|
Jiyan-Board
|
|||||||
| Cezalilar | Tüm Albümler | Roj Tv Zindi | Üye Listesi | Ajanda | Arama | Bugünki Mesajlar | Forumlarý Okundu Kabul Et |
|
||
![]() |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) |
|
Üye
|
Azadîya mirovekî
Ber destê sibê bû, Simo li ber neynikê rihên xwe rêþ dikirin, Jina wî Fîdanê û dota wî Nazê li odeya xwarinê bi hev re dipeyivîn. Dengê Fîdanê dihat guhên wî: " Ev bû deh carin ez ji bavê te yî delal re dibêjim..Tu dibê qey ez bi kevirekî re dipeyivim..Kurê! Welleh ew nema hîç guh dide min.." Dengê dota wî Nazê dihat: " Dayê! Eger tu jê re nebêjî, ez dibêjim..Van deh rojin ez dixwazim du kurtikan ji xwe re bikirrim..Bo min defter jî pêwîstin.." "Baþe! Tu îro ji wî defteran bixwaze, ezê sibetir wî biþînim, bila ji te re du miltanan bikirre.." Simo carekê di neynikê re li xwe temaþa kir û hizrên xwe kirin: " Evana çi ji min dixwazin..? Ne bese..? her roj ez bi azana berbangê re ji mal derdikevim û bi êvarê re vedigerim mal..êdî van hestiyên min zer kirin û porê min sipî kirin.." Þefreya wî jî ko bûbû û êdî nikarî bû rihên wî yên du rojkî û gewr rêþkira û lewre rûyê xwe yî zerîlankî bi sê ciyan birîn kiribû.. " Bavo..! Tu li kuyî.." Dengê Naza dehsalî hate guhên wî..Simo di ber xwe de bi dizîka got: " Ez li dûjehê me.! Nazê tu çi dixwazî..? Tu çima zû hiþyar bûyî ?.." Dotê got: " Bavo! Gava te îro karê xwe rakir, tu dikarî ji min re paþ nîvro çend defteran bikirrî..?"Ew piçekî bêdeng ma, piþt re got: " Ma derd bi te ketiye tu bi xwe biçî defterên xwe bikirrî.?" Naz bêdeng ma, piþt re dîsa dengê wê hat guhên wî: " Dayê! Bavo çima wilo veso bûye..?" Diya wê got: "Kurê! Mirovên pîr her wilone..zû veso dibin.." Bi desmalê dêmê xwe maliþt, carekê li ber neynikê li xwe mîrze kir û di xwe de pirsî:" Rast. Rast ez pîr bûme..Ma mirov di çil saliyê de pîr dibin?." Seriyê xwe hejand, piþt re tiliyên xwe avêtin mûyekî sipî, ku ji biriyên wî yên reþ, bi ser çavê wî yê rastê ve hatibû, ji niþka ve hilçinî kir, li mûyê jêkirî mîrze kir û avêt avbeka kevirî li pêþ xwe, av bi ser de rêt û li wê niriya, çawa ew bi avê re diçû xwarê û winda dibû. Ew hat odeya xwarinê, jina wî ya qelew û navsalî çenteyê wî da dest wî û gotê: "Mêro! Tu çawa wilo bi Nazê re hêrs dibî..? Ez hez nakim keça me bi tenê xwe biçe nav bajêr..Ger tu defterên wê bikirrî wê baþtir be, kirne ezê bi wê re biçim.." "De bila..ezê bikirrim..ka bêje min Nazê!" Nazê pelikek da dest wî û gotê: " Min ji te re her tiþt nivîsandiye.." Wî carekê li pelikê niriya, xiste berîka xwe û ber bi derî ve çû. Jina wî bang lê kir: " Xwedê li gel te be..Ji bîr neke, hinek masî ji me re bîne..Zarokan ji mêj ve nexwarine." Wî derî bi lez li dû xwe girt, berî ku jina wî tiþtekî din ji wî bixwaze û ji xwe re got: "Bila zuqamê bixun..". Berî êvarê ew bi rê ve dihat, çenteyê wî li mil, bi destekî tûrê defteran û bi yê din jî tûrê masiyan, bihna masiyên xavî bi ser wî ketibû, lê gelek westayî, jar û ji hevketî, li binê malan, di riyeke kevirî û kaþ re, ber bi mala xwe ve dihat û singê wî dikir hilkiþ. Ji jor ve dengên Nazê û du birayên wê yên piçûktir hatin guhên wî, bi hev re digotin: "Bavo, lezke! Xalê me Mîrzo hatiye.." Ew salix mîna xençerekê li dil ket, di cî de rawesta, xwast, ku vegere û bi ciyekî dî ve biçe, lê çawa? û ku ve?.. Di ber xwe de got: "Dîsa mêvan hatine..Dîsa wê bikin girgir ta berbangê..Ez ku ve herim..? Evana nedizanin kar çiye û ne jî dilê wan bi mirovekî karkir disoje..Rojekê ezê ji van tevan xilas bim..Ezê azad bim..Hîngê dizanim çi dikim.. " Dema dergahê malê yê hesinî vebû, hêlehêla jinan û zarokan kete mejiyê wî..Bê silav û bê ku li wan binêre ew di hewþê re derbas bû û çû hindirê malê û herdu kurên wî li pey beziyan, ku bizanin çi ji wan re aniye..Jina wî jî bi lez li pey wî hat û gotê: " Ma te birayê min Mîrzo û zarokên wî nedîtin..?!" Hela herdu tûrên xwe dan dest Nazê û vegeriya derve, li derdora xwe temaþa kir, dît ku jinbirayê wî di nav hinde hevserên malê de li ser sewkiyê di bin dara êsmê de rûniþtiye, hema silavek sivik da û li koþeyekê li ser keviya sewkiyê rûniþt..Birayê jina wî, Mîrzo, ku mirovekî pêncî salî bû, qelew û simbêl qalind, rih nîvtiliyekê dirêj, gotê: " Diyare tu westayî Simo?!" Simo bi seriyê xwe erê kir û bê, ku tiþtekî bibêje, li dara êsmê bê westan temaþa kir, xwe bi hejmartina goþiyên tiriyê wê gêro kir. "Fermo ji te re qutiya tutûn û cigarekê bipêçe.." Simo bi hêdîka dest avêt qutiya tutûn, ji pêþ wî bir, vekir û cigareyek ji xwe re pêça.."Tu çawayî? Me ji zû ve dengê te nebihîstî, me got em bên serlêdana te û bi hev re nanekî bixun.." Simo ji naçarî got: "Raste..we baþ kir." Bêhtir ji du saetan hemî mêr û jin, zarok û hevserên wî, tev bi hev re peyivîn, bû gola req û beqan..Herdu zarokên wî yên kur, yek heþt salî û yê dî heft salî hatin li ber kabên wî rûniþtin, yekî kaxedek da dest wî, Simo ew kaxed xwand û cigare bêdeng kêþa, carinan seriyê xwe ji wan re dihejand, carinan berken dibû, lê bi rastî hemî wan axiftin neketin bin kumê wî û hîç ji wan gotinan re nevala bû, di seriyê wî re lehiyeke ji hizrên din hebû.. Simo ji xwe re digot: " Ger evana du rojan li vir bimînin, ezê bi çiya kevim..Divê ez sibê destûrê ji fabrîkê bigirim û biçim dibistana zarokan, ka mamhostayê van çi dixwaze..Divê ez bi zûkî binvim.." Dengê jina wî hat guhên wî, got: "Malava! Te çi masî ji me re anîne?, him kevinin û him jî pûlikên wan hilnabin.." Simo di ber xwe de got: " Nebû, savarê bixun..Ma me her masî dixwarin..?" Jinbirayê wî gotê: " Bi Xwedê ez hîç ji masiyan hez nakim.. Bo me savarekê çê bikin." Simo dîsa di ber xwe de got: "Ma masî li çiya çi dikin..? We ji gumgumûkan pêve çi dîtibû..?" Mêvanê wî bersiv da: " Xwedêkê! tu çi dibêjî ? Ez ji dengê zarowan nabihîsim." Simo Dîsa ji xwe re got: "Guhên te tijî qerêj û kayê bûne.." Jinbirayê wî berken bû, lê bi rastî nebihîst, ka Simo çi got.. Li dawiyê xewan hat danîn, masî, savar, goþtê mirîþkan, tirþo, bîber û nanê sêlê..Tevan bi hevre xewan damedor kirin, Bîsmîllah! Û cenga kevçî û çetelan destpê kir, êdî kes li kesekî nepirsî.. Ta dema razanê, bi çayê û mûjan, behîv, gûz û henaran þevbêrka xwe kirin.. Ciyê razana Simo li ser sewkiyeke bilintir hat raxistin..lê berî Simo xwe têxîne bin nivîna xwe, dengê hevserekî wî ji jêr ve hatê, ku pêwîste ew zû dakeve, amûjna hevserê wî ji nerdewanê de ketiye û ew pêdiviyê arîkariya Simo ye, ku wê bibin toxtir.. Ew þev wilo bê vehes û raketin derbas bû..Simo ji xwe re digot: " Ma hemî tiþt histobariya mine..?! Bila pîrê çavên xwe vekirana, lingê wê nediþkiya..Ger kerê yekî jî bimire, pêwîste Simo biçe wî kerî çal bike..Ma ez li gundê xwe yî berê bimama ne çêtir bû?!.." Roja dî li fabrîkê Simo bi kardayê xwe re kiribû kewkewî. Karmendê wî gotê: " Baþe! Tu çû dibistana zarokan û vegeriya, niha tu çima karê xwe nakî..Eger tu naxwazî kar bikî, bo çi te gundê xwe hêla û tu dused kîlomitir hat va dera dûr?" Simo bersiv da: "Ez hinekî westiyame..bibore..!" Kardayê wî bersiv da: " Me bort..van deh carin em diborin..lê diyare tu îþev raneketî..Ne wilo ye! Tuyê rojekê xwe têxînî ber makînekê, xwe bikujî û emê bi te re têkevin bela..Ev ne rewþe Simo.." Simo bi nermî pirsî: " Ka ez çi bikim.?" Þêfê wî got: " Here hefteyekê ji xwe re vehese..Ger tu vegeriya, tuyê heft rojên Inê li þûn wan rojan kar bikî.." Simo di dilê xwe de got: " Eger ez vê carê jî bibêjim na, wê min ji kar bavêje.." li çavên kardayê xwe niriya û gotê: "De bila.." Ew ji hindir derket û ber bi odeya cilguhartinê çû.. Li ser maseyeke hesinî rûniþt, destê xwe avêt beriya xwe û namedankek sipî derxist, ew vekir, pelikek jê derxist, li herdu aliyên wê temaþa kir û xwand. Ew nameya bi E'rebî wilo bû: " Birayê hêja Simo! Van du heftene ez di bendexaneyê de girtîme..Ta roja îro tu li min nepirsiyî, ez nizanim bo çi tu nehatî û tuyê çi demê bêyî ba min..Ez dizanim karê te pirre, lê ez girtîme û nikarim bêm ba te..Min deynê xwe neda û loranî ez girtim û xistim virê..Deynê min 700 Lîre ye..Ez çi bikim?! Tu dizanî, ku bavê me ji me re tiþtek li þûn xwe nehêþtibû..Bi karê gund mera nikare zarowan têr nan bike..Ez bi te û tu bi Xwedê..Min bîra zarowên xwe û yên te jî kiriye..Eger birayê jina te hat ba we, jê re salixa min bibêje û bila ew bite serlêdana min..Ez di bendexaneya Helebê de me. Xwedê li gel te be û ez ji te re û ji zarowên te re dua' dikim.." Piþtî Simo name xwend, ew dîsa xiste namedankê û kire beriya xwe..Li derve rumprumpa lat û varîlan bû, lê dîsa jî gelek xem û kul bi ser wî ve hatin...Ji xwe re got: " Ezê biçim mal, lê gava evana bizanin, ku min destûr bo karhêlanê girtiye, wê Mîrzoyê çend rojan bimîne û her roj wê çêrok ew çêrok be..Min ji masiyan heznakim, ka savarê çê bikin..Simo vir de, Simo wê de..Bigir qutiyê û cigareyekê bipêçe.. Ma tu dizanî navê wa komika stêrkan li aliyê hêvê yî rastê çiye..? Gelo! Ji Xwedê pê ve kî dizane di rêka kayê de çend stêrk hene..?" Simo cilên xwe yên kar guhartin, deriyê odeyê li paþ xwe girt, di ber hevalekî xwe re derbas bû..Hevalê wî gotê: "Hela hela!..Wey tu çiqas sermezin bûyî lo..Tu çima li gel me napeyivî?" Simo bê, ku guh bide wî, bi rêya xwe ve çû..Hevalê wî dîsa bang lê kir: "Simo! Ji bîr neke, ku roja çarþemê emê saringa dermên paqij bikin, evcar ez û tu vî karî dikin.." Simo hîç bersiva wî jî neda û ber bi derveyî fabrîkê ve çû.. Simo hat bazarê, di ber deriyên dikanan re yek bi yek derbaz bû, carinan silav dida an vedigerand, lê hîç bi kesekî ranewstî û nepeyivî. Li dawiyê çû hindirê firoþxaneya pirtûkan û silav da pirtûkfiroþê navsalî, rih dirêj û bi cilên kurdî..gotê: " Mela Ehmed ! Bo min hinek pare pêwîstin..Birayê min ji deyndariyê hatiye girtin." Mela Ehmed destê xwe da ser milê wî yê rastê û gotê: " Hezar Lîre bese..?!" "Mala te ava..Xwedê ji te razî be.." Simo pare birin, xatirê xwe ji wî xwast, derket û ber bi mala xwe ve çû. Li mal dîsa koma zarokên wî û yên jinbirayê wî, li gel jinan li dora wî rûniþtin..Heryekî tiþtek bo wî digot, lê guhên xwe þima kiribûn, te digot ; ew hîç gotinekê nabihîse..lê di nav wan hemî peyv û laqirdiyan re tiþtekî baþ bihîst, Jinbirayê wî gotê: "Were bi me re, em tev herin gundê we..Ji xwe dibistan ji îro pêve hefteyekê tuneye.." Simo bi dizîka pirsî: "Dibistan tuneye?!.." "Erê. Ma tu napirsî çima ez hatime..ezê te û zarokan bibim gundê we..?" Simo ji dota xwe re got:"Ez îro çûm dibistanê, lê kesekî bo min ev negot.." Dota wî Nazê gotê: " Ji wane, ku tu berê dizanî.." Jina wî jî, Fîdanê, got: " Te bo çend rojan destûra karhêþtinê bigirta wê baþ ba..Em biçin serlêdana gundê xwe, zarokê dilþa bibin.." Simo bersiv da: " Ez nikarim karê xwe berdim..Gelek kar heye û pir karkir çûne.." Wî derew kir, loranî kardayê wî jêre gotibû, ku pêwîste ew hefteyekê biçe mal.. Nexwast bo wan bibêje, ku wî bo hefteyekê destûr girtiye, lê piþtî bihnekê got: " Herin hûn tev li gel xalê zarokan biçin û bila ew jî rojekê biçe serlêdana birayê min li Helebê..Ew ji ber deynan girtine, kirine bendexanê.." Jinbirayê wî gava ew bihîst got: "Rast.?! Welleh ezê biçim serlêdana wî û deynê wî jî bidim..lê tu jî bihata wê hîn çêtir ba.." Simo got: "Deynê wî ezê bidim..hema ji min re silav bike..Min kar heye, ez niha nikarim li gel we bêm..Ezê bi we re ta rêwîxanê biçim." Di mala wî de liv û libat çê bû, zarok kêfxweþ û dilþad bûn, ku wê vegerin gundê xwe û hefteyekê li wir bimînin...Herkesekî pertalên xwe bo rêketinê amade kirin..Tev rabûn û çûn rêwîxanê li aliyê dinê ji bajarkê karkiran, Simo jî li gel wan..Berî, ku otobus bi rê keve, Simo pare ji beriya xwe derxistin û dan birayê jina xwe..Otobus bi rê ket û zarokan di penceran re destên xwe yên piçûk bo xatirxwastinê ji wî re dileqandin. Simo mîna guleke, ku av hatiye lêkirin, wilo rûgeþ û dilþad bû. Got: " Min got ezê rojekê ji van xilas bim..Ezê azad bim.. Ez niha mîna zarokê ji dayîk bûye, mîna firindê çiya me.." Bi lez û bez vegeriya mal, li dora xwe niriya, ka kesek wî dibîne an na..Bi dizîka deriyê malê vekir, derî ji paþ ve kilît kir, têla kehrebayê, ku digihe zengilê malê hilqetand, derbas bû maxa xewê, çakêtê xwe ji xwe kir û solên xwe danîn û mîna melevanê, ku xwe bavêje ava zirê, wilo ew li ser devê xwe ket ser doþekê, çavên xwe damirandin...razaneke kûr û dirêj..razaneke azad, wek çawa asikekî li çolanê bi tenê xwe, li bin dareke merxê rakeve. Li derve, bajar bi livîn û kefteleft bû, çîman û kamyon, Taxi "Taksî" û otomobîlên cûre-cûre di taxên dirêj û banên fireh re dilezîn..dengên rêwî û firoþkarên piçûk li bazarê, tev bi hev re, mîna desteyeke hunerî ya sazekî firengiyê bi pir dihol û trumpêt vedihandin..Lê Simo mîna Ehlilkehif ketibû xeweke þîrîn û kûr, razaneke azad û bê xem.. |
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| azadiya, mirovekî |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
|
![]() |