Jiyan-Board


FORUM Portal Albümlerim Sosyal Gruplar Kimler Online Bugünki Mesajlar
Geri git   Jiyan-Board.NET > FORUMA KURDÝ -KÜRTÇE FORUM > Foruma Kurdi > Çirokên Kurdî
Kayıt ol CezalilarTüm Albümler Roj Tv Zindi Üye Listesi Ajanda Arama Bugünki Mesajlar Forumlarý Okundu Kabul Et

Konu Bilgileri
Konu Baþlýðý
Sûka Ga
Konudaki Cevap Sayýsý
0
Þuan Bu Konuyu Görüntüleyenler
 
Görüntülenme Sayýsý
21

Yeni Konu aç Cevapla
 
LinkBack Seçenekler Stil
Alt 04-17-2009, 07:54   #1 (permalink)
Üye
 
B0RAN - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
 
Üyelik tarihi: Sep 2008
Activity Longevity
0/20 1/20
Today Mesajlar
0/5 sssss4392
Üye No: 8853
Mesajlar: 4,392
Konular: 2
Referanslari: 0
Arkadaslari: (0)
Cinsiyet:
Kullandigi Tesekkür: 0
Aldigi Tesekkürler: 120
REP Gücü Puaný: 900
Aldigi REP Puani: 3
B0RAN is an unknown quantity at this point
Son Aktivitesi: 09-11-2009 :   08:47 
Toplam Online Süresi: 2 Saat 59 Dakika 32 Saniye
Submit to Clesto Submit to Digg Submit to Reddit Submit to Furl Submit to Del.icio.us Submit to Jeqq Submit to Spurl
Standart Sûka Ga

Sûka Ga





Tu di pêlikan de berjêr dibî û tu tê Sûka Ga. Tu bi dengê ku dibêje, “Saaaqin saaaqiiin saaaqiiin!!!” xwe didî hêlekê.



Kerê bi bar, di ber te re dibihure. Bi dengê zilamê ku li kerê di bin bar de ye dixe û dibêje, “dîîî wereeek!” tu vediciniqî.

Sûka ku te ax biavêta ewê li erdê neketa, xweþikî kes lê tune ye. Barebara dikandaran e. Deng li belika guhê hev dikevin. Ku tu xwe ji jor ve ber didî û tu dikevî nav sûkê tu gêj dibî. Tu dibêjî, “ji derdê van dikandaran divê mirov paçikekî bi xwe re bigerîne û têxe guhên xwe.”



Tu dimeþî. Tu li fêkiyê ku li ber devê dikana hatine rûkirin dinêrî. Tu diherî wî serî û tu tê vî seriyê sûkê, tu li ber dikanekê disekinî. Kundur bala te dikiþînin û dilê te dibijê.



- Ka were em herin ji hewqê hinek kundur jê bikin û bînin ji bo fitarê!



Dengê kalikê te berî dirbê wî tê. Wekî hûn tew ji hev veneqetiyabin daye pêþiya te. Gopalê wî di destê wî de ye, dide ber xwe û dimeþe. Dîsa ew riha wî ya spîboz rûyê kej rapêça ye. Tu li gavavêtina wî dinêrî. Hûn tên nav hewqê. Te ji bîr nekiriye bê çiqasî ji darên xwe hez dike. Li dêliyakê dinêre. Dihere darê ku di binê dêliyê de xwar bûye rast dike û guliyê dêliyê li ser digerîne. Paþê hûn tên hinda miþarên fêkî. Çend xirtikan ji lemê jê dike. Çend heb firingî, çend heb bacan û îsot, çend heb jî xiyar ji nav miþaran dide hev.



Hûn li ser xênî ne. Erê, wî xaniyê ku þevreþekê baranê kiribû ku tu têwerbî, hûn li ser wî rûniþtinin. Ew li bendê ne ku mele azan bide û fitara xwe vekin tu jî li bendê yî ku tu têr wan kunduran bixwî. Mele azan dide.



Bi dengê meleyê nîvro re tu vedigerî Sûka Ga. Kalikê te dîsa bi oxira xwe de dihere. Lê bêrîkirin û hezkirina wî bi te re dimîne. Tu dimeþî. Rojiya Remezanê ye. Her tiþt pir buha ye. Tu di dilê xwe de dibêjî, “Malneketan tu dibêjî qey ne meha rehmê, lê ya zilmê ye wer her tiþt buha kirine.”



Cejna din ji bergî mesrefa te tunebû, te jî roja kulîça rabû kerê þaredariyê firot. Te firot û te got, “Xelkê dizî ye. Haya min jê nîn e.” Tu di þaredariyê de dixebitî û te bi wî kerî gemara hundurê bajêr dibir diavêt. Ji bergî maaþ nedidan, te nikaribû tiþtek bikiriya û kesî bi deyn jî nedida. Te mesrefa cejnê derxistibû lê tu ji kar hatibû avêtin û niha bi gotina te, ‘mîna tu li mahr bigerî tu li karekî digerî.’ Lê ka kar li ku heye. Bi serde jî vana kirine ku tu nikarî kîloyek fêkî bikirî û bibî nav kufletên xwe!



Tu di ber xwe de dikenî. Tiþtê ku tu pê dikenî li pêþ çavên min jî xuyanî dibe. Nizanim ev serpêhatiyeke te ye tê bîra te yan tu ji ber xwe derdixînî? Êvar e. Mirovên ku fitara xwe vekirine ji bo terawîhan hatine mizgeftê. Gava ku ew limêj dikin tu ji nedîtî ve derdikevî ortê. Guhên te dilivin. Hê emrê te biçûk e. Kîsek di destê te de ye. Tu solên kesên ku misteheq in dineqînî û diavêjî hundirê kîs. Tu bi rev ji mizgeftê derdikevî derve. Bi rê de zilamek sakoyê wî li nav piyê wî ye çav li te dikeve. Te digre. Têr li te dixe. Tu nabêjî ew zilam bavê te ye. Hêrs bûye û ji te re dibêje, “Teyê misînek û çend þujde jî ji diya xwe re anîbaya…”



Wekî hûtekî dadabe te yekî tu da hêlekê. Xuyang jî winda bû. Tevlî ku kerê þamî di ber bêvila te re dibihure jî, tu nizanî bê kê çima li te wer kir. Kengî ku çoyê himal sînga te dinirquçîne hê nuh tu fêm dikî ku hinekan bi xêra xwe tu daye aliyekî. Çoyê himêl di sînga te de ye û dibêje, “Beh em gotin ser te saqin jî tu xwe nadî aliyek!.. Qey li serê te xist birçîbûn yahbo?”



Tu dikenî û tu dibêjî, “A ev rast e û hew!”



Ronî WAR
B0RAN isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
Cevapla

Bookmarks
Etiketler
sûka



Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir)
 
Seçenekler
Stil

Yetkileriniz
Konu Acma Yetkiniz Yok
Cevap Yazma Yetkiniz Yok
Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
Mesajýnýzý Deðiþtirme Yetkiniz Yok

BB code is Açık
Smileler Açık
[IMG] Kodları Açık
HTML-Kodu Kapalı
Trackbacks are Açık
Pingbacks are Açık
Refbacks are Açık



WEZ Format +2. Þuan Saat: 20:41.

Bu sitede yayinlanan program ve içerikler tamamen tanýtým amaçlý olup yayýncý yada hak sahibi isteði doðrultusunda paylasimdan kaldýrýlýr.Lütfen info@jiyan-board.com mail adresinden bizimle irtibata geçiniz.Dosyalar alýntý olup sunucumuzda barýndýrýlmaz.Lütfen Kullanýcý sözleþmesini tekrar gözden geçiriniz.Sitemiz dýþýndaki linklerden sitemiz sorumlu deðildir.
Site Öz Geçmiþimiz : jiyanboard.com jiyanboard.net jiyanboard.org jiyanboard.de jiyanname.de jiyan-board.com jiyan-board.org jiyan-board.net
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
Kurd Top List Submit website

ROJACIWAN | HPG-ONLINE | CMG-TEAM | EVINDARIM.ORG | CAVEN JIYAN | BIZEKALAN.NET | KURD WEBMASTER | TAK |