|
Jiyan-Board
|
|||||||
| Kayıt ol | Cezalilar | Tüm Albümler | Roj Tv Zindi | Üye Listesi | Ajanda | Arama | Bugünki Mesajlar | Forumlarý Okundu Kabul Et |
|
||
![]() |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) |
|
Üye
|
REMO Û TRIMPÊLA WÎ
........ Piþtî nîvro bû dema Saloyê Dêrikî ji kar tê malê, ew him betilî bû û him jî birçî bû. Ji ber ku kes li mal tune bû, wî hema bi lez û bez ji xwe re tirþika hêkan çêkir. Xwar û xwe li ser eywanê dirêj kir ku qederekê bêhna xwe bistîne. Bi dirêjkirina wî ya li ser eywanê, xewê jî xwe li dor wî bir û anî, lê wî nedixwest razê. Ji ber ku piþtî qederekê ew ê biçûya kar ê xwe. Daxwaza wî tenê ew bû ku hema bi hindikayî be jî hebekî çavên xwe nerm bike da ku bikaribe bi seriyakî rehet here kar li wir çavên wî neyên girtin. Pêwîst bû ku ew seat dudoyê pîþtî nîvro ji mal derketa. ........ Dema Salo xwe dirêj kir, xewa þêrîn xwe bera ser çavên wî da. Hêdî hêdî canê wî gîran bû. Ji bona bi xew ve nere, xwe li ser piþtê dirêj kir û bi çavên xwe li hundur malê temaþe dikir, te digo qey mal ne mala wî ye, li der dora xwe li tîþtên hundir dinerî. Salo him dinerî û him jî difikirî. Di nava wan fikir ramanan de berê wî berbi aliyê þibaka li hember ve zîvirî bû. Di pacê re derve, li zarokên ku ji xwe re dilîstin dinerî û dengên wan î zîz dîkete guhên wî. Wan dengan ew biribû dema zaroktiya wî. Ew ketibû nava ramanên xweþ, çûbû welêt, ji xwe meriv dikare bêje hema hema wî xwe her roj li welêt didît. Îcar çû bû gundê Erbelûþ. Ew gundê ku lê hatibû dinyayê û mezîn bû bû. Lîstikên zarokîtiyê ketin bîrê... ........ Kete bîra wî ku dema zarokên gund derdiketin derve û bi aliyê sergoyê gund de direviyan. Hevalên wan î ku ew didîtin an jî dengên wan dibihîstîn, ew jî ji malên xwe derdiketîn û bi aliyê sergoyê ku ji bona lîstîkê bû bû cîhê hevdîtinê de direviyan. Salo jî ji cîhê xwe radibû û ew jî berbi wî sergo de direviya ku ew ji hevalên xwe nemîne û ji xwe re lîstikeke xweþ bilîzin. Di nava wan ramanan de Fesado kete bîra Salo. Navê Fesado, bi xwe Feysel bû, lê hingî wî fesadî û derew dîkîr, hevalên wî navê wî kiribûn Fesado. ........ Fesado ji ber wan derew û fesadiyên xwe zarokên gund berra hevdu didan û gelek caran di nava wan de þer derdiket. Hin caran ew þerê nava wan mezin dîbû, gelek caran malbat jî diketîn ber hev û li hev didan. Fesado bi saya serê wan derew û fesadiyên xwe gelekî nav dabû. Tu kesekî nikarî bû weke wî derew li hev biedilandana. Ew bi xwe kesekî tirsok û di nava zarokên gund de cihê wî tunebû, tu kesekî ji wî hez nedikir in. Salo him rewþa Fesado difikirî û him jî li hemberî xewê tekoþin dida da ku ew ranezê. Ew her çiqa ranediza jî xewê çavên wî giran kiri bû, ketibû nava ramanên bê bînî, tew çûbû welêt. ........ Gah li Xabê goþt dibiraþt, gah ji ber germê nigên xwe yên tazî dixist nava ava kaniya kulêbê ya cemidî, da ku nihekî hinêk bibe. Carna li ser kaniya Gozê, carna li ser mezelê Heramiya ji pîrika xwe ya ku wî gelekî jê hez dikir, fatîhe dixwend. Di nava van ramanên kûr de bi kêfeke mezin xwe gihiþti bû welêt. Lê çi mixabin wê mîrata zengilê derî ew ji wan xeyalên xweþ û þêrîn þiyar kiri bû. Bi lêketina zengil ew hebekî hirs bû, weke bêje: 'ma niha wexta lêketina vê bû.' Kire niçe niç, lê tu çareya wî tunebû. Loma hêdî ji cîhê xwe rabû, derî vekir ku vaye Remo û du hevalên din li ber derî rawestiyan ne. Piþtî xêrhatinê, wan herdu kesên bi Remo re hatîbûn, Remo li ba Salo hiþtin û bi þûnde vegeriyan. Piþtî Remo rûniþt, Salo gotê: ........ -Bi xêr hatî Kek Remo, bi xwedê ez bi lêketina zengilê derî ve hebekî hirs bûm... ........ -Xêr bû, ma tu ji hatina me aciz bûyî kuro! ........ -Na, na, ez keti bûm nava ramanên xweþ û delal, ez çû bûm gundê xwe... De tiþt nabe, niha jî bi hatîna te ez kêfxweþ bûm. Ji xwe ez, her roj di nava ramanên ku ya ez li gundê xwe me, ya jî li serê çiyayekî me. Carna jî ji bona neyême girtinê ji ber polîs û leþkeran direvim. Lê xem nîne ji xwe ev halê min yê heroj e, da ka tu ji bo çi hatî ye, xêr e? ........ -Bi Xwedê trimpêla min naxebite, divê ez wê bighînîm ser hostê. Min li komeleyê pirsî ku ew kesên çengel bi dû trimpêla wan ve heye kî ye ku bikaribe alîkariya min bike, da ku em trimpêla min bibin ser hostê, cîhê tamîrê. Wan herdu hevalên bi min re gotin ku Salo dikare alîkariya te bike û trimpêla wî dikare ya te li dû xwe bikþîne hetanî ser hostê. Loma ez hatim û ji te tika dikim ku tu alîkariya min bîke. ........ Salo: ........ -Ser sera û ser çavan, ma ev jî tiþtek e. Wele divê ez biçûma kar lê xem nîne ez ê niha telefonekê bidim cihê karê xwe ku ez ê nikarim herim. De ka em çayekê vexwin. ........ -Na, na, wê dereng be, divê berî seat sisiyan ez trimpêlê bighînim ser hostê, em weha peyivîne. ........ Salo telefona xwe dike, ew û Remo derdikevin derve, li trimpêlê siwar dibin diharin cihê ku trimpêla Remo lê ye. Remo kindirê derdixe, seriyekî kindirê bi wî çengelê dawiya trimpêla Salo ve girê dide, seriyê din jî bi ya xwe. Her yek li trimpêlên xwe siwar dibin, Remo trimpêla xwe dixe fitêza vala. Salo jî trimpêla xwe dixebitîne, pêl xazê dike û hêdi hêdî trimpêla Remo li dû xwe dikþîne. Berî ew xwe bighêjin ser rêya Otobana (rêya navnetewî, E4) ê; Rêya ew tê de ne hinekî berjêr e, loma trimpêl hinekî bi lez têne xwar, Salo li paþ xwe dinerê ku çi bibîne, serê trimpêla Remo berbi newalê ve dihare û hêdî hêdî ji rê derdikeve. Salo nema dikare here, eger ew hinekî din here wê teva trimpilên xwe di newalê de wer bin, mecbûr dimîne li ser riya Otobana disekine ji trimpla xwe derdikeve, dihare hinda Remo û dibêje: ........ -Keko can, çima tu serê trimpêla xwe rast nake, ne ez hebekî din herim tê bikevî newalê û ez ê jî li du te bême xwar, ma ev çi hal e? ........ Remo: ........ -Kuro wele ez dikim û nakim dîreksiyon nazîvir e, loma tu tiþtekî ku ez bikim tune ye. ........ -Baþ e hela dakeve ez binerim bê çîma weha dibe. ........ Piþtî Remo ji trimpêlê derdikeve, Salo li cihê wî rûdinê, bala xwe didê ku Remo kilîta trimpêlê nexistî ye cihê wê û direksiyon hatiye kîlîtkirin, ew kilîtê ji Remo distîne, dîreksiyonê vedike û dibêje. ........ -Brayê delal, di rewþên weha de divê kilît lî ser trimpêlê be, ya na ez ê bi cihekî de û tê bi cîhekî din de here. De were cihê xwe, îcar çêbû, em herin. ........ Bi saya serê Remo rêya Otobana hatiye sekinandin hemî trimpêlên ku tên li benda wan disekinin ku derbasbin, hin sikevan (xeberan) dikin, hin bi ser wan de diqîrin, hin tiliyên xwe jî wan re bilind dikin. (Ev jî li ewropa tiþtekî gelekî nexweþ e) Wer hasil tiþtekî ecêp tê serên wan. Lê xem nîne, wê piþtî çend deqîqeyekê ji vî halî xilas bin. ........ Bi kêfa ku ewên êdî ji vî ezabî xîlas bin, Salo li trimpêla xwe siwar dibe û wê dixebitîn e, frêna desta dadîxine jêr. Hêdî hêdî nigê xwe yê rastê dide ser xazê yê çepê jî ser debriyajê radike, lê dike û nake trimpêla Remo ji cihê xwe naleq e. Salo, ji ew mirovên ku li benda wan sekînine jî aciz bûye, ji ber ku her yek gotineke ne baþ ji wan re dike. Çi dike trimpêla Remo ji cihê xwe nalive, hinekî zêdetir pêl gazê dike. Bi dana gaza zêde gumîniyeke ji paþ trimpêla Salo tê, bi wê guminiyê nava Salo diqete, dibê hela çi bû? Gelo kê em gulebaran kirin? ........ Salo: ........ -Birayê ezîz, çima trimpêla te ji cihê xwe nediliviya? ........ -Bi xwedê ez jî nizanim. ........ -Baþ e, hela peya be ez dîsa binerim bê te îcar çi ji bîr kiriye? ........ Dema Remo ji erebê derket û Salo li cihê wî rûnîþt, dîna ku dît vî firêna dest danexîstiye, loma trimpêl ji cihê xwe nedileqiya. Salo frêna desta daxist, kilît xiste cihê wê banî Remo kir û got: ........ -Brayê min î ezîz, de ka dîsa wê kindirê girêde û were li cihê xwe rûnê. Berî ku hinek me bikujin, frêna desta nekiþîne û kilîtê têxe cihê wê. Ez bi kîjan ali de çûm e tû jî dîreksiyonê xwe di wî alî de bîþkîne, ez sekînîm tu jî bisekine, min li pîspîskê xîst tu jî lê de. Min serê xwe xwar kir tu jî weha bike, ez kenîm tu jî bikene, ez girîm tu jî bigrî, bi vî awayî em dikarin du rojên din herin ser hostê, wê demê jî pêwîst e ku hinek min jî rakin nexweþxanê ku ez jî ji mirinê xilas bim. Baþ e keko can? ! ........ -Wele min tu tiþt ji te fêm nekir. Lê ez ê hema weke te bikim... |
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| remo, trimpêla |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd. |
![]() |