|
Jiyan-Board
|
|
#1 (permalink) |
|
Üye
|
![]() Keça Kumsor Hebû tunebû keçeke biçûk hebû. Her tim kumekî sor li serê wê bû. Loma jê re digotin keça kumsorê. Rojekê pîrika wê nexwes ketibû. Diya wê selikek tijî xwarin kir û ew sand mala pîrka wê. Lê berî ku wê bisîne sîret lê kir: “Nebe nebe ku tu li nav daristanê bisekinî ha. Rast here ku gur neyê pêsiya te.” Kumsorê soz da diya xwe ku ew di nav daristanê de nesekine. Wê selik girt û ber bi mala pîrika xwe ve mesiya. Di nav daristanê de rastî kulîlkên gelek xwesik hat. Soza ku dabû diya xwe ji bîr kir, sekinî û ji pîrika xwe re kûlîlk berhev kirin. Hingê ji nav daran gurek derket. Gur bi rûyekî ken ber bi Kumsorê ve çû û got: - Rojbas keça xwesik, tu vê sibê zû bi ku de diçî? - Dapîra min nexwes e. Ez diçim mala wê. - Dapîra te li ku ye? - Ew li pas wî girê han, di holika xwe de dijî. Gur kêf da, sa bû da, keçik li cih hist û ber bi mala pîrê ve bazda. Çû çû û gihîst ber mala pîrê, li derî xist. Pîrê bi dengekî bilind got: - Ev kî ye? Gur dengê xwe wek dengê Kumsorê kir û got: - Eeee ez im ez, pîrê. Ez Kumsorê me. Min ji te re xwarin anîye. Pîrê got: - Derî vekiri ye, were hundir! Gur tavilê derî vekir û xwe avêt ser pîrê. Pîr bi carekê de daqurtand. Kincên pîrê li xwe kirin û kete nav nivînên wê. Li benda Kumsorê ma. Kumsorê bi têra xwe kulîlk berhev kirin, pasê kete rê û çû mala pîrika xwe. Dema ku gîhast mala pîrikê, dît ku derî vekirî ye. Kete hundir û deng li pîrika xwe kir. Got: - Pîrê, diya min ji te re xwarin sandiye! Gur bi zarê pîrê kir û got: - Tu bi xêr hatî keça min a delal. Min pir bêriya te kiriye. Ka were cem min, bikeve nav nivînan. Keçikê selika xwarinê li ber serê pîrê danî û ket hembêza wê. Destê xwe li ser rûyê “pîrê” gerand û pirsî: - Pîrê, guhên te çima weha mezin in? - Ji bo ku te bastir bibihîzim. - Ev çavên te çima weha mezin in? - Ji bo ku te bastir bibînim. - Ev pozê te çima weha mezin e? - Ji bo ku te bastir bîhn bikim. - Destên te çima weha mezin in? - Ji bo ku te bastir hembêz bikim. - Devê te çima weha mezin e? - Ji bo ku te bixwim. Gur Kumsêrê jî bi carekê de daqurtand. Zikê gur nepixî û di nav ciyê pîrê de bi xew ve çû. Hewqas pir xwaribû ku pife pif û xure xur pê ketibû. Lê sansê wan hebû. Neçîrwanek ji ber mala pîrê re derbaz bû. Xure xura gur bîhîst. Ber bi derî ve çû. Derî vekirî bû. Hêdika çû hundir. Dît ku gurek di nav nivînên pîrêde ye. Zikê gur qelast. Pîrê û Kumsor jê derxistin. Dema ku Kumsorê derkete derve, got: - Oy, zikê gur çiqas tarî bû! Nêçîrvan û pîrê ji Kumsorê re gotin: - Carek din bi ya mezinên xwe bike ha! |
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| keça, kumsor |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
|
![]() |