Jiyan-Board


FORUM Portal Albümlerim Sosyal Gruplar Kimler Online Bugünki Mesajlar
Geri git   Jiyan-Board.NET > FORUMA KURDÝ -KÜRTÇE FORUM > Foruma Kurdi > Çirokên Kurdî
Kayıt ol CezalilarTüm Albümler Roj Tv Zindi Üye Listesi Ajanda Arama Bugünki Mesajlar Forumlarý Okundu Kabul Et

Konu Bilgileri
Konu Baþlýðý
Dûrsel û Marê Reþ
Konudaki Cevap Sayýsý
0
Þuan Bu Konuyu Görüntüleyenler
 
Görüntülenme Sayýsý
37

Yeni Konu aç Cevapla
 
LinkBack Seçenekler Stil
Alt 04-17-2009, 07:53   #1 (permalink)
Üye
 
B0RAN - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
 
Üyelik tarihi: Sep 2008
Activity Longevity
0/20 1/20
Today Mesajlar
0/5 sssss4392
Üye No: 8853
Mesajlar: 4,392
Konular: 2
Referanslari: 0
Arkadaslari: (0)
Cinsiyet:
Kullandigi Tesekkür: 0
Aldigi Tesekkürler: 117
REP Gücü Puaný: 900
Aldigi REP Puani: 3
B0RAN is an unknown quantity at this point
Son Aktivitesi: 09-11-2009 :   08:47 
Toplam Online Süresi: 2 Saat 59 Dakika 32 Saniye
Submit to Clesto Submit to Digg Submit to Reddit Submit to Furl Submit to Del.icio.us Submit to Jeqq Submit to Spurl
Standart Dûrsel û Marê Reþ

DÛRSEL Û MARÊ REÞ











Navê milûkê (Padîþahê) Sebayê Dûrsel bû. Dûrsel merivekî jîr û jêhatî bû. Rojekê xewnek dît ku bi marekî reþ re zewiciye. Li ser xewnê pir ponijî, tiþtek ji hev dernexist û ta lê bû bihar, li cem alimê zemanê xwe bêfitûr geriya, tu kesî tebîra xewna wî nekir. Bang seyisê xwe kir û got:





- Hespan ji tewlê derxe, em ê li nav gel bigerin, hela bê ka çi heye û çi tuneye.





Seyisê wî hesp derxist, her yek li hespekê siwar bûn û dest bi gera nav gel kirin. Li ser devê rê bala xwe dayê ku marekî reþ û yekî gewr li hev dixin û ê reþ zora ê gewr dibe û canê ê gewr tev dibe birîn. seyîs ji padîþahê xwe Dûrsel re dibêje:





- Te ew mar dîne?





Dûrsel:





- Erê… di xewna xwe de ez bi mar re cim bûbûm. Miheqeq xewna min ev mar bûn.





Dûrsel ji hespê dadikeve xwar, radihêje darekê û li marê reþ dixe. Marê reþ dikuje û radihêje marê spî û wî davêje avê.





Seyîs:





- Ev çiye Milûkê min, çima te mar berî avê da?





Dûrsel:





- Canê wî birîn e, heger nemire û rihet bibe, hiþ bê serî, dê tî bibe û avê vexwe.





Dûrsel vedigere bajarê Sebayê. Ew sal derbas dibe, saleke din tê. Dûrsel li ser textê xwe pal daye, dinêre ku xortek li ber sekiniye.





Yê xort:





- Silav li te…





Dûrsel:





- Li te be jî, lê tu kî yî?





Û bi dengekî bilind bang li nobedaran dike û didomîne:





- Tu çawa ketî hundir, qey nobedaran tu nedîtin?





Xort:





- Navê min Arto ye, lawê mîrê cina me. Min nobedar dît in, lê wan ez dît im nedît im nizanim.





Nobedar amade bûn û gotin ‘me nedît kete hundir’ pê ve Dûrsel berê xwe da ê xort û got:





- Te xêre!..





Arto:





- “Sala çûyî tu û seyisê xwe derketin seyranê û gerê. Li ser devê rêya we du mar þer dikirin. Te marê reþ kûþt. Marê reþ jî xizmetkarê min bû. Ez bi ku ve biçûma bi min re bû. Wexta ku me hûn dît in, xizmetkarê min ji min re got ‘ka em xwe bikin mar!..’ Hêza wî ji ya min bêhtir bû. Armanca wî kuþtina min bû. Dê kuþtina min bikira stûyê we ku cin û mirov bibine dijminên hev û heya dinya ava be ev dijminayetî bidome. Te marê reþ kûþt û ez girt im û danîme ser avê. Te ji seyisê xwe re got ‘Vaya bi birîn e, heger rihet bibe ew ê avê vexwe!..’ Rihet bûm û min av vexwar. Ez çûm malê, min hedîse ji bavê xwe re got û bavê min jî got:





“Tu wî merivî nas dikî”?





Min got: belê.





Bavê min got:





- “De here wî merivî bîne mal, bila bibe mêvanê me û pariyek nanê me bixwe.





Ez jî va hatime.





Dûrsel piþtî ku mesele fêm kir û pê ve ji Arto re weha got:





- Min famkir ku hûn cin in, lê mala we li kur e?





Arto:





- Ya Milûk, tu dibêjî qey ciyek ji me re heye?





Dûrsel rabû ba seyisê xwe kir û got:





- Hespan derxe em ê herin mala mîrê cinan.





Paþê, radibin, li hespên xwe siwar dibin û diçin. Li ber çiyayekî bilind disekinin. Derîyek ji nava çiyê vedibe, di derî re derbas dibin û diçin nav mala cinan. Lê dinêrin ku lewheyek li dar e û li ser weha nivîsiye: “Cin Mirov e, Mirov cin e!..”





Xeber didine mirê cinan dibêjin:





- Mêvanê te hatine.





Mîrê cinan bi heyeta xwe ve tê pêþiya Melîk Dûrsel, hev û din hembêz dikin û derbasî hundir dibin. Heta êvarê rûdinên. Mîrê cinan bang li qewmê xwe dike, wan li hev kom dike û dibêje wan:





- Hûn evî mêvanî nas dikin? Ê ku lawê min xelas kir ev mêvan bi xwe ye. Ka em çi xelatê pê ve bikin?





Cinan gotine mîrê xwe:





- Namûs jê derkeve, malê dinyayê çi bixwaze em ê bidinê.





Mîrê cinan ji Dûrsel re got:





- Tu çi bixwazî di emrê te de ye.





Dûrsel ji mîrê cinan re got:





- Ez milûkê bajarê Sebayê me. Gencîne û perên min pir in. Pêwîstiya min bi malê dinê tune.





Mîrê cinan:





- Keçeka min heye, bi qewl û Resûlê Yezdan tu wê mar bikî ez ê bidime te!





Dûrsel got:





- Madem ku tu dibêjî, min qebûl e.





Li ser vê bersivê, mîrê cinan diþîne dû qîza xwe. Dûrsel bala xwe didê ku marekî reþ kete hundir û li nava civatê sekinî. Mîrê cinan ji mar re got:





- Mêvanê me beþerî ye û bi van ewayan nizane, xwe bike rûyê mirovan û derbasî hundir bibe. Marê reþ xwe dike keçikeke xweþik. Ji ber þeml û þemala wê ku derbas bû nava civatê, çavên Dûrsel, hatine girtin. Mîrê cinan ji Dûrsel re got:





- Ev e keça min, te ew qebûl kir.





Dûrsel bi kêf bersiv da:





- Belê min qebûl kir.





Mîrê cinan þand pey wezîfedar ku mara wan bibire.





Dûrsel pirs kir:





- Navê wê çiye?





Mîrê cinan bersivand:





- Navê wê Arya ye!





Û domand:





- Keça min birçî bibe, tî bibe, tazî bimîne û tu rojê sê caran lê bixî jî, ew nizane. Lê ku tu kufiriyan bi cinan bikî, keça min li cem te namîne û xwe ji te dide berdan.





Melîk Dûrsel:





- Çi heqê min heye ku ez lêbixim û çeran bikim.





Piþtî vê bersiva Melîk Dûrsel, mara wan dibirin. Arya dikin bûk, çend cin jî didine kêleka Dûrsel, bi rê dikevin û diçine bajarê Sebayê.





Piþtî salekê kurek ji wan re çêdibe. Kurê wan dibe þeþ-heft salî. Rojekê ku Dûrsel û Arya bi kurê xwe þa dibin, ji niþka ve dinêrin ku weke mahþerekê kete hundir. Arya radihêje lawê xwe û davêje nava wê mahþerê. Dûrsel bala xwe didê ku lawik wenda bû. Radibe ser xwe, derdikeve derve û li der û dora qesrê diçe û tê, lê kurê xwe nabîne. Vedigere malê, bi dilekî þikestî, bêdeng rûdinê.





Salek din derbas dibe, keçek ji wan re çêdibe. Keça wan jî dibe þeþ-heft salî, careke din Dûrsel û jina xwe Arya bi keça xwe þa dibin. Ji niþka ve derî vedibe û ajelek mezin mîna hirçê dikeve hundir û devê xwe vedike. Arya radihêje keça xwe û davêje nava devê wî. Dûrsel dinêre ku keçik jî wenda bû. Bi hêrs radihêje darê xwe, derdikeve derve, li der û dora qesrê diçe û tê, lê tu kesî nabîne.





Di wê wextê de xeberek ji Dûrsel re tê. Li ser nameya ku li ser çerm hatiye nivîsîn, weha tê gotin: “Di navbera me û te de þer li dar ketiye!..”





Dûrsel zaroka xwe ji bîr dike, radibe ser xwe, heyeta xwe li hev kom dike û ji heyeta xwe re dibêje:





- Milûkê Yemenê dixwaze bi me re þer bike.





Heyeta Melîk:





- Em ji þer re hazirin Milûkê me…





Melîk Dûrsel:





- Tedarekên me tune, ka em çi bikin?





Dûrsel ji Milûkê Yemenê re xeber diþîne ku heftiyekê þûnd ve dê dest bi þer bikin. Dûrsel di wê heftiyê de tidarekê þer dike. (Þerên berê bi ajalan bû). Dûrsel ava xwe, erzaqê xwe ji bo þer hazir dike.





Jina Dûrsel Arya, li amadekariyan dinêre û dibêje:





- Ev çi ne?





Dûrsel:





- Xelkê li dijî min þer li dar xistiye.





Arya keça mîrê cina ye û her tiþtî dibîne. Radihêje þûrê xwe û dikeve nava erzaqên ku ji bo þer hatine amadekirin, berî erdê dide û davêje nava avê. Dûrsel þaþ û matmayî, bi hêrs ji jina xwe Aryayê pirs dike:





- Te çima wisa kir? Leþker bê erzaq man.





Û radihêje darê xwe, li Arya dixe û weha didomîne:





- Bes e… Te lawê min da, te qîza min da… xelk li hember min þer li dar dixe û tu jî wisa dikî. Tu bûyî sebeba ku ez þer nekim û serdariya wan qebûl bikim.





Arya li rûyê Dûrsel dinêre û dibêje:





- Cahilo… tu cahilî ku tu li min dixî. Wezîrê te bi te re xayîn ketibû û av û erzaqên te temam jahir kiribû. Heger leþkerên te bixwarana dê giþ bimirana. Min jî giþt bi qestî bera erdê da. Û tu bixwazî ez ê keça te û lawê te ji te re bînim.





Dûrsel:





- Bîne…





Arya:





- Wexta ku tu hat bajarê bavê min te tu tiþt nedît?





Dûrsel got:





- Belê min lewheyek dît!





Arya got:





- Li ser lewheyê çi nivîsîbû?





- “Cin Mirov e, Mirov Cin e!..” lê nivîsîbû.





- Bavê min, mîrê cinan, mamosteyê vê dersê ye. Rojê du caran zarokan dibe ber wê lewheyê û bi wan dide xwendin. Tê bibêjî ev ji bo çi ye? Ji ber vê ye ku heger rojekê þerekî weha li hember zarokên te li dar bikeve, ji bo cahil nemînin û nebine kole. Li cem bavê min xwe hînê xwendin û nivîsandinê dikin. Min got tu cahilî, bila zarokên me cahil nemînin û xwe û qewmê xwe nasbikin. Heger tu dixwazî zarokên te tînim…





- Zarokên me bîne…





Arya Keçikê û lawikê tîne û axaftina xwe weha didomîne:





- Ez û tu piþka xwe bavêjin, ka ji lawik û keçikê kî/kê para kî/kê dikeve.





Piþtî piþkê law para Arya û keç jî para Dûrsel dikeve. Dûrsel di wê kêliyê de çêran dike. Li ser vê yekê, Arya xwe jê dide berdan û bi lawê xwe ve wenda dibin. Keçik jî dibe marekî reþ, xwe bi stûyê bavê xwe Dûrsel dipêçe, wî difetisîne bi dû qewmê xwe dikeve.







Berhevkar: Hogir BERBIR

Herêm: Dêrika Çiyayê Mazî/Mêrdîn










Hogir Berbir
B0RAN isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
Cevapla

Bookmarks
Etiketler
dûrsel, marÊ, reþ



Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir)
 
Seçenekler
Stil

Yetkileriniz
Konu Acma Yetkiniz Yok
Cevap Yazma Yetkiniz Yok
Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
Mesajýnýzý Deðiþtirme Yetkiniz Yok

BB code is Açık
Smileler Açık
[IMG] Kodları Açık
HTML-Kodu Kapalı
Trackbacks are Açık
Pingbacks are Açık
Refbacks are Açık



WEZ Format +2. Þuan Saat: 19:36.

Bu sitede yayinlanan program ve içerikler tamamen tanýtým amaçlý olup yayýncý yada hak sahibi isteði doðrultusunda paylasimdan kaldýrýlýr.Lütfen info@jiyan-board.com mail adresinden bizimle irtibata geçiniz.Dosyalar alýntý olup sunucumuzda barýndýrýlmaz.Lütfen Kullanýcý sözleþmesini tekrar gözden geçiriniz.Sitemiz dýþýndaki linklerden sitemiz sorumlu deðildir.
Site Öz Geçmiþimiz : jiyanboard.com jiyanboard.net jiyanboard.org jiyanboard.de jiyanname.de jiyan-board.com jiyan-board.org jiyan-board.net
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
Kurd Top List Submit website

ROJACIWAN | HPG-ONLINE | CMG-TEAM | EVINDARIM.ORG | CAVEN JIYAN | BIZEKALAN.NET | KURD WEBMASTER | TAK |