Jiyan-Board


FORUM Portal Albümlerim Sosyal Gruplar Kimler Online Bugünki Mesajlar
Geri git   Jiyan-Board.NET > FORUMA KURDÝ -KÜRTÇE FORUM > Foruma Kurdi > Çirokên Kurdî
CezalilarTüm Albümler Roj Tv Zindi Üye Listesi Ajanda Arama Bugünki Mesajlar Forumlarý Okundu Kabul Et

Konu Bilgileri
Konu Baþlýðý
Ginêtir
Konudaki Cevap Sayýsý
0
Þuan Bu Konuyu Görüntüleyenler
 
Görüntülenme Sayýsý
27

Yeni Konu aç Cevapla
 
LinkBack Seçenekler Stil
Alt 04-17-2009, 07:54   #1 (permalink)
Üye
 
B0RAN - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
 
Üyelik tarihi: Sep 2008
Activity Longevity
0/20 1/20
Today Mesajlar
0/5 sssss4392
Üye No: 8853
Mesajlar: 4,392
Konular: 2
Referanslari: 0
Arkadaslari: (0)
Cinsiyet:
Kullandigi Tesekkür: 0
Aldigi Tesekkürler: 120
REP Gücü Puaný: 900
Aldigi REP Puani: 3
B0RAN is an unknown quantity at this point
Son Aktivitesi: 09-11-2009 :   08:47 
Toplam Online Süresi: 2 Saat 59 Dakika 32 Saniye
Submit to Clesto Submit to Digg Submit to Reddit Submit to Furl Submit to Del.icio.us Submit to Jeqq Submit to Spurl
Standart Ginêtir

Rojekê, li bajarekî zilamekî teral hebû. Vî zilamê teral nikarîbû tu karî bike. Ne avdanî, ne kolana erda, ne emeletî, ne bazirganî û ne jî tu karê desta jê nedihat. Zilamekî pir nekirkêr û hînî teraliyê bûbû. Wê serê sibehê ji mal derketa, heta reþa êvarî li bajêr bêser û ber bigeriya û berêvarkî destvala vegeriya malê. Rojekê jina wî gotiyê; wisa çênabe, bêkar û bêemel ji te re naqede, rabe here cem reîsê bajêr bê ma tu karekî ji xwe re nabîne? E wî got baþe, ezê sibe herim cem reîs, ez zanim valaye lê dîsa ezê xwe biceribînim.







Serê sibehê xwe tiftifand, kincên xwe yên nû li xwe kirin û çû cem reîs. Li deriyê reîs da û kete hûndir. Gava reîs nerî ku zilamekî lihevhatî, bedlek kincên binasib lê û bikirawat kete hûndirû hema ji ber rabû û got fermo, daxwaza we ji min çiye? Ji reîs werkî karmendekî dewletê ê paye bilinde hatiye ziyaretiya wî. Dema reîs got fermo teralê me jî teqsîr nekir û daxwaza xwe got: Ez li karekî digerim.



Reîs got:



-Baþe, ma tu dikarî coka bikole?



Yê teral got, na.



Reîs dîsa pirsî:



-Ma ajotina terembêla ji te tê?



Yê teral got, na.



Reîs çi karê heyî jê pirsî û wî got, ji min nayê. Dawiya dawî reîs got:



-Hey mal wêran, ma tu dixwazê çi karî bikê?



-Wele reîsê min, ez dixwazim hûn karekî wisa bidine min ku, her tim ez li nav bajêr bigerim.



Wexta ê teral ev peyv gotin reîs qasekê fikirî û got:



-Temam, ha ji te re meqbûzek. Tê hertim li nav bajêr bigere, zilamê ku mirîþka bînê firotinê, zilamê ku keçel be, zilamê ku ji jina xwe bitirse û zilamê ku navê wî Ginêtir be, tê pênc weraqa ceza ji wan bistînê, çêbû?



Gava reîs gotinên xwe qedandin yê teral got; ser sera, ser çava reîsê min. Teralê me rahiþt meqbûza xwe û dest bi karê xwe kir.



Çend roj, çend heftî di ser re derbasbûn, yê teral tu kesê bi rengê ku reîs jê re gotî nedît. Rojekê serê sibehê dît ku, zilamekî bi þefqe, mirîþkek wî di bin çenga de û hêdî hêdî diçe bazarê. Yê teral dicihde çû pêþiya wî û gotiyê:



-Ev çi mirîþke?



-Mirîþka firotinêye.



-Ka pênc weraqa.



-Pênc weraqê çi?



-Emrê reîs heye, zilamê ku mirîþka bifiroþe wê pênc weraqa ceza bide.



Gava behsa ceza hate kirin, xwediyê mirîþkê pirr hêrs bû:



-Çi ceza, ma qey firotina mirîþka qedexe ye?



-Reîs qanûna nû derêxist, li gor vê qanûnê qedexe ye?



-Ev çawa qanûn e, ma emê bi çi debariya xwe bikin?



Ev gotûbêj hin bi hin hiþk dibe û di dawiyê de pevçûn derdikeve. Çawa yê teral þeqamê diavêje xwediyê mirîþkê, þefqa wî ji serê wî dikeve û yê teral dinerê ku xwediyê mirîþkê keçele jî. Hema teralê me disekinê û wisa dibêje:



-Cezayê te bûn deh weraqe.



Xwediyê mirîþkê ma hebitî:



-Ev ji ku derket, ma tu pêxwasî tu çi yî?



-Na, ji ber ku tu keçelî tê pênc weraqê din cezayê keçeliya xwe bidê.



Wexta behsa keçeliyê hate kirin xwediyê mirîþkê zêde qeherî û bi dengekî bilind wisa got:



-Ma min got ber ez keçel bim, Xwedê ez wisa dam dinê. Ger tu mêr bê here vî cezayî ji Xwedê bistîne.



-Ez nizanim, tê mecbûr deh weraqa cezayê xwe bidê.



Xwediyê mirîþkê ketibû belayekê ku, nikarîbû xwe bi dest û linga jê derêxe. Çiqa li ber xwe dida cezayê wî zêdetir dibû. Fikirî û biryar da ku bi nermahî û belengazî bi vî zilamê belakir re biaxivê, da ku dilê wî bi xwe bide þewitandin û xwe jê rizgar bikê. Bi vê ramanê, xwe rebenî kir û bi dengekî nizim wisa got:



-Ê baþe birayê delal, gava ez vî cezayî bidim te ezê çawa herim mal, ne jina min wê fermana min rake.



Xwediyê mirîþkê bi van gotinê xwe, xwe kiribû xefkike din lê pê nizanîbû. Piþtî van gotinê ê keçel, yê teral bêhtir riç bû û got:



-Ma qey tu ji jina xwe ditirsê?



-Ê wele birayê hêja, ji te tê veþartin lê ji Xwedê nayê veþartin, jina min hebkî serhiþk û zirz e û bi rastî ez jê dipelikînim.



-Tu jî li qusûra min negre lê cezayê te bûn pazdeh weraqe, ji ber ku tu ji jina xwe ditirse.



Gava yê teral ev peyv gotin xwediyê mirîþkê ma heyirî û þaþ bû. Nizanîbû bi çi cureyî xwe ji destê vî xwedênenasî rizgar bike. Vê carê dengê xwe bilind kir û bi bare bar axivî, da ku hin din bi wan bihisin û têkevin navbera wan. Wexta ê keçel kire qerabalix çend zilam li wan bûn kom û gotin þerm e, fediye, bi xweþkayî ji hev safî bibin. Di vê navberê de gundiyekî xwediyê mirîþkê jî ber bi wan ve qedimî. Kêliya ku xwediyê mirîþkê gundiyê xwe dît kêfa wî hat û bêhtir dengê xwe bilind kir. Ê gundî çawa hat hima nependî xwe avêt nav gelegovkê û wisa got:



-Gelî milet, gavê xwe ber bi xwe bikiþînin, ber herkes zanibe ku ez li ser birayê xwe Ginêtir qebûlnakim!



Ji yê gundî werkî, ne yekî lê pirr kesan bela xwe firotiye Ginêtir lewma xwest ku alîkariyê bidê wî. Lê gava peyva „Ginêtir“ ji devê yê gundî derket, yê teral xwe nêzîkî xwediyê mirîþkê kir û got:



-Kuro ma navê te Ginêtir e?



Xwediyê mirîþkê ji xwe pirr qeherî bû lê gava ev pirs jê hate kirin bêhtir qeherî û piþtgermiya gundiyê xwe bi dengekî bêtirs wisa got:



-Navê min Ginêtir e û sed carî Ginêtir e, te çi ji navê min e?



-Çawa min çi jê ye, ji ber ku navê te Ginêtir e mixabin cezayê te bû bîst weraqe.
B0RAN isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
Cevapla

Bookmarks
Etiketler
ginêtir



Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir)
 
Seçenekler
Stil

Yetkileriniz
Konu Acma Yetkiniz Yok
Cevap Yazma Yetkiniz Yok
Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
Mesajýnýzý Deðiþtirme Yetkiniz Yok

BB code is Açık
Smileler Açık
[IMG] Kodları Açık
HTML-Kodu Kapalı
Trackbacks are Açık
Pingbacks are Açık
Refbacks are Açık



WEZ Format +2. Þuan Saat: 05:25.

Bu sitede yayinlanan program ve içerikler tamamen tanýtým amaçlý olup yayýncý yada hak sahibi isteði doðrultusunda paylasimdan kaldýrýlýr.Lütfen info@jiyan-board.com mail adresinden bizimle irtibata geçiniz.Dosyalar alýntý olup sunucumuzda barýndýrýlmaz.Lütfen Kullanýcý sözleþmesini tekrar gözden geçiriniz.Sitemiz dýþýndaki linklerden sitemiz sorumlu deðildir.
Site Öz Geçmiþimiz : jiyanboard.com jiyanboard.net jiyanboard.org jiyanboard.de jiyanname.de jiyan-board.com jiyan-board.org jiyan-board.net
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
Kurd Top List Submit website

ROJACIWAN | HPG-ONLINE | CMG-TEAM | EVINDARIM.ORG | CAVEN JIYAN | BIZEKALAN.NET | KURD WEBMASTER | TAK |