Jiyan-Board


FORUM Portal Albümlerim Sosyal Gruplar Kimler Online Bugünki Mesajlar
Geri git   Jiyan-Board.NET > FORUMA KURDÝ -KÜRTÇE FORUM > Foruma Kurdi > Çirokên Kurdî
Kayıt ol CezalilarTüm Albümler Roj Tv Zindi Üye Listesi Ajanda Arama Bugünki Mesajlar Forumlarý Okundu Kabul Et

Konu Bilgileri
Konu Baþlýðý
Çi Li Apê Meco Qewîmî?-Jîr Dilovan
Konudaki Cevap Sayýsý
0
Þuan Bu Konuyu Görüntüleyenler
 
Görüntülenme Sayýsý
39

Yeni Konu aç Cevapla
 
LinkBack Seçenekler Stil
Alt 04-17-2009, 07:54   #1 (permalink)
Üye
 
B0RAN - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
 
Üyelik tarihi: Sep 2008
Activity Longevity
0/20 1/20
Today Mesajlar
0/5 sssss4392
Üye No: 8853
Mesajlar: 4,392
Konular: 2
Referanslari: 0
Arkadaslari: (0)
Cinsiyet:
Kullandigi Tesekkür: 0
Aldigi Tesekkürler: 119
REP Gücü Puaný: 900
Aldigi REP Puani: 3
B0RAN is an unknown quantity at this point
Son Aktivitesi: 09-11-2009 :   08:47 
Toplam Online Süresi: 2 Saat 59 Dakika 32 Saniye
Submit to Clesto Submit to Digg Submit to Reddit Submit to Furl Submit to Del.icio.us Submit to Jeqq Submit to Spurl
Standart Çi Li Apê Meco Qewîmî?-Jîr Dilovan

ÇI LI APÊ MECO QEWIMÎ?-Jîr DILOVAN



Jîr DILOVAN (jirdilovan@web.de)







Dîsa mîna heroj min ew li heman cihî, li kolana nêzîkî hayîma penaberan dît. Þevqa xwe ya bitepik a þeþ goþe li ser pora spî ku tayekî reþ tê de nemayî pehn kiribû. Bedlê rêþ bi ser qutikê spî de berdabû û qundereke Diyarbekirkî ya ser tûj di lingên xwe re kiþandibû. Destê xwe bi þûn xwe ve girêdabû û þeqe þeqa tizbiha wî ya kehrebanî bi hawîr diket. Dîsa lêvên wî li ser hev direqisîn û ji xwe re diaxivî. Carcaran rû lê di girijî û qermîçonkên pêl çavê wî bi ser hev de didewisîn. Carna jî rûdêna wî mîna heyva ku ji bin ewran derkeve û ronî bide, ew qerastina li ser xwe diavêt. Di nava deh xeberan de, rûyê wî ji þêweyekî vediguherî þêweyekî din. Nizanim cara çendabû ku min ew bi vê timtêlê didît.



Lêpirsîn û nasîna wî ji min re bûbû armanc. Hê roja pêþî ku min dîtî, min þibandibû apê xwe. Ev jî teqez ji aliyê me bû, lê kî bû û çi derdê wî hebû heta ku di van deran re derketibû. Heger min ev yek fêm nekiriba, hedana min ê nehatana.



Dema çavê wî bi min ket, bi hêviyeke mezin li min ma xar. Diyar bû ku ji ber tenêtiyê bêzar bûye û li hevalekî axaftinê digere. Çawa dît ku ez ber pê diçim, gavên xwe sist kirin û tizbiha di nava destan de rawestiya. Ber bi min ve bi tihêlekê bû û di nava meþîn û nemeþînê de ma bêbiryar.

Hê hinekî ji dûr, min silav dayê û got:

„Roj baþ apo!“

Weke dîtineke xwe bibîne, bi kêfeke zarokî bersiv da:

„Roj baþ biraziyê delal!“

Meraqa wî di rûdêna wî ya ku îfadeyeke gumanbar lê rûnandî re xuya bû. Lewra yekem car bû ku em pêrgî hev dihatin û ji niþka ve ez pê re bi Kurdî axivîbûm.

Bi wê meraqê peyva xwe domand:

„Biraziyê delal min tu nasnekirî“

Min xwe da nasîn û mebesta xwe ya ku min dixwast derdê wî fêm bikim, jê re got. Mîna cêrekî avê ku li ber dev be, dêwla dawî vala bikinê û serve biçe, bi carekê fûriya. Got û baland. Ji zaroktiya xwe dest pê kir û keser li ser keserê xortaniya xwe vegot. Di cejn û dîlanan de sergovend bû. Kesekî nikarîbû mîna wî govendê bigerîne. Nêçîrvan û kewgêriyekî hêl bû. Nîþangirekî tifingê bû û ji dused metroyî derzî dihilanî. Di beza hespan de kesekî nikarîbû suwariya wî bike. Piþtî zewicî bû, ji bo debara aborî, dest bi qaçaxvaniyê kiribû. Dema ku kesekî nikarîbû ji gund derkeve, wî li sînor dixist diçû Qamiþlo û carcaran derbasî Helebê jî dibû. Bi diravan (pere) dileyîst. Hê zaroka wî ya pêþî çênebûyî ewî qesir û qusûr avêtibûn ser hev. Nîvî ji erd û zeviyên gund kirîbûn. Hê haletê darî di destê cotariyan de, wî çûbû ji Dîlokê traktorek kirîbû û berdabû nava zevî û erdan. Kiribû ku libek dehan, bîstan, sedan bide. Piþtî derbeya 12ê Rezbara 1980an, qedera wî jî veguherî bû. Ew û herdu lawên wî yên ku yek parêzer û yek jî endezyarê çandiniyê, bi sedema ku arîkarî dabûn rêxistineke cudaker, hatibûn girtin. Heþt salan li girtîgeha Amedê di bin êþkenceya giran û hovane de mabûn. Koma kufletê hur, tevî du bûkan mabûn di stuyê jina wî de. Di nava heþt salan de, ketibûn ber zevî û erdan ji bo debara xwe ya aborî firotibûn û mabûn bi serê xwe û xaniyê hiþk û hola. Bi derketina wan a ji girtîgehê re, herdu lawên wî ku di dezgehê êþkence û heqaretên Esat Oktay Yildiran re derbasbûyîn, li mal venegeriyabûn. Jinê xwe her yekî bi du zarokan bî hiþtibûn, berê xwe dabûn çiyayên welêt û ketibûn nava refên þervanan. Ew jî ji ber êþkenceya giran, movikên piþta wî ji ser hev çûbûn û nikarîbû rahêje pirtikekî. Herwiha bikêrî qirþekî hew dihat. Vê yekê jî ew pir xemgîn kiribû. Dîsa jî çend serî pez peyda kiribûn ku debara malbatê bi wan bike. Lêbelê dewleta çavsor bela xwe jê venekiribû û suravkê herdu lawên wî di serê wî ve derandibûn. Ne carekê, ne dudo û ne jî dehan, ew kiribûn bin çavdêriyê. Êþkence û heqaretên giran lê kiribûn. Dawiya dawî pezê xwe yê heyî û xaniyê xwe firotibûn, diravên wan dabûn þebekeyan û di Elmanya ve derketibû. Ev çar salên wî bûn ku di hayîmê de dima. Dadgeha Elman bawerî bi îfadeya wî neanîbû. Çend qurûþên qûtê nemir ku didan wan, li xwe xerc nedikirin û diþiyandin ji herdu bûkan û zarokên wan re.



Piþtî vegotina wî ya bi saetan ku carcaran kelegirî bûbû, carcaran rondikên zuwa di çavên wî re avêtibûn û carcaran jî ji hêrsa xwe qîriya bû, bi hêdîka xwe berda ser zûrikê qiraxa rê û sînga wî mîna kûra hêsinkeran çû xwar û hate banî.

Piþtî çend keserên kû di nava axîneke kûr de hûnandin, bi çavên ku çirûsk vedipekandin li min nihêrî. Zûrikê di rex xwe de nîþanî min da û ez di rex xwe de rûnandim. Destê xwe danî ser milê min û bi hêdiya berdewam kir:

„…Êdî ez ji biraziyê xwe yê delal re bibêjim… Em ji ber Kurdayetî, ji ber zimanê xwe yê delal, ji ber kesayetî û namûsa xwe di van welatên biyanî re derketin. Heþt salan di bin êþkenceya wî bêbavê Esat Oktay de min serê xwe nedanî. Guyê daþîran bi me da xwarin û got heta hûn nebêjin ez tirk im, ez dev ji we bernadim. Dîsa jî min dev ji kesayetî û zimanê xwe berneda. Lê niha hêsanî zarokên me li vira dihelin. Nizanin du peyvên Kurdî bînin cem hev. Ji ber ku zimanê xwe nizanin, fêrî Elmanî jî nabin. Lê ya herî bi min zor tê ev e ku li welat em ji Tirkî dûr bûn. Li vira ji nûka zaro û jinên me li ber televizyonên Tirkan pehn dibin. Devê wan li Tirkî vedibe û dev ji Kurdî berdidin…“

Dengê wî bi carekê zîz bû û du rondikên zuwa xwe di kanîkên çavên wî re berdan xwarê. Bi xemgîniyeke mezin peyva dawî got:

„Ez nizanim, gelo bi hezaran ew qîz û xortê leheng xwe di ber çi de didin kuþtin? Gelo em ji bo çi di van welatan werbûn?
B0RAN isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
Cevapla

Bookmarks
Etiketler
ape, dilovan, meco, qewîmîjîr



Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir)
 
Seçenekler
Stil

Yetkileriniz
Konu Acma Yetkiniz Yok
Cevap Yazma Yetkiniz Yok
Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
Mesajýnýzý Deðiþtirme Yetkiniz Yok

BB code is Açık
Smileler Açık
[IMG] Kodları Açık
HTML-Kodu Kapalı
Trackbacks are Açık
Pingbacks are Açık
Refbacks are Açık



WEZ Format +2. Þuan Saat: 20:34.

Bu sitede yayinlanan program ve içerikler tamamen tanýtým amaçlý olup yayýncý yada hak sahibi isteði doðrultusunda paylasimdan kaldýrýlýr.Lütfen info@jiyan-board.com mail adresinden bizimle irtibata geçiniz.Dosyalar alýntý olup sunucumuzda barýndýrýlmaz.Lütfen Kullanýcý sözleþmesini tekrar gözden geçiriniz.Sitemiz dýþýndaki linklerden sitemiz sorumlu deðildir.
Site Öz Geçmiþimiz : jiyanboard.com jiyanboard.net jiyanboard.org jiyanboard.de jiyanname.de jiyan-board.com jiyan-board.org jiyan-board.net
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
Kurd Top List Submit website

ROJACIWAN | HPG-ONLINE | CMG-TEAM | EVINDARIM.ORG | CAVEN JIYAN | BIZEKALAN.NET | KURD WEBMASTER | TAK |