|
Jiyan-Board
|
|||||||
| Kayıt ol | Cezalilar | Tüm Albümler | Roj Tv Zindi | Üye Listesi | Ajanda | Arama | Bugünki Mesajlar | Forumlarý Okundu Kabul Et |
|
||
![]() |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) |
|
Üye
|
Di kevneþopiya Kurdan de çîrok cihek girîng digre. Lewra gelê Kurd bi exlaq û tewrên xwe gundî ye. Ango taybetiyên gundîtiyê pê re hene. Ji ber ku bigiþtî xwendin û nivîsandin di nav me de tune bûye ji berhemên niviskî zêdetir, wêjeya devkî belav bûye. Çîrokbêj an jî xebroþkbêjên Kurdan ne demên dûr di demên nêz de jî dihatin dîtin. Bi taybetî mêvanê civatên þevên bê ceyran çîrokbêj û xebroþkbêj bûn. Her çiqas çîrok û xebroþk ne yek tiþt bin jî ev ji bo gel pir girîng nebû. Tiþtê girîng ew bû ku þeva xwe derbas bikirana.
Dema çîrokbêj an jî xebroþkbêj tê gotin beriya her kesê pîra min dikeve bîra min. Em hemî li dora wê kom dibûn û me bizor çîrokan bi gotina me ya berê xebroþk pê didan gotin. Siyehmed (Siyabend) û Xecê, Hemoyê Dûdo, Þah Îsmeîl, Ay Qulax ji çîrokên me yên herî pir jê dihat hez kirin bûn. Tew dema qala þerê Misilman û kafiran bana me yekcar xwe lê digirt. Xebroþk ne tenê di nav zarokan da li ba mezinan jî girîng bû. Li dora me çîrokbêjê navdar Apê Silê bû. Her çiqas ev çîrok bandorek baþ di warê wêjeyê û civakî de bihêle jî kêmaniyên wan hebûn. Beriya her tiþtê gel warê ku ayet dibê "Ji bo îbret bistînin" na ji bo þeva xwe derbas bikin guhdarî dikirin. Resûlê Xwedê (s.X.l.) wûsa dibê: "Bawermend ji qulek du car nayê gezkirin." Bi destûra Xwedê emê ji vir û pê ve bi çîrokên boriyên gelê xwe her meh bi we re bin. Û dîsa Xwedê bêje erê emê îbretê jî bistînin û carek din ji vî qulê neyên gezkirin. Apê Osman Sebrî çar leheng ji bo îbretê nivisandiye emê jî sê zirarkeran ango yên di bazirganiyê de zirar kirine binivîsin. Lê di vî bazirganiyê de gelê Kurd jî zirar kiriye. Çîroka Zirarkeran; Di dema serhildana Þêx Seîd de gellek mirovên dilpaqij û bawermend cihê xwe di nav refên tevgera azadîxwaz de girtin. Navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka Kurdistanê de nivîsandin û çîrokên wan hêj jî di dilê me de coþek mezin çê dike. Ji van navan yek Salih Begê Hênê ye. Salih Beg mirovek zana, wêrek û dilsoz bû. Tevlî Þêx Seîd li Amedê hat dardakirin. Hetta tê gotin ku herî nêzê Þêx Seîd bûye. Pismamê Salih Beg, Temir Beg berevajiyê wî mirovek bêbext û xwefiroþ bû. Di dema serhildanê de ji bo dugela Tirk çi ji destê wî tê dike. Di dawî de bi xeyala peran û jiyanek bi îtîbar(!). Dû ku þer bi têkçûna hêzên Kurd biencam dibe, serhildêr û alîkarên ku dîl tên girtin miþextiyê Anadolê dikin. Wek mînak ji serhildêran Þêx Ebdulqadir miþextiyê Kutehyayê, Þêx Muhemmed Kerbela miþextiyê Uþakê dû re miþextiyê Edenê dikin. Lê Temir Beg tevlî malbata wî miþextiyê Tirakyayê kirin. Temir Beg çawa derfetê dibîne diçe Stenbolê xwe digihijîne Mistefa Kemal jê dipirse: - Paþayê min! We çima me miþextî kir, em alîkarê we bûn? Bersiva Paþa bersivek nas e: - Ez zanim tu alîkarê me bûy. Lê tu ji gelê xwe û dînê xwe re nebûy, tu yê çawa ji min re bibî? Sibê di navbera me û Sowyetê da þerek derkeve ewê werin alîkariya me bikin lê tuyê herî ji bo peran alîkariya Sowyet bikî. Temir Beg piþta ustiyê xwe bi poþmaniyek mezin dixurîne û dizivire. Dema efû derdikeve û tê welat herdem bi poþmanî û girînek ji dil vî bûyerê qal dike. Heta ana jî þahîdê vî îtiraf û girîna Temir Beg hene. Dîsa çîrokek ji Þerê Þêx. Navê zilamê me Xalê Mihemed e. Xalê Mihemed li dora Farqîna Amedê dijiya. Wek me go gel li dû çîrokê ye. Emrê Xalê Mihemed gellek zêde ye. Jê dipirsîn "Xalê Mihemed de ka ji me re qala Þerê Þêx bike." Xalê Mihemed dibê "Heta hûn hemî tif nekin ser û çavên min ez ji we re qal nakim." Gel çiqas bêje "na" jî Xalê Mihemed bibiryar bû. Her kes wê tûk bikirana ser û çavên Xalê Mihemed û wê ew bi girîn biaxiviyana. - Me bihîst ku þerek heye. Navê Þêxek dihat gotin. Rojek leþkeran me çend xortan berhev kirin û ji me re pêþniyara ji bo xwe xebitînê anîn. Ger em wî karê bikin wê peran bidana me. Karê me cilên þervanên Kurdan li xwe bikin û bikevin nav gundên Kurdan û talan û tecawuza mal û canê mirovan kirin bû. Bi vî awayê wê gel alîkariya xwe ji serhildêran bikiþanda. Me karê xwe bi serkeftinî anî cih. Dema serhildan têk çû gazî me giþa kirin. Me go qey wê peran bidine me. Lê em qasê pêncî zilam dan ber gulan. Min xwe xist binê birîndaran û wek mirime min xwe qet tev neda. Dema leþker ji me dûr ketin ez rabûm û hatim malê. Di dilê xwe de bi poþmaniyek mezin… Ev zilamê dagirkerê vî çîroka me jixwe gellek navdar e. Birarziyê Seyid Riza, Rehber an jî Rehberê Kop. Rehber tevlî çeta xwe jî ji alî Xwermenda Tirkan bi pere tê sendin. Berê sixuriyên biçûk dike. Dû re kar mezin dike. Radibe bi fermana Ebdullah Alpdoxan, ji serokê herî mezin yê berxwedanê Elî Þêr, di nav mala wî de bi bêbexetî ji para ve dikuje. Rêhevala Elî Þêr, jina Kurd ya leheng Zarîfê jî bi awayek bêþerm dikuje. Ku di çanda Kurdan de tu car kes destê xwe dirêjê jinan nake. Serê wan dixe nav turek û dibe ji radestê Ebdullah Alpdoxanê kujtarê navdar dike. Rehber har bûye û meydanê ketiye. Xwermend jê re dibê çi wiya dike. Fermana dawî qanîkirin û anîna Seyid Riza bû. Jê re wûsa dibêje: "Dewlet dibê emê biaxivin ango ji bo hevdîtinê bana te dikin." Rehber dema tê ber apê xwe, ji xwe Seyid Riza bi wî zane lê di dest wî de êdî tu derfetek jî nemaye. Ji neçarî vî pêþniyarê dipejirîne. Lewra dixwaze dawî li tevkujiyên tên çêkirin were. Seyîd Riza çawa tê jixwe wî digrin darda dikin, diþewitînin û xweliya wî ya pîroz direþînin çemê Munzurê. Rehber li hêviya 50 hezar zêr e. Lê ji bo wî jî encamek baþ tune. Waliyê Dêrsimê Alpdoxan wî jî dide kuþtin. Rehber di nav gel de dibe kevira le'netê him ji dêrê him jî ji Mizgeftê dibe. Ta heþê wan tê serî wenda dikin her tiþtê. Mixabin xirabmalî ye þerê birakujî. Rojek dar ji bivir dipirse; "Hey birayê bivir tu ji min çi dixwazî, tu çima min jê dikî?" Bersiva bivir ev e; "Dûvê min ji te ye, hêza min ji te ye. Ger tu dûv nedî bivir, ha ez ha ev kevir. Lê tiþtek din jî heye, di hesin de merhemet tune ye, ez neyarê te me, di min de li dilþewatî megere" |
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| Çend, Çîrok, dîrokê |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
|
![]() |