04-17-2009, 07:54
|
#1 (permalink)
|
|
Üyelik tarihi: Sep 2008
Üye No: 8853
Referanslari: 0
Cinsiyet:
REP Gücü Puanı: 900
Son Aktivitesi: 09-11-2009 :
08:47
Toplam Online Süresi: 2 Saat 59 Dakika 32 Saniye
|
Dilar Diçe çarsiyê
Cejna Newrozê nîzik bû. Malbata Dilarê dixwest ku hinek kinc ji xwe re bikirin.
Roja semiyê pist tastê xwe hazir kirin ku herin çarsîyê. Tistên ku wan ê bikiriya li ser kaxizikê nivisîn.
Ji mal derketin çûn rawestgeha otobusê. Li otobusê siwar bûn û çûn çarsiyê.
Roja semiyê bû, çarsî pir qelebelix bû. Xelkê piranî di vê rojê de karê xwe yê çarsî û bazarê dikir.
Bi hev re ketin dikaneke mezin. Pêsî ji xwîska biçûk û Dilarê re fîstanek kirin. Pist re çûn dikanek din. Ji dayê re etegek, bilûzek, ji bavo re jî qutikek kirîn.
Dûvre çûn dikanek solan. Ji Dilar û dayê re cotek sol, ji xwîska biçûk re cotek cîzmên baranê kirîn.
Tûrên wan di destê wan de, hêdî hedî ber bi rawestgeha otobusê mesiyan ku herin malê. Lê xwîska biçûk dixwest ku hemû bi hev re herin parqa zarokan. Bi tûrên ku di destên wan de bûn gera parqê zehmet bû. Lewma divê berê biçûna malê tûrên xwe danîna û pasê biçûna parqê.
Li otobusê siwarbûn û vegeriyan malê. Tûrên xwe danîn. Dê û bavê Dilarê haziriya xwarinê kirin. Dilar û xwiska xwe jî çûn derva.
|
|
|
|
|