|
Jiyan-Board
|
|||||||
| Kayıt ol | Cezalilar | Tüm Albümler | Roj Tv Zindi | Üye Listesi | Ajanda | Arama | Bugünki Mesajlar | Forumlarý Okundu Kabul Et |
|
||
![]() |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) |
|
Üye
|
“Ez hêja zarokekî biçûk bûm, min navê wê bihîst. Evîna wê di dilê min de bû. (Na na! Ez hêj di zikê diya xwe de bûm evîn bi ser min de barî, ez bûme evîndarê wê) lê hezar sal jî di ser re derbas bibûna û ku min di xwe de ne dîtibûyana min ê qet bawer nekirana. Navê wê li ser zimanê min e, bejn û bala wê li ber çavê min e. Ew xweþikî û ziravî û narîniya wê hê jî li ber dilê min ê birîndar wekî tayek rihana devê kaniyan nazik û wek gula sor a bêhnxweþ dijî. Ew bû evîna min, ez bûm evîndarê wê. Ez bi dû wê ketim, ew ji min reviya. Min xwest ez wê bibînim, wê xwe ji ber çavê min winda kir. Min xwest ez wê hembêz bikim wê xwe ji hembêza min dûr xist. Min xwest ez wê bêhn bikim, wê weke bayê biharê xwe li ber pozê min xist û çû. Min xwest ez pê þad bibim, wê di evîndariya dilê min de leylan de. Ez bi dû ketim min wê nedît. Dilê min bû tajiyê seyd û nêçîra çar demsalan. Di hemû mehan û rojan de venegeriya hêlîna xwe. Ne ez westiyam û ne jî ew. Ez hê jî li dû wê me û ew hê jî ji min direve…”
… Ew helek dem e ku dimeþe. Westiyaye. Lê naxwaze bisekine. Her û her çûyînê difikîre. Li cihekî ku hinekî daristan firk e, li biniya zinarekî kaniyekî dibîne. Mêze dike aveke zelal ji kaniyê diherike, û di navbera giyayan de winda dibe. Tîbûn dikeve bîra wî lê wardiqile ku tî ye. Diçe li ser kaniyê, li ser qelefîska rûdinê dixwaze avê vexwe. Av hêdî hêdî diherike. Xwar dibe ku bi kulman avê vexwe, di avê de vebeyîna (rengdan/yansima) xezalek dît, ku ew jî devê xwe dirêjî avê kiriye. Li paþ xwe zivirî li dor û dora xwe nihêrî lê tu tiþtek nedît li wan deran. Xezal tunebû. Þaþ ma. Wî got qey xeyal e. Çend kulm avê vexwar û rabû ku dîsa here. Li dû xwe zivirî mêze kir li ser riya wî marekî xwe dirêj kiriye. Gavek avêt, mar serê xwe rakir, çavê xwe da çavê wî û zimanê xwe carê carkî derxist û sekînî. Can, her wekî haya wî jê tunebe gava din jî avêt. Lê îcar mar bi kufîneke tund rabû ser dûvê xwe û berê xwe da Can û sekinî. Can ji xwe re, di dilê xwe de got: “Ey marê delal ka bihêle ez herim, rêka min dûr e.’’ Û sekinî… Li mar mêze dir. Mar berê xwe dayê û axivî: Can þaþ ma. Di dilê xwe de borand “Ev mar e diaxive gelo!?’’ - Belê ez im, ez diaxivim. Heta ez egera çûyîna te hîn nebim ez nahêlim tu gaveke bavêjî. Can bawer kir ku mar e diaxive. Îcar rasterast berê xwe dayê û got: - Birastî tu diaxivî, yan jî ez xeyalan dibînim. Ma gelo mar çawa diaxivin, û destê xwe da ser sînga xwe û berê xwe bi asîmanan de kir û got: “Ya Star!..’’ - Tu rast dibhîzî, ez im ez bi marîtiya xwe diaxivîm. Ka tu bersiva pirsa min bidî. - Eger tu mar î û diaxivî û dibihîzî, ka bihêle ez herim. Riya min gelek dûr e. Tu cin î, perî yî, çi yî? Tu hatî pêþiya min? - Ez ne cin im, ne perî me! Ez mar im, sewalek ji daristanê. Lê te hê jî bersiva min neda Heee… - Tu bi ku de diherî? - Ez bi ku de diçim? Ez diçim ewkê!? Ez diçim malê. Ere erê ez diçim malê! De ka bihêle ez herim. - Heta tu ji ku tê û bi ku de diçî ji min re nebejî ez te ber nadim. - Ez ji mala mamosteyê xwe têm û diçim mala xwe. Tu kî yî? Ez!.. Ez Can im! - Tu bi xwe bawer î ku tu Can î ?! Can mêze kir çare tune. Di cihê xwe de rûniþt. Ew hê jî bawer nake ku mar diaxive. Di dilê xwe de borand, “jixwe ez westiyame hinek bêhna xwe bidim, belkî ez ji van xeyalan jî xilas bibim |
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| Çîroka, mar |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
|
![]() |