|
Jiyan-Board
|
|
#1 (permalink) |
|
Üye
|
Stêrnasek :
Stêrnasek her êvar diçû derve û li stêran dinerî. Dema carekê ew dîsan bi rê ve bû berev derveyî bajar, wî berê xwe dabû esmanan lew hilingivî û ket bîrekê. Rêborekî guh li hawar û gaziyên wî bû, çû nik û gotê: "Wey rebeno! Hind bi sexbêrî li diyardeyên esmanî dinerî ku haya te ji yên sererdî namîne." Şêr, ker û rovî : Şêrekî, kerekî û roviyekî li hev kir û çûn nêçîrê. Dema wan têra xwe nêçîr kir, şêrî got kerî: "Nêçîrê parve bike." Kerî her tişt kir sê pişkên wekhev û tika kir her yek para xwe rake. Lê şêr xeyidî û ker xwar. Paşî şêrî got rovî: "Nêçîrê dabeş bike." Rovî hemû nêçîr kom kir, tenê çend pirtik bo xwe jê rakirin û hemûya dî bo şêrî hêla. Dema şêrî jê pirsî ka rovî ji kê wa elimiye, rovî got: "Ji bextê reş yê kerî." Du beq : Dema av ji lîça jîngeha du beqan hişk bû, ew bo xwe li lêgehek nû gerrîn. Wan bîrek dît û yekê got: "Divê em xwe biavêjinê." Lê ya dî got: "Lê eger ev jî ziwa bû ?" Ji te, şîretên van çîrokan çi ne ? |
|
|
|
![]() |
| Bookmarks |
| Etiketler |
| Çîrokên, kürd |
| Konuyu Toplam 1 Üye okuyor. (0 Kayıtlı üye ve 1 Misafir) | |
| Seçenekler | |
| Stil | |
|
|
![]() |
Design By: JB-Team
Powered by JBulletin® Jiyan-Board Version
Copyright ©2007 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
Search Engine Friendly URLs by vBSEO 3.5.0 RC2
|
![]() |