Jiyan-Board


FORUM Portal Albümlerim Sosyal Gruplar Kimler Online Bugünki Mesajlar
Geri git   Jiyan-Board.NET > FORUMA KURDÝ -KÜRTÇE FORUM > Foruma Kurdi > Çirokên Kurdî
CezalilarTüm Albümler Roj Tv Zindi Üye Listesi Ajanda Arama Bugünki Mesajlar Forumlarý Okundu Kabul Et

Konu Bilgileri
Konu Baþlýðý
Biyografiya çîroknivîsên kurd
Konudaki Cevap Sayýsý
0
Þuan Bu Konuyu Görüntüleyenler
 
Görüntülenme Sayýsý
37

Yeni Konu aç Cevapla
 
LinkBack Seçenekler Stil
Alt 04-17-2009, 07:52   #1 (permalink)
Üye
 
B0RAN - ait Kullanıcı Resmi (Avatar)
 
Üyelik tarihi: Sep 2008
Activity Longevity
0/20 1/20
Today Mesajlar
0/5 sssss4392
Üye No: 8853
Mesajlar: 4,392
Konular: 2
Referanslari: 0
Arkadaslari: (0)
Cinsiyet:
Kullandigi Tesekkür: 0
Aldigi Tesekkürler: 120
REP Gücü Puaný: 900
Aldigi REP Puani: 3
B0RAN is an unknown quantity at this point
Son Aktivitesi: 09-11-2009 :   08:47 
Toplam Online Süresi: 2 Saat 59 Dakika 32 Saniye
Submit to Clesto Submit to Digg Submit to Reddit Submit to Furl Submit to Del.icio.us Submit to Jeqq Submit to Spurl
Standart Biyografiya çîroknivîsên kurd

Biyografiya çîroknivîsên kurd STOCKHOLM, 17/7 2005 — Firat Cewerî sala 2003-yê Antolojiya çîrokên kurdî wekî du cild derxist û ev biyografiya li jêrê jî di heqê jiyan û berhemên çîroknivîsên kurd de ye. Nefelê beþek ji çîrokên van çîroknivîsan belav kir û ji ber hindê dê ji xwendevanên Nefelê re balkêþ be ko bizanin ka nivîskarên wan çîrokan kî ne.



****



ABIDÎN PARILTI



Abidin Parilti di sala 1977an de li Nisêbînê hatiye dinyayê. Heta bi lîseyê li Nisêbînê xwendiye û paþê koçî Îzmîrê kiriye. Ew niha li Îzmîrê, li unîversîteya bi navê »Dokuz Eylül Üniversitesi« beþa drama û nivîskariyê dixwîne. Heta niha gelek nivîs, hevpeyvîn û wergerên A. Parilti yên bi kurdî û tirkî di kovar û rojnameyên kurd û tirkan de hatine weþandin.



ADAR JIYAN



Adar Jiyan di sala 1962an de li gundê Dengiza ko girêdayî Stewra Mêrdînê ye, hatiye dinyayê. Ew mamoste ye. Wî heta niha di gelek kovar û rojnameyên mîna Azadiya Welat, Jiyana Rewþen, Nûbihar, Gulistan û Kevanê de nivîsandiye. Bi navê »Seyrê« ji çîrokên gelêrî kitêbek weþandiye.



BABAYÊ KELEÞ



Babayê Keleþ di sala 1947an de hatiye dinyayê. Kalikê wî – Dodoyê Baba aqilmendekî dema xwe bû. Wî neviyê xwe – Baba bi serpêhatî, destan, beyt û çîrokên kurdan mezin kir.



Babayê Keleþ beþa kurdzaniyê ya Ûnîversîteya Yêrêvanê xelas kiriye. Paþê 18 salan di redaksiyona rojnama kurdî »Rya teze« de kar kiriye.



Heta niha pirtûkeke wî bi sernivîsa »Nîþanî« çap bûye ko tê de 14 serhatiyên bijare hene.



Xên ji vê pirtûkê, gelek serhatiyên wî di almanaxa »Bahara teze" de çap bûne, ko her sal li Yêrêvanê çap dibû. Çend serhatiyên wî bi ermenî û rûsî jî çap bûne. Pirtûkeke wî ya din jî li ber çapê ye.



Babayê Keleþ jî mîna gelek ronakbîrên kurdên Sovyeta berê ji dest rewþa aborî, ji Ermenistanê derketiye û berê xwe daye biyanistanê.



Ew niha digel malbata xwe li Rûsyayê dijî.



BÛBÊ ESER



Bûbê Eser di sala 1955an de li gundê Xozberiya Dêrika Çiyayê Mazî hetiye dinyayê. Wî dibistana xwe ya destpêkê li Qesra Qenco, navîn û lîse jî li bajarê Mêrdînê di sala 1973an de qedand. Wî di sala 1971ê de dest bi siyasetê kir. Di sala 1975an de li Enqerê dest bi xwendina bilind a bi navê ‘Ankara Ýktisadi Ticari Ýlimler Akedemisi’ kir.



Di sala dawîn de ko wî ê unîversîta xwe biqedanda, polîsan di dîroka 02.02.1980yî de li Diyarbekirê, li cihê karê wî ew girtin. Ew 72 rojan di îþkencê û nêzîkê 3 salan jî di girtîgeha bi nav û deng ya Diyarbekirê ko navê wê 5 nolu bû de ma û di 19.05.1983an de ji girtîgehê hat berdan.



Piþtî berdana xwe ya girtîgehê, ji ber binçavkirina polîsan û nexweþiya xwe mecbûr ma ko welatê xwe biterkîne.



Ew di dîroka 24.11.1983an de li Swêdê bi cih bû û hê jî li wir dijî.



Bûbê Eser ji sala 1992an û vir de dinivîsîne. Berhemeke wî a bi navê Gardiyan ko li ser rewþa wê girtîgeha bi nav û deng e di sala 1994an de di nav weþanên ROJA NÛ de hatiye weþandin. Ew roman bi zimanê yunanî jî hatiye wergerandin û weþandin.





CANKURD



Cankurd di sala 1948an de li gundê Meydankê / rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya destpêkê li gundê xwe û ya navîn û lîse jî li Efrîn û Helebê biriye serî. Du salan piþtî lîseyê li Enstîtuya Amadekirina Mamosteyan / beþê zimanê erebî li Helebê xwendiye. Ji ber xebata siyasî gelek caran hatiye girtin û îþkencekirin.



Cankurd di sala 1979an de çûye Almanyayê û xebata xwe ya siyasî û çandî dewam kiriye.



Ew bi kurdî, erebî û almanî dinivîse û heta niha ev berhem çap kirine:



Bi kurdî: Gundê Dîna, kurteçîrok.



Selahdînê Eyûbî (Kurdekî cîhan hejand)



Alexander Jaba (Berhevoka çêrokên kurmancî)



Dilopeka xwîna dila, helbest.



Bazirganê Vênîsiya – Werger ji Shakespeare.



Bi erebî: El–Muslîmon wel Qediye El–Kurdiyye.



El –Hîlal El–Meeqof.



El–Merhele Errahîne mîn Kîfah Eþeeb El–Kurdî.



Bi almanî: Pirtûkek li ser rewþa rojavayê Kurdistanê wek (Gutachten) belav kiriye
B0RAN isimli Üye şimdilik offline konumundadır   Alıntı ile Cevapla
Cevapla

Bookmarks
Etiketler
biyografiya, çîroknivîsên, kurd



Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir)
 
Seçenekler
Stil

Yetkileriniz
Konu Acma Yetkiniz Yok
Cevap Yazma Yetkiniz Yok
Eklenti Yükleme Yetkiniz Yok
Mesajýnýzý Deðiþtirme Yetkiniz Yok

BB code is Açık
Smileler Açık
[IMG] Kodları Açık
HTML-Kodu Kapalı
Trackbacks are Açık
Pingbacks are Açık
Refbacks are Açık



WEZ Format +2. Þuan Saat: 11:53.

Bu sitede yayinlanan program ve içerikler tamamen tanýtým amaçlý olup yayýncý yada hak sahibi isteði doðrultusunda paylasimdan kaldýrýlýr.Lütfen info@jiyan-board.com mail adresinden bizimle irtibata geçiniz.Dosyalar alýntý olup sunucumuzda barýndýrýlmaz.Lütfen Kullanýcý sözleþmesini tekrar gözden geçiriniz.Sitemiz dýþýndaki linklerden sitemiz sorumlu deðildir.
Site Öz Geçmiþimiz : jiyanboard.com jiyanboard.net jiyanboard.org jiyanboard.de jiyanname.de jiyan-board.com jiyan-board.org jiyan-board.net
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
Kurd Top List Submit website

ROJACIWAN | HPG-ONLINE | CMG-TEAM | EVINDARIM.ORG | CAVEN JIYAN | BIZEKALAN.NET | KURD WEBMASTER | TAK |