|
Jiyan-Board
|
|
#1 (permalink) |
|
Üye
|
Kalekî li kerê xwe sîwarbûye û birêwe diçe. Trimpêlekî(ereba) polîsan tê û li pêşîya kalo disekine û piştra jî kalo disekine. Polîsan dixwazin henekên xwe bi kola re bikin.
Polîs: merheba Kalo: merheba serçawa Polîs: ka çima tu qayîşa emnîyetê girênedaye? Kalo: qayîşa me nîne û min nedizanî ku zagonekî weha heye. Polîs: na min nizanîbû ne sedeme, em ji neçarî divê sizayê pere bidin te. Kalo: bela canê we saxbe.ka hûn binivîsîn emê ji sizayê xwe bidin. Polîs: hûyaye tu mirovekî başî, ka em qencîyekî bikin ji te ra. Kalo: qencîya çi polês efendî? Polîs: emê siza ji te ra, an ji kerê ra binivîsînin, ger ji te ra binivîsînin divê tu 2000 lire bide, ger em ji kerê ra binivîsînin divê ker 500 lire bide. Ka tu bêje em, ji kêra binivîsînin? Kalo piçekî difikire, li polîsan dinêre, li kera xwe dinêre rîha xwe dûxrîne û piştî çendakî. Kalo: ji min ra binivîsînin. Piştî bersiva kalo polîs matmayî dimînin û hemû bihewra. Polîs: çima kalo ma em ji kerê ra binivîsînin ne baştire, sizayê ku tu bide kêmtir dibe.ma tu ji hesaban fahm nakî? Kalo: belê polîs efendî ez ji hesaban fahm dikim, lê ez pîrbûme, kerê min hîna xorte, ez naxwazim nav û sîcîla wî xera bibe, ji ber ku ez dixwazim ew bixwîyne û pêşde ji xwere bibe polîs. |
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| kalo, polis |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
|
![]() |