|
Jiyan-Board
|
|
#1 (permalink) |
|
Üye
|
Nuredîn Zaza
Gundî di mêvanxana Reþo de rûniþti bûn û daxaftin. Dijmin ji gund bi tenê qonaxekê dûr bû, nixta gundê þadiyan di nêzîk de wê biketa axa bav û kalan. Herkes diponijî û li çarekê digeriya. Ezman girtî bû; bandevekê ji reþiya þevê re hîn bêtir tirs dida. Di vê gavê de derî bi þidet vebû; qiralê çiyan, Qoçoyê pola, bi heþt mirovên xwe ve ket hundir. Cilên wan þil bûn; av di tivingên wan re dihate xwar. Gundiyan giþan dan ber qîran: “Polayê kurd, sergevazê çiyayên Kurdistanê fermo!” Lê Qoço rûneniþt, di nîvê odê da ma û wek serdarekî bi dengekî xurt û gur gote wan: “Gundîno! ev panzde sal in ko ez gunehan dikim. Xelkê dikujim. Xerabiyê dikim. Stranên min di van rêlên rojnedîtî de hatin gotin, lê ji dihî vir da ji devê ti kesî dernakevin. Belkî ji bo me hemiyan, ev þev, li ser axa welêt þeva me a dawiyê be. Ji bo avêtina gunehên xwe ji ser xwe min sond xwariye ko dijmin ji welêt derêxim”. Sorahiya rivîna agirê êzingan di tifikê de li dîwaran dihejiyan. Pola li dora xwe dinêrî. Çavên wî diçirisîn. Çil gundî tevde rabûn û gotin: “ Em jî sond dixwin, em jî bi te re ne, pilingê kurd!” Di wê gavê de, ji niþkê ve derî vebû, jinikeke zirav, narîn û þîrîn, wek pelekî dara biþengê li ber bayî, ket hundir û got: “Ez jî bi te re me, ez jî mêrê Pola!” Gundiyan giþan bi dengekî weke ken kir qîr: “Gula qehpik! Gula bê namûs!” * Gulê ji gund bû. Berî çend salan bavê wê bi zor ew da bû yekî. Gulê rojekê mêrê xwe kuþti bû, keti bû pê Qoço û li serê çiyan pê re digeriya. Gundiyan bi çavekî ne baþ lê dinêrîn, her gav jê re dijûn dikirin û deriyên xwe her gav lê digirtin. Ji tirsa Qoço ne bûya belkî ew dikuþtin. Lê, ne tehqîra gundiyan, ne jî tajanga Qoço ji Gulê re ev rê ne dida berdan. Gava Qoço ew dida ber tajanga, Gulê digot: “Li min xe pilingê min! Li min xe! heya destê te biweste! Tu jîna min î! Ez goriya te me. Bê te ez nabim!” Di çiyan de bi Qoço re ger, di þikeftan de raketin, di berfê de qufulîn, jê re bextiyariyeke mezin bû. * Wê þevê Gulê dîsa digirî, lê îcar ne ji êþa tajangiya Qoço ve ko wek marekî xwe li bejna wê a zirav dipêçand. Xew, qet ne diket çavên wê. Dijmin dê biketa welêt… Rojên geþî ji bo wan ne diman. Her tiþt dibû xeyal. Dengê topên dijmin gelek nîzîk dihatin bihîstin… Çiyayên Qoço ên serbest diketin destê dijmin… Jina gund a pîs li ser vî halî bi girîn difikirîn. Li çara xelas bûnê digeriya. Divî bû ko gundê xwe, welatê xwe, çiyayê xwe û serbestiya pilingê xwe”Pola” ji dijmin biparêze. Ji niþkê ve rabû. Tiþtek hati bû bîra wê. Xencereke bi þiv girt. Ji þikeftê derket. Riya aliyê dijmin girt û winda bû. * Qoço, bi çil gundiyên xort û mêrxas ve li pêþ dijmin kemîn girti bûn. Hingûra þevê bû. Li ser çiyayê bilind, nîvreþ heyveke sor bi dilekî þikestî hêdî, hêdî hildihat. Dengê topan hati bû birîn. Pola çavên xwe li ser çiyayên xwe; li ser warên xwe gerand û bi keser li wan nêrî: Wî sond xwari bû; gunehên xwe yên pazde salan wê bi destê xwe rakirina, ne hiþta ko dijmin derbasî tixûbên welêt bibe… Di dilê wî ê pola de agirê serbestiyê pêketi bû. Wî tu caran wek wê þevê hej kuþtin û helanîna tola xwe ne kiri bû. Demekê, Gulê hat bîra wî. Wî hej vê jinikê dikir. Li dora xwe nêrî; li Gula xwe ya ko wek sihekê jê ne dibû ne dît. Di wê gavê de nêrevanekî wan got: “Bala xwe bidin! ji aliyê dijmin yek tê.” Siha ko xweya dikir bê tirs û telaþ dihat. Dengekî þikên wan rakirin: “Ev Gula qehpik e!” Gundiyekî din got: “Qehpikê em xistine xefkê! Tifingê berdê, Pola! Ew rêberiya dijmin dike!” Qoço rûyê xwe tirþ kiri bû; birihên wî lê gijgijîn, kûr li pêþ xwe dinêrî. Wî jî gotinên gundiyan rast didîtin. Gulê li cem dijmin çi dikir? Ne xwe cihê wan þanî dijmin kiri bû… qehpitî kiri bû. Qoço di bin ronahiya heyva sor re tifinga xwe dirêjî Gulê kir û got: — Ha ji te re, Gulê! Berî dijmin berika pêþîn para te be… Berikê wek qîrekê tariya þevê çirand û armanca xwe a zirav wek çarþeveke hevrîþim raxiste erdê. Piþtre Qoço rabû ser xwe û ji gundiyan re got: — Zû bin hevalino! Em ê nixta dijmin bigirin! Çûn. Lê dijmin bê liberxwedan revîn. Kurd ketin asêgehê; her der vala bû. Bi tenê di odekê de tiþtekî ecêb dîtin. Serê zabitê dijmin ji laþê wî hati bû birîn û mezel bi xwîn bû. Li ser nivînê xencereke bi xwîn diçirisî. * Qoço xencer rakir; wî ev xencer dabû Gulê? Di kulma zêbit a guvaþtî de gurzek porên Gulê ên zer pêl dida. Qoço kulmikên xwe gez kirin û wî pilingê ko çiya dihejandin ji bo cara pêþîn girî û gote gundiyan: — We bi min gunehê paþîn da kirin, ji Gula qehpik re me qehpetî kir! Bi dengekî têrêþ, têrpoþmanî û têrbirîn gotina xwe a paþîn kir: — Gulê! Te deynê xwe da, te gunehên xwe rakirin! Niho dora min e, Gulê! Gula min a zer! Bi xencera xwîndar wek bayekî ji odê derket, berê xwe da dijmin û nema xweya kir. ----------------- Serkanî: Hawar, hej. 29, Hezîran 1941 ------------------------- Nûdem û Nefel __________________ |
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| nuredîn, zaza |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
|
![]() |