|
Jiyan-Board
|
|||||||
| Kayıt ol | Cezalilar | Tüm Albümler | Roj Tv Zindi | Üye Listesi | Ajanda | Arama | Bugünki Mesajlar | Forumlarý Okundu Kabul Et |
|
||
![]() |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) |
|
Üye
|
BÎHNA AXÊ
Rojek piþtî serê salê bû. Nîvê þevê, ji demê deqîqeyan dixwar. Bajarê Moskowayê wek bûkeke dereng mayî xêlîyeke çîlîspî bi ser serê xwe de berdabû. Berfa ku ji serê sibê de dibariya, li ser banan tu nîþan nehîþtibû. Þewqa lambeyên zer ên ku Meydana Sor seranser dorpêç kiribûn li ser berfa ku hûrik hûrik dibariya wek çîkên agir diçirisîn. Bêyî serxweþên li dora xwe zîz dibûn û dixwestin rêya mala xwe bibînin û çend evîndarên ku xwe li hev pêçabûn û dixwestin gavek berê xwe bavêjin odeyeke germ, meydan vikî vala bû. Qubên Qesra Kremlînê yên bi rengên birqok hatibûn boyaxkirin di bin berfê de wenda bûbûn. Avahiyên dora meydanê yên bilind di nava bêdengiyeke bixof de bûn. Rengê sar ê dêra kevnare sermaya meydanê zêdetir dikir. Sermaya vê þeva sala nû zindiyan ji meydanê bi dûr dixist. Keçên çavþîn, porzer û bejinzirav dev ji serê kolanên derdiketin meydanê berdabûn û di lobiyên otêlên germ de ji bo qedehên votkayê bi ser xwe de kin û bedena xwe germ bigrin li hevalên þevê digeriyan. Wê þevê gelek sar bû, nîþana termometroyê li bin sifirê di 35an de qerisî bû. Nejat bi gavên lez ji hêla bakur ve ket Meydana Sor û bi hêla baþûr ve meþiya. Xwe bi qapûtekî stûr pêçabû. Kolozekî Rusî dabû serê xwe, guhên xwe ji sermayê parastibû lê pozê wî yê piçekî dirêj û serçavê wî dadigirt, bûbû wek gêzerekî sor. Herdu dest di bêrîkên qapût de bûn lê dîsa jî, ji bo hinek germahiya din xwe bi bedena xwe ve jidandibûn. Ji meþa wî xuya dikir ku lingên wî ji potînên zexm razî ne. Çavên wî yên hûrik di kortika çav de wek du zeytûnên reþ ên xilorik dixuyan. Di çavên birqok û gelek zindî de tengezariyek dixuya. Dixwest gavek berê texsiyek bibîne û bi rê bikeve. Li kolanên serê Meydanê mêze kir, tu texsî nexuyabûn. Got: “Encax, ez ê bikaribim li ber Stesyonê texsiyek bibînim,” û berê xwe bi wê hêle de kir. Nejat ji bo pîrozkirina sersalê ji bajarokê Pûþkînê hatibû Moskowayê. Dixwest pîrozkirina sersala Meydana Sor bibîne, dibe ku carek din ev derfet neketa destê wî. Li Batmanê mezin bûbû, paþê li bajarên mezin dibistanên bilind xwendibû, kar bi destê wî neketibû. Ew jî rabibû heta vî welatî hatibû. Xortekî berbiçav bû. Qama wî dirêj, bejna wî zirav bû. Qemeriyê bi awayek sivik û tenik xwe bera ser rûyê wî dabû. Porê wî yê dirêj digihîþt ser milên wî. Xortekî xwîngerm bû, zû diket nava civatê, li der û dora xwe dihat hezkirinê. Di demeke kin de zimanê Rûsî ji ber kiribû, di têkiliyên xwe de rastî tu astengiyan nedihat. Ji ber ku Pûþkîn cîyekî biçûk bû di rojên betlaneyan de bi piranî dihat bajarê Moskowayê. Þeva sersalê Nejad û Sonya ji êvar de li barek nêzî Meydanê rûniþtibûn û li vodkayê sor bûbûn. Paþê wê ji bo þahiya sersalê biçûna meydanê, tevlî kêf û coþa xelkê bûbûna. Sonya sê meh berê li Moskowayê li vê barê nas kiribû, ji wê rojê de ye, her cara ku bihata vî bajarî dibû mêvanê Sonyayê. Bar tije însan bûn. Te ax biavêta li erdê nediket. Kesên li Meydanê dicemidîn ji bo xwe germ bikin direviyan baran. Saet di dora 10an de ew jî rabibûn çûbûn nava qerebalixa Meydanê. Li her quncikên Meydanê de komên muzîkê hebûn, însanan dora wan dorpêç kiribûn û bi hev re dans dikirin. Lê koma mezin a muzîkê ji Alamanyayê hatibû û xîtabê hemû meydanê dikir. Muzîka rock’n roll Meydana Sor dihejand, însan jî pê re dihejiyan. Di saet 12yan de wek ku însanên Meydanê tev de dîn bibin deng bi xwe xistin û ji bo fîþegên hewayî baþ bibînin li valahiya ezman nêrîn. Nejat û Sonya jî tevlî qoroya mezin bûbûn, pêþiyê hevdu hemêz kirin, maç kirin û ketin temaþeya cumbuþa rengan. Fîþeg li dû hev diteqiyan paþê li ezman barana rengan dest pê dikir. Di nava wê coþ û þahiyê de saetek zêde derbas bûbû. Hingî li ezman dinêrîn stûyên wan qerimî bû. Vodkaya di nava damarên wan de digeriya bedena wan sist kiribû. Bi zorê li piyan disekinîn. Di wî halî de destên xwe avêtin nava hev û rêya mala Sonyayê girtin. Wê þevê heta destê sibê bi hev þa bûn. Divê Nejat roja piþtî sersalê vegeriya Pûþkînê, ser karê xwe lê ji xwe pir dereng ji xew hiþyar bûbûn û ji ber ku destê wî ji Sonyayê jî nebûbû gotibû: “Ma ez rojek neçim kar wê çi bibe” û xwe qet aciz nekiribû. Lê di derengê þevê de jê re telefon kiribûn û gotibûn: “Divê tu serê sibê zû li ser karê xwe bî yan na tu dikarî karê xwe wenda bikî.” Gava ji mala Sonyayê derket nîvê þevê bû. Çavên xwe li texsiyek gerand û heta Meydana sor meþiya lê ji ber derengiya þevê û sermayê texsî nedîtibû. Ji ber ku nedixwest ji karê xwe bibe bi aliyê stesyonê ve bi lez meþiya. Gava li fetloka dawî ya ku stesyonê didît fitilî rûyê wî keniya, texsiyek sekinandîbû û lambeyên hundurê wê vêxistîbûn. Sermayê û qurincokên tevzandinê yên ku di laþê wî de digeriyan ji bîr kir, rasterast berê xwe da texsiyê. Ajovan ji dûr ve wî dîtibû û fam kiribû ku muþteriyekî jê re derketiye, hêdîka ji texsiyê daket û li benda wî sekinî. Piþtî silavê, Nejat bi zimanê Rûsî daxwaza xwe jê re got: “Ez dixwazim biçim Pûþkînê, tu yê çiqas ji min bistînî?” Ajovan serafê însanan bû, dizanibû ku yekî di vê saetê de were mecbûrê çûndinê ye. Bersîva wî kin bû: “Ez ê 500 rûbleyên te bigrim.” 500 rûble ji bo rêya Pûþkînê gelek zêde bû. Nejat li hember wî derket: “Tu jî dizanî ku ev buha gelek zêde ye.” “Vê þevê çûndina Pûþkînê gelek zehmet e, rê tev de cemed e.” “Em hevdu neêþînin, 400 jî pir e lê ez ê bidim te.” “Bi Xwedê ez rûbleyek jî danakevim.” “Ewqas hiþk nebe, qene pêncî rûble dakeve.” Ajovan qet xwe aciz nekir: “Vê þevê kêmî 500 rûbleyî ez nikarim heta Pûþkînê herim.”Nejat pir hêrs bû, dizanibû ku ajovan ji ber bêgaviya wî vî pereyî dixwaze. Destê xwe avêt deriyê texsîyê û bi Kurdî axaftina xwe domand: “Min di dêya te kiro, bila yê zêde jî qelenê dêya te be.” Rûyê ajovan keniya û bi Kurdiyeke durust bersîva wî da: “Kuro qey tu kurd î?” Nejat ji fedya, cî tunebû ku pê de bireve, sor û þîn bû, ji rengek diket rengekî din. Lêvên wî dilerizîn, bi zorê axifî: “Bibore, min nizanibû….” Ajovan bi dengekî bilind keniya û destê xwe li piþta Nejat xist: “Li ber nekeve, bavê min her roj wî karî bi dêya min dike, ez Ermenî me, bavê min ji Qamîþloyê hatiye vira, hîna jî em li malê bi kurdî diaxivin.” Ajovan texsiya xwe sererast kir û bi rê ket, hêdî hêdî xemgîniyek li ser rûyê wî rûniþt, çavên wî þil bûn. Paþê li xwe varqilî û bi ser Nejat de vegeriya : “Kalên we gelek ji kalên me kuþtin û bazdan ser pîrikên me lê bîhna axa me ji we tê.” Wechê wî ji nû ve keniya: “Te min bir axa bav û kalên min, te bîhna axa wan gîhand min, ez rûblekî jî ji te nastînim.” Ajovan dengê xwe hinekî din jî bilind kir: “Kî rûblekî jî ji te bistîne, bila dêya wî jina wî be, lo...” Receb Dildar |
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| axe, bÎhna, dildar, receb |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
|
![]() |