4 ) Ev gol bi du golaye
4 ) Ev gol bi du golaye
Leyistik germ bûbû, loma jî, çavên temaşevanan di wan saniyên girîng de, mabûn li ser ekrana televizyonê - yek bi sifir ( 1 – 0 ) team* a (Keneda) li pêşiya team a( Sovyet) bû, di leyistika ( hokê ) li ser qeşayê de." De canê mino ... De, ka hûn golekê naynin". Wesa yekî Ji xortan dibakir Hokevanên navdar:" Mîxayîlov – Petrov – Xarlamov". Ji êrîşeke berûvajîve , piştî ku qursika hokê, ji ber kaşo yê hokevanê (Kenedî) ve firî golê de , (Sovyetan) gola xwe ya wekehevî anîn. Temaşevanên di odê de, bi yek dengî bakirin: Goool .... eva yek bi yekê.
Hemed go: Dido ..Dido, dido bi yekî ye. Ev gol bi du golaye, ji ber ku; leyîstikvanê (Kenedî) gol li xwe bire der.
Şiyar rabû bi qehir lê vegerand. Go: De here looo, maxwene ev jî bû weke meseleta tank û balefirê?. Yek bi yekê ye, û tu bi xwe tiştekî ji hokê fêhim nakî!
|