|
Jiyan-Board
|
|||||||
| Kayıt ol | Cezalilar | Tüm Albümler | Roj Tv Zindi | Üye Listesi | Ajanda | Arama | Bugünki Mesajlar | Forumlarý Okundu Kabul Et |
|
||
![]() |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) |
|
Üye
|
Çîroka Çêlekê Sor
Keçikê sêwî pirr je hatî ye,çi tiþtî pêra bejin û çi karî lênin keçîk dike û ji deste we jî te. Keçikê dêmarî wek xwungê (xwuçke) xwe jehatî ne ye, hênek girane zêde îþ û karî nikare bike.Dêmarî ve yake qebul û texamul nake ,ku keçka we wek keçkê sêwî ne jehatî ye.Ji ber we dêmarî zûlm, zorî û texda li keçka sêwî dike. Lê çi hikmete her çi zûlm û zorî jî bibe keçkê sêwî her care bi serfîrazî bi ser kare xwe dikeve.Dêmarî difîkire çi bike ku keçkê sêwî bi ser nekeva,dêmarî fênekî difikîre û dibeja ezo bi wî awa yî keçkê sewî di binda bihîlînim. Herdu xweng çêleka diçîrînin.Dêmarî rojeki bêrbange sibe radibe ser xwe, duh çiqîn herî hazir dike,yeke nêzikî nîv oqqe dike, ya din jî wêqesa lepekî dike.Keçik radibin xwe hazir dikin ku herin ber çêleka,dêmarî bang li wan dike dibe werin ba min. Dêmarî dibe ve herî bi xwe re bibin çole,bêresin û êvare bi xwe re jî binîn mal.Herî pirr dide keçkê sêwî, ya wêqesî lepekê jî dide keçkê xwe gendî.Keçkê sêwî li herî xwe mêzedike û li herî xwunge xwe mêzedîke serî xwe bilind dike çav li dêmarî dikeve berî xwe dide rê bi çêlekanva bervê çole diçin. Keçkê sêwî ji tirsê li paþ we ,rengi we te guhertin bengzê xwe dikeve çend rengê ji ber tirsê dêmarî.Keçkê sêwî dizane çi bi serî we de ware ,ger we ew herîye teva nekir.Hing di wê malê û xûle de bu,xwe li ber kevre kî dibîne her kû çave xwe li herî dikeve dibe ezê çing wê herî tevakim û dest bi girî dike.Pirr digrî,hêndik digrê dem û wext derbas dibe. Keçîkê sêwî serê xwe bilind dike, çêlekê sor li ber we sekinî ye.Çêlekê sor pêra dibeje ezo harî tê jî tê re birêsîm.Lê tû we yeke baþ bizanî, wextê ku tê bi kesî re got çêlekê sor alîkarî min kirî.Vê çaxe rewþe tê û jîyana min di xetere keva, tê vê yake baþ bizanî.Çêlekê sor bi keçîkê sêwî re dibe herî baveje ser sûrî (stirî) min, dest bi rêsandîne dike û pîþtî nîv seate ew qes herî diqedîne dide dest keþîkê sêwî vedigere nav çêlaken din.Keçkê sêwî pirr þa dibe çêlekê sor herî we je re qedand,lê bi xwe bi xwe jî difikîre ez çawa bi dêmarî bidim bawer kirin ku min va herî rîsandîye. Kêçîkê sêwî bi kêfe kî þa diçe ba xwunge xwe, çi bibîne xwunge ev lepek herî hing neqedandîye û alîkarî we dike herî xwunge jî teva dikin.Keçkê dêmarî bi xwunga xwe re dibeje tê çawa ev qes herî qedand? Min nikarî lepekî jî biqedînim.Keçka sêwî pêra dibeje ez qet nesekînim min heta vê gawe xwe de ser ku ez biqedînîm hênek jî ez je hatîme. Ên din ber êvare dibe,herdu xweng çêleka didin ber xwe berê xwe berva mal dikin.Keçîk çêleka li ûxîr gîre didîn, diçin hûndire male û herî ku rîsandî didîn quncîkekî.Dêmarî mêzedike herî rîsandîye, hîna neke ew qes herî çing hat rîsandîn?Bi destê xwe herî di ser û bin hew re dike,herî hatî rîsandîn. Dêmarî roja din jî oqqekê zêdatir dide keçka sêwî, keçkê xwe jî lepekî dide.Keçik bi hev re disa terin ber çêlekan.Çêlekê sor disa te ji keçkê sêwî re herî we dirêse dide dest we, keçkê dêmarî bi zar û zor herî xwe diqedîne. Dêmarî her rojakî herî keçka sêwî zêda dike disa jî keçka sêwî herî xwe diqedîne. Dêmarî dibe di wir de tiþtek heye,lê ez bi nehêsîm.Dêmarî bi keþka xwe re dibeja,serî sibe kare tê li çole keçka sêwî bicerbînî, bi dizkî mêzeka û taqib bike. Ka çing û çawa ew qes herî diqedîne? Roja din dêmarî herî herê zêda dide keçka sêwî ,keçka xwe jî wek her care lepekî dide. Keçik çêlaken xwe didin ber xwe bervê çole derin, keçka sêwî bi alîkî de,keçka dêmarî jî bi alîkî de derin.Keçka dêmarî bi dizî giran û giran,gav bi gav berva keçka sêwî diçe ku bicerbîne.Keçka dêmarî mêzedike çêleka sor hat ber keçka sêwî herî we li sûroye xwe pêça û dest bi rêsandîne kir.Keçka dêmarî bawer nake, çawen xwe mist dide û dibe ez di xewêneda nîme careka din mêzedike bi rastê çêleka sor herî li sûroye xwe pêçaye jî keçka sêwî re dirêsîne. Êvar bu, keçka disa berê xwe berva mal kirin,keçka dêmarî çi dîtîye jî dîya xwe re dibeja.Dêmarî dibe min zanî ku ew nikare ev qes herî birêse,loma her care bi ser kare xwe diket.Ka bibînin ez çi bi serî we de binîm. Dêmarî xwe li nexweþî dine û xwe dike nav nîvîna,rojek, du roj, heftek, deh roj, dû hefte derbas dibîn hîng dêmarî nexweþa.Dêmarî ji nan û awe tê birînî qet tiþtakî nexwe û venexwe . Mêre we te cem dibe,hanim ew çî xale te? Ez te bibîm cem doxtor ma xal çarekî li te mêzeka.Jînik dibe ez narim cem doxtor û moxtora,ew jî min re nabin derman. Merik carekî jîna xwe mirîye dizane bê bermalê çiqes zeh**** zarok sêwî bimen ew bûyeran carekî di serî wî de derbas bûn.Mêrik bi xale jînika xwe diþewîte,dibe hanim beja tê çi dixwazî?Dile tê çi dixweza beja ez ji tê re bikim?Dêmarî bi xwe bi xwe dibeja,dem ew demaye ez niha bejim.Dêmarî dibe dile min goþt dixwaze. Mêre we dibe eze niha herim jî te re pezekî þerjîkim binîm.Dêmarî dibe na,tê ji min re çêleka sor þerjikî.Mêrik dibe hanim ez ji tê re berxekî þerjekîm,karekî þerjekîm, mihekî þerjekîm.Çima çeleka sor?Jinîk dibe na mêrik,dile min goþte çeleka sor dixweza tê þerjekîr çeleka sor þerjeka anjî tiþtekî din nexwazîm. Mêrik mêzedike û difikire tû xal û çare nabîne,qebul dike çeleka sor jî jîna xwe re þerjeka.Mêrik bi keçka re dibeja çeleka sor ji ûxir bernedin,eze îro ji hanime xwe re we þerjekîm. Keçka sêwî pirr bi ber xe dikeva ku çeleka sor be þerjekirîn.Keçka sêwî dizane ew dêmarî bi al kir, lê tiþtek jî destê we dernakeve û nikare jî bike.Keçka sêwî tê cem çeleka sor xal meselê je re dibeja. Çeleka sor dibeja ez zanim yê min þerjekin.Ger tû dixwazî bi dine rûnkevî bikevî û bigehêjî dil û mirade xwe?Dema ku ez þerjekirîm,her wana goþte min xwerin.Tê hestê min bê kemasî bîne çole li cihekî koma serhew ke. Merik bê çare çeleka sor ji hanima xwe re þerjedike.Piþtî we buyere jînik hêdî hêdî radîbe ser xwe,kêfa we te ji ber ku çeleka sor þerjebu.Êndin her roj li male goþt te kelandin,lê her care ku li male goþt te xwerin keçka sêwî hestî çelekê sor kom dike û bi xwe re dibe çole. Rojek te goþte çeleka sor diqede, keçka sêwî ev hestî dawî ji dibe çole û dide kêleka hestî din.Keçka sêwî bi mereqekî mezin xwe dide bendê,ka jî ve çi encam derkeve. Pîþtî nîvro keçka sêwî mêzedike ji nav wan hestî xortekî bejin zirav,dêm pan,bejin û bala wî ku mirov qemîþ nabe li mêzeke radibe ser pîya .Dema ku mirov li mêzekir, tê bêjî ez bi gezîngê sû wî de dar bim ji derdikeva. Xort dibe are ez bum ên ku alîkarî te dikir.Xort di destê keçkê sêwî re digre,dibe ez dixwezim te bikim helale xwe bi te re bizevcim?Keçik jî qebul dike,xort û keçîk ten ba bavê keçike xort keçike jî bave we dixweza.Heft roja heft þeva devate dikin û digehêjîn mirade xwe.Çîroka min gehêþte ve qamete,rexme li dê û bave we xwendawan û cêmate. |
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| Çêlekê, Çîroka, sor |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
|
![]() |