|
Jiyan-Board
|
|
#1 (permalink) |
|
Üye
|
XEWN
Xweda; erê çav û birû di cih de, bejn û bal, bal jî em ê bêjin erê, lê ma qey te nikarîbû çend qedûma li vê bêvilê jî bidana? Hela esas ne hewqasî kirx e, ha ev der, ha hinek ji vê kerkerîkê jê bibe dê pir xweþik bibe .Erê erê de ka bila hinek derfet bikevine destê min, ez ê deqîqeya ewil herim cem cerahekî/ka þêwekar. Jaro bi qeþengiya xwe deng dabû lê tu carî bi vê qayîl nedibû. Kî dizane, belki jî ew ji xwe neqayîlbûn, bûbû sedem ku wî tucarî têkilî bi keçikekê re danetanî. Wî her tim dixwest ji hêla qîzikan ve bê ecibandin û niqaþkirin. Wî dixwest keçik li ser wî keziyên hev di erdê bidin. Kî dizanî belki jî gelek caran bûyerine bi vî rengî qewimîbûn. Jaro birçiyê wêjeyê, evînê û hezkirinê bû. Di jîyana xwe de tû carî evîndariyek ne jîya bû. Lê wî evîndariyen herî xweþ di xewnên xwe de dijiya. Xewnên wî serî ji jîyana wî stendibûn. Di jîyana rastîn de her û her li xewnên xwe diferiya . Wî ji dêlva rojnivîsê ve xewnnivis ji xwe re digirt. Di xewnniviska xwe de xewneke xwe weha nivîsiye: Ber êvarê bû. Rojê tîrojên xwe yên dawî ji piþta çiyan diþandine Êlihê. Ber bi kargehê ve dimeþiyam; hew min dît ji niþka ve min çavek þikand. Ez jî nizanim bê çima. Keçikek li hember min sekinî: - Te xêr e te çima çav da min Tayek bi laþê min girt. Min got erd veqeliþiya û ez tê de biçûma xwarê. Lê min çaven xwe jî, ji çavên wê yen reþ û belek nikaribû veqetanda. Heya niha min keçikek hewqas bedew nedîtibû. Porên wê yen kurîþkî nola bablîsokê li ber bê diket. Birhên wê yen kevanî ji çavên wê tîr dipekandin. Rûdêna wê fena rojê nedihiþt meriv demeke dirêj lê binêre. Bejin û bala wê weke ya karxezalekê bû. Pirtûka Rênas Jîyan a di dest de, hîn bêtir bala min kiþand ser wê. Him keçikek hewqas bedew û him jî, ji hunerê hez dike û fêm dike. Li vî bajarê kû du xwînerên kurdî tê de hene, meriv çav li yeke werê bikeve, ne pêkan e ku meriv mat nemîne. - Bibore, çavên min direhelin, min ne bi hemdê xwe wer kir. - Wa, de baþ e, ne xem e. Ji niþka ve çiruskek di serê min de vêket. ''Çavên te mahzenên þeraba sor nêrîn bi nêrîn vedixwim. Serxweþ im qera min qemera min qedera min.'' Keçika delal di cih de sekinî û ji paþve li min hisiya. Brûsk di dilê min de diteqiyan. Hew min dît li min vegeriya, bi destê min girt. - Navê min Semîra. Hêja min navê xwe negotibû, dîmen guherî. Em li ber peravên gola Wanê, li miqabilî rojava bûn. Ew di temaþa rojava, ez di ya rindiya wê de bûm. Dengê wê yê bilbilî ket guhên min: "Bi stêrkan re rûdinên em û her þev hesabê hatina te dikin bi tiliyan stêrk westiyan, tefiyan." Roj çû ava, stêrk bûne find. Ji bo þevbihêrka me çiqas helbestên evînî hebûn me ji hev re dixwendin. Her ku diçû dîmen di guherîn û em ji evîndariyê sermest dibûn. Qorziyeke bihuþtî li cîhanê nema ku em lê negeriyan. Dawiya dawî em li Çiyayê Nemrudê, li benda hilbûna rojê bûn. Tîrojên rojê, ji piþt asoyan ve sorahî bi ezmên dixist. Semîra, fîstanê xwe ji xwe þerqitand. Du baskên nola yên tutiyan di piþta wê de þîn bûn. Rahiþte destê min, ramîsanek ji lêvên hunguvîn jîn veda û got: - Bi min re were ev der ne li gor te ne. Hew min dît em bi hewa ketin. Di nav ewran de wenda bûn. Bi dengê diya xwe re ji nav nivînan çeng bûm. - Rabe lawo tê ji mekteba xwe bimênî. Jaro, qadehek çay li hewa firand, çend pirtûk xistin bin çengê xwe û bi rê ket. Serê wî di ber de heya zanîngehê bi rê ve çû. Rûniþt ser kursîya xwe û li benda mamostê xwe ma. Keçikeke kû heya neha nedîbû, ket polê. Jaro çavên xwe jê nedibirîn. Te digot qey ew li cihekî dîtibû. Keçik hat li teniþta wî runiþt, pirtukên xwe danîn ser masê. Jaro xwest pê re bi axive, devê xwe tije kir, lê disa sekinî. Çima ev xwestin pê re çê bûbû, wî jî nizanibû. Çavên wî bi pirtûka Fewzî Bîlge ya li ser masê ket. Ji dilan re çaven wî fireh bûn qederekî sekinî. - Merheba tu nûh hatî vê polê? - Erê - Navê min Jar - Ê min jî Semîra Hamîd Hêvîjar [url=mailto:hevijar@yahoo.com">hevijar@yahoo.com[/url] |
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| xevn |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
|
![]() |