|
Jiyan-Board
|
|
#1 (permalink) |
|
Üye
|
JINEBÎ
Keçê, min ji we re digot, we ji min bawer nedikir! De we jî îþev bi çavên serê xwe dîtin bê wî çawa li min dinerî. Dev ji van hawena berde, çi ye? Îcar ez derewan dikim? Keçê, bi Qur'ana Elî û Mihemedî hûn jî dizanin, lê hûn rastiyê nabêjin! Ma ez ji çavên xwe bawer bikim, ya ez ji gotinên we bawer bikim… Ma we nedît bê wî çawa li min temaþe dikir? Heta, gava ya hemberî min rabû ku biçûya tûwaletê, wî çavê xwe li kursiya wê beliqand ku were li hemberî min rûne, lê min rû nedayê. De bi sed Qur'anî werê ye, haa! Ma çi heqê min li min e ku ez ê buxtanan li xwe bikim?! Ez nizanim bê kêfa we ji çî wî re tê! Min hîna cara berê jî ji we re gotibû bê ew çi çavpahn e û bê wî çawa di bin çavan re li min dinerî, lê we dîsa jî ji min bawer nekiribû. Keçê, teva ku wî zanîbû ez cixareyê nakiþînim jî, ji her kêlîkekê carekê cixare dirêjî min dikir. Gava qedeha kolaya min qediya jî, wî berî min bang garsonî kir û ji min re kola xwest. Tu dibêjî qey min nikarîbû ji xwe re bixwestaya. Guh û çavên wî wer li ser min bûn. Na keçê, ji hur**** çi! Ew yekî çavpahn e, çavpahn! Ew hercara ku bi derûdora xwe re dipeyivî û qedeha xwe radikir, li hundirê çavên min dinerî û bi min re dimizicî. Tu dibêjî qey kesî din tune bû ku wî lê binêriya. Her ku wî gotinên xwe diqedandin, berê xwe dida min, da ez gotinên wî tesdîq bikim. Ji wî heye ku ew jî bûye tiþtek. Serokê komeleyê ye, serokê komeleyê! Yanî ew jî dibêje qey ew bûye tiþtek. Keçê, ma we nediye bê ew çawa xwe tûrterizî dike û tew ji ser kulan re, ew joleyê jî di wî porê xwe yê gewirbûyî de dide. Bê eyb û bê fedî! Ji wî heye ku ew hîna xortik e. Rojê qatek kinc li xwe dike û her tim jî gomlegê sipî li xwe dike. Ez ji tu kulê namirim, piþtî vî emrî simbêlên xwe jî jêkiriye, keçê! Weyla li we porkuran, ma hûn çima dengê xwe nakin? Na xwehê, na! Bi gora delaliyê ber dilê min ez wî ji berê de nas nakim û hetanî niha du gotinên me jî li hev neketine; ma îcar çawa min teriya xwe pê re kil kiriye. Min rojekê jî bi awireke xweþ lê nenêriye. Em ne merivên hev û ne jî cîranên hev in. Ji xwe ev cara dudan, ya jî ya sisiyan e ku em hevdu dibînin. Ez ji ku dizanim, ew û mêrê min ê rehmetî di rêxistinekê de bûne; ew hevalên hevdu bûne; ew destbirakên hevdu bûne; ew bi hev re di hefsê de mane; nizanim çi bûye, çi bûye… Yanî ji min re çi? Ez ne wî û ne jî pîreka wî nas dikim. Ji xwe heger min pîreka wî nas kiribûya, min ê jê re bigotaya bê mêrê wê çi çavqûnde ye, lê ez çi bikim, ez rojekê li deverekê jî lê rast nehatime. Ma ez ê li kû lê rast bêm, keçê? Ma we diye ku wî rojekê ew teva xwe biriye deverekê, hiiiiii!!? We diye? Ji bo çi teva xwe nabe? Ji bona ku li pîrekan binêre, li pîrekan! Keçê bi hersê navên Xwedê ez buxtanan nakim, haaa! Di bîstikeke de ku berê min li cîhekî din bû û ez li xwe zîvirîm, min bala xwe dayê ku ew ziq li pêxîlên min dinêre. Gava ez li xwe haybûm, min bala xwe dayê ku qomçeya gomlegê min ê sor vebûye û ew li kortika herdu pêsîrên min temaþe dike. De îcar hûn ji min re dibêjin ku ew yekî baþ û bi namûs e. Hûn dibêjin ku merd û ciwanmêr e… Ma zilamên merd di maseyeke xwarinê de, di qelîþtekên cilên pîrekan re li deverên wan dinêre? De îcar tirro serok e! Yanî tu bû serok, îcar tu bûyî tiþtek? Ji wî heya ku ew Tarik Akan e û hemû pîrek li dû wî digerin. Gava mirov bi tenê li cîhekî lê rast tê, ew xwe li mirovî nake xwedî, lê gava civîn an jî xwarinek be, bê ew çawa di bin berçavkê re li paþil û pêxîlên mere dinêre. Keçê, ma sûcê min çi ye? Ma qey min xwest ku ez jinebî bibim û zamoteyên weha bi çavên xerab li min binêrin? De Xwedê heqê me ji dewleta bênamûs re nehêle, ma em çi bikin!? De yê me ket bin erdê û tolazên xelkê jî ji xwe re fîkfîk digerin. Ji xwe re çavên xwe bera jinên wan didin… Erê keçê, ez wenî nebêjim, kî yê bibêje? Na, na… Ma ez ê çima bigirîm? Wa ye du þepalên min li dewsa bavê xwe ne. Ma ihtiyaca min ji tolazên wenî heye? Ey de ne hûn nizanin bê ew çi þûtik e, þûtik… Ji ber ku ez rû nadimê, ew nehat daweta suneta kurê min. Îcar bi derewan jî got ku ew ne li vir bû, ew çûbû bajarekî dinê. Hema di esnaya daweta me de çûyina te derket? Keçê, heqê wî ne serokatî ye, heqê wî çopçî ye, çopçî! Ev deh car in ku ez ji we re dibêjim bila kurd wî nekin serok, lê ne xema we kesî ye. Keçê, heger ew pirî baþ bûya, wî dê hevalên xwe di nav êgir de nehiþtaya û nehataya van kuçeyên qahpikan! Erê, erê… Em bi alîkariya wî hatin van deveran, lê ma çi fêde! Na xwehê, weleh min ji bona dawetê bang nekiribûyê… A vê dêlika li kêleka te bang kiribûyê, wê bang kiribûyê, haa. A ku dil ketiyê ew e, ew! Ne ez im, ne ez… Îcar karekî min tune ye di ser mirina delaliyê xwe re, ez ê herim cem mêran, hiih! Ev li me kêm e. Keçê, çawa devê te digere ku tu gotinên weha ji min re dikî? Ma ez ew qasî qahp im ku ez herim mêran bikim? Ma ez ê çawa sibeh du rojên dinê li rûyê van zarokan binêrim? Ma ez ê çawa li rûyê alemê binêrim? Ma xelk ê nebêjin ku çû wan welatan, hatin berdan? Erê keçê, hûn ji xwe re bikenin. Ê min ez wenî me. Ez 'eskîqafa' me, hûn çi dibêjin ji xwe re bibêjin. Lê ez mêran bikim jî; ez kê bikim jî ez wî qedeneyî nakim. Erê, erê, erê...! 'Ew bejin zirav e. Ew yaqiþiqlî ye, ew çekicî ye...' Keçê ne min ji te re got ku dilê wê ketiyê, dilê wê! Ew rojê carekê van tiþtan ji min re dibêje û ji wê heye ku hîn mêrik û jina xwe dev ji hev bernedane jî, ez herim piþta xwe bidim kulîna mêrikî. Ji xwe ez dibêjim tev de jî ev qûnkuspa li kêleka te dev dide wî û ew benan di guhên mêrikî de radike, loma ew weha li min dinêre. Ey heger ne bi nêta xerab be û heger ne ji çavqûndetî be, ew dê çima ji nav wê alemê giþî ji ber min rabe ser xwe... Erê keçê! Gava ez çûm tûwaletê û ez vegeriyam ser maseyê, ew di nav wê nefîramê de ji ber min rabû ser xwe û hetanî ez rûneniþtim jî, ew rûneniþt. Gava ez rûniþtim, wê rewþa hanê bala her kesî kiþand. Wî jî fahm kir bê wî çi gû belav kiriye, piþtî rûniþtina min xwîn li xwe sar kir û dawe li civatê kir ku ew çand tiþtan bibêje. Wexta wî dest bi axaftinê kir û di nav gotinên xwe re qala mêrê min ê rehmetî kir, ku bê ew çi qasî qîmetê dide hêjahiyên wî û ji ber wê jî ew bi çavê wî li min dinêre û Xwedê giravî ez mîrasa mêrê xwe yê rehmetî me, min di bin çavan re lê nêrî; min lê nerî, lê weke min ji we re got, ew yekî li ber xwe nakeve, wî dîsa domand û qederekî medhê mêrê min ê rehmetî da. Gava wî gotinên xwe qedandin jî, giþan jê re li çepikan xist. Û tew bê eyb û fedî hêsir jî ji çavên wî hatin xwarê. Min bi zorê xwe girt û girî di qirika min de girêk girêkî bû. Tu nema bû ku min bigota "baar" û ez bigiriyama. De kes dizane xwehê, egîtên mîna mêrê min di bin axa sar de birize û xelk jî ji xwe re li ser maseyên araqê halanan di wan de hilde! Keçê, qî**** wî ji min re ne lazim e, ne lazim! Hîna ji wê demê de kêfa min ji navê wî re nedihat. Min carekê jî ew nedîtibû, lê wexta ku qala wî dibû, min digot qey hinek ji min re xeberan dide. Mêrê min ê rehmetî jî eynî mîna we digot: "Ew hevalekî gelekî fedekar û canfeda ye. Di rewþên herî xerab de jî, ew piþta mirovî bernade, loma jî divê mirov qî**** hevalên weha zanibe!". De we dîtiye, xwehê, bê mêrik çi qedir û qîmet dida wî, ew di ser hemû hevalên xwe re digirt û bê ew bi kîjan çavî li min dinêre. Na keçê, ez ji tu kulê namirim, gava ez nuh ketim hundirê liqunteyê jî, ew di nav sîh însanî de ji ber min rabû ser xwe û qomçeyên xwe pev xistin û hetanî ez rûneniþtim jî, ew rûneniþt. De nedibû ku ez li pêþ alemê tiþtekî jî jê re bibêjim, xelkê dê bigotaya qey tiþtek di navanbera me de heye. Min wecê xwe pê re tirþ kir, lê ka; mesele ew e ku mirov li ber xwe bikeve. Xwehê, hûn mirovî dîhn dikin ku hûn dibêjin "ma çi bi vê yeka hanê ve heye ku mêrik ji ber te rabûye?!"… Ma ew ji ber jina xwe radibe, ku ji ber min rabe?! Ji xwe gora ku tê gotin, ew daran di devên hevdu de radikin. Ew li ber berdanê ne. Jinik baþ dike, ma kî li cem dûndeyên weha îdare dike!? Bi Qur'ana ku me îmana xwe pê aniye, ew careke din min dawetî xwarin û civîn û mivînan bike, ez ê wî rezîl bikim, rezîl! Bila hedê xwe zanibe û bi çavê xerab li min nenêre. Ya na na, ez ê wî di nav alemê de rezîl bikim, rezîl! Hiih, de li pê xwe binêre, wa ye dûndeyo ket devê derî. Çavên te ronî bin. De rabe û serê wî di xwe ke, haa! Enwer Karahan SERPÊHATIYA MINDALEKÎ Kiçik bûm. Dê, bav û bira li ber ekranê televisyonê peykerên bê deng bûn; çav bendewar e, û her kes amade ye. Ev e çend roj... xelkên bajarê me, pîrejin û kalemêr li kokanan, cotkar li bexçe û zeviyên xwe, karker û bazirganan li bazar û dikanan…; ta bi þagirtên dibistanan, mindalên biçûk û yên mezin, tevde bi yek mijar û babetê mijûl in, û ew babeteya her dem, û li her derî li ser zimanê xelkê ye, bi hemû cûre û nifþên xwe… - We bihîst bê çi bûye…? Em kiçik bûn, me ne dizanîbû, kêmiya baran, komkuj û enfal çi ne? Me car caran segek yan jî pisîkek mirî li kolanên bê bext didît, û herwiha me car caran konê þînê jî li ber malekê vedayî didît. Lê, me ne mirî didît, û ne jî me dizanîbû mirin çi ye, yan jî ê mirî çawa ye? Bêjer derdikeve, û bi dengekî melûl dibêje: "Em þîretê li hemû nexweþên dil, û xwedanên hestên tenik dikin, li vî fîlmê dokumentî temaþenekin, çunkî gelek wêneyên jan tê de hene." Hingê, min ji xwe re got: "Dawiya dawî pirsên min dê bersivên xwe bibînin, ev fîlmê dokumentî dê her tiþtî ji min re zelal bike." Lê, heta ev fîlmê dokumentî jî bûbû cihê danûstandinê, pirs û gumanên xelkên bajarê min, ji dema ko TVyê ragihand, ew dê fîlmekî dokumentî li ser kujtar û kîmiya barandinê pêkêþ bike, û xelkê dest bi pirs û sawîrê ne zindî kirin. - Îþev, wê fîlmekî dokumentî li ser kujtarê bête weþandin. - Ma ev rojnamevan çawa gihiþtiye wê derê, lo …! - Dibêjin, nabe nexweþên dil li vî fîlmî temaþe bikin, ew nikarin wêneyên wî tehmûl bikin; belkî bi sedema wan wêneyan bimirin. Wiha sawîr û gumanên xelkên bajarê min berdewam kirin, heta þeva ko fîlmê dokumentî dê bête weþandin. "Mala Xwedê ava be, ti nexweþên dil di mala me de tuneye", wisa min ji xwe re got. Lê wê demê, ez tênegihiþtim çima bavê min gazî min kir û ji min re got were li fîlm temaþe bike…? Ev pirs e ya di wê demê de ji min re veþartiyek bû. Lê, bi tenê min yek tiþtî dixwest, bi tenê bersiva pirsên xwe bidim, û wiha ez jî tevlî wan bendewaran bûm, û çavên min ber bi ekranê televisyonê ye, min bawer nekir! Gelo ev xewn e yan jî rastî ye… ?! Wê þevê, û piþtî ku fîlmê me bi dawî hat, her kes bi giranî ji cihê xwe rabû, û wê þevê jî min xwe li ber wêneyên zarokên kevirî, û dayikên xwe bi ser zarokên avêtî windakir. Ekterên wî fîlmî mîna peykeran bê deng bûn, bê lebat bûn, bê giyan bûn. Wê þevê min çiqasî xwest ez bi hewa kevim, giyanê xwe bigihînim giyanê wan mindalan, û min çiqasî dixwest pirsên min bê bersiv bimana; lê di wê þevê de ne tenê min berisv ji pirsên xwe re peyda kirin, lê ez fêrî kambaxiya mirovantiyê bûm, û kujtar lehiyeke boþ bû, ji giyanê bê gunehan ber bi asîman diçû, û serpêhatiya bajarekî navê wî "HELPÇE" di simaxê min de nîgar bû. Rustem Hemze NAN Ew ê min di himbêza xwe ke. Dê bibêje tu dereng mayî. Ji min re gotibû ez ê te li ba firnê bibînim, lê min baþ guh nedayê. Me yê li xelkê temaþa kiriba ku çawa nanê germ li ser destên xwe ji firnê dibin û dilezînin. Dê bihna nên bihata me û me yê hest kiriba ku em di hundirê jiyanê de ne. Em dê mil bi mil bi hevre bimeþiyana û em dê di qiraxa firnê re derbas bibana. Ez neçûm ser sozê xwe, aniha ku ez ber bi deriyê mala wê ve diçim, ez dikim li erdê kevim û rih bidim. Azad di ber firnê re çûbû, dît ku ew li wir rawestiyaye, li hawirdorî xwe dinêrî. Azad got ew gelekî xemgîn bû. Ax Xwedê, ez çend bêzar im, ez Xwedê jê standî me. Çaxa Azad ji min re got min lihêf kiþand ser serê xwe û min kir qîrîn: - ez dixwazim bimirim, xatûûûûûn. Dawiya mala wê nayê, tu dibêjî qey ji ber min dûr diçe, qerfê xwe bi min dike. Nefesa min diçike, ez dixwazim bazbidim. Ez ê bêjim li min negire, ez bêbav im, ez hirç im. Çaxa ew û hevala xwe, Hêvî, hatin, destê xwe li çena min xist û çentê xwe avêt ser text. Ez himbêz kirim û ji Hêvî re got ez jê hezdikim. Hevala wê, Hêvî, þermok e, rûyê wê zû sor dibe. Hêdî rûniþt û bi tiliyên xwe lîst. þûnde Azad hat ''Ev hevalê min Azad e.'' Azad jî þerm kir, nizanîbû çi bike. Wê got ez ê qehwê çêbikim, çav qurimçand min û çû metbexê. Hevala wê bi tenê ma, bêdeng û çev nuxumandî. Wek tabloyek reþ û spî ye. Min lê nerî. Gava Xatûn qehwe da min got: Em li ber firnê hev bibînin. Ez li ber derî radiwestim, bihn çikyayî, ez piþta xwe xwar dikim û destên xwe datînim ser çogên xwe. Ez ê çirokek direj çêkim da ez wê razî bikim. Ez ê bêjim Azad tu dîtî, wî dizanîbû tu l?i benda min î. Cara pêþî ez hatim cem te, Xatûn, te fotoyên xwe þanê min kirin. Tu di nav daran de bû yî. Tu di nav gul û keskayiyê de bû yî. Tu difiriyayî, tu kevok bûyî. Sê caran ez li derî dixim. Rûyê geþ ji derî derdikeve.Ez dikevim nav herdû destên vekirî û serê xwe datînim ser singa wê. ez kûr wê bêhn dikim. Eniya min di nav herdû memikan de dimîne. Ew serê min bi herdû destên xwe bilind dike. Çavên xwe dixe çavên min, em herdû dikenin, em diçin ser balkonê, li xwar meyze dikin. Xelkên ku di kuçeyan de derbas dibin, ha ji me nînin. Ez ji niþkêve wê maç dikim, ez bejna wê bi destê xwe dorpêç dikim. Ez radihêjimê û wê dibim orta odê. Destên wê yên piçûk xwe li stûyê min dicivînin. Hevala wê jê kintir e, lê jê xweþiktir e. hergav bêdeng e, wek pûteke mermerî ye. Li ser serê tiliyên lingên xwe dimeþe. Kirasê wê yê direj li pey diþemite. Laþê wê wek pûteke ji berfê di nav kirasê wê re xuya dike. Serê xwe ditewîne û porê wê wek sûlavek reþ bi ser sînga wê de tê xwar. Biþkokên sînga xwe vedike, kirasê xwe ji xwe dike. Xwe þilfî tazî dike. Tazîtiya wê êrîþî min dike. Dihere ber pencerê. Xwe û memikên xwe bi pencerê ve ditemisîne. Memkên wê pehn dibin û dibin wek du glokên hevir ên raxistî. Di orta wan de herdu serên memikan wek du morikên sor in. Di laþê hevala wê de bangek kûr heye. Lêvên wê gotinên bê deng dibêjin. Got?inên wê yên bê deng, wek mar derbasî dil dibin. Em ji hundir der dikevin. Mil bi mil em nêzikî firnê dibin. Bêhna nanê germ êrîþî me dike. Ji dûrve Azad û hevala wê bi hevre ber bi me ve tên. Dilê min tijî xem dibe û çavên min dibin wek du nanên þewi?tî. Nîzar Agirî MISTEK AX Bo Helîm Yûsiv Neviyê tozê, dilketiyê leylanê! Li balefirgehê, pirsa yekem ku ji hevalê xwe kir: - Te emanetê min anî? Hevalê wî, weke ku li hêviya vê pirsê be, destê xwe avête nav çenteyê li ser milê xwe û biken got: - Te bi telefonan guhê min gêj kir: Mistek ax û mistek ax, ma ji te pê ve tikes nehatiye xerîbiyê?! Tûrikê miþt ax ji binê çente derxist û da destê wî. Bi rûyekî ku ti hest tê de ne diyar bûn, li hevalê xwe yê nû ji welat hatî nihêrî û bêdeng berê xwe da trênê. Di trênê de jî bêdeng ma, gurmegurma trênê û qerebalixa piþtgirên tîmeke topê ya ku di lîstika xwe de bi ser ketibû û kenê grûpeke keçikên porsor û poz bi xizêm nedihatin wî, çavên wî hey li tûrikê axê yê di destên wî de bûn. Kesên ku di ber wî re diçûn û bilez lê dinêrîn, xeyal dikirin ku di xew de ye yan jî serxweþek e, ta dema ku kontrol hat û bilêta wî xwest, destekî xwe ji ser tûrik rakir û bilêta di berîka xwe de derxist û bêyî ku li mêrik binêre da destê wî, mêrikê ku bilêta wî kontrol kir jî lêvên xwe qermiçandin û bilêta wî da destê wî yê ku hê jî li hewa bû û meþiya. Sê sal bûn ku dûrî welatê xwe ketibû, li welatê nû yê ku nedibû welatê wî, pêrgî gelek astengî û dijwariyan bibû, saleke girover di hayimên penaberan de jiyabû û ev du sal in jî di maleke koxikî de dijî. Fersenda fêrbûna ziman bi dest wî nediket, ne dikarîbû di sê salan de sê dostan peyda bike, ne jî karek li gor dilê xwe didît. Þevên bêdengiya wî di wî bajarê ku hemî deriyên xwe di rûyê wî de girtibûn de, giran diçûn, eger ne telefona wî ya desta bûya, ne dûr e dîn jî bibûya. Her çendî ku zengilê wê heftiyê carekê ne dibihîst jî, lê jê re bibû sebrek, li jimarên ku nizanîbû yên kê ne dida û bi lez digot: Bibûrin ez þaþ bûme! Gelek caran deng in zivir û tund dibihîstin bersiva wî didan: Careke din þaþ nebe. Lê wî lîstika "ez þaþ bûme" her berdewam dikir, tenê ji bo dengê mirovekî bibihîze û çend saniyeyan pê re biaxife. Sosyala bajêr gelek zext lê dikir da ku kar bike, lê wî fêrbûna ziman dabû ber çavê xwe, dikir û nedikir ti alîkar ji bo vê yekê nedidîtin, ta rojekê li ber destê karmendê sosyalê yê gilover û ziman peltek û çav pisîkî giriya û got: Berî kar fersenda fêrbûna ziman bidin min, tika dikim!! Kurseke sêmehî jê re peyda kirin, dema her sê meh bihurîn, tenê fêrî çend hevokan bibû: Navê min filan e, ez ji filan welatî hatime û çend hevokên giring di jiyana rojane de. Dîsa nameyên sosyalê bi ser qutiya posta wî de bariyan, ew qutiya bêdeng, a sar, a ku tenê tê de nameyên fermî yên sar, didîtin. Ji naçarî bû belavkerê reklaman, bi seetan li kolanên bêdeng ên weke goristanan digeriya û reklamên xwarinxaneyan, berberan û rojnameyên reklaman ên her çarþem li qutîpostên malan digerandin, roj bi roj binê neynûkên lingên wî reþ dibûn ta ji her lingekî wî du sê nenûk pekiyan. Gelek sibehan kûçikên malan bi ewtîniya xwe ew vediciniqandin, aveke tehl bi devê wî diket û gera xwe berdewam dikir. Ne tenê kûçikên malan, xwediyên malan jî bêyî ku silava wî ya sibehê vegerînin, bi rûyekî tirþ û bêyî ku li wî binerin digotin: Van gemaran nexe qutiya posta me! Û li turimbêlên xwe siwar dibûn. Xweziya xwe dadiqurtand û berê xwe bi serxwarî dida qutiyek e din. Trên li stasyona berî stasyona bajarê wî rawestiya, hin daketin û hin siwar bûn, grûpa keçikên porsor û poz bi xizêm hîn dikeniyan, lê garana piþtgirên tîma serketî bi qutiyên bîra ên di destên wan ên bilind de, bi hev re daketin. Kurtekêlîkekê li grûpa keçikên porsor û poz bi xizêm nerî, piþtre weke ku bitirse hinek tûrikê wî ji dest wî birevînin, qenc destên xwe li tûrik þidandin û careke din bû gurîna trênê. Li her deverê xwe bi tenê didît, di trênan de, li restorantan, li þahiyên kolanan, li marketan, newêrîbû li çavên xelkê binêre, ditirsiya kesek bi wî zimanê ku ew fêr nabe, pê re biaxife, dengê kesî nedibir xwe. Ji ber ku bi zimanê xwe jî kêm diaxifî ditirsiya lal bibe, îcar bi xalî û pencere û cilên mala xwe re dipeyivî, bi ewr û baranê re, bi xaçên li serê dêran û bi manîkanên camekan re jî diaxivî. * * * Dema gihiþte mal û derî vekir, bi dengekî bihîstî û þkestî ji tûrikê axê re got: Fermo derbas be!! Û bi derbasbûna hundir re, di ber xwe de got: "Bibûre, min tu ta vê xurbetê aniyî, lê pêwist bû tu werî!!" Di serî de berê xwe da odeya razanê û tûrik li ber serê xwe danî, lê di ber xwe de got: "Ev ne cihê te ye", ew li salonê danî, lê dîsa cih neeciband, nema zanîbû li ku deyne, dawî berê xwe da serþokê û tûrikê ji xwêdana destên wî þil bibû li ser erda rût û sar danî. Axa zuha, westiyayî û bêdeng, ew axa ku bi hezarê caran li taxa xwe di ser re diçû û dihat, li erda hemamê weke nalînekê kom bû! Gupegupa dilê wî duqatî bû û hêsir di çavên wî de biriqîn, li koma axê nerî û bi dengekî lerizî got: "Bîna wêranan ji te tê axa min!!" Çend qurtên hovane li bîrayê xistin û dîsa berê xwe da koma axê: Sê sal in ez dûrî te ketime, bibûre ku min zimanê axaftina bi te re ji bîr kiribe, bibûre eger ez bi bêhurmetî di vê þeva gawirane de bi te re biaxifim. Tê bîra te axê!! Dema polîsan mala me dorpêç kirin û girtin ser odeya min? Tê bîra te dema pênûsa min þkandin û kaxezên min ên ku tê de bi tenê min helbest in li ser evîna te nivîsîbûn, li ber çavên min û te þewitandin? Pirtûkên min weke keroþkine tirsiyayî avêtin binê tûrekî û ta kaxezên spî yên ku hîn min hestên xwe li ser wan nerijandibûn jî, ji ser maseya min civandin, destên min li ber çavên te 'eger çavên te hebin' kelebçe kirin û bi pihînan ez ji mal derxistim û weke çewalekî kayê ez avêtim paþiya jîpeke di rengê te de!! Wê þevê tu bêdeng mayî, te cizmeyên polîsan dialastin û haya te ji jana qevdikên destên min ên girêdayî nebû!! Dema piþtî heftiyekê di eynî jîpê de ez hatim malê, min di camên wê re li jêr dinêrî, dilê min dihat guvaþtin, dema min didît tekerên jîpê zinê bi te dikin, lê tu!! Çi bi te xweþ dihatî!! Tu þahida bêdeng a bûyerê bûyî, þopên cizmeyên polîsan li ser te neqþên hov resim dikirin û hê jî tu di xewa xwe ya axîn de bêdeng dimayî!! Tê bîra te dema dilê min di payîzeke bêwijdan de hate hêran? Erê, bêguman tê bîra te her nîvro dîlbera min di ser te re dibihurî û dihate odeya min, ji piþt ve, destên xwe li ser herdu çavên min ên bendewar datanî û bi ken digot: Ez kî me? Min xwe li nezaniyê datanî û destê xwe di ser destên wê yên mîna du kevokên kedî re dibirin, di ser lêvên wê yên germ û dagirtî re dibirin, di ser memikên sêvane re û di ser her du ranê wê........û min digot: "Tu periya cinna yî!!" Û em di ser hev re weke du hewrên har ku ji du aliyan ve bayekî dîn ew diajotin, diqulibîn!! Her danê nîvro bi gavine ku tevna derewke dirêj diristin, di ser te re derbas dibû, ew periya cinnan, haya te jî ji xefkên ku li pêþ dilê min vedigirtin hebû, lê rojekê tenê te rastiya rût li ber min ranexist, rojekê tenê te- hema bi pistepistekê - di guhên min de negot: Hay ji dilê xwe hebe li xefkên vedayî nelikume!! Carekê tenê te negot: Dîno xwe nespêre rewrewkê, tu ê ji tîna dilê xwe bimrî!! Te negote min: Lîstikê rawestîne, êdî dilê te tê hêran!! Ez û te dost bûn axa min, û min ji bo te xweþtirîn helbest nivîsandin, min tu bêhn dikirî ta ku hêz di piþikên min de hebû û min toza te ya ku li kincên min, li mijangên min digirt, ta heftiyekê nedadiweþand!! Min digot: Ev tozeke pîroz e! Toza axê ye, axa li ber deriyê min a ku zarotiya min a xeniqî û xortaniya min a berxwenedîtî di nava xwe de mîna razeke veþartî hembêz dike. * * * Hêdî hêdî çavên wî sortir dibûn û qutiyên bîrayên li ser keviyên mirêkê rêzkirî, vala dibûn, lê hîç wî çavên xwe ji ser wê axa çelmisî û li ser erda hemamê ya rût û sar komkirî danedigerandin! - Ez perîþan bûm, xizan bûm, bêçare bûm, min dilê xwe yê þkestî li kolanan digerand bêyî ku kesekî bibînim, perçeyên wî bighîne hev. Rojê te ez deh caran di wê perîþaniyê de didîtim -eger çavên te hebin- lê her tu di bêdengiya xwe ya ezelî de dimayî! Ma nedivabû tu li ber xemgîniya gavên min ên tewþ bûbayî dînbûneke ji tozê û li ezmanê wî bajarê gawirane bigeriyayî? Da te herkes bi jana dilê min agahdar bikira? Ma ne divabû te ez bi her xefkeke nû ku li ber dilê min dihate raxistin, agahdar bikirama? Ez ê ku min tu weke dayikekê ji xwe re didîtî û ji dayikekê þêrîntir jî!! Min ji kerba jiyana xwe agir bi pirtûkên xwe û derî û pencereyên mala xwe xist û hatim ku xwe jî biþewitînim û dîsa te bêdeng li min dinerî, dibe ku tu wê kêlîkê di ber xwe de dikeniyayî jî û te digot: Lawik dîn bûye! Min wateya jiyana xwe di parastin û hezkirina te de didît! Eger min tenê peyveke ne di rê de li ser te bibihîsa, har dibûm, dîn dibûm û dihatim ku te di çavên xwe de veþêrim. Bihata ya dawî jî ez amade bûm xwîna xwe ya sor û germ jî di ber te de birijînim. Lê te!! Aaaaaaaaaaaax ez vê þevê çi ji te re bibêjim û çi nebêjim!! Ka bêje min, gava erd li min teng bû û dilê min di destarê hêviyan de dibû ardekî vêketî, te çi ji bo min kir??!! Gava te ez birçî û tazî û xemgîn didîtim te çi dikir??!! Ez ji bo te digiriyam, min rê nedida bayek rabe û te ji ber deriyê min birevîne, min nedihiþt tikes te ji ber çavên min bibe, min xew li xwe heram dikir da ku nehêlim dizên axê te bibin bajarekî nenas!! Ka bêje -eger zimanê te hebe- çima tu bêdeng mayî dema min berê xwe da vî welatê ku nabe welatê min û ez reviyam?! Te her roj didît -eger çavên te hebin- ez diçim û têm û li xwe digerim, li hebûneke rihet û evîneke zelal digerim, li jiyaneke ku wek mirov tê de bijîm digerim, lê tu ji min re nebûyî warê wê hebûnê, wê evînê, wê jiyanê. Tu her û her bêdeng dimayî, weke çawa niha jî di vê þeva lal de û li ser vî erdê sar û rût tu bêdeng î!! Îcar nebêje min: Te çima ez anîme vê xurbetê? Tu yî ya ku ez di vê wêranê re derxistim, sûcê te ye axê, sûcê te. Nefikire ku ez ê te li ber serê xwe deynim û her sibeh rabim te bîn bikim û çavên xwe bi te kil bikim û bibêjim: Ofyaaaan! Bîna bihiþtê ji te tê! Na, na lê ez dê........................... Û zincîra pantorê xwe bi kerb vekir û bû þirþira mîza wî bi ser wê mista axê de. Jan Dost MEHA SÊZDEHÊ Di seet bîst û pêncê de, di nav bêdengiya nîvê sevê de, ji niskêve Cemîlo ji xewê veciniqî û biryareke bêveger da: - Divê ez bibim bikuj (qatil). Nema zanîbû çawa îro wisa zû di xew re çûbû. Dibe ku siyar be jî, çunkî sev û rojên xwe di nav xewnerojkan de derbas dikirin. Dema ji diya xwe ket, her tist di nav rewrewkan de bû. Rengekî zelal ê dunyayê tunebû. Hemû reng li nav hev diketin û dibûn gergerînok. Vê gergerînokê bixwe ew ber bi evîndariya rengan ve kisandibû. Reng li hev dicivandin. Geh bi firçê, geh bi kêrê, reng li ser çavê tabloyê dixistin. Dixwest wê kêlîkê bigire, kêlîka ku cîhan li ber çavên wî hatibû afirandin, pêre karibe vê cîhanê biguhere. Cîhaneke din çêbike. Bê hemdî xwe, Cemîlo xwe dît ku wênesaz jêre tê gotin. Hîn zarok bû bi hestê kalan û aniha jî bi hestê miriyan dijî. Ji ber zarotiya wî jê hatibû dizîn, xwesteka tolhildanê dawerivîbû nava kezeba wî. Herku hinek dixistin çav xwe da tola xwe jê hilîne, di deqeya dawî de tistek diqewimî ku nikaribe pêk bîne. Ji lew re her ku mezin dibû ev xwestek jî pêre mezin dibû. Cara yekem, ev xwestek li dijî bavî vêketibû. Mala wan hinekî li derveyî bajêr bû. Li ser riya di navbera bajêr û malê de, mala jinebiyekê hebû. Jineke spehî û devliken ku hisê bavê wî ji serî dizîbû. Cemîlo bîra tistekî nedibir, lê wê rojê, mîna her rojek ji rojên havîna kelandî, diya wî bi berbanga sibê re, ji bo karê malê, ji xewê rabûbû. Bav jî ji bo kirînê çûbû sûka bajêr. Cemîlo, mîna çîçika li pey kurkê, xwe ji dawa diya xwe bernedida. Gava ku didît diya wî bi hêrs diçe û tê, xwest têbighêje bê diya wî çima ewqas zivêr û maddayî ye. Ji diya xwe pirsî : - Tu çima ewqasî aciz î yadê? - Ji ber bavê te yî xerab ku divyabû berî sê seetan hatibûya. - Ma çima bavo dereng ma yadê? - Çûye cem jinka bî, li qewadiyan digere. - Qewadî çi ye yadê? - Tu mezin bibî, tu yê nas bikî. Hema tu jî wekî bavê xwe dernekevî! Cemîlo pistî çend salan wateya vê peyvê nas kir, lê di wê rojê de, pistî vegera bavî, qerebalixeke germ li malê li dar ket. Gava bi bazdan bi ser dengê diya xwe ve hat, wê çaxê bavê wî siqama dawî li diya wî xistibû. Mîna pirê caran bi destê Cemîloyê tirsiyayî girt û ji bo girî berê xwe da metbexê. Cemîloyê lerizî dixwest heyfa xwe ji bavê gewdegir û bihêz hilîne, lê nikarîbû. Di xeyala xwe de gir dibû, las ê wî dinepixî, cilên wî hêdî hêdî diqetandin. Gava dixwest berê xwe bide bavê xwe, ji bo tolhildanê, dinêrî ku hîn zarokekî bêçare ye, jar û bêhêz e. Cara duyem ev xeyal li dibistanê pê re çêbûn. Rojên wî yên destpêkê bûn. Mamostayê paytextî, ew û çend zarokên din rêz kiribûn. Her yekî ji wan pênc darên xurt li nermika dest û pênc li pista dest xwarin. Pistre, bi zixurekî, mamoste guhê her yekî ji wan difirkand û ew ji cênîkên wan ve bilind dikirin, Pêre pêre kazîniya cewrikên birîndar ji wan diçû. Cemîlo li benda cezayê xwe bû, çunkî mamoste, ji bo kar û barê dibistanê, pere ji wan xwestibûn. Û zarokan bi zimanê paytextê heftsed kîlometran dûrî bajarokê xwe nizanîbûn, tênegihiþtibûn û bêpere hatibûn. Kêlîka ku mamoste li nav çavên Cemîloyê biçûk dinêrî, bi zimanê xwe yê xerîb bi ser de diqîriya. Cemîloyê ku bi zimanê dê û bavê xwe tenê dizanîbû nizanîbû mesele çi ye. Di nav xwêdana xwe de dima û kelogirî dibû. Ne dikarîbû bigiriya, ne jî kela girî qirika wî berdida. Pistî anîna peran, careke din, mamostayê kurê paytextê dûr û ziman dijwar ji wan û tênegihiþtina wan hêrs dibû û dixwest wan daqurtîne. Hinek zarokan dest ji xwendinê berdan û hinekên din jî fêrî zimanê wî dibûn, yek ji wan jî Cemîlo bû. Hinek dihatin, dikirin nedikirin, fêrnedibûn . Xeyalên Cemîlo dev jê nediqeriyan. Gewdeyekî mezin û destine ji hesin dixwestin, da ku bikaribe bi qepera mamoste bigre û wî weha di erdê bide. Toz û axa wî bajarî seranser pê paqij bike. Hema xwe didît ku di nav xwêdanê de maye, hîn zarokê berê ye, bêçare û bêhêz e. Dîsa xewna wî ya tolhildanê diçû bi avê de. Tabloya yekem ku çêkiribû wêneyê zarokekî bû. Gewdeyê wî ji cilên wî mezintir dibe. Cilên wî diçirin û ew serê xwe ji nav rengên tarî derdixîne û dixwaze nexseya cîhanê bi temamî bisewitîne. Ji wê rojê ve naskir ku tablo pêkanîna xeyalên zarotiya wî ne. Vê yekê têkiliyeke giyanî, di navbera wî û rengan de, di navbera wî û paçikê spî yê tabloyê de, çêkiribû. Eger herdû carên berê dizanîbû dê heyfa xwe ji kê hilîne, cara sêyem, li ber nexwesiya xwiska xwe ya biçûk, yekcar ji desthilanîn ketibû. Nema zanîbû sûc ê kê ye. Gava niqutek xwîn li kêleka devê wê yê biçûk xuya kir, xwiska wî yazdeh salî bû. Dixwest ku raze lê nikarîbû. Gava keçikê xwest bêje ez tî me, tayê xwînê bi ser çena wê de herikî. Roj bi roj zer dibû, jartir dibû, Bijîþk bêçare mabûn. Nexwesiya wê bê derman bû. penceþêra xwînê bû. Cemîlo li halê wê û li ezmanê bilind û bêdeng dinêrî. Ji wê rojê ve dixwaze tistekî biskîne, wêraniyekê bike. Mirovkuj û mirovxwirên temendirêj jiyan zeft kirine. Diya wî digot: - Lawo zirarê negihîne mirovan ha, xwedê napejirîne, dê xwedê te ceze bike ha.! Ev cezayê giran ji vê keçika biçûk re ji ku hatiye gelo? Li ber çavên wî ye yên ku tevkujiyan çêdikin, bê ceze dimînin. Kîna dijî hêzên vesartî yên ku ev cîhan bi awayekî sas saz kirine di dilê wî de sax dida. Vê carê xeyalên wî jî miribûn. Nema dixwest gewdeyê wî biwerime û cilên wî biçirîne û êrîsê bibe ser tu kesî. Kîn di hundirê wî de kom dibû, hêrs mezin dibû, dibû rengên tevlihev, dibû qêrîn û li ser paçikê çar qorzî belav dibû, li ser zimanê wî dibû gefên kustinê: - Ez ê tistekî xera bikim, ez ê îro hinekan bikujim. Ez ê îro tistekî biskînim. SULTANÊ TENÊTIYÊ Îro pistî ku min neynik parçe parçe kir min nas kir ku ez heme. Berî wê ez li ber neynikê rawestiyam: -Cemîlo! Tu mirovekî bêrû yî! Min çiqasî dinêrî, min xwe nedidît. Min digo qey ez nema me: - Cemîlo! Tu dibêjî ez heme, lê rastî tistekî din e. Ez wêran bûme. tune bûme. çawa her tist, ji bilî rûyê min, di neynikê de xuya ne. Ez tênegihiþtim. Gava min bilind kir û ji jor ve min ew avêt ser çementoya hundir, bi pengizandina piçik û pariyên cama neynikê re, dilê min ket cih ku êdî ez heme. Wê gavê qet kesî din li cihanê tunebû. Weke herdem dîsa dinya vala bû. Gava ez hêrs dibim bi xwe re pev diçim. Kêf dikim, bi destê xwe digrim û govendê digerînim. Bi tena serê xwe direqisim heta ku di nav xwêdanê de difetisim. Ji xwe re distirêm heta ku diwestim. Tu dibêjî qey telefona min bêzengil e, carna ez dibêjim qey xera bûye. Ez wê diceribînim. Ji hinekan re vedikim da ku ji min re lêxin. Wê gavê ez nas dikim ku ne xerabe ye. Ji telefona destan li ya malê digerim û ji ya malê li ya destan digerim. Ez hatime jibîrkirin. Kes ji kesî re ne vala ye. çiqasî xelk li dora min pir dibin ewqasî bêtir tenêtî dilê min dixwe. Carna gotinek, nûçeyek, silavek be jî ji mirovekî, benê tenêtiyê li qirika dil sist dike, lê ew jî nîne. Gelo ez nexwes im an xelk tevde ji çermê xwe derketine. Ey tenêtiya xwesik, hevala min. Ey hevala kor. Ji hemû hevalên kevin, Ji hemûyên nû jî bêtir tu nêzîk î. Hevala sevên weke werîsê êsê dirêj. Hevala rojên qop û diranketî. Ez çiqasî ji te hez dikim ewqasî ji te nefretê dikim. Çawa evîndarek bêriya yara xwe bike, weha bêriya te dikim, û gava tu têyî ez herdû çavên te dirijînim. Di kêlîkekê de mirov bi tenê, tê jiyanê, pir rehet e. Di kêlîkekê de mirov bi tenê, dimire û diçe, dîsa rehet e, Lê ev salên dirêj yên ji tenêtiya di navbera herdû kêlîkan de çendîn bênamûs in. Tenêtiyê! Ey diya minê! Rûnistî me pesnê tenêtiyê didim û …. tim çavên min li derî ne, li bende pêjna jinekê, jineke ku di navbera min û îstegehê( Stasyonê) de sas nebûbe. Jineke bizanibe ku ez ne bi tenê îstegeha bînvedanê me. ÎSTEGEHA JINAN Îro roja wî bi pirsekê dest pê kir. Gelo mêrek dikare bibe îstegeh? Hest dikir ku jiyana wî bûye îstegeh. Jinek tê, jinek diçe, yek bi otobosê, ya din bi tirênê, ya dîtir bi turimbêlê, lê tevde bi yek awayî, weha ji niskê ve diçin. Her ku jinek tê cem; tenêtiya xwe dikuje û pistre jî gava kujerekî tenêtiya xwe ji xwe re dibîne, wî tenê dihêle û diçe. Mîna gura ku ji beratê têr xwaribe, weha pista xwe dide wî û bê veger û posmanî diçe cem yekî din. Li ber neynikê dîsa rawestiya bû. Jinên wî yeko yeko ji nav çavên tabloya li ber wî derdiketin û jiyana wî dîsa ser û binî hev dikirin. Rastî bû yan xeyal bû, bas nizane. Lê tenê dizane ku mij û dûmanê ew di nav xwe de nîvkor kirine û nema dizanîbû çi bike ji bo xwe biguhere. Dixwest rahêje çakûçekî mezin û dîwarê vê rawestgeha ku jiyana wî bixwe ye, xera bike. Di vê nîvesevê de biryareke bêveger da. Divê pêk bîne. Ev biryar dê jiyana wî ji binî ve biguherîne, Lê berî ku gava xwe ya yekem bavêje, jinên ku di rawestgehê re, an di jiyana wî ya tevlihev re derbasbûne ji banê xênî bi ser his û dilê wî û paçikê tabloya wî ve diniqutîn. Dixwest bawer bike ku tenê jinekê, ji bilî diya wî, jê hez kiriye, lê nikarîbû. Ji xwe re digot, dibe ku tevan jî ji min hez kiribe, dibe ku yekê jî ji min hez nekiribe. Berî vê û wê, tistê ew sas û mat histibû ku hemû bi siwarî hatin, lê weha hemû jî peya çûn, lê her yekê bêyî ku ha ji xwe hebe, tistek li ba wî ji bîr kiribû,. Di wê kêlîkê de dest bi nîgarkirina jina yekem kir. WÊNEYA JINÊ Amûdê, wek her car, ji boyî du dilên evîndar goreke vekirî bû, cihê hevdîtinê lê peyda nedibû. Evîneke mêrkuj kezeb li min peritandibû, sev li min kiribû roj û rojên min bi xewn û hewldanên hevdîtinê derbas dibûn. Li ba min, weha jî li ba wê, ji tirsa malbatê, em newêrin bêne cem hev. Ez yeko yeko li dost û hevalan geriyam bêyî ku bigihêjim ti encamê. Bi tenê, dema ku mala wan vala dibû, me bi telefonê li hevudû guhdarî dikir. Rojekê dengê wê di telefonê re herikî guhê min: - Divê ez te bibînim. Eger Amûdê nebû, vaye Qamisloyê nêzîk e, bi tenê sîh kîlometran dûr e. Roja din, li Qamisloyê, em hatin cem hev, xwiska wê ya biçûk pêre bû. Berî dema hev dîtinê, bi du seetan, ez li wir bûm. Min xwe li nasên xwe girtibû, da ku li cem yekî ji wan ez û yara xwe hev bibînin. Berî ku ez naçar û bêhêvî vegerim min riya xwe bi dikana Zoro xist. Li ber derî rûnistibû, dendik diçizirandin: - Tu dibê qey me nanek xwariye û pariyek daye te gidî. Ew çima tu weha madtirs î? - Ez ê çawa ne xemgîn bim Zoro? Ger li seranserê vî welatî cihekî biçûk ji bo dîtina hezkiriya mirov tunebe. Zoro biken dev ji dendikên xwe berda: - Tu helbestan ji min re dibêjî Cemîlo! Tu çima dest ji resim bernadî û nabî helbestvan?! - Ez henekan nakim Zoro. Hîn min mesela xwe ji Zoro re digot, destê xwe avête bêrîka xwe û mifte derxistin: - Sansê te ji ba Xwedê heye Cemîlo, îro dusem e û ev neh salên birayê min ku her dusem ew û jina xwe û zarokên xwe diçin gund û pistî nehê sevê tên. Eger heta nehê þevê dem têra te bike, ha ji te re mifte û dostka xwe bibe malê. Mal tevde li ser hesabê te ye. Min li seetê nêrî, nêzîkî sisiyê pistî nîvro bû. Gerek di sisiyan de wê bibînim. Min xwesteka xwe ya dawî ji Zoro re got, ku divê tenê ew me bigihîne malê û pistre vegere karê xwe. Zoroyê dendikhez bi kêfxweþî vegerand: - Hema ji min nexwaze ez ji te re bi serê wê jî bigirim. Hemû tistê din rehet in. Wî kenê xwe berdewam kir. Ez jî bêbask ber bi cihê hevdîtinê ve firiyam. Li wê derê min yekser teksiyek kirê kir û ez û wê û xwiska wê bi hev re, me riya xwe bi Zoro xist. Dikan girt û bilez hat. Em gihandin malê, kursî danîn hewsê. Her deverên malê nîsanî me dan û vegeriya karê xwe. Min jî soz dayê ez berî heyst derî li pey xwe bigrim û kilîtan lê vegerînim. Wê kêlîkê sûr simbêlên min nedibirîn. Du serkeftin bi dest ketibûn, dîtina çav, por, bisk, memik û lêvên ku hinavên min hilwesandibûn, a din jî ku ez li ber wê bi dilsojiya hevalê xwe Zoro serbilind bûm. Hema ku Zoro derî girt û çû, bêyî ku me ha ji xwe hebe, me xwe di hembêza hev de dît. Wê rojê bêhnek jê dihat, ku heta vê kêlîkê ew bêhn ji kîjan jinê bê û li kuderê be jî, eger bê xwestin, ez amade me xwe di ber wê jinê de bidim kustin. Pistî ku me rûyên hev di nav maçan de histin, dengekî mîna hime himê ji xwiska wê ya biçûk hat. Min ji himbêza xwe berda û bi ken ber bi xwiska xwe ya matmayî ve çû: - Wî... min xwiska xwe ji bîr kir! Xwiska wê hem dibiþirî, hem jî fedî dikir. Me ew bir metbexê û me jê xwest ku qehwê çêbike û berî em wê bi tenê li metbexê bihêlin, min henekeke ku fêm kiribû pê kir: - Bela qehwa te du seetan dirêj bike ha. Bi (erê, erê xem nake) re, xwe bi çêkirina qehweyê mijûl kir: - Ez ê tenê qehwa xwe vexwim. Min nas kir ku berê sîretkirî ye û dixwaze heta dawiyê alîkariya xwiska xwe ya mezin bike. Hêdî hêdî kêlîkên ku, ji bihustê hatine dizîn, nêzîk dibûn. Ew kêlîkên ku ez û ew tenê, dûrî çavan, hev û du bibînin. Mala Zoro mezin bû. Me dest neda deriyên girtî, me berê xwe da odeya herî nêzîk û derî vekirî. Hundir hinekî xuya dikir. Dema ji derve mirov derbas dibû. Di nav wê tarîbûna sivik de, li bin wê siya hênik a ku agirê dil gurtir dikir, me xwe avête hembêza hev. Vê carê maçên bê tirs, mijandina lêvên tî û qirika gewr, bûbûn armanca talana lêvan, min nema dizanîbû ew çi dibêje yan jî ez çi dibêjim. Dem dema hevûdu xwarinê bû, dema gez û xwîn vexwarinê bû. Dema tînsikenandina du hezar û sessed salan bû. Min weha bêyî ku cilên wê deynim. Memikên biçûk, spî û serîsor, li hewa dixwarin. Digot: - Ez dixwazim destpêkê ji lêvên te têr bibim. Ji niskêve lêvên wê di nav lêvên min de sist bûn. Bi çavne tirsiyayî û rûyekî zer xwest min ji hembêza xwe derxîne. Hinekî tarîtiya hundir zêdetir bûbû. Mîna ku derî bê girtin û tava rojê, ya ku ji derve dihat, vemirî be. Hinekî dereng hat bîra min, ku derî vekirî bû. Gava deng ji wê nema derket û çavên wê bi derî ve mabûn daleqandî, ez zîvirîm, tu çi bibînî?! Mêrekî dagirtî, simbêl res û qalind, bi gewdeyê xwe yê gir derî li me girtibû û bi du çavên awirtûj ziq li me dinêrî. Min naskir ku birayê Zoro yê mezin e. Pirseke seyr kir: - Hûn kîn e? Hûn di mala min de çi dikin? Berî bersivê bibihîse, ji lingan heta serî, jina lerizî û rûzer dabû ber awiran. Min jî bi zorê parçeyên çend gotinan berhev kirin: - Ez hevalê Zoro me û... Bi hêrs pista xwe da me û derket, bêyî ku li bersivê guhdarî bike. Dema min da pey, ez li jina wî, û koma zarokên ku pêre bûn, rast hatim. Li devê derî, li min zîvirî: - Ê, ne, ez ê di serefa Zoro nim, eger hevalên wî wek te bin. Ez vegeriyam ber bi yara xwe ya qutifî ve. Di nav koma zarokên behetî re, me lezand û em derketin, yara belengaz dest bi girî kir. Xwiska wê bêdeng mabû û weha zimanê min jî nema digeriya: - Te dît çawa li min dinêrî? Bi xwedê ez qutifîm û ez bawer dikim pistî îro ez ê nikaribim zarokan bînim, nava min jê qetiya. Ev hemû sûcê te ye Cemîlo. Heta bi stasyona turimbêlan ez li ber digeriyam, da ku dilê wê xwes bikim, lê derbê cihê xwe zeft kiribû, ken û heyecana evînê cihê xwe dabû girî. Ez jî melûl û bê mifte vegeriyam cem Zoro. Bi lez, bi min ve hat: - Ha, tu çima zû hatî? Qey we þer kir? Kanîn mifte? Zoro qet bîra hatina birayê xwe nedibir. Gava bihîst, ji min bêtir behitî ma: - Ne mumkin e yaho. Ev neh salên wî ku rojekê jî berî nehê sevê venegeriyaye. Ev çi sans li ser te ye?.. Hema hûn aciz nekirirbin. - Na, na, tenê xeber ji te re dan. Zoro çizirandina dendikên xwe berdewam kir û kulmek da dest min jî: - Dendik ji evînê xwestir in lo, vê carê nebû, carek din, Xem nake, evîn jî wek van dendika ye. Ne mirov jê têr dibe, ne jî bêyî wê dibe. Min kir û nekir, min nema karîbû careke din ew tenê bidîta. Weha, di serê min de ev raman hate meyandin. Welatê ku mirov nikaribe tê de eskere maçî yara xwe bike ne hêjayî soleke qetiyayî ye, vêca, ez Cemîloyê reben, ez ê çawa bi vê firçeya xwe ya rebenok welatekî biguherînim? Jin çû, dest bi nîgarkirina wêneyê wê kir. Reng li nav hev xistin. Zêdeyî sed jinî paçikê tabloyê dagirtin. Valayiya di tabloyê de zêdetir dibû. Spîbûneke seyr paçikê tabloyê bernedida. Cemîlo ji niskêve bixwe hisiya, nerî ku xirtexirta wî ye, bi firçeya zuha û bêreng bi paçikê tabloyê ketiye. Nas kir ku dîsa di nav derya xewnerojkên xwe de bû. Rûyên jinên wî serê wî di nav xwe de perçiqandibûn. Ji hawhawketî bû. Xwêdan pê ketibû. Heta jê hat, firçe avêt. Li bin guhê dîwêr xist. Bi pên û kulman çû dîwarê hisk û bêdeng. Bêhna wî derneket. Bi seriyan çû dîwêr. Bi derba yekem re gêj bû. Weha tevî cilên xwe, li erdê di xew re çû, teyê bigota ne îro belê ji berî deh salan ve mirî ye. Birçî bûbû, dixwest ku paçikê tabloya xwe ya têkçûyî bixwe, cîhanê seranser weha bi hemû jin, giha û kevirên wê ve daqurtîne: - Min îro biryar daye, divê ez bibim kujer (qatil) Lê ev destên ku piraniya demên xwe di nav çiçik û qirik û ling û nazikiya jinan de qedandine, dê çawan xwînê birjînin. Bi du çavên ji êgir li tabloya xwe dinêrî. Li ber rûnist, giriya, hêsrên xwe paqij kirin û bêdeng ma. Ziq li serê tiliyên xwe dinêrî, dema ku gurmegurm ji derî hat, zîqîniya sikenandina derî ew siyar kir. Li destê xwe nêrî, firça xwe virvirandibû û bêdeng li xwînê dinêrî. Peskên xwînê bi dîwêr ve hilkisiyabûn, heyst polîs bi hev re ketin hundir. Xwîn hetanî ber derî herikî bû. Polîsan xanî li nav hev xistin, qeyd xistin destên Cemîloyê rûzuha. Polîs li hemû deveran li kustiyan digeriyan. Tistek nedîtin. Cemîlo bi xwe re birin û bi dehan li wan derdoran li xwediyên xwîna pijiqî û herikandî digeriyan. Di nav destên wan de, û pistre jî li girtîgehê, Cemîlo her û her ji biryara xwe venedigeriya: - Divê ez hinekan bikujim. Divê ez bibim kujer. Vê carê nebû, meheke din, tenê meheke din, ez ê hinekan bikujim. Polîsekî zîrek got: - Dibe ku ev xwîn ji van jinên kustî yên di tabloyê de herikî be. Hemû pê keniyan, yekî din xwest tistekî nêzîkî aqilan bibêje: - Dibe ku ev xwîn a wî bixwe be. Yê dîtir qerfê xwe pê kir: - Ev çawa bêbirîn evqas xwîn jê hat? Ê, ev xwîn ji hespekî bê, lê nabe sibe, îca çawa mêrekî wek vî Cemîloyê hejhijî. Pistî kontrolkirinê, hate zanîn ku xwîn a mirovan e û divê yên kustî bêne nas kirin. |
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| jinebî |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd. |
![]() |