|
Jiyan-Board
|
|
#1 (permalink) |
|
Üye
|
SILKO
Berhevkar: Hogir Berbir Pîrekek û zilamek jin û mêrê hev bûn û mêrik pir hewesî Qahwê dibû. Jinik li ber mêrik digeriya û digot: - Malava neçe qahwê, ez bi tenê me... Mêrik: - Tu bimirî jî ez ê herim qahwê. Ez neçim qahwê sebra min nayê. Di þeveke berf, bager û serma de jinik ji xwe re fikirî û got: - Ez ê tiþtekî bînim serê zilamê xwe ku kesekî tiþtekî weha neanîbe serî. Mêrik jî heman þev ji qahwê derdikeve û diçe malê; li deriyê xwe dixe û li bendê dimîne ku jina wî derî lê veke. Jinik ji berê de xwe hazir kiriye û bi tirkî dibêje: - Kimsiniz?!... Mêrik di ber xwe de ji xwe re dibêje: - Aha…min bi xeletî li deriyê tirkekî xist, em û tirkan dijminê hev in, bi min bihesin qesem bi navê Xwedê ew ê min bikûjin, a baþ ew e ku ez birevim û xwe xelas bikim. Û mêrik ji ber deriyê mala xwe direve. Ba ye, bager û baran e û bi wî halî li nav bajêr digere. Careke din tê ber deriyê mala xwe û li derî dixe. Jinika ji berê de hazir vê carê bi erebî dipeyive û dibêje: - Minê wê?!... Mêrik di dil xwe de diheje û dibêje: - Aha… vê carê jî min bi þaþî li deriyê yekî ereb xist, em û ereban dijminê hev in, bi min bihesin qesem bi navê Xwedê ew ê min bikûjin, a baþ ew e ku ez birevim û xwe xelas bikim. Û mêrik careke din ji ber deriyê mala xwe direve. Cardin li nava bajêr digere, heta melê sibê bang dide: “Elah û ekber…” Bajar dipîve û careke din tê ber deriyê mala xwe û li derî dixe. Jinik vê carê bi kurmancî dibêje: -Tu kî yî? Mêrik: - Ez im! - Tu kî yî? - Ez im keçê, xwediyê malê! - Eger tu xwediyê malê yî ka navê xwe bêje, navê te çi ye? Heta tu navê xwe nebêjî derî li te venakim. Mêrik di nava wê sar û seqemê de difikire nafikire, navê wî nayê bîrê û dibêje: - Min navê xwe ji bîr kiriye! Jinik lê vedigerîne: - De here, niha mêrê min bê û te bibîne ew ê te bikuje. - Ez im mêrê te ez, welleh naçim ji ber derî. - Eger tu mêrê min î wê gavê navê xwe bêje? - Navê min, ew ên ku mirov bi latan diçîne. - Qey navê te tirp e? - Na navê min ne tirp e. - Qey navê te gêzer e? - Ser qebîþtu!..hema ez cîranê wê me. - Navê xwe bibêje, ez derî venakim. - Keçê ez nizanim ka çi bibêjim, min ji serma, ba û baranê navê xwe ji bîr kiriye haho!... - Kî jina te ye ku tu ji min re dibêjî keçê ? - Le bêjim çi? - Bibê Zeryê! - Ha Zeryê!... - Qey navê te Silko ye? - Erê ez ew im!.. Jinik derî lê vedike û lê dinêre ku mêrik çûye ber haletê mirinê. Çawa mêrik dikeve hundir dibêje: - Tu tiþtek ji min nepirs e, heta sibê. Jinik li ber dide û dibêje: - Na, ez meraq dikim û gereke tu niha bibêjî. Mêrik hew debar dike û dibêje: - Ez êvarê ji qahwê dihatim malê û bi xeletî min li deriyê yekî tirk nexist! Hema bû ûlan ûlanê wan bi ser serê min de û bi zorê min xwe xelaskir. Tu yeqîn bikî wan ez bigirtama ew ê min bikuþtana. Demek þûn de cardin min bi xeletî li deriyê yekî ereb xist û bi erebî bû teleh telehê wan û min bi zorê xwe xelaskir… Jinikê lê vegerand û got: - Careke din tobe bike û neçe qehwê. Mêrik: - Li ber destê Xwedê, li ber destê te tobe û ez nema diherim qehwê. Arþîva Çîrokan Berhevkar: Hogir BERBIR- Xebatkarê Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Amedê Navnîþana Berhevkêr: Amed Dîroka Berhevkirina Çîrokê: Zivistan 2004 Cihê Berhevkirina Çîrokê: Amed Cihê Eslî yê Çîrokê: Dêrika Çiyayê Mazî û Þemrex Cihê Ev Çîrok lê tê vegotin: Hêla Mêrdînê Navê Çîrokbêj: Adem DAÞÇÎ - 72 (Çûye ser dilovaniya xwe) Cih û Warê Çîrokbêj: Gundê Pîran a Þemrexê Debar û Pîþeya Çîrokbêj: Kulavan Xwendin û Nivîsandina Çîrokbêj: Tune Çavkaniyên ku çîrokbêj ev berhem jê girtine: Nayê zanîn Hogir Berbir |
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| silko |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd. |
![]() |