Jiyan-Board


FORUM Portal Albümlerim Sosyal Gruplar Kimler Online Bugünki Mesajlar
Geri git   Jiyan-Board.NET > FORUMA KURDÝ -KÜRTÇE FORUM > Foruma Kurdi > Çirokên Kurdî
Kayıt ol CezalilarTüm Albümler Roj Tv Zindi Üye Listesi Ajanda Arama Bugünki Mesajlar Forumlarý Okundu Kabul Et

Konu Bilgileri
Konu Baþlýðý
Yekem çîroka Modern A Kurdî
Konudaki Cevap Sayýsý
0
Þuan Bu Konuyu Görüntüleyenler
 
Görüntülenme Sayýsý
31

Yeni Konu aç Cevapla
 
LinkBack Seçenekler Stil
Alt 04-17-2009, 07:53   #1 (permalink)
Üye
 
B0RAN - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
 
Üyelik tarihi: Sep 2008
Activity Longevity
0/20 1/20
Today Mesajlar
0/5 sssss4392
Üye No: 8853
Mesajlar: 4,392
Konular: 2
Referanslari: 0
Arkadaslari: (0)
Cinsiyet:
Kullandigi Tesekkür: 0
Aldigi Tesekkürler: 119
REP Gücü Puaný: 900
Aldigi REP Puani: 3
B0RAN is an unknown quantity at this point
Son Aktivitesi: 09-11-2009 :   08:47 
Toplam Online Süresi: 2 Saat 59 Dakika 32 Saniye
Submit to Clesto Submit to Digg Submit to Reddit Submit to Furl Submit to Del.icio.us Submit to Jeqq Submit to Spurl
Standart Yekem çîroka Modern A Kurdî

YEKEM ÇÎROKA MODERN A KURDÎ







Ev çîrok ji kovara Rojî Kurd, no:1 (Hezîran 1329=1913) r:25-26 û no:2 (Temmuz 1329=1913) r: 24-25 hatîye girtin ku bi herfên erebî ya alfaba osmanî hatiye nivîsîn. Min jî ji herfên erebî wergerand ser alfabeya latînî ya kurdî. Di wergera wê de min zimanê wê jî hinekî rast kir. Çewtîyên ku min rast kirine hinek ji wan çewtîyên çapê ne, lê hinek jî çewtîyên avakirina awayên cumleyên kurdî bûn, ku min rast kirin.





Wekî ji dawîya çîrokê jî tê famkirin ku çîrok hê jî xelas nebûye. Her çendî di hejmara 2. a kovara Rojî Kurd de dinivîse "dawî heye", lê mixabin dawîya çîrokê ne di hejmara 3. û ne jî di hejmara 4. a kovarê de heye. Her weha navê çîrokê jî nehatîye nivîsîn. Tenê "çîrok" hatîye nivîsîn. Li þûna wê min navê "Þewêþ" li çîrokê kir.





Nivîsakarê çîrokê Fûad Temo an jî Fûadê Temo ronakbîrekî kurd e ku ji bajarê Wanê ye û kurê mebûsê Wanê Tewfîq Begê Wanî ye. Li Îstenbolê digel ronakbîrên kurdan ew jî yek ji aktîftirîn kesan e ku beþdarî kar û barên sîyasî û kulturî ya kurdan dibe. Di komele û kovarên kurdan de dixebite. Di 1912'an de ligel Qedrî Cemîl Paþa, Cerrahzade Zekî Beg û hin ronakbîrên din, li Îstenbolê yekemîn komela xwendekarên Kurdan; Civata Telebeyên Kurdan-Hêvî'yê datînin.

***





Wekî tê zanîn di edebîyata modern a kurdî de, yekem car çîroka modern a kurdî di 1925'an de di rojnama Jîyanewe de derket. Navê vê çîrokê "Le Xewima" ye, nivîskarê wê jî Cemîl Saîb e. Yanê me heta nuha destpêka çîroka modern a kurdî 1925 zanîbû. Lê piþtî ku ev çîroka Fûad Temo derket ronahîyê, êdî yekem çîroka modern a kurdî û tarîxa destpêka wê dikare were munaqeþe kirin. Û pirsek weha derdikeve pêþ me; gelo di edebîyata kurdî de, em ê destpêka yekem çîroka modern a kurdî wek tarîx 1925 û Cemîl Saîb qebûl bikin an 1913 û Fûad Temo qebûl bikin?







KOVARA ROJÎ KURD

Îstanbul, 1913

Kovara Rojî Kurd li Îstenbolê bi kurdî (kurmancî-soranî) û tirkî derket. Xwedî îmtîyaz û mudîrê wê yê mesûl: 'Evdilkerîmê Silêmanîyê ye. Di bin navê kovarê de bi tirkî weha hatîye nivîsîn: "Þîmdîlîk ayda bîr neþr olunur” (Nuka mehê carekê derdikeve.) Li ser qapaxa hejmara pêþîn a kovarê rismê Seleheddînê Eyyubî, li ser hejmara 2. rismê Kerîmxanê Zend, li ser ya 3. rismê Huseyin Ken'an Paþayê Bedirxanî(1857-1913, kurê Mîr Bedirxan e, li girava Girîdê ji dayik bûye) û li ser ya 4. jî rismê bajarê Erzerûmê heye.





Her sê hejmarên pêþîn ên kovara Rojî Kurd, ji alî Cemal Xeznedar, di 1981an de li Bexdadê ji nû ve wek cild hat çapkirin. Piþtre di 2005an de Ebdulla Zengene, li Silêmanîyë her çar hejmar bi hev re çap kirin





Her hejmarek wê 32 rûpel e. Ebada wê (li gor çapa nû):24,2x17 cm ye.





Rojî Kurd, organa Civata Telebeyên Kurdan Hêvî (Kurd Talebe-î Hêvî Cemiyeti) bû. Ev cemîyet jî di 1912'an de li Îstenbolê hatîye damezrandin.





Weþandina kovara Rojî Kurd di 1913'an de hate sekinandin, lê li þûna wê kovara Hetawî Kurd dest bi weþanê kir.





Tarîxa derketina her çar hejmaran weha ye:

1............6 Hezîran 1329/14 Receb 1331/1913

2...........6 Temmuz 1329/14 Þaban 1331/1913

3.......1 Agustos 1329/11 Remezan 1331/1913

4...........................................30 Agustos 1329/1913









Bo zêdetir agahdarî binêre:

-Malmîsanij û Mahmûd Lewendî; Li Kurdistana Bakur û Li Tirkiyê Rojnamegerîya Kurdî (1908-1981),cild-1, Weþanên Jîna Nû, Uppsala, 1989, r: 53-57

-Ebdulla Zengene, Rojî Kurd, (1913 Estemûl)Govarî Civatî” Hêvî”y Qutabyanî Kurd, Binkey Jîn, Silêmanî 2005







ÞEWÊÞ

Fûad TEMO





Þewêþ kurê þivanekî ye. Ew bi xwe deh salî ye. Zarok e, lêbelê pir çavvekirî ye.





Þewêþ diya xwe nedîye. Bavê wî jî reben û belengaz e. Qet tiþtekî wan tune.





Tenê meteke Þewêþ hebû, ew jî pîrek bû. Þewêþ carna bi alî wê de diçe, dilê **** xwe hinekî digire.





Þewêþ nola Sako li gundî teþqeletî nedikir. Bo kesê dî tiþtek nedigot. Tim xwe bi xwe bû. Gel hevalên xwe baþ diçû, ji wan re gotinên dilmayî nedigot. Heta êvarê di nav gund de bê deng digeriya, dilîst, roja xwe derbaz dikir.





Ev çikûna Þewêþ pir bi xweþîya gundiyan diçû. Hemû Þewêþî hez dikirin. Rîsipîyên gund herro ew dibirin mala xwe, xwarina wî didanê. Li wî xweyîtî dikirin. Her kes da ev zarok qenc e, jîr e, digot.





Þewêþ herro êvarî, diçû ser riya bavê xwe, li hîvîya wî dima. Wekî bavê wî dihat, dibeziya pêþîyê, xwe diavêt ser kulukê bavê xwe. Destê wî digirt, maç dikir. Bavê wî jî her du çavên kurê xwe maç dikir, dil hînik dibû.





Rojekê Þewêþ dîsa diçe ser rê, li hîvîya bavê xwe bû. Gavek buhurî, roj çû ava, tarî ket hemû alî, bavê wî hêj nehatibû.





Þewêþ nava wê tarîyê da tenê ma. Dilê wî lez dike, carna guhdarî dikir, ji tu derê da deng nedihat.





Þewêþ li ciyekî rûniþt, bona bavê xwe girîya, paþê bi xwe ve çûbû.





Bavê Þewêþ hêdî hêdî ji alî newalê da dihat, dengê pezan deþtê girtibû.





Þewêþî deng bihîst, rabû gazî bavê xwe kir:

-Bavo! Bavo!

Bavê wî jî:

- O Þewêþ, lawo tu yî li wê derê yî?

Þewêþ:

-Herê bavo ez im.

Bav:

-Were bal min mergê m' gorî.

Þewêþ bezîya bal bavê xwe, çû destê wî girt maç kir, paþê got:

-Bavo tu îro bo çi wisan dereng mayî ? Bona çi zû nehatî ?

Bavê got:

-Ez gorî, kurê min pezan (pez) têr nexwaribû û ez jî piçek westî bûm lema derengî mam.

Þewêþ go:

-Bavo, ez gorî, tu êdî wisan derengî nemîne. Tu zanî ku li malê kes tune. Ez li bal kê bimînim? Girî...

-Bavê girîna kurê xwe dî, birîndarîya dilê wî nû bû. Av ji çavê wî jî vala bû.

Þivanê kal bi xwe ve hat, serê Þewêþ girt nav destê xwe, çavê wî paqij kir, ramûsa paþê got:

-Kurê min Xwedê mezin e, mirazê me jî dide...

Paþê destê kurê xwe girt, hêdî hêdî hatin gundî.

Þivanî pêz kir hewþê, paþî li gel kurê xwe rabû çûn. Li mala wan lihêf, balgî tiþtekî wisan tunebû, tenê mitêlekî hebû. Bav û kur ketin paxila hev, bav milê xwe da bin serê Þewêþî jê re kir balgî. Þewêþ jî serê xwe danî ser sînga bavê xwe, milê xwe jî avêt ustuyê bavê xwe.





Histêrê subê derketibû. Nêzîkî subê bû, dîka bang dida. Ba bi nermî û hêdî hêdî li serê daran dixist. Pelan bi hejîna xwe re dengekî xweþ derdixistin.

Ji hemû alîyan da deng dihat. Hemû gundî rabûbûn, lê belê kur û bav hêj razabûn.

Gavek çû, þivan þîyar bû. Gava pez rakirinê bû, ro buhurîbû. Belê þivanê kal nexweþ bû. Di nav ciyê xwe de dinalîya. Carna li ruyê kurê xwe mêzedikir.

Di wê gavê da rîsipîyê gundî derîyê þivan lêda, paþî gazî kir:

-Þivano, þivano!

Þivan ji hundur da go:

-Ho lebê!

Þivan çiqas dixwest ku rabit derî vekit, belê nexweþîya wî nedihîþt. Dengê derî Þewêþî hiþyar kiribû. Rabû derî vekir. Rîsipî hat hundur, ji þivanî ra got:

-Þivano, tu îro bo çi wisan dereng mayî? Nîvro bûye, pez hê jî di nava hewþê da maye, birçî û bê xwê ye. Gundî galegala dikin.

Þivan jî got:

-Rîsipî ez çi bêjim, tu min dibînî. Ez îro pir nexweþ im. Nexweþîya min giran e, lema dema pez rakirinê ez nehatim. Tu îro li ciyê min mirovekî biþîne, ka Xwedê çawa çê dike, çi derî ruwê min vedike.

Þivan vê gotinê got, paþê nav ciyê xwe da ket, nalîna wî rabû. Þewêþ nalîna bavê xwe dî, dil tarî bû, bi ser babê xwe da ket û girîya. Dengê girîna law dilê rîsipî þewitand. Li wî mêze kir, bi xwe nekarîbû, xwe negirt û kemîde(?), ava çavê wî jî vala bû.

Paþê bi xwe bi xwe hat û ji þivan re got:

-Þivano, dilê xwe teng meke. Xwedê mezin e. Nexweþîya te ne giran e. Du sê rojan de derbas dibe. Ezê herim yekî biþînim ber pez, tu îro ji xwe ra rakeve, ta ku tu zinde be. Zikê we jî nuha birçî ye. Þewêþ bila li gel min bê, ka em binêrin li malê çi pahtine, bila li gel xwe hin tiþt bînit da ku hun bixwin. Ezê jî êvarî bêm.

Bavê wî Þewêþî þand, li gel rîsipî çûn. Þewêþî bi rê da nexwesîya bavê xwe ji rîsipî pirsî. Rîsipî jî destê xwe avêt ustuyê Þewêþî û got:

-Kurê min, kovan meke, dil vekirî be. Tiþtekî bavê te tune, du sê rojan de ew ê rabe ser xwe.

Ev gotina rîsipî dilê Þewêþî piçekî hînik kir. Piþtî gavekê hatin mala rîsipî. Çûn hundur, rûniþtin. Rîsipî gazî xulamê xwe kir û jê ra got:

-Rizqo, kurê min, þivan nexweþ e, îro tu here ber pez, pez di hewþê da qir bû.

Rizqo jî bi gotina mezinê xwe kir. Darek girt destê xwe û çû...

Rîsipî li gel Þewêþî zikê xwe têr kirin. Paþê emanekê tijî kir xwarin û da destê Þewêþî û got:

-Kurê min dil teng mebe, evê xwarinê jî hêdî hêdî bibe bo bavê xwe, nuha li hêvîya te ye. Bal bavê xwe rûne, bi gotina wî bike, çi dixwaze çêke, dilê wî meþkîne. Ez jî paþî têm.








Mahmud Lewendî

[url=mailto:mahmud.lewendi@amidakurd.com">mahmud.le wendi@amidakurd.com[/url]
B0RAN isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
Cevapla

Bookmarks
Etiketler
Çîroka, kurdi, modern, yekem



Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir)
 
Seçenekler
Stil

Yetkileriniz
Konu Acma Yetkiniz Yok
Cevap Yazma Yetkiniz Yok
Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
Mesajýnýzý Deðiþtirme Yetkiniz Yok

BB code is Açık
Smileler Açık
[IMG] Kodları Açık
HTML-Kodu Kapalı
Trackbacks are Açık
Pingbacks are Açık
Refbacks are Açık



WEZ Format +2. Þuan Saat: 03:08.

Bu sitede yayinlanan program ve içerikler tamamen tanýtým amaçlý olup yayýncý yada hak sahibi isteði doðrultusunda paylasimdan kaldýrýlýr.Lütfen info@jiyan-board.com mail adresinden bizimle irtibata geçiniz.Dosyalar alýntý olup sunucumuzda barýndýrýlmaz.Lütfen Kullanýcý sözleþmesini tekrar gözden geçiriniz.Sitemiz dýþýndaki linklerden sitemiz sorumlu deðildir.
Site Öz Geçmiþimiz : jiyanboard.com jiyanboard.net jiyanboard.org jiyanboard.de jiyanname.de jiyan-board.com jiyan-board.org jiyan-board.net
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
Kurd Top List Submit website

ROJACIWAN | HPG-ONLINE | CMG-TEAM | EVINDARIM.ORG | CAVEN JIYAN | BIZEKALAN.NET | KURD WEBMASTER | TAK |