|
Jiyan-Board
|
|||||||
| Cezalilar | Tüm Albümler | Roj Tv Zindi | Üye Listesi | Ajanda | Arama | Bugünki Mesajlar | Forumlarý Okundu Kabul Et |
|
||
![]() |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) |
|
Üye
|
Pêþ hatina Rojava
Li Rojhilatê bavek hebû Gihîþtin lawên wî Rojava. Lawê yekemîn di derîyên rojavayê de Bi merasîmên mezin hat pêþwazî kirinê Dû re ji bo rû**** wî zîyefetên mezin dan Gotar hatin dayînê ji bo rûmetîya bavê wî. Þev di nav balîfê ji pûrtikên çûkan de Law di nav xewnên þefaqên hiphêþin Reþayîyek sivik hêdîka ket hundir Ew kuþtin û di cîhekê kes pê nezanî de defn kirin Bavê va di carekî de ji zêdebûna hisêrên hewayê fam kir Ji ber ku hêfa wî bigire birayê wî þand. Lawê duemîn di welatê Rojava Dema ku di kêleka çemekê digerîya Rastî keçekê di tezetîya çîyan hat Tu dibêjî qey; Ji toza mêþa hingivê hildigire, Ji hewîrên neynikê, biriqîya heyvê, Ji ronahîya rîya karvanan, tirsa incîyan, Ji titûna gulan hatîye dunê, Ne dîya wê, ezmanan ew hanîye dunê, Rojê porên wê qevþ kirîye. Bi salan du wê ket Lê nekanî xwe bigêhîne wê, Mîna kendalekê Rojava ket navbera wan Dû re jî di rojekê zivistanê de bahozekê sar Ew girt û bir. Û lawê duemîn Serê kendalen mezin Di nav lepên hartîyên newî de dîtin. Bavê va ji baranê fêm kir Ava baranê tal û qemitok bû Ji ber ku bigêhê sirrê wê bûyerê Þand lawê xwe yê sêemin. Lawê sêemîn li Rojava Pir birçî ma, peliqîya, hevda ket Lê rojekî di dukanekê de karek dît Ewê piþt derbazbûna borçitîyê birayên xwe bigeryana Lê sêhra Rojava zor lê kir Kar pir bû, wext nedît ku birayên xwe bigere Dû re jî ew temamî bîr kir Bû þef, di mayeta wî de pir kes, Þevan girêdana qirawetê hin bû Roj hat dikanên wî bûn, bi tilîyan nîþan dan Bûwû patron, lê hîna jî xulam bû Çimkî ruhê wî de xulamtîyê cîh girtî bû. Rojekî hemþehrîyekê wî di gazînokê de ew nas kir Jî wî hesaw pirsî, wî jî Tenê ji ber þerman bavê xwe re Bi wî re çekik þand. Bavê nezanî ku va kaxiza çi re dibe Va çeka buha giran Qîþ kir û havit ber cêwrên kutîyan ku pê bilihîzin Lê bav gelekê pîr bû Dest ji tiþtên ku kiribû hiþê xwe berneda Lawê çaremîn þand Rojava Lawê çaremîn xwend, bû zanyar Gel û welatê xwe Edet û îdealê xwe Medenîyetik paþveketî dît. Bi xwe gihiþtibû medenîyetek rast Zanyarên Rojava ew pîroz kirin Ew jî mîna hezaran wenda bû û çû Bavê va jî bi sêhra zimanê tebîetê fêm kir Rojekê ji mîha malê ya pîroz de þîrek reþ hatibû. Lawê pencemîn þaîr bû Hewcî nekir ku bav bibêje here! Hat û ruhê Rojavayê hîs kir Di derheqê harbûna Rojava û qedera Rojhelat de Þîîrên mezinê tirajîk û giran ber xwe re hanî. Komçeyên xwe komkir û xwest ku bizivire Bi dubarekirina þîîrên xwe di deþtan de Mîna qûmê helîya û çû di rêyan de Dor dora lawê þeþemîne Hîna di derîyên Rojava de hat dîtinê nehat dîtinê Ew jî elimandin avên þîrinên bi jahr Alkol vexwar Dest bi hêjmartina kevirên piyaderan kir Xanî û zuqaq ji hev nekir Roj û þev navhev xist Bi xwe jî rojekî wenda bû û çû Bav di vê demê de mirîya bû bi keseran Lawê heftemîn bi temaþa kirina daran mezin bibû Di daran de gihîþtîbû sirra biharê, havînê û zivistanê Pelên hiþk di wî de mîna qederê bûn Wî jî xwest carekê talîha xwe bicêriwîne Di þevaqekê de gihîþt Rojawa Di bajarê herî mezinê li Rojava meydana herî mezin de Sekinîya û pêþt de ban Xwedê kir Ji bona kû wî neguherînin Dû re îlhamek carê de hat wî Û dest pê kir di ber xwe de kola Rojavayî komî serê wî bûn û temaþe kirin Wî qet guhneda temaþekirinê Kola, bê rawestin kola Dû re heyan navê ket çalê Kom mezin bû, pir mezin bû Wê demê vegerîya û peyivî : Rojavano! Ez lawê heftemînê bavekê me Ku we bê guman þeþ lawên wî daquland Li vir bê guhertin dixwezim bêm defin kirinê Bavê min ber jana berayên min mirî Naxwezim ruhê bavê xwe biêþînim Bê guhertin min por bikin! Ez dixwezim rojhelatî bimirim Lê tenê yek hêzek we yî mezin heye: Yên hemberî xwe guhertin Min bikujin jî li vir dernakevim Belkê hestîyên min xwe biguherînin, bibin toz û xwelî Lê ruhê min xwe naguhere Ji bo ku wî bixapînin beyxûde je re pir tiþt gotin Bi rojan pan ku belkê ji ber birçîbûnê derbikeve Ew roj bi roj helîya, lê berxwuda, derneket Ber vê jana ezman û erd qeliþyan Ew bû stûnek ji nûr ê û helkiþîya ezmanan Rojava holê rakirina vê stûnê eciz ma Hîna jî wî zîyaret dikin û þifê dibînin Yên ku xwedî kulên herî bê çare Yên ku ji dil de birîndar Yên ku di dilên xwe de rêça însanîyetê hildigirin. Sezaî Karakoç |
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| hatina, pêþ, rojava |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
|
![]() |