|
Jiyan-Board
|
|
#1 (permalink) |
|
Üye
|
Rabe lawo rabe!...
- Çibû dayê çibû? - Kurê min dijminê xwînxwar dor li gund girtine. Fermanek hatiye divê em ji gund derkevin. Heya berê êvarê dem dane me. An emê derên an jî ewê gundê me jî wek gundên din di serê me de biþewitînin. Muhemmed hêrs bû, rabû ser piya û got: - Ev zalimên han çi dixwazin ji me? Çol û daristanên me þewitandin, ajalê me kuþtin, çemên me bi xwînê herikandin. Vêca çi ji me dixwazin. Belê Belê… Min zanibû wek gundê din wê dora nefîtiyê û qirkirinê were ser me jî. Ey zalimên bêwujdan, mala we xirabe! Hûn çima wusa dikin bi me. Erd tebatî nedidanê. Çawa ji mejiyê wî xeyal û raman wek birûsk diçûn û dihatin, ew bixwe jî di nav odê de digeriya. Geh diçû wî seriyê geh dihat vî seriyê. Çiqasî mijûl bûya ewqas hêrs dibû. Çavê Muhemmed di serê wî de bibû wek agirek bizot. Xwîna canê wî hemî çûbû mejiyê wî û rûyê wî sor bibû. Ji ber bêhntengiyê hemî bedena wî wek merivek li ber bayê zaweserê dilerizî. Destê xwe kiribû wek kulm û dijidand. Rewþa diya Muhemmed jî pirr baþ nebû. Hêdî hêdî ji çavên wê hêsir dibariyan. Qirika wê ji hêsiran tije bibû, ji dêmên wê dihatin xwarê. Hêsirê gilor gilor li dû hev li ser rûerda rûyê wê wek çemek diherikî. Xwedê zane çi difikiriya. Ev cara pêþî nebû ku zilm didîtin. Beriya 20 salan jî bi êriþ hatibûn ser gund. Gellek xirabiya li ber çavê xwe dîtibû. Serê xwe xistibû ber xwe û ode ode digeriya. Eþyayê nav malê dida hevdû. Dilê wê bi halê wan diþewitî. Pir xemgîn bû. Ji derva dengê leþgera dihat. Li benda fermanên fermandarên xwe bûn. Ku gund biþewtînin û talan bikin. Bilez diçûn vî alî û dihatin vî alî.Tirsekî mezin ketibû dilê wan û rengê qetranê ketibû ser rûyê wan. Muhemmed û diya xwe hê eþyayê xwe hemî dernexistibûn, fermana þewitandin û xirakirina gund hatibû. Leþgerên bê însaf wek artêþa zebaniyan bi nava gund ketin. Tiþtek ji ber piye wan nedifilitî. Muhemmed û diya xwe û gundî, bi çavên hêsir li malên xwe temaþe dikirin. Dilê wan diþewitî, kezeba wan diperitî bi vî halî. Kesek li hemberê van zaliman derneket. Dixwestin li hemberên wan derkevin lêbelê zanibûn wê bêne kuþtin. Lewra li der û dora wan mînakên wusa zahf bûn. Rewþa Muhemmed jî wusa bû. Êdî berêvar bû. Roj li ber ava bû. Dûmanekî reþ bilind dibû asîman. Hawirdor bibû wek roja heþrê. Hawar û qîrîn bilind dibû ji gund. Çiya dinaliyan, Dîcle xwîn digiriya. Asîman cilê reþ li xwe kiribû; þîna wan dikir. Gundî mala xwe bar kiribûn û bi rê ketibûn. Ji ber agir û alawan çi bikaribûna xelas kiribûn û bar kiribûn. Hêdî hêdî ji gund dûr dibûn. Girîn û hawara wan zêde dibû. Herkesî berê xwe dabû gund; ji bo cara dawî gundê xwe bibînin. Birayê Muhemmed ê biçûk Egîd, hêsirê çavê diya xwe paqij dikir û pirs li ser pirsan dipirsî. - Dayê em diçin ku derê? Dayika Egîda dilþewitî, kezep peritî û kelogirî wusa bersîv da: - Lawo, kurê min ez jî nizanim. - Ev kîne gundê me diþewitînin dayê? - Leþgerê Romî ne kurê min. - Leþgerê Romî kîne? - Ez jî nizanim. - Dayê çima gundê me diþewitînin? - Lawo tu sucê me tuneye. Me zirarek nedabû wan. Lê ji ber ku em Kurd in, me sûcdar dikin. Egîd pirsên xwe wusa domand. Lê bêjeya "Kurd" serê wî herî meþxul kiribû. Bi umrê xwe yê biçûk, tiþtê mezin difikirî. Û wusa digo: "Sedema þewitandina wan gunda û þewitandina gundê me Kurdîtiya me ye. Fikir û ramanê wî wusa berdewam kir… Hal li Muhemmed nemabû. Bihêrs bû, bêhna wî teng bû. Dilê wî pir þikestî bû. Lêbelê tiþtek ji destê wî nedihat. Zafî jî ji ber vê rewþê diqehirî çavê wî jî tijî bibû hêsir, kelegirî bû. Ji halê xwe û halê gundê xwe û ji halê gelê xwe ra stranek bi dengê xumam digo. Warê me ye…. Warê me ye… Þûna bav û kalê me ye… Wêran kirin Talan kirin Girtin birin Ji gundê me ye… Strana xwe wusa berdewam kir û dengê wî di nav dengê motorê da wek jiyana wî bû. Di dawiyê da nêrînek li gund nêrt û wusa go: Ey Gundê min! Ey Welatê min! Me ji hevdû qetandin. Te wêran kirin, talan kirin. Jiyana ku min di nav te da domand, ji min stendin. Zarokiya min, ciwaniya min ji min dizîn. Her tim bi îxanetê hatin bi ser me de. Erê Welatê min îro tu, perçekî jî Kurdistanê yî. Ez jî Kurd im. Jiyana xwe li ser te didomînim. Te ji hevdu perçe perçe dikirin, diþewitandin, qir dikirin. Min jî dikirin nefiyê te. Li ser te êsîr dihiþtin. Ey Welatê min! Jiyan li ser te bi îxanetê hatibû avakirin. Lêbelê me tu car îxanetê nekiribû. Ji ber vê yekê kuþtin û nefîtî û êsîrî ket para me. Ey Gundê min! Ey Welatê min! Hûn xemgîn û bi keder nebin. Hêsirê çavan nebarînin. Bêguman rojek emê vegerin. Emê derman ji birînê te ra çêkin. Emê azadiyekî birûmet, jiyanekî serfiraz bînin. Emê aramiyê bînin. Hûn xemgîn nebin welatê min, gundê min. Muhemmed jî bi fikrê wusa bi rê ketibû û êdî gund xuya nedibû…Alýntý |
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| mýn, welaté |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd. |
![]() |