|
Jiyan-Board
|
|||||||
| Kayıt ol | Cezalilar | Tüm Albümler | Roj Tv Zindi | Üye Listesi | Ajanda | Arama | Bugünki Mesajlar | Forumlarý Okundu Kabul Et |
|
||
![]() |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) |
|
Üye
|
Roviyek birçî dereke tenê bû. Ji xwe re li rizqekî bigere. Li niþkekî de hatî û ketibû cih roniþtina þêrekî ji xwe razî û pur xurur. Roviyê me derketî tiþtekî bîne û bixwe. Fikirî li xweyî bête xwarin. Texmîn kir rêke xelasbûnê gera. Ji xeyileyî pê ve nedî. Hema li derbekê de ji wê þêrê û jê re go:
Rovî: - Þêrbab.. Min ji te hêvî heye tu biçî hunerê xwe li ser me re vebînî û tu heç rizqê Xudê daye me, ji me xesb dikî û her me li bin hukm û qehrê diperçiqînî. Þêr: - Li dest û zendê quwetek wusa zêde heye ku ez hesinê bigirim dikim weke ar; êrwe þecî'im, li ber min ne heywan tenê, însan ray cihek revê digerînî. Tu wan li pey min î weke hesin dibînî. Ew kî ye li ber bisekine û ji xedeba min nericife. Ew kî ye ku ji xurtiya min xwe serhiþk bike?.. Heke li nav we de kesek hûlî (welê) hebe bila bêt û wî cihê min ji xwe re bêt. Rovî: - Qenc e. Bila heç pirseê te gotî rast bin; ez bawer nakim. Heta ez bi xwe te îmtîhan nekim û ewle ez ê bi min nekêt... heke min ewle ez ê ji te re bibim esîr û xulam... Þêr: - De were, îmtîhanê xwe te çawe bivê bike. Rovî: - Ez ê dest û lingê te girêdim, heke ben qetand xwe xelas kir, hingê ez ê bizanim tu zehf mêr û zehf xûrt î. Þêr: - (Zehf ji xwe razî) Ka min girêde ku biqetînim. Rovî ji wê derê dûr ket û hespek dî, ji dûvê wî de pazde mû birîn û li hev alandin. Kir weke werîsekî û hat dest û lingê þêrî pê girêda. Þêrê me yê xûrt û delal li xwe da xebitî, gelek xebitî, werîs neqetand. Þûna biqete her li goþtê wî re çû. Laþê wî birî û birîn kir. Êþ û elem li wî zêde kir. Þêrê me êdî zanîbû kî her tiþt bi quwetê tenê nabe. Xûrtî mêranî li ber eqil û hîla faîde nake. Dest bi hêviya kir. Hêvî ji rovî dikir ku bêt, dest û lingê wî vekît.. Rovî jixwe li paþê xwe ve vedigerî û hema li wê nêçîrê bermaya þêrî dixwar; heta qenc têr bû. çiqa li wan aliya rovî birakî wî hebîtin, banî wan jî kir. Hatin heç tiþtê mayî xwarin û þêrê me tenê li wê girêdayî berdan û çûn. Þêrê pepûk, ketibî bela qeyda rovî, cezayê xurur û ehmeqiya xwe dikiþand. Geleg jar û reben bûbû. Hal lê nemabû xwe bilivitîne. Fekirî ji wê ve miþkek ji hêlîna xwe derket. Li ber aliyê wî ve hat. Jê re go: - Ew çi hal e þêrbab? Þêr hende sefîl bîbî nedikarî devê xwe veke. Bi zehmet û xeyretek mezin hin dikarî bîjît: - Rovî ez girêdam. Miþk: - Ez ê te vekim. Ji wura rast hat û bididanê xwe werîs kot heta qetiya. Þêr lemekê dirêj texmum go û xwe bi xwe re go: - Bê ez girêdayê rovî ye. Pê ez berdayê miþk e. Le'net li wî emrê bit û xwe bi xwe kuþt. Dibêjin qisekî hîssek girtin. Belê heke we yê wî an ji rovî re bibin esîr. Danekevin wê paþê bate xweþ û zehf û xerabiyê bibînin û nekevin. An vî deveyê biçêrînin; an ji welatî derkevin. *Ev nivîs di kovara 'Rojî Kurd' de di hejmara 4. de ji aliyê Babê ROÞO hatiye nivîsîn. Em têkilê tu tiþtêk nivîsê nebûn. Me ev nivîs ji weþanên WAR wergirtiye. (Werger û tîpveguhezêrî A. Meretowar, C. Amedî, S.Azad Aslan) Armanca me înþaallah di kovar, rojname an nivîsên berê bi xwendevanên xwe re parve bikin. Her wusa weþanên Kurdan ên berê bi xwendevanan bidin nasîn. Em bawer dikin ku wê ev beþ bala gellek kesan bikþîne. Kovara 'Rojî Kurd' di sala 1913'an de ji alî endamên 'Cemiyeta Hêvî' hatiye derxistin. Mahmut HOCAOÐLU- Mizgîn/Hêjmara 29 |
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| Çîrok, deriyê, dîrokê |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
|
![]() |