Jiyan-Board


FORUM Portal Albümlerim Sosyal Gruplar Kimler Online Bugünki Mesajlar
Geri git   Jiyan-Board.NET > FORUMA KURDÝ -KÜRTÇE FORUM > Foruma Kurdi > Çirokên Kurdî
Kayıt ol CezalilarTüm Albümler Roj Tv Zindi Üye Listesi Ajanda Arama Bugünki Mesajlar Forumlarý Okundu Kabul Et

Konu Bilgileri
Konu Baþlýðý
Habîl û Qabîl
Konudaki Cevap Sayýsý
0
Þuan Bu Konuyu Görüntüleyenler
 
Görüntülenme Sayýsý
25

Yeni Konu aç Cevapla
 
LinkBack Seçenekler Stil
Alt 04-17-2009, 07:55   #1 (permalink)
Üye
 
B0RAN - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
 
Üyelik tarihi: Sep 2008
Activity Longevity
0/20 1/20
Today Mesajlar
0/5 sssss4392
Üye No: 8853
Mesajlar: 4,392
Konular: 2
Referanslari: 0
Arkadaslari: (0)
Cinsiyet:
Kullandigi Tesekkür: 0
Aldigi Tesekkürler: 120
REP Gücü Puaný: 900
Aldigi REP Puani: 3
B0RAN is an unknown quantity at this point
Son Aktivitesi: 09-11-2009 :   08:47 
Toplam Online Süresi: 2 Saat 59 Dakika 32 Saniye
Submit to Clesto Submit to Digg Submit to Reddit Submit to Furl Submit to Del.icio.us Submit to Jeqq Submit to Spurl
Standart Habîl û Qabîl

Habîl û Qabîl



Adem û Hewwa li bihuþtê jîyanek kamran didomandin. Nizanîbûn tirs çi ye; westabûn çi ye. Lê piþtî li ber fermana Xweda rabûn, Xweda wan daxiste rûerdê.



Zemînê bi darên bilind û gîya ve pêçayî, bi zinarên dijwar û kendalên tirsehêz ve tijî ditin. Li her derê heywanên hov, piling, fîl, keftar û tilûrên hov hebûn. Ji ber tirsa wan heywanan, xwe avêtin þikeftek bilind. Gava birçî bûn, wekî li bihuþtê bûn; xwarina xwe li nêzîkê xwe, bi hêsanî nedidîtin. Hz. Adem neçar dima, li nav dar û daristanan xwarin digeriya.



Êdî ji bo xwarin bi dest xe, divabû bixebitîya, biwestiya û xwêdan birijanda. Hewwa jî jê re alîkarî dikir û dibû beþdarê xebat û westabûna wî.

Hewwa, ducan bû û zarokek lawîn anî dinyayê. Bi Qabîl bi nav kirin. Hz. Adem ji ber çêbûna vî gedê xwe yê ewul, gellek kêfxweþ bibû. Lê êdî Hewwa di xebata wî de nikaribû jê re alîkarî bikira. Karek wî yê din hebû. Ew jî xwedîkirina zarok bû. Adem bi serê xwe derdiket derve. Bi roj xwarin digeriya, dibû þev vedigeriya þikefta xwe û bi lawê xwe þâ dibû. Kêfxweþ û kamran bû.

Salek din Hewwa dîsa zarokek lawîn anî dinyayê. Wî jî bi Habîl bi nav kirin. Hz. Adem, ji bo malbata xwe li xwarin digeriya û ji wan re dianî. Ji navberê sal derbas dibûn û Hewwa her car ducan dibû û zarokên nû dianî dinyayê. Her sal hejmara malbatê zêde dibû û ji bo zêdekirina xwarinê jî hew Hz. Adem, bi serê xwe dixebitiya.

Qabîl û Habîl mezin bûn. Her yek bû xortek ciwan. Edî dev ji lîstik-mîstikê berdabûn û ji bo amadekirina xwarina vî malbata giran û parastina wan, ji Hz. Adem re alîkarî dikirin.

Qabîl, ji Habîl meztir bû. Lê Habîl, ji kekê xwe bihêztir bû. Mirovek dilnerm û baþ bû. Ji heywanan gellek hez dikir û bi wan þâ dibû.

Hz. Adem, xwest di nav her du lawên xwe de karbeþî bike. Wê Qabîl bi cotkarî mijûl biba. Lewra ew, dilhiþk û har bû. Jixwe pêwîstîya erdê bi dilnermî û þefqetê tunebû. Ji ber vê yekê vî karî da Qabîl. Wê Habîl jî heywanên ku ji wan hez dikir biçêranda. Ew kar jî li gorî wî bû.

Roj hildihat, Adem û her du lawên wî Habîl û Qabîl, ji þikeftê derdiketin. Habîl diçû mêweyan berhev dikir û Habîl jî diçû, berxên xwe diçêrand. Hz. Adem jî hinek tilûran nêçîr dikir û av dikiþand þikeftê. Hewwa jî bi wî avê paqijîya zarokên xwe dikir. Êdî gava dibû êvar, zilam vedigeriyan þikeftê. Qabîl fêkî dianî, Habîl þîr dianî û Hz. Adem jî tilûrên nêçîr kiribû dianî þikeftê. Piþtre xwarinan dadanîn holê û hemî malbat rûdiniþtin, têr dixwarin.

Xwedê abûrê Adem û ewladên wî zêde kiribû. Hz. Adem xwest ku spasîkirina ji Xweda re, nîþanê Habîl û Qabîl bide. Ferman kir ku bila beþek ji ked û qezenca destên xwe bigrin û ji bo heywan vana bixwin, deynin serê çîyayek. Ew tiþtê ku wê deynin wira, wê ji bo Xweda biba qurban û biba zikata malê wan.

Habîlê dilpaqij, bi vî yekê gellek kêfxweþ bibû. Lê Qabîl, madê xwe tahl, pozê xwe bilind kiribû. Wûsa difikirî " çima ezê malê xwe yê ku min bi hezar zor û zehmetî bi dest xistiye, biavêjim serê çîyayek…" Lê li ber bavê xwe jî nikaribû raba. Habîl, tavil çû cem berxên xwe, çavên xwe li wan gerand, berxa herî xurt, herî baþ hilbijart û serjêkir. Ji ber ku bi vî kiryarîya xwe, ji Xwedayê wan nî****n, ewqas xwarin û vexwarin dabû wan re hemd û spas kiribû, dilê wî þâ bibû. Di nav coþek mezin de bû.

Qabîl jî bi mâdek tahl mêwe û zebzên xwe yên herî xerab cuda kir û anî. Xelata wî jî wekî dilê wî xerab û nebaþ bû. Ji vî tiþtê hez nekiribû.

Ji bo fehm bikin ku xelata wan hatiye pejirandin an na, sibetirîya wî, bi bavê xwe Adem re çûn serê çîya. Gava Habîl, xelata xwe li wir nedî, fehm kir ku hatiye pejirandin.

Lê Qabîl ew mêwe û zebzên xwe yê xerab, wek berê li wir dît. Ango, xelata wî nehatibû pejirandin. Habîl bi kêfxweþî ji Xweda re hemd dikir. Qabîl jî hêrs dibû, ji birayê xwe dibehicî. Vegeriya ser bavê xwe û jê re wûsa go:

-Ji ber ku te ji Habîl re dua kir, Xweda xelata wî pejirand. Te ji min re dua nekir; tu ji min hez nakî.

Hz. Adem:

- Lawê min, Xweda xelata Habîl pejirand. Lewra ew bi dilekî paqij, malê xwe yê herî baþ pêþkêþ kir. Lê te bi dilekî xerab û qirêj, malê xwe yê herî xerab pêþkêþ kir. Ji ber vî yekê Xweda xelata te nepejirand.

Habîl paþ de vegeriya, lê Qabîl sekinîbû û bi hêrs li wî mêze dikir. Dilê wî bi rik diavêt, di paþ birayê xwe de dimeþiya. Pir xemgîn dibû, bi ber diket. Lewra Xweda , birayê wî, ji ser wî re girtibû. Di ser da Qabîl, ji bo însanek nebaþ bû, xwe sûcdar nedidît; hemî qebhetê diavêt ser Habîl.

Þêytan hat û di guhê Qabîl de kurepist kir û go:

- Tu hîna çi disekinî? Birayê xwe bikuje, Habîl bikuje… .

Qabîl serê xwe rakir û lê mêze kir; Habîl ketibû rê û diçû. Ket pey wî. Þêytan jî bi wî re dimeþiya. Aciz nedibû û her dem wî fît dikir.

Qabîl baz da û gihîþt birayê xwe û li ser wî qîrîya:

- Bisekine, ezê te bikujim!

-Kabîl mat mabû:

- Tuyê çima min bikujî?

Qabîl bi hêrs diranê xwe jidand û bersiv da:

- Lewra bavê min , te ji min zahftir hez dike. Xweda jî xelata te pejirand.

Habîl, bi dengek nerm:

- Tu min bikujî jî wê ev tiþtek neguherîne. Tu min bikujî, wî demê wê bavê min qet ji te hez neke. Xezeb û hêrsa Xweda wê li ser te zêde be; Ewê te nebexþîne.

Qabîl îkna nedibû. Rik û behicîn, dilê wî pêçabû. Bi hêrs hat, bi qirika birayê xwe girt û jidand.

- Ez te nekujim, wê dilê min rehet nebe. Ezê te bikujim!

- Ger tu min bikujî, tuyê tu car negihîjî rehetîyê. Tu ji bo kuþtina min destê xwe dirêj bikî jî -ez ji te bihêztir im lê- ez ji bo kuþtina te, destê xwe dirêj nakim. Ez ji Xwedayê Perwerdegarê heyînê ditirsim.

Piþtre Habîl, hêdî hêdî xwe paþ ve kiþand û çû. Qabîl, serê wî di ber wî de, hîn jî rik ji birayê xwe digirt û digo:

- Ezê wî bikujim.

Qabîl bi rewþek xemgîn vegeriya þikeftê. Ji bo razanê xwe dirêj kir, lê nikaribû raketa; xew nediket çavê wî. Li ser bûyeran difikirî. Þêytan dîsa hat û di guhê wî de kurepist kir:

- Ji bo tu ji Habîl xelas bî, wî bikuje. Habîl bikuje.

Þêytan her ku derfet bidiya, vî pêþnîyara xwe ya qirêj dubare dikir.

Gava roj hilda, ji þikeftê derket. Biryara xwe standibû; ewê wî bikuþta.

Habîl çûbû ber berxên xwe û bi dilxweþî wan diçêrand. Dilê wî rehet bû. Di wî demê de Qabîl, ji bo cotkirina zevîyê derket û hat. Gava birayê wûsa kêfxweþ û kamran dît, hêrsa wî hîn zêde bû. Dîsa þêytan hat û wûsa kurepist kir:

- Wî bikuje û xelas be.

Qabîl li der û dora xwe mêze kir, kevirek mezin, wek ecêb dît. Wî kevirê girt û wekî dîna meþiya ser birayê xwe. Kevirê rakir û li serê wî xist. Habîl ket erdê û jîyan ji dest da. Bi vî awayî cankujîya ewul pêkhat û xwîna ewul rijîya erdê.

Hiþê Qabîl hat serê wî. Gava dît birayê wî di nav xwînê de dirêj ketîye, poþman bû. Fehm kir ku tiþtek gellek xerab kirîye. Habîl ji bo bê kuþtinê tiþtek xerab nekiribû, kuþtinê li xwe heq nekiribû. Û wî Habîl kuþtibû. Ew insanek nebaþ bû û xerabî dikir. Dîsa jî vîya îtîraf nekir, nexwest fehm bike, ji birayê xwe behecî û wî kuþt.

Tiþtek gelek xerab kiribû. Ewê vêga çi bikira? Bi kuþtina birayê xwe çi ketibû destê wî? Tirsîya, xemgîn bû û poþman bû. Hizûr lê nemabû, bawerîya wî qedîyabû û ketibû rewþek perîþan û þerpeze. Wekî ba, dar û heywanên hov û her tiþtên der û dora wî bi devekî li ser wî diqîrîyan.

-"Tu mêrkuj î, tu mêrkuj î…."

Deng lê vedigeriya, di guhê Qabîl de vizîn dikir.

-"Mêrkuj, mêrkuj…."

Qabîl ji xof û tirsa, diricifî, di lingên wî de hêz û qewet nemabû. Ket ber birayê xwe; wî hejand.

-"Habîl, Habîl rabe!"

Lê Habîl bêcan û bêdeng razabû. Bersiv nedida wî. Ji zû de miribû. Wê çi biba? Ewê vê cesedê çi bikira? Difikirî lê nikaribû çareyek bidîya. Qey ewê birayê xwe ji tilûr û heywanên hov re bihîþta, ji wan re bikira êm? Na, ev nedibû…

Hat hiþê wî ku birayê xwe bigre piþta xwe û bibe. Laþ girt piþta xwe, heta ku biweste meþiya. Gava hêza wî qut bû, laþê danî erdê. Li ber serê wî rûniþt, bi xem û keser li wî mêze dikir. Difikirî, ewê çi bikira. Ji bo birayê xwe kuþtibû, xwe þermezar dikir û digo:" xwezî min wî nekuþta" . Hinek bêhna xwe da û dîsa birayê xwe girt piþta xwe. Laþ li piþtê, digeriya. Nizanibû çi bikira. Axirê westiya û dîsa birayê xwe danî erdê û li ber wî rûniþt; bêhna xwe dida. Dîsa birayê xwe hilgirt piþta xwe û gava westiya dîsa wî danî erdê. Demek wûsa berdewam kir. Di carê da qijikek dît. Li ber wî qijikê, qijikek din ê mirî jî hebû. Qabîl qijikê temaþa dikir. Heywan, bi nikul û pencên xwe, erdê kola û kortikek mezin vekir. Piþtre qijika mirî kiþand û xist nav wî kortê û bi axê ser wî nixamt. Qabîl gava ev yek dît, xwe bi xwe wûsa go:

-Heyf li min be. Ez nebûm qasî qijikekî jî.

Tavil kortek vekir û laþ têxist nav, li wir veþart. Piþtî laþ bi axê nixamt, êdî hinek rehet bibû.

Di wî demê de Hz. Adem ji ber ku gedên wî dereng mâbûn, derketibû li wan digeriya. Qabîl gava dît bavê wî tê, tirs û xof ket dilê wî. Wê bavê wî, vî kiryarîya wî ya qirêj nebexþanda. Bi vî fikrê dest bi revînê kir. Hz. Adem gava dît lawê wî ji wî direve, ket tengezarîyê. Li der û dora xwe mêze kir û xwîna Habîl dît. Dilê wî bi lezûbez diavêt. Fehm kir ku Qabîl, Habîl kuþtiye. Li erdê þopên xwînê jî hebûn. Xemgîn bû, ji çavên wî hêsir ketin xwarê. Hêrs bû û ket pey lawê xwe.

- Qabîl, Qabîl! Te bi birayê xwe çi kir?

Dengê wî wûsa derdiket ku Qabîl digo qey hemî dinya bi ser wî da diqîre. Qabîl bi tirs û xof revîna xwe domand û daket quntara çîyayek. Bavê wî hîn jî diqîrîya:

- Qabîl! Tuyê tu car rûyê rehetîyê nebînî. Te ji xwe re derîyên tirsê vekir! Here, her dem di nav tirsê de bijî.

Ji Qabîl re jîyan bibû zindan. Nifirê bavê xwe girtibû. Wekî merivek bi lanet û nayê xwestin jîya…
B0RAN isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
Cevapla

Bookmarks
Etiketler
ciroka-kurdi, habîl, qabîl



Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir)
 
Seçenekler
Stil

Yetkileriniz
Konu Acma Yetkiniz Yok
Cevap Yazma Yetkiniz Yok
Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
Mesajýnýzý Deðiþtirme Yetkiniz Yok

BB code is Açık
Smileler Açık
[IMG] Kodları Açık
HTML-Kodu Kapalı
Trackbacks are Açık
Pingbacks are Açık
Refbacks are Açık



WEZ Format +2. Þuan Saat: 18:49.

Bu sitede yayinlanan program ve içerikler tamamen tanýtým amaçlý olup yayýncý yada hak sahibi isteði doðrultusunda paylasimdan kaldýrýlýr.Lütfen info@jiyan-board.com mail adresinden bizimle irtibata geçiniz.Dosyalar alýntý olup sunucumuzda barýndýrýlmaz.Lütfen Kullanýcý sözleþmesini tekrar gözden geçiriniz.Sitemiz dýþýndaki linklerden sitemiz sorumlu deðildir.
Site Öz Geçmiþimiz : jiyanboard.com jiyanboard.net jiyanboard.org jiyanboard.de jiyanname.de jiyan-board.com jiyan-board.org jiyan-board.net
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
Kurd Top List Submit website

ROJACIWAN | HPG-ONLINE | CMG-TEAM | EVINDARIM.ORG | CAVEN JIYAN | BIZEKALAN.NET | KURD WEBMASTER | TAK |