|
Jiyan-Board
|
|||||||
| Kayıt ol | Cezalilar | Tüm Albümler | Roj Tv Zindi | Üye Listesi | Ajanda | Arama | Bugünki Mesajlar | Forumlarý Okundu Kabul Et |
|
||
![]() |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) |
|
Üye
|
çîroka :Emmo Hemed mijûl dibe
* * * (1) Tank ji balafirê Qewîntire ! Li ser dengekî bilind, Þiyar derbas bûbû oda hemþerîyên xwe de. Hingê, Civat li wir gihabû hev. اiku; du þagirtiyên nû ji Sûrî gihabûn bajarê (A), qene xwendina xwe li zanîngehên Sovyetî bidomînin.Yekî ji mêhvanên nuh, bi qurretî digot: Ne hewceye ku hun bikin serê min de, balafir ji tankê ne qewîntir e. Ev karê Min bû; çar salan, eskeriya xwe, min li ser tankekê qedandin. Li cenga (Oktoberê), di sala 1973 an de, me bi dihan ji top û tankên (Israîliyan) li qada þêr feliþandin. Wilo jî; me bi fûzeyên xwe balafirên wan tanîne xwar . Delalên Min! tank bûka herbê ye. Ma balafir hamberî wê li erdê çi dikare bike?!. "Belê.. belê, gotina teye birayê Hemed, tank ji balafirê Qewîntire", yê meezûmvan xwest gotinê bibire. Xort di bîn lêvan re beþiþîn, lê îde kesî hew pêre dirêj kir. Þiyar di dilê xwe de digot:" wele bavo, xwendin ji vî qerte-eskerî kêm mabû?!" - Tu rengê Xwendevanan li Hemed ne diket, û roniya jîrbûnê jî di çavên wî de nebû. Vêce, ku çakêt û pantiron ne lê bana, mirovê Gotibane: "ew ji sed salê 19 an ve fiþtiqiye vî zemanî". Hemd digot : Ez bîst û heft salî me, lê qermîçonkên di riwê wî de, û pora wî ya sivik, çil sal temen didanêde. Ji lewra, xortan digotnê de: "Emmo Hemed" -Emmo Hemed =Mamê Hemed . (2) Bi keyfa xwe tefsîr bikin Sala Pêþî , Hemed xwendina xwe bi qûnxiþkê xilas kir , lê nefêrbû zimanê Rûsî, û ne tiþtek ji xwere girt. Vêce, ew bû belak û kete di sukra sovyetan de. Ji ber ku; hê pênc sal xwendina Mihandiziyê li pêþiyê ma bûn. Lê ne xema mêrik bû. Her wî digot : pênc sal ne tiþtekin bavo ! Xudê teala wê biqedîne. Sala dîtir , di heyva eylûnê de , dîse þagirtiyên nû hatin xwendinê . Hemed çû xwe li ser serên wan kire Mamoste . Rojên pêþî, zaro pê hatin xapandin . Lê paþiyê, ew taze naskirin . Ji lewra , xortekî nû ji Þiyar pirsî . Go: Yaho ! Ev Hemed tiþtekî ji Rûsî nizane ?! اawa nizane ? Þiyar xwe ji qestî xaþo-maþo kir . Þagirtiyê nû lê vegerand . Go : Gava em dibêjinê : wergera ku tu dikî û tiþtê di ferhengê de dûrî hevin. Hemed dibêje:" Xemnîne , hemû weke heve , vêce hûn bi keyfa xwe tefsîr bikinê!" (3) Kereke , wê xwe bigre ! Ji aliyê qîzikan ve, Hemed nejêhatî bû, û tu dostikên wî jî nehbûn. Ji lewra, Þiyar rabû gotiyê: Heyran! Ka em havaleke te bibînin. Hemed weke yekî ku xwe bixeyidîne, go: na bavo, tu çi dibêjî?! Qey ne þerme ji yekî weke min re, ku dergistiya xwe bixapîne? ( Dergistiya Hemed li Sûrî li hêviya wî bû) Bi þik, Þiyar jê pirsî. Go: Gelo, ma wê hê pênc salên dîtir xwe li benda te bigre ? "Kereke, wê xwe bigre!", Hemed wesa bi awakî ji xwe razî lê vegerand. "Þerme ji te re lawo! Ma ev gotine tu di heqê keçikê de dibêjî?". Þiyar weke gazinekî lê kir. Hemed rabû bi zirt lê vegernd. Go: "Ew mecbûre ku bisekine..ew mecbûre, lê nexwe ma çi?!. ( 4 ) Ev gol bi du golaye Leyistik germ bûbû, loma jî, çavên temaþevanan di wan saniyên girîng de, mabûn li ser ekrana televizyonê - yek bi sifir ( 1 – 0 ) team* a (Keneda) li pêþiya team a( Sovyet) bû, di leyistika ( hokê ) li ser qeþayê de." De canê mino ... De, ka hûn golekê naynin". Wesa yekî Ji xortan dibakir Hokevanên navdar:" Mîxayîlov – Petrov – Xarlamov". Ji êrîþeke berûvajîve , piþtî ku qursika hokê, ji ber kaþo yê hokevanê (Kenedî) ve firî golê de , (Sovyetan) gola xwe ya wekehevî anîn. Temaþevanên di odê de, bi yek dengî bakirin: Goool .... eva yek bi yekê. Hemed go: Dido ..Dido, dido bi yekî ye. Ev gol bi du golaye, ji ber ku; leyîstikvanê (Kenedî) gol li xwe bire der. Þiyar rabû bi qehir lê vegerand. Go: De here looo, maxwene ev jî bû weke meseleta tank û balefirê?. Yek bi yekê ye, û tu bi xwe tiþtekî ji hokê fêhim nakî! _______________________________ * Gotina team, me ji zimanê Ingilîzî standiye ( 5 ) Emmo Hemed mijûl dibe yan: yixtiyar tu hatî Sovyet ! تvar bû, gava Þiyar û hevala xwe ya (Rûsî) ji mala þagirtiyan – avayiya ku þagirtî têde dijîn – derketin. Hingê, Hemed li bir dergihê Avayiyê darî wan xortên ku bi gokê dileyîstin dikir. - Merheba ji te re Emmo Hemed. Tu çi dikî li vir? Þiyar silav lê kir. Hemed, silava xwe veda, û weke her car got: - Em ji xwe re mijûl dibin. Ma emê çi bikin ? " - Ev çi tebaye? Qîzika Rûsî ji (Þiyar) pirsî. -"Evv ? Ev Emmo Hemed e , ew jî, ji Sûrîye". Þiyar bersiva wê da . - "Tu dizanî ku ev ê Han, ji seet sisyê piþtî nîvro ve, wesa þipiya, li vê derê sekiniye!". Matmayî keçkê jê re got. -"Ma ti ji kû dizanî ?" Þiyar, devê wî li ken, ji keçike pirsî. - "Qey te ji bîrkir?, ne îro du caran, min pirsa te kiribû. Vêce hingê, ew halo þipya, li vî cihî bi xwe sekinîbû." Keçika Rûsî li (Þiyar) vegerand. - Tu ne þaþî hevala delal. Ev rêzika han, ne biyaniye ser Emmo Hemed. Ne bi seetan, lê belê Bi rojan, ew dikare halo mijûl bibe. Ne ji minê, û ne ji te yê, ewî ha ji bayê felekê jî nîne. Her dem bettale, bi xudê, ew tu xwendinê jî nake. Þiyar wesa ji keçikê re behsa (Hemed) kir. Ya (Rûsî ), ji kinarê xwe ve, jê pirsî. Go: - Ma wilo dibe?!. Þiyar got yê: - Ji Emmo Hemed re diqede. Wê roja ha, profêsorê (Fîzîka )li ber hevalan gotibûyê: Tu tiþtekî ji fîzîka fêhim nakî. Ez îde nizanim çi bi te bikim?!. ku berdim te?, wê bibêjin: Sovyetan yekî feqîr qewirandin. De here babo here emrê min ji rebbê banî re- ji ber temen ê te yê mezin, ezê Imtîhanê bi te dim.Wa (Hemed)!, tu yixtiyar hatî Sovyet. Yixtiyar tu hatî.. bavê min!. ( 6 ) Xudê Bike kurê Min, tu her sal du sefan derxînî Sê sal çûn, bêyî ku Hemed serekî jî bide dê û bavên Xwe li Sûrî. Xudê giravî, mêrik ewqasî ne ewle bû li ( Saloxgerî ) ku izna vegerê bidyêde. Ji lewra jî, nûçe ji ehil û mirovan bi rêya name û hevalên ku ji welêt dihatin, digihanêde. Lê vêce, di Tebaxa sala 1977an de, kasêtek ku dengê (Dadê) têde nivîsandîbû, gihayêde. Ew (havalê) ku bi Hemed re di odê de, ji Þiyar pirsî: - Ka tu bi ser me de nehatî ? Qey tu naxwazî dengê Pîrê bibhîzî? - اawa ez naxwazim? Belê Wele, bila bêhna welêt li min jî bixe. Þiyar bi henek lê vegerand. Herdu xortan dane dora hev, û berê xwe dane odê nik Hemed. Li hindirû, silav lê kirin, û rehet.. rehet ser textê vala rûniþtin. -Ka Emmo Hemed, heram bê, te dengê (Dadê) Ji min re ne danî ser? Þiyar weke gazinekî lê kir. Hemed go: - O o o h .... De dev ji me biqere l o o o, tiþtek tê de nîne. -Belê .. belê duayê Pîrê tê de heye. De deyne ser ... De deyne. Hevalê wî yê di odê de, lê jidand. Hemed ( Recorder ) gerand. Vêce, dengê giriyê (Pîrê) kete guhê haziran de. Ewê gelekî bêriya kurê xwe yê piçûk kiribû ( tevde du kurê Pîrê hebûn). Pîrê ditirseha bimre beriya ku Hemed ê xwe careke dîtir bibîne. Vecê, wê hewara xwe digihande Xudê Teala, ku kurê Wê bisitirîne,û hefza wî ji qeza û belan bike. Herwesa, wê digot: - Rebbî kurê min: "tu her sal du sefan derxînî, qene tu zû vegerî cem min û bavê xwe yê pîr, ne me gelekî bêriya te kiriye. " Þiyar rabû dilê wî xweþkir, û bi henek jê pirsî, û go: - Erê welehî dadê gelekî bêriya te kiriye. Lê îsal, tê meseleta wan herdu sefan çawa çareser bikî? Hemed di ber xwe de beþiþî û got: - De rebenê yixtiyare looo, û tiþtekî ji xwendinê nizane. ( 7 ) Me esker xwar !! Tiþtek nedima, ku Hemed bêhvila xwe ne kiriba di nav de. Di her tevdankê de, pareke wî dehbelorî hebû. Vêce êvarekê ji êvaran, Hemed xwest þensê xwe di Setrencê de biceribîne. Rabû, leh-leh li yekî ji xortan kir, ku pêre bi Setrencê bileyîze. Camêro jê pirsî. Go: - Emmo Hemed! tu û settrencê?! Lê xemnîne, ez dilê te nahêlim. De ka .. ka, ji min re kevirên xwe rêzbike. Herdiwan dest bi leyîstikê kirin, xorto zane bû, ji lewra, ew zû bi pêþ ve çû, û derfet li Hemed teng kir. Zarwên hawîrdor gotnê: -- Ev çiye Emmo Hemed?, tu zû revî bavo?! -Na.. na, xemnîne. Ka hûn bêhna xwe li min fereh bikin, ezê niha tora bênim serê wî . Lê ew gotinên Hemed, mane gotin. Ewî tiþtek ne kir. Berûvajî; xorto nezma wî girt - wezîr û hespekî wî kuþtin. Hamberî wê xisarê; firsendek ji Hemed re hat, ku fîl, yan jî eskerkî xorto bikuje. Zarwan bakirnê: -Yella Emmo Hemed .. yella Emmo Hemed. De heryê. De Fîl bikuje. De bixwe. Lê vêce, þûna ku Hemed wî fîlê tirtire bibe, çû xwe avête ser wî eskerê reben û got: - Me esker xwar!! Pirqênî bi xortan ket. Ma îde kî karîbû devê Xwe ji kena bigre. Þiyar gotyê: - Eferim ji tere Emmo Hemed .. eferim! Yan weke te Sertrencvan, Yan na?. Ev leyîstika ku te kir, kesekî ji beriya te ne kir !. ( 8 ) " Gogol" bi erebî nîne. "Kurrrrro ....!! va (Gur¹) hat " ji niþkave, Þiyar bakire hevalê Xwe (Ebû Hedîd), yê ku li belkonê firavîn li kuç dikir, û di cih de jî; dest avête pirtûka Gogol: ''Soraxvanê Giþtî", û xwe pê miþtixuland. - Gur û van deran?!. Qey wî þopa xwe winda kiriye?. Bi tinaz, (Ebû Hedîd) lê vegerand. - Ma qey te bihîstiye ku Hemed, rojekê ji rojan, rêya ûrê xwe winda kiribe ?!. Va ye, wê ji korîdorê ve bi ser me de tê. Hê Þiyar wilo diþtexilî, Hemed ji deriyê vekirî ve derbas bû odê de. - "Esselamû eleykom" Hemed silaveke li ser piyan kir, û bi ser belkonê de çû. Qederê deqîqekê li wir ma. Dûvre, hat raserî Þiyar rawesteha, û pirsî: - Ka ew çi pirtûke di nav destên de? - Ev?, Ev çîrokên "Gogol"² in, Þiyar bersiva wî da " -"Gogol" kiye?! Matmayî Hemed jê pirsî. -"Gogol" ? qey hê ti wî nasnakî?!. Ew jî, nivîskarekî (Rûsîyî) navdare, ji sed salê 19an ve. Þiyar wesa "Gogol" pê de naskirin. - Em "Gogol" nasnakin. Ka ti wê pirtûkê bide min. Bi kotekî, wî pirtûk ji nav destên Þiyar kiþkiþand. nav û nîþana wê ne bi timamî xwend û got: - Heh, vaye. Navê wî " nîkolay" e. Wesa ji xwe razî, Hemed gote þiyar. - Xeberê Emmo Hemed e. " Gogol" bi erebî nîne. Li nik me "Nîkolay" navdar e. Wilo (Ebû Hedîd) hiþt ku Hemed bêhtir bizirtike, û ji ya xwe newe xwar. Neyse, Gur( yanî Hemed ), ne ji ber wê yekê hatibû. Firavîn hazir bû, û ewî xwar, heta ku binê lalîkê jî alîst. ************************************************** ************************************** ************************************************** ************************************** ************************************************** ************************************** ******* ¹ - Hemed bi navê "Gur" jî dihate naskirin: ji ber ku; ew mirovekî kunj û çillek bû . Vêce, gava ku ew birçî dibû ,wî weke gurekî har êrîþ dikir ser odekekê Ji odeyên hevalan, qene ji xwe re firavînekê, an þîveke belaþ qizinc bike ² - "Gogol" : navê nivîskarê Rûsî yê navdar bi kurtiye . Nav û nîþana wî bi timamî ; "Nîkolay Gogol"e ( 9 ) Emmo Hemed qulipt. اawa Hemed pesnê Xwe di eskeriyê de diveda, wilo jî; wî bi qurretî behsa kar û xebata xwe di Partiya Komûnîst a Sûrî de dikir. Her û herî wî digot: - Ez Komûnîstekî Internasionalîstim. Ji lewra jî: Ezê herdem, dijê (netewe-perestan) di hindirwê Partiyê de rawestim. ( ji kongrêya çaran ve, ya ku di sala 1974 an de hatibû girêdan, cudabûn ketibû nava Partiyê de. Alîyek jê: Ya Sikritêr ê giþtî yê patiyê(yê kosmopolît) "Xalid Begdaþ" bû. Þiyar û Hemed ji vê berekê bûn . Alîyê dîtir, ya cîgirê Sikritêrê giþtî yê patiyê (yê netewe perest) "غsiv Feysel" bû. Bi rastî jî , Hemed çend salekî, li ser ya xwe ma. Lê vêce, çûna wî ya (Moskova), di sala 1979 an de, her tiþt tevlîhevkir. Di encamê de, xebatkarê Internasyonalîst ji bereka " Begdêþ" çû giha bereka "Feysel". Hevalan digotin: Ev çi hatiye serê zilamê me, ta ku wilo bêserî çû wî milî ?!. Þiyar rabû kete binde, da bizanibe sedema guhertina wî ya rastekî çiye? . Ewilkarkê, Hemed xwe virde-wêde da . Lê dûvre, mikur hat ku: birayê wî yê mezin, di namekê de, ew þîretkirbû ; ku rastî bi havalê "Faysel" re ye. Ji lewra, divîbû ku Hemed kirasê xwe biguhere. Þiyar bi ken lahewlilwela xwe anî û got: - Hema wilo te pozisiya xwe di (Hizbê) de guhert!. Min digo qey tiþtne nû qewimîne?. Qet ne li bîra min bû; ku namekî ti wesa totlanî hev kirî ?!. Hemed hêncet-mêncetne dî kirin , lê Þiyar îde guh nedayê de. Ev bû çîroka Emmo Hemed. Di sala 1980 yî de, piþtî ku þeþ salên xwe qedandin, wî Dîploma Endeziyariyê Sitand û vegerha welatê Xwe. Zinar Mistefa |
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| Çîroka, dibê, emmo, hemed, mijûl |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
|
![]() |