|
Jiyan-Board
|
|||||||
| Kayıt ol | Cezalilar | Tüm Albümler | Roj Tv Zindi | Üye Listesi | Ajanda | Arama | Bugünki Mesajlar | Forumlarý Okundu Kabul Et |
|
||
![]() |
|
|
LinkBack | Seçenekler | Stil |
|
|
#1 (permalink) |
|
Üye
|
DIZ JI DIZAN DIZÎ...
Min biryar dabû, ez ê ew sal biçûma Hecê. Temenê min êdî bi ser þêstî ketibû, lingekî min li hafa gorê bû. Min dê xwe bavêta mala Xwedê, belkî ji gunehên ku heta wê demê min kiribûn paqij bibûma. Berî ez têkevim nava karwanê heciyan, çend mecîdiyên ku bi çi kul û halî min civandibûn, min birin cem yedîemîn. Çi dibe çi nabe, hezar bela û bûyer li ser riya hecê diqewimîn. Wê demê mîna niha otobos û balafir jî tune bûn, xelk bi karwanên hesp û deveyan diçûne Beytê û bi mehan nedihatine malê. Malûm e, berîkên îhraman tune ne, mirov tenê ji bo xerc û mesrefên rê dikare diravan bi xwe re bibe. Hin kes hebûn pereyên xwe dixistin kîsik, davêtin sitûyên xwe. Yên weke min jî gava çav bi wan kîsikên pereyan diketin, çavan zer dikirin û li benda keysa xwe disekinîn! Yedîemîn mele bû, yekî qutî qalind bû, zeqema sitûyê wî nediçû nîr jî. Bersitûka îþlikê wî li ser sitûyê wî yê pan reþ dikir, te biguvaþta devê marekî, dê ew mar di cîh de bifetisiyana, te þalê wî li ava çem bixistana, dê av pê þolî bibûna. Gava çav bi kîsikê mecîdiyan ket, ji ciyê xwe rabû, piþtî bixêrhatin da min, maseya ber xwe vala kir û got: - De bijmêre. Min got: -Mele, ez li ser rêya Beytê me, bi melayekî mîna te bawer nekim, dibe? Çi bihejmêrim? Jixwe, tev tevlîhev pêncsed mecîdî ne, hema tu ji dewsa min ve bihejmêre. - Baþ e, bila riya te vekirî be, bi xêr here û were! Karwanê me ji pênc hesp û panzdeh deveyan pêk dihat. Em daketin beriyê û me berê xwe da binxetê. Bi ser riya Þamê re, em çûn Beytullahê. Ez çi serê we biêþînim, ji efendimê xwe re bêjim, piþtî me wezîfa xwe bicîh anî, ferz û sunnetên xwe kirin, em çûn cîhê Þeytanê lanetî. Me xîçik û keviran ji erdê civand û avêt wê koncala ku Þeytên tê de ye. Jinikek navsere ku li rex min bû, bi hêrs û tund kevir dicivand, eniya xwe diqermiçand, awirên xwe tûj dikir û digot: “Lanet li te be, tufû Þeytanê kor! Ha ji te re, geber bibe!”. Wilo dixuya ku, wê gelek derd û kul ji Þeytên dîtibû. Wê kêliyê, rahiþt kevirekî mezin ku bi qasî kulmekê hebû, bilind kir, lê destê wê li hewa ma. Jinika li kêleka wê nehiþt, bi milê wê girt û got: “Kembiyê, kurbiyê, wî kevirê mezin navêje Þeytên, tu jî mîna herkesî xîçikan bavêje, tu dê niha wî hêrs bikî, roja qiyametê, ger Þeytan û Xwedê li hev werin, welleh wê derpiyê te ji hev zîval zîvalî bike, kesek nizane dê çi bîne serê te”! Min li jinikê nihêrî, kesek tune bû bi halê wê bikeniyana. Gava kevîrê mezin bi poþmanî danî erdê, qolana pereyên wê xuya kir, ew gav kizîn ji kezeba min çû, Xwedê zane çiqas pere tê de hebûn? Kurm kete canê min, mîrato tebîet e, can dertê ew dernayê, lê ez çi bikim? Hec bû, Mala Xwedê bû, nedibû! Roja ez vegeriyam malê, tavilê ez çûm ber deriyê yedîemîn. Camêr, weke ku min hîç nedîtibe, bi awirên sar li min nihêrî û got: - Ez te nas nakim, tu kî yî? Wê kêliyê ez dîn bûm, ji aliyekî ve zarok birçî bûn, li benda min bûn û wî meleyê pîsê merdal, digot çi? Ev yek were serê we, hun dê çi bikin? Min dikir ku serê xwe li dîwêr bixim. Min got: - Hey malneket, qaþo tu mele yî. Ez çend meh berê nehatim cem te, te negot pereyên xwe bijmêre, min negot pêncsed mecîdî ne, ne hewce ye, li ser riya Hecê bûm, ez bi te bawer bûm. Mele: - Tu qala mehan dikî, ez nizanim min vê sibehê çi xwariye! Meleyê gewr înkar kir, min kir û nekir, weke ku rika xerziyan pê girtibe, qethen û bîllah qebûl nekir. Bêçare, ez rebenê Xwedê derketim der, dilê min bi halê min þewitî û qirik li min xitimî, rondik ji ber xwe ve ji ser gepên min gindirîn. Bi tewfîqa Xwedê ew gav, jinek navsere, bi kincên fentezî û bi bêhna xweþ di ber min re bihurî. Wê ji kofiya serê min fam kir ku ez hecî me, got: - Hecî, te xêr e, tu çima digirî? Te tiþtek xwe winda kiriye, di malbatê de nexweþ hene, an Xwedê neke þîn ketiye malê? Min got: -Þukur ji Xwedê re, ne þîn heye, ne nexweþî. Lê min tiþtekî xwe winda kiriye: bawerî. Belê, min baweriya xwe ya bi însanan winda kiriye. Berî ku ez herim Mala Xwedê, min çend quriþ danîn cem yedîemîn, min çi zanibû, ew ê bêbav derkeve! Bext ji xelkê re maye? Vî zemanî divê mirov ne bi yedîemîn, bi bavê xwe jî ewle nebe! Jinika zengîn û xanimefendî bîstkê fikirî û got: - Xeman nexo, ez dê niha derdê te derman bikim. Devê xwe bir ber guhê min, bû piste pista wê. Min bi wê bawer kir; lewma tiþtên ku wê gotin, min dê bikirana, dek û dolabên ku wê gavê di serê wê re derbas dibûn, li hesabê min dihatin. Beriya ku vegere malê, got: - Tu li vir li benda min be, heta ez têm. Demek bi þûn ve, digel kîsikê di dest de, vegeriya hat, qîzikek deh-pazdeh salî jî li dû wê bû: - Ev kîsik tijî zêr in, ez dê niha herim dukana yedîemîn,. Bila qewraþa min li cem te be. Tu jî pênc deqîqe piþtî min were. Piþtî vê gotinê, jinik ji qewraþa xwe re çav þikand û lê þîret kir: - Tu jî li pey wî têkeve hundir. Tiþtê ku min ji te re gotiye tu ji bîr nekî ha? Xanimefendî çû, min jî da dû. Gava ew ket hundir, min li ber derî dipa. Dengên wan dihat, jinika zengîn: - Mêrê min bazirganiyê dike, ji mêj ve ye ne li mal e. Di vî kîsikî de du sed û heftê zêr hene, jimartî ne. Malûm e, ez jin im, tenê me, van salan gelek diz hene, isat û keleþ hene. Bila ev zêr heta sê mehan li cem te bin. Mele: - Baþ e, xuþka min. Firîqet be, ha te danî cem min û ha jî li mal ma! Te çi çax xwest were bibe. Jixwe, karê me ev e, çima ji me re dibêjin yedîemîn? Heft caran na, heftê caran hûn dikarin bi me bawer bibin. Ev gotin hêj di devê wî de, min derî vekir. Gava ew çav bi min ket, xwezî we hal û hewalê wî bidîtana? Li hev þaþ bû, geh sor bû, geh mor bû, geh þîn bû, werhasil ji rengekî derket, ket rengekî din. Min pêþî pirs jê kir: - Mele, te ez naskirim? - Lê çewa, lê çewa! Piþtî ku tu çûyî, ez fikirîm, tu hatî bîra min. Min got: - Madem te ez naskirim, ka derxe pêncsed mecîdiyên min! Mele geh li jinika xwediyê zêran nihêrî, geh li min. Çavekî jî li zêrên ser maseyê gerand, ponijî, bi pêçiya beranî û ya eþhedê riyê xwe miz da. Fam kir ku ew nikare bêje na. Xwediya kîsikê zêran jî, li benda bersiva wî bû, wî vê yekê baþ dizanîbû. Xwe tewand bin masê, dolabek biçûk vekir û pereyan jê derxist: - Kesekî dest nedaye mecîdiyên te. Min dema dest bi jimartina pereyên xwe kir, qîzika qewraþ ket hundir û bi dengekî zîz û peroþ got: - Xûçê, xûçê! Mizgîniya min li we, efendî hat malê, efendî hat! Jinik li min û mele nihêrî, got: - Mêrê min vegeriya. Ez ne li bendê bûm, lê ew îsal zû hat. Mele efendî, li qusûrê nenihêre. Êdî ne hewce ye ez emanet deynim. Min gelekî bêriya mêrê xwe kiriye, divê ez herime mal. Min rahiþte mecîdiyên xwe û ez ji kêfan keniyam. Kilamek govendê hate bîra min. Jinikê jî bi kîsikê zêrên xwe girt û qaþo ji kêfa ku efendiyê malê ji bajarên dûr hatiye, bi min re kilamê dubare kir. Dû re, ez û jinikê em li dora hev zîzikîn, bû hire hira me, em geh ketin milên hev, geh jî me gobek avêt. Ji kêfan, devê me digihîþt guhê me. Yedîemîn li vê rewþa me nihêrî, wî jî xwe negirt û hat, li nik me dest bi reqsê kir. Em her sê bi hev re di salonê de çûn û hatin. Jinika dewlemend got: - Mele, ez ji ber ku mêrê min hatiye malê, ji kêfa direqisim. Ev camêr jî, ji ber ku gihîþtiye pereyên xwe kêfa wî tê, direqise, lê çi bûye ji te? Yedîemîn bersivek wisa da ku em her du di cîh de þeqizîn: - Ez jî li ber dek û lîstikên te direqisim. Gava em derketin ber derî, çavên min bi zêrên jinikê ket, min ziman bi dora lêvan xist. Lê mixabin keys tune bû. Edib Polat [url=mailto:edip.polat@amidakurd.com">edip.polat@am idakurd.com[/url] |
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| diz, dizan, dizi |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd. |
![]() |