike. Lê naxwazin lavê xwe bidin hespê. Bevê xwe dibê:

– Em jê re heqivekê dagirin. Ma here ci yêkî ji behrê dur û xelas be. Wer ji dikin. Lawik heqîwa xwe digre, serê xwe heydene û dihere. Pir tere, hendik tere, mêze dike kû li ser rêya wî laþek heye. Li ser lêþ; þêrek, gûrek, teyrek û mêriyek heye û ji bo parva kirina lêþ her çar bi hev ra þer dikin.

Lawik dibê: – Hun dawestin, ez li we parvakim. hestîyê sîngê para þer, pil û hêfer para gûr, tiþtê hûndir bila teyr bixwe. Serê lêþe jî besê mêriye ye

Her çar hêyvan bi wê parkirinê têne ser û ji lêvik re dibêjin: – Te ew rindi ya ji mere kir. Due yên me hene. Em wan duena bi ber texin. Dema kû ser û belan hatin serê te, tu wan duena bixwine em dê werin, te xilaskin. Dueyên xwe bi ber têxin. Lawik xatirê xwe dixwaze û bi rê dikeve.

Pir tere, hindik tere raste gundekî tê. Mala axayê gund dipirse, dihere mala axe, li wir dibe mîvan. Ji axe re dibê:

– Ez li karekî digerim

Axe

– Naxirê me bê gavan e, tu biþadikî here naxirê.

Lawik qabul dike û li wî gundî naxira êxe diçêrîne. Li wî gundî ser deh salan re gavanî yê dike.

Keçeke êxe yê pir rind hebuyê, bi lêvik ve dilê xwe dikevin hevdu. Bi þev, bi dizî hevûdu dibînin. Va cend ro û mehan berdevam dike. Rokê ji merîyên êxe, yek ji êxe ra durima van kat dikê. Axe bane lêvik dike, je re dibê: – Te li kê derê dîyê ku gavan bi keca êxe re zewicine.

Lawik:

– Em ji hevûdu hezdikin, me dil girtîyê.

Keça êxe jî dibê:

– Erê bawo rast e, em hevûdu hezdikin, me bizevicine.

Axe naxwaze dilê keça xwe biþkêne. Lê, bi xwe xwe dibê; ezê bi al wî bikujim. Ji lêvik re dibê: – Du þertên min hene. Te ew anîn þunê, ezê keça xwe bidim te. Lawik qebul dike.

Axa:

– Þerta min ê siftê; xaniyêkî min tiji ce heyê. Lê ce û genim tevûhev bune. Tu yê di þevekê de cê û gênim ji hev bibjerî. Lewik tere xanîyê cê û gênim, dest bi bijartinê dike. Lê mêzedike pir bi qare. Wê demê hêyvanên ser lêþe têne bîrê. Due ya mêriyê dixwîne. Li ser dinê çiqas mêri hene gîþtik digên hev û di þevekê de jê re cê û gênim ji hev vedibjêrin. Axe sibê mêzedike ku ce û genim hatîyê bijartinê. Heyret dike û jê re dibê:

– Þarta min a din; paþ heft çîya gundek heye. Xwanga min li wir dijî. Qet kes neçûye wira. Pir dûr e. Tu yê herî qelûna min li wir e, tu yê ji min re bînî.

Lawik dikeve rê pir tere, hindik tere diweste. Li bin derekê rûdine û difikire. Wê demê teyra li ser lêþe têbîrê. Dua ya teyrê dixwînê. Li ser dinê çiqas teyr hene berhev dibin tên lêwik dikin perê xwe terin mala xwanga êxe. Qelûna êxe hildînin, tînîn ji êxe re. Axe dibê:

– Te heq kir ezê keça xwe bidim te.

Axa çel ro û çel þevan jê re li dolê têxe. Lavik dibê ezê bûkê bibim mala bavê xwe. Axa destûra wan dide. Bi rêdikevin, ku here gunde xwe, gavak tên kêlaka behrê, hespek ji nava bahrê stûyê xwe derdixe û dibê:

– We ji bîrkir, lê min ji bîrnekir. Dê û bawê te li ser þora xwe danewestiyan. Ez îro te nadim wana. Lawik rûdine, dueyên þer, gûr û teyran dixwîne. Li ser dinê çi þer, gûr û teyr hene gîþtîk tên li hespê dicivin. Hesp dikujin û wana xilas dikin. Wana dibin mala bavê wî. Li gundê xwe ji çel ro û çel þevan li dolê dixin. Bi dê û bavên xwe ve digên ber miradê xwe.

Çîroka min çu qatê, rehmet li vê civatê.
B0RAN isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
Cevapla

Bookmarks
Etiketler
Çîroka, ciroka-kecel, keçel



Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir)
 
Seçenekler
Stil

Yetkileriniz
Konu Acma Yetkiniz Yok
Cevap Yazma Yetkiniz Yok
Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
Mesajýnýzý Deðiþtirme Yetkiniz Yok

BB code is Açık
Smileler Açık
[IMG] Kodları Açık
HTML-Kodu Kapalı
Trackbacks are Açık
Pingbacks are Açık
Refbacks are Açık



WEZ Format +2. Þuan Saat: 00:33.

Bu sitede yayinlanan program ve içerikler tamamen tanýtým amaçlý olup yayýncý yada hak sahibi isteði doðrultusunda paylasimdan kaldýrýlýr.Lütfen info@jiyan-board.com mail adresinden bizimle irtibata geçiniz.Dosyalar alýntý olup sunucumuzda barýndýrýlmaz.Lütfen Kullanýcý sözleþmesini tekrar gözden geçiriniz.Sitemiz dýþýndaki linklerden sitemiz sorumlu deðildir.
Site Öz Geçmiþimiz : jiyanboard.com jiyanboard.net jiyanboard.org jiyanboard.de jiyanname.de jiyan-board.com jiyan-board.org jiyan-board.net
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
Kurd Top List Submit website

ROJACIWAN | HPG-ONLINE | CMG-TEAM | EVINDARIM.ORG | CAVEN JIYAN | BIZEKALAN.NET | KURD WEBMASTER | TAK |